Serpêhatiyek ji festîvala Zîlan

276 views
Nîvê şevê ye, hêdî hêdî mirov li pêş rawestgeha otobosê kom dibin. Yên li rawestgehê ligel hev civiyane, ji hêlekê ve bi hev re diaxivin, li hêla din awirên xwe bi hêviya dîtina kesên naskirî, li derdorê digerînin. Pirsa gelo dê otobos tijî bibe an na, ew ê mirov li erdê bimînin an bi otobosa bi nîvco em ê bi rê bikevin, ji çavên hemî rêwiyên li rawestgehê tê xwendin. Taybetî dayik û ciwan rêwiyên herî bi tedbîr in. Ên herî pêş tên, ew in. Ên herî bi rêxistinkirî jî ew in.

Ciwan bi hevalên xwe re li rêzên dawî yên otobosê, dayik jî bi hevalên xwe re rêzên herî pêşîn ên otobosê digirin. Yên din xwe li rêzên navberê bi cîh dikin. Lê ev car ji koma dayikan yek kêm e. Xaltîka Sorê, ruyê herî rengîn ê festîvalên salên borî ji nava me koç kir. Neha rêza yekemîn a paş şoforê otobosê vala ye. Êdî dengê dayika ku ji nişkav de radihêje mîkrofonê, geh bi coş stranan dibêje, geh bi kelegirî gazincan dike, bi hemî reng û sembolên xwe ji destpêkê heta dawî li pêş dika festîvalê disekine û bê navber diruşmeyan diavêje, îsal ji nav me kêm e. Dayika Xeysa îsal bê desthevala xwe ya çalakiyan bi çavên guman li derdora xwe dinêre. Acizbûna wê ya li hemberî xemsariya mirovan ji ruyê wê tê xwendin. Wekî ku bi çuyîna Xaltîka Sorê barê wê giran bûbe, rexneyên xwe yek bi yek bi me re parve dike. Bi hatina mirovan hêdî hêdî ruyê wê geş dibe. Em êdî amade ne, em dikarin ber bi 16. festîvala Jinan a Zîlan bi rê bikevin.

Xaltîka Sor ê bi giyana xwe di nava me de ye

Saet 1’ê de em bi rê dikevin. Ez difikirim dibêjim, baş e, ger em çend saet xew re biçin em ê karibin bê westandin festîvalê bişopînin. Lê şaş difikirim. Hîn em nîv saet bi rê neketine, jineke ciwan radike mîkrofonê û bi dengê xwe yê gur ku bê mîkrofon jî têra xwe bilind e, dibêje “hevalno, ez we hemuyan silav dikim û spas dikim ji bo hatina we.” Ez hewl didim ku serê xwe rakim û bêjim ‘hevala hêja, nivê şevê ye, gelo hewce bi silavdayînê heye?’ Hîn ez ji bo vê bêjim cesareta xwe komî ser hev dikim, ciwanek ji paş ji hevala mîkrofon di dest de ye re dibêje, “ka ji me re stranek bêje” Gotin û cesareta min a nîvcoyî di qirika min de dimîne. Jina ciwan bi dengekî bilind dikene û dibêje “dengê min ne xweş e, bila hevaleke din bibêje” Dayikên rêza pêş bi çepikên xwe piştgiriyê didin vê daxwazê. Ciwanên rêzên paş daxwazên xwe yên stranan digihînin pêş. Êdî ez û hevalên din ên wek min hêviya xwe ya ji şeva bi aramî dibirin û xwe teslîmî qedera xwe ya her timî dikin. Ez têdigihijim ku Xaltîka Sorê hîn jî bi giyana xwe di nav me de ye û ew ê di nav me de be. Bê xew, bi coşa rêzên paş û pêş em digihîjin qada festîvalê. Dayik û jinên ciwan bi kincên xwe yên gelêrî û rengîn ji otobosê bi çalak pêya dibin. Tu dibêjî qey xewa xwe girtine, behna xwe dane, bi enerjiyeke têr û didin dû hevdû. Dayik li pêş, ciwan li paş û em ên  herî li paş didin dû hev. Ez şaş dimînim ev dayik hemî qadên çalakiyan çawa wekî kefa destê xwe dizanin. Me yekser dibin qadê.

Qada Festîvalê gelek rengîn bû

Amadekarî ji zû de destpê kirine. Hevalên bi mehan e ji bo rêxistinkirina vê festîvalê ked didin, ji berbangê ve hatine qadê. Dik, konên saziyan, pirtûkan, yên xwarinê, yên kincên gelêrî, qada lîstika zarokan û konê Tev-Çandê hatine vegirtin. Di hênikiya sibehê de herkes bi kêfxweşî vir de wir de baz didin. Piştî navbera du salan, ku ji ber pandemiyê festîval nikaribû bê li darxistin, kelecaneke mezin di qada festîvalê de tê hestkirin. Ligel festîvalên Zilan ên berê îro ew ê hewa germ bibe. Ez ji kê dipirsim, du-sê kes ne tê de, tenê festîvalên bi şilî di bîra wan de ne. Kesên ji otobosên sibehê zû gihiştine qadê pêya dibin, yekser belekiyên xwe yên seyranê datînin binê darên keviya qadê û amadekariya taştê dikin. Lê qet nekevin şaşiyê, dayik û ciwanên rêzên pêş û paş ji zû de di nav qadê de belav bûne û hemû kon ji ber çav derbas kirin. Piştî gera yekemîn dayik di bin kona koçerî ya Tev-Çandê radiwestin. Jineke ciwan a dengbêj bi kilama “dar hêjîrokê” wan pêşwazî dike. Parçeyek ji welat, dewkulek, dergûşek, balgiyên ji ka, doşek û tejikên rengîn di bin konê de hatine danîn. Ji bo dayikan ji vê konê çêtir dereke din nîn e. Hemû xwe bi cîh dikin, hem ji bo kişandina wêneyan, hem ji bo sitirîna stranan amade ne. Qad hêdî hêdî tijî dibe. Kêm kes bê cil û bergên gelêrî ne. Awirên bi meraq ji paceyên avahiyên li derdorê serê xwe dirêj dikin û li qada festîvalê dinêrin. Hunermend li ser dikê provayên xwe dikin. Muzîk qadê tijî dike. Ji konên xwarinê hêdî hêdî dû bilind dibin. Pêş hemû konan tijî ne. Mirov bi meraq konên vegirtî yek bi yek digerin. Di nav qadê de dost, mirov û hevalên ji bajarên cuda, xuya ye nû gihiştîne hevdû; bi hembêz hevdû pêşwazî dikin, hal û wextê hevdû dipirsin, bi hevre wêne dikişînin, pesnê xweşikiya kincên li ser hevdû dikin. Jin û ciwan bi komên piçûk alên kesk, sor û zer di dest de rabûne dîlanê. Hîn mêrên navsere bi nêrînên bi ken li ser kursiyan rûniştine, bi meraqa mêvanekî li derdora xwe temaşe dikin. Roj digihîje nîvro, Festîvala Zîlan cara 16. bi diruşmeya “li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, azad bijî” destpê dike. Heval Zîlan bi wan awirên xwe yên Monalîzayê ji me re dibêje “Hûn bi xêr hatin dîlana azadiyê”.

Têkoşîna jinên Kurd sînoran derbas kir

Festîvalên li dîasporayê tên li darxistin, ji bo kurdên li dûrî welêt dijin, kêliyek û behnek ji welat in. Peyamên tên xwendin, silav ji Kurdistanê û ji çiyayên azad re tên şandin; herweha silavên ji çiyayên azad xwe digihînin qada festîvalê hêviya azadiyê û baweriya bi tekoşînê carekê din xurtir dikin. Ji festîvala yekemîn a 2004’an, ku bi diruşmeya “jin sînoran derbas dikin” hatibû lidarxistin, heta îro tekoşîna jinên kurd hemû sînoran derbas kir, li her çar aliyê cîhanê deng veda. Derbaskirina sînoran, bêwatebûna wan di festîvalê de jî xwe pir aşkere dikir. Rêxistinên derveyî tevgera kurdan, kes û rêxistinên enternasyonalîst, piştgirên gelê kurd jî bi peyamên xwe, bi endamên xwe yên nîv-kurdî (qet nebe, bi pûşiyên kurdî) di qada festîvalê de xwe nîşan didin. Lê ne tenê wek piştgir, wek endamên vê tekoşînê jî gelek hevalên ne kurd, ji welatên cûrbecûr bi heman coşî xwe tevlî tekoşîna azadiyê dikin. Hevaleke alman ku cara yekemîn e tevlî festîvalê dibe, bi şaşwazî ji min dipirse; „di nav van kincan de li we ne germ e?” Ez çav li konên pirtûkan digerînim. Rojnivîs, bîranîn, çîrokên hevreyên cangorî li pêş rêze bûne. Di wêneyên xwe yên li ser pêçekên pirtûkên xwe de bi bişîrin li me dinêrin. Dû re pirtûkên hevalên girtîgehê wekî ku bêjin “me ji bîr nekin“ li dû hev rêze bûne. Kêmbûn û belawelabûna pirtûkên kurdî hinek min xemgîn dikin. Dû re dibêjim, gorî ku belawela ne, nexwe mirov çav li wan gerandine. Ji ber germê xuya ye, hevalên berpirsiyarên konan ji halê xwe razî ne. An na her tim ji ber ku nikarin di nav qadê de bigerin, heyfa xwe bi xwe tînin. Dayik li derekî, lê yên kêfa wan herî li cîh, zarok in. Di nav hewzên avê de germ qet di xema wan de nîn e. Hîn kes bi çavnebarî li wan dinêrin, heta ji bo ku hinek ji hênikiya wan sûdê wergirin, xwe nêzî avê dikin. Ber bi avabûna rojê hêdî hêdî festîval jî ber bi dawiyê ve diçe. Otobosên ji deverên dûr hatine, divê zûtir bi rê bikevin. De ka were dayikên rêzên pêş û ciwanên rêzên paş berhev bike. Wekî her tim gazincên xwe dikin û dibêjin, “em çima wisa zû derdikevin”. Lê dîsa jî pir rêxistinkirî di dema xwe de tên li pêş otobosê amade dibin. Û li benda kesên ji rêzên navîn disekinin. Ew kesên ji rêzên navîn ku her tim yek-du ji wan xwe ji bîr dikin, li qadê dimînin an jî riya otobosê nabînin û hemû otobos li benda wan disekine, ji dayikan têr rexneyê dixwin. Em tev bihevre li otobosa xwe siwar dibin, ber bi bajarê xwe ve û festîvalên dû re bi rê dikevin.