Şoreş bi berxwedana jinê misoger dibe 

- PAJK Koordinasyonu
28 views
Wesfa bingehîn a ku têkoşîna azadiya jinê ji tevgerên din ên dij-sîstemê cuda dike, têkoşîna wê ya civakî ye ku têkoşînên ekolojî, demokrasî, aştî, ked û xwerêveberinê di nava hev de dimeşîne û dike yek. Têkoşînên li dijî çîn û mêtingeriyê ku ev 200 sal in mohra xwe li demê xistine nebûne xwedî hêzeke bi vî rengî.

Nirxandina Rêber Apo ya “Mijara jinê, ji rastiya çîn û netewetiyê girîngtir e. Hem ji aliyê dîrokî, hem jî ji aliyê civakî ve berfireh e. (…) Çawa ku sedsala 19’emîn bûye sedsala partiyên bûrjûwa û sedsala 20’emîn bûye sedsala partiyên kedkar, sedsala 21’emîn jî wê bibe sedsala partiyên girêdayî jinê” balê dikişîne ser vê rastiyê. Pirsgirêk û nakokiyên kûr ku bi şaristaniya dewletê re berhev bûye û bi kapîtalîzmê re gihiştiye asta qirkirina civakê, bi awayekî diyalektîk pêşketina berxwedana dijber, çalakî û rêxistinbûnê bi xwe re tîne.

Serhildana li Rojhilat ne tesadûfî bû

Di nava deh salên dawiyê de ji ber krîzên aboriyê yên sermayeya fînansê rû dan, zext û tundiya li hemberî jinê girantir bûye. Li dijî wê berxwedana jinan jî diyarker bûye û roleke pêşengiyê girtin ser xwe. Di vê pêvajoya ku em di nav Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ne, ev berxwedan li Rojhilata Navîn bi pêşengiya tevgera me bi pêş ket. Bi têkbirina DAÎŞ’ê û avakirina sîstema xwe ya alternatîf bi şoreşa Rojava re, nûnertiya berxwedana herî xurt a vê serdemê kir.  Ev berxwedan bû wesîleya tevlîbûn û piştgiriya gerdûnî. Her wiha ji bo tevgerên ekolojîk, femînîst û demokratîk ên dij sîstemê, bû çavkaniya îlhamê.
Pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd a bêhtirî 30 salan ku bi şoreşa jinê ya li Rojava re şênber bû, bi serhildana li Rojhilat re gihişt lûtkeyê. Bêguman serhildana li Rojhilatê Kurdistanê mohra xwe li sala 2022’yan xist û pêşketina têkoşîna jinê nîşanî tevahiya cîhanê da. Ev serhildan piştî jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizê, ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin destpê kir. Helbet mezinbûn û belavbûna serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê di nava tevahî civakê û cîhanê de, ne tesadûfî bû. Li Îranê di demên guherîn û şoreşî yên girîng de, jin her tim bûne aktorên diyarker. Li Îranê rejîma Îslamî her çend îro êrîşên herî mezin li dijî azadiya jinê pêk anîbe jî di nava civakê de hêza jinê ya çandî her tim diyarker bûye. Û van serhildanan nîşan dan ku şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd destpê kir, bandorek çawa li cîhanê kir.

Li Îranê têkoşîna jinê

Di destpêka sedsala 20’mîn de tevgera ku ji meclîsên jinan pêk tê ku di bin navê Encûmenên Jinan ên Îranê de xwe birêxistin kirin, bi têkoşîna xwe ya di aliyê mafên jinan de destketiyên girîng bi dest xistin. Piştre di sala 1943’yan de Cemiyeta Jinan ku ji bo mafên siyasî yên jinan têkoşiya hat avakirin û di sala 1963’yan de jinan mafê hilbijartinê bi dest xistin. Lê belê mafên jinan bi şoreşa Îslamî ya ku di sala 1979’an de li Îranê hat avakirin re, derbeke mezin xwar. Di serdema Ehmedî Necad de bi navê “Dewriyeyên Îrşad” polîsên exlaqê hatin avakirin. Ev dewriye ji sala 2006’an û vir ve ji ber sedemên wekî makyaj, cil û bergên jinan, dest bi girtina jinan kirin. Ev dewriyeyên ku di bin navê polîsên exlaqê de tevdigerin, di 13’yê Îlona 2022’yan de jina Kurd a bi navê Jîna Emînî dema ji bajarê Saqizê diçû Tehranê bi hinceta serê xwe baş negirtiye, bi êşkenceyên giran ew binçav kiribûn. Jîna Emînî piştî vê bûyerê rakirin nexweşxaneyê û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Beriya ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest bide, di 3’yê Îlona 2022’yan de li Ûrmiyê jina Kurd a bi navê Şilêr Resûlî ji bo xwe ji mêrê ku hewl dida destdirêjî lê bike rizgar bike, xwe ji şaneşîna malê avêtibû û piştî dermankirina 5 rojan a li nexweşxaneyê di 8’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Çalakiyên jinan ên nerazîbûnê ku piştî Şilêr Resûlî destpêkirin, bi Jîna Emînî re veguherîn serhildanan. Ev çalakiyên ku di nava civakên Kurd, Fars, Azerî û Belûcî de belav bûn, hişt ku her kes rabe ser piyan. Ev serhildan bênavber 5 û bi giştî jî 9 mehan dewam kir. Dirûşmeya serhildanê “Jin Jiyan Azadî” bû. Ev serhildan belavî tevahiya cîhanê bû. Li tevahiya cîhanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, jin bi birîna por û şewitandina cilên xwe, piştgirî dan serhildana “Jin Jiyan Azadî.” Dewlet ji bo pêşî li serhildanan bigire, dest bi êrîşan kir. 71 jê zarok, bi giştî 524 kes hatin qetilkirin. Heta 15’ê Çileya 2023’yan 19 hezar û 400 kes hatin girtin. 724 kes bi hinceta têkiliya wan bi serhildanê re hene cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Li gorî rapora mafên mirovan a Îranê, 199 kes hatine darvekirin.

Nîşaneyên şoreşa civakî

Dema em li cîhanê dinêrin, ev rastî bi awayekî zelal tê dîtin, di destpêka sedsala 21’emîn de qadeke girîng a têkoşîna jinê ava bûye. Ev yek nîşan dide ku di şoreşeke nû ya civakî de jin navend e. Jin di çalakiyên protestoyî de, ji bo dewletê, serdestiya mêr û kapîtalîzmê peyamek sereke da. Jinê peyam da ku ew naxwazin di nava sîstemeke wiha de bijîn. Yanî alternatîfa herî rast li ser bingeha azadiya jinê ava dibe. Dirûşmeya “Siberoj Jin e” tê wê wateyê ku civakek azad tenê bi pergaleke ku jin tê de azad û wekhev bijîn pêkan e.
“Ji rakirina kevirekî ketiye erdê heta bi pêkanîna şoreşa nîvcomayî” Rêberê me di asteke berfireh de wateyê dide her hewldan, berxwedan û avakirinê. Lewma di avakirina modernîteya demokratîk de ev nêzîkatiya Rêberê me gelekî girîng e. Tevî ku pêla berxwedanê ya bi pêşengiya jinê her ku diçe berfirehtir dibe û hêviyek mezin ava dike jî, ji ber tevgerên li dijî sîstemê di aliyê sazîbûn, rêxistinî û çalakiyê de lewaz dimînin ev yek dibe sedem ku di aliyê avakirina sîstemeke alternatîf de jî lewazî çêbibe.

Êrîşên neolîberalîzmê

Li dij sîstemê derketin, ne tenê li dijî kapîtalîzmê, divê li dijî desthilatdariya bi hezaran salan a dewlet û sîstema mêr jî çêbibe. Nemeşandina vê têkoşînê ango tenê rexneyên xwe bi kapîtalîzmê ve sînordarkirin, rê li ber derketina ji sînorên modernîzmê digire. Pêkan e ku encamên vê qutbûnê di teorî û pratîkên tevgerên dijî sîstemê de bên dîtin. Di têkoşîna li dijî sîstemê de, têkoşîna îdeolojîk a li dijî bandorên lîberal ên di teoriyê de, ji vî alî ve girîng e. Her çend ji bo derbaskirina nêrîna pozîtîvîst û di aliyê zanistiyê de lêgerîna şoreşek paradîgmayê hebin jî, divê ev guhertin şênber bibe û derbasî pratîkê bibe. Tevgera Jina Azad û femînîzm xwedî wê potansiyelê ne û li dijî pergalê du tevgerên herî radîkal in. Lê belê asta xwenîşandana vê potansiyelê hîn lewaz e. Bandora neolîberalîzmê li ser vê yekê gelek mezin e. Di teorî, çalakî, jiyan û cureyên têkiliyan de berovajî îdîaya radîkalbûnê, bandorên lîberalîzmê bêhtir xuya dikin. Bi destpêka salên 70’yî re, di serî de li Ewropaya Bakur û Emerîkayê li gelek navendan teorîsyenên tevgerê ji bingeha çalakî û rêxistinbûnê ya tevgerê dûr ketin û di qada akademîk de xwe nîşan dan. Derbaskirina fikra azadiya jinan li qada akademîk û beşên lêkolîna jinan ku bi armanca jiholêrakirina zayendperestiyê hatin avakirin, piştî demekê ji bo pûçkirina femînîzmê hatin bikaranîn. Weke nimûne, di demên dawî de li Emerîkayê teoriyên nû yên zayenda civakî pêş ketin ku bêhtir di xebatên akademîk de xuya dikin û behsa teoriyên post-femînîzmê tê kirin.
Nîqaşên ku ji bo pûçkirina dijberiyên di navbera jinên xwedî nasnameyeke sabit, pasîf, mexdûr, bişaftî û mêrên xwedî nasnameya serdest de destpê kirine, bi demê re ji armanca xwe dûr ketine. Ji guherîna jin û mêran a di encama têkoşîna hevpar de derketî holê wêdetir, zêdekirina awayên nasname, bişaftin û rolgirtina wan nakokiya bingehîn şêlû dike. Di esasê xwe de ev êrîşeke îdeolojîk a lîberalîzmê ye ku gelek teoriyên civakî û dîrokî yên ku tevgerên azadiya jinan xwe dispêrinê pûç dike.

Hewildanên şikandina radîkalîzmê

Bi heman awayî fikra ku dibêje êdî hewcedarî bi têkoşîna azadiya jinan nîne û jin jixwe azad bûne jî êrîşeke din a ji eniya lîberalîzmê ye. Di vê çarçoveyê de hewl didin ku gotina azadiya jinan, ji bo kesên ku dixwazin di cîhana tîcarî de bêyî ku têkiliyeke wan bi tevgera jinên azad re hebe pêş bikevin û di nav çerxa mêrperest de ji xwe re cihekî peyda bikin, weke amûrekî bikar bînin. Ferasetên ku weke femînîzma tîcarî û lîberal tên pênasekirin, li ba jinan bûn sedema şaşiya ku jin bi awayekî takekes bi pêş bikevin û xwe îspat bikin wê bikarin azad bibin.
Gotinên ku ji aliyê tevgerên azadiya jinan ve weke subjektiviya jinan, azadiya aborî û derketina derveyî mekanîzmayên mêtingeriyê hatine formulekirin, ji salên 1970’î ve ji bo plansaziyên çalakiyên wekheviya zayendî û daxilkirina keda jinan di nav çerxa neolîberal de bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Bankaya Cîhanê hatine bikaranîn. Îro, xebatên weke femînîzma civaka sivîl, femînîzma projeyan, femînîzma mîkrokrediyê yên ku ji bo şikandina radîkalîzma tevgerên jinan tên bikaranîn, di rastiyê de xizmeta projeyên vê polîtîkayê dikin.

Çalakî têrê nake, divê stratejî hebe

Ji hêla çalakiyan ve daxwaz û çalakiyên li ser esasê parastina jinan, jiholêrakirina neheqiyên di qada hiqûqê de, darizandina kujer û tecawizkarên jinan, hêsankirina xwegihandina kurtajê û hevberdanê derketin pêş. Lê belê eger çalakî, rêxistinbûn, sazûmanî û stratejiyên ku wê pergalê di xalên bingehîn de biguherînin neyên pêşxistin, ne mimkin e ku li hember pergaleke ku 10 sal an jî 100 salên siberojê hesab dike û wisa gav diavêje encamek were standin. Heqîqeta qirkirina jinan, ji bo azadiya jinan hem di teoriyê de hem jî di pratîkê de hewcedariya çalakiyên xwedî bingeh nîşan dide. Pêla berxwedanê ya ku bi pêşengiya jinan pêk te, encax dikare bi çalakiyên bi vî awayî veguhere şoreşa jinan.

*Ji belgeya PAJK’ê  a bi navê ‘Şoreşa Jinan’ ku di Îlona 2023’yan de hatibû weşandin, hatiye girtin.