Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeta sêyemîn e

- Newaya Jin
43 views
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan diyar kir ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê cewherî ve xeta sêyemîn e, nexşeya demokrasî û azadiyê ye û işaret bi pêşengiya KJAR’ê kir. Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan di salvegera 2’yemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de têkoşîna jinan a li hemberî zilm û zordariya rejîma Îranê û pêşengiya jinên Kurd nirxand.

Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de hate qetilkirin, ji Cotmeha 2022’an û pê ve serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha li seranserê cîhanê deng veda. Qetilkirina jineke Kurd bû çirûskeke çawa, amosfera siyasî û civakî çi bû?
Ji bo rastiya şoreşê bê fêhmkirin, beriya her tiştî divê rastiya jin û jiyanê, jin û siyasetê, jin û civakê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê dîtin. Piştî ku keça Kurd Jîna Emînî di 19’ê Îlona 2022’an de hate qetilkirin, serhildanê destpê kir û ev serhildan veguherî şoreşa jinan. Di encama teqîna hêrs û kîna salan de serhildanê ji Kurdistanê destpê kir û mîna lehiyekê Îran da ber xwe û li cîhanê belav bû. Şoreşê hemû dîwarên neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê li Îranê rûxand û ji bo gelên bindest bû destpêkeke nû. Ji bo radîkalkirina têkoşînê bû destpêkeke nû, ji bo ronesanseke di asta Rojhilata Navîn de bû çavkanî. Du cihên lawaz ên rejîmê hene; Kurd û Jin. Şoreş jî di vir de teqiya. Şoreşê sê faktorên esasî di nava xwe de dihewand. Jîna Emînî Kurd, Jin û Ciwan bû. Gelê Kurd bi xwedî derketina li Jîna Emînî çanda xwe ya şoreşgerî careke din zindî kir û bû çavkaniya têkoşîn û şoreşê. Di rastiyê de nerazîbûna gelan a salên 2017 û 2019’an ku li seranserê Îranê hate nîşandan, radixist pêş çavan ku êdî gel ji pergala rejîmê hêviyê nake. Rejîmê jî bi her awayî pergala xwe hişk kir, bi hatina Serokkomar Reîsî re sîstema xwe yekdest kir, hemû dem û dezgahên rejîmê ketin destê muxafazakaran. Spah raste rast qada siyasî, civakî, aborî bi rê ve bir. Sîstema qirkirinê li ser gelan hîn bêhtir hişk kir, li hundir de serkutkirina jin û gelan, li derve jî berfirehkirina hîlala Şîa da ber xwe. Lê belê çanda berxwedanê ya jin û ciwanan rê neda vê yekê. Tişta ku herî zêde rejîm jê ditirsiya, jin û ciwan, jin û Kurd in. Nerazîbûn jî di vir de teqiya û veguherî şoreşê.

Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hatibû binçavkirin. Rejîmê qanûnên li dijî jinan hîn jî di meriyetê de dihêle. Bi kurtasî li Îranê niha şert û mercên jiyanê yên jinan bi çi rengî ne?
Ya rastî, zemînê şoreşê bi xwedîderketina jinan û gelê Merîwanê ya ji bo Şilêr Resolî hate danîn. Gelê Merîwanê bi yek helwestê li ber pergala tecawizkar a rejîmê rabû. Gelê Merîwanê destdirêjiya li ser Şilêr, destdirêjiya li ser exlaqê xwe dît. Jinên bajarê Merîwanê bi yekdengî gotin ‘Em hemû Şilêr in, ji bo wê ewqas dilêr in’. Jinan li wir ne tenê Şilêr weke qurbaniya pergalê dîtin, di heman demê de di şexsê Şilêr de xwe jî weke qurbaniyê pergala mêr-dewletê dîtin. Li wir jin jî, mêr jî li dijî vê pergalê rabûn ser piyan. Vê yekê jî refleksa xurt a civakê nîşan da. Piştî bi hefteyekê keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqê yê dewletê ve hate qetilkirin. Rojhilat bi yek dengî, bi yek ruhî li ber qirkeriya rejîmê rabû. Piştî sala 2010’an têkoşîna jinan li Îranê hîn radîkal bû. Rejîmê jî sazî û dezgahên taybet ên li dijî jinê bi hêz kir. Polîsên exlaqê ku bê exlaqiya herî mezin dikin piştî sala 2010’an ewqas di nav kolan û cihên kar ên jinan de hatin rêxistin kirin û êrîş birin ser jinan. Çiqas têkoşîna jinan radîkaltir bû, êrîşên rejîmê jî ewqasî giran bûn. Bi destûra Wêlayetê Feqî asîd rijandin ser rûyê bi dehan jinan. Pir bi hovane jin li naverastê hatin kuştin û bi pergala Besîckirin re jin li dijî jinê dan bikaranîn. Rejîmê pir bi rêk û pêk hewl da hebûna jinê ji holê rake, di şexsê jinê de jiyaneke mirî û kole li ser civakê bisepîne. Lê şoreşa ku bi pêşengiya jinan di sala 2022’an de destpê kir, îspat kir ku desthilat bi demdirêjî nikare bi cewherê civakan bilîze, yê ku cewherê civakê diparêze jin e. Destpêkirina şoreşê, bidawîhatina merheleke dirêj a desthilatdariyê ye. Di dîrokê de her pêngaveke felsefîk yan olî, destpêkê hişmendiyek li gorî civaka wan serdeman ava kiriye. Şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat, destpêkê hişmendiya xwe bi ‘Jin Jiyan, Azadî’ da diyarkirin. Destpêkê paradîgmaya şoreşê diyar kir û li ber desthilatê rabû. Ez dikarim bêjim bilindbûna dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ encama bandora bi hêz a naskirina felsefeya Rêber Apo bû.
2 sal di ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas dibe. Di navbera dewlet û gel de qutbûneke mezin çêbûye, ji vê re jî jin pêşengiyê dike. Şoreşa ku bi pêşeniya jinan bi pêş ket, tenê zayendekî terîf nake, di şexsê jinan de hebûna civakekê ku bo azadiyê têdikoşe, nîşan dide. Di rastiyê de jinan êdî xeta jiyana xwe diyar kirine. Ji bo wê rejîm jî bi hemû şêwazî dixwaze jiyanê ji bo jinan teng bike, bitirsîne bêdeng bike. Ji ber wê tolê ji şoreşê ji jinan radike, bi navê Hîcabê (nixumandin) êrîşên zayendperestî dibe ser jinan, bi rengekî hovane jin li naverastê têne serkutkirin. Rejîm zayendîperestiyê weke çekeke bîrdoziyê li dijî jinan bi kar tîne. Jehirkirina keçan li medreseyan, şerê taybet li zindanan, kuştina bi navê namûsê li kolanan, hemû hersa rejîmê ya li dijî jinan e.

Heman rewş li girtîgehan hîn bêhtir derbasdar e. Ji destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û vir ve çend jin hatin girtin, çend ji hatin darvekirin? Gelo bîlançoya vê yekê dikare bê eşkerekirin?
Zindan li Îranê veguheriye qada têkoşîn û berxwedanê. Rejîm di dîroka xwe de hewl daye bi êşkence û darvekirinê şoreşgeran bitirsîne û îradeya wan a siyasî ji nav bibe, civakê bêdeng bike. Lê bi pêşengiya jinên Kurd zindan bûye qada herî radîkal, bûye qada ku îlhama têkoşînê dide civakê. Dema em li dîroka zindanê ya li Îranê diniherin, karakterea dewleta tecawizkar û talanker hîn bi hêsanî dibînin. Rejîmê bi destpêkirina şoreşê re bi sedan ciwan girt, bi dehan jin bi şerê taybet ê rejîmê re rû bi rû man. Bi zora êşkenceyan îtirafa bi zorê ji hin kesan girtin, piştre jî îdam kirin. Gelek kesên ji zindanê derketin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Eşkere nebû gelo çi derman li ser wan bi kar anîne. Bi navê ku xwe bi xwe kuştine bi dehan ciwan hatin kuştin. Bi îdîaya ku li ber xwedê rabûne û ewlekariya Îranê xistine metirsiyê, rejîmê êşkenceya ruhî û fîzîkî li gelek jinên siyasî kir. Li zindanê jin li hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin, bi taybetî jî jinên kurd, Belûc, Ereb û Gîlekî ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Ji ber vê yekê herî zêde Kurd û Belûc hatin darvekirin. Îsal ew sal e ku herî zêde jin hatin darvekirin. Dibe ku amarek eşkere bibe, lê belê bi ti şêwazî amareke şenber diyar nabe. Li gorî amaran ji destpêka sala 2024’an heta niha 400 kes hatine darvekirin ku di nav wan de 15 jin in. Lê di rastiyê de amar ji vê zêdetire.

Herî dawî cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûradî hate birîn. Li ser berxwedana jinan a li girtîgehan hûn dixwazin çi bibêjin?
Berxwedana Pexşan Ezîzî, Ciwana Sine, Şerîfe Mûhemedî bê wêne ye. Xeta wan xeta Şîrîn Elemhulî û Zeyneb Celaliyan e. Jinên Kurd çanda berxwedanê li zindanê bi kok kirine û bûne îlhama têkoşînê ji bo hemû jinên li Îranê. Bi birîna cezayê darvekirinê li Pexşan û Şerîfe dixwazin jinên şoreşger, tevgerên şoreşger ên jinan bitirsînin û wisa şoreşa jinan lawaz bikin. Bi birîna cezayê darvekirinê re dixwazin nasname, îradeya siyasî ya jin û civakê têk bibin. Lê ev siyaset ji zû ve ye şikestiye û bi Pexşan re geştir dibe. Pexşan û jinên siyasî yê din bûne xeta têkoşînê, rêberên ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dikin û di nexşerêya jiyana azad ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de israr dikin. Bi berxwedana xwe cesaretê didin civakê, ispat dikin ku wê teqez hişmendiya mêrsalar û pîrsalar bi hêza jinan têk biçe. Dema Şîrîn Elemhulî li zindana Evîn li ber xwe da, Pexşan jî wê demê li zindana Evîn bû. Ji nêz ve sekna jin a wêrek dît, şahidî jê re kir. Niha jî bi dehan jin şahidiyê ji berxwedana Pexşan û Ciwana re dikin û dibin xelekeke têkoşînê, dibin çavkaniya hêvî û cesareta têkoşînê. Ji her neteweyê jin di zindanê de hene, di rastiyê de ruhê hevgirtina gelan bi pêşengiya jinan li zindanan çêbûye. Kesayetiyên weke Zeyneb, Ciwana û Pexşan hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinan, gelan terxan kirine, bedîlê pir mezin dane lê tu car pes nekirine. Di armanca de zelal û di serkeftinê de bi bawerin. Ev sekna wan a têkoşer dihêle ku hemû jin vê rastiyê bibînin û li derdora berxwedana wan kom bibin. Ji ber wê, jinan bi stranên şoreşgerî û helwesteke hîn radîkal cezayê darvekirinê yê li Pexşan hate birîn, şermezar kirin. Ev jî têkçûyîna siyaseta rejîmê nîşan dide.

Li Îranê bi hinceta ku ‘Pîvanên nixumandinê binpê kiriye’ gule berdan jinekê û ew jin felç bû. Li karîkaturekê jî 6 sal cezayê tê birîn. Bi dehan mînakên weke vê hene. Li gel vê zext û zordariyê jî li Îranê liv û tevger dewam dike. Di sala 2’yemîn a serhildanê de li Îranê û Rojhilat têkoşîna jinê di kîjan astê de ye? KJAR bi roleke çawa ya pêşengiyê radibe?
Eger KJAR ji bo rejîmê weke metirsîdar tê dîtin, sedema vê yekê dîroka wê ya çanda kevnar û dîroka têkoşîna jinê ya li Kurdistanê ye. Bi salan e kar dike, têdikoşe, bi rêxistin dike û nûnertiyê ji nasnameya jinê ya siyasî û civakî re dike. Li hemberî feraseta mêr dewletê ya faşîst, fikrekî alternatîf e. Bi sedan şehîd di wê rêyê daye, bi sedan zindanî hene, heval Şîrîn Elemhulî, Zeyneb Celaliyan, Wirîşe Murad, Pexşan Ezîzî, bi seda jinên din ên çalakvan ku di zindanan li ser wê çandê li ber xwe didin û têdikoşin hene. Dayikên aştiyê ku ji bo zarokên xwe û hemû zarokên şoreşê têkoşînek bê dawî dimeşînin, her jinek ku têdikoşe, tê wê wateyê ku KJAR li her qadê ye û pêşengiyê dike. Niha em wek jin bi zanista xwe ‘Jineolojî’ li her qadên jiyanê dinihêrin. Xwendin û guhertin jî li ser wê esasê ye. Ew hêzên ku we nav lê kir, ji xwe bêrawestan dixwazin li hember şoreşa jinê altrnatîfan bi pêş bixin. Dibe ku bi zextan be, dibe ku bi hin modelên jiyana çîna navîn be, dibe ku bi hin çanda modernîteyê be, dibe ku bi çanda hîcabê be ku bi navê parastina jinê reklam dike. Tu cudahî nîne. Her tiştên ku ew dikin ji bo wê ye ku şoreş weke şoreşa jinê, bi taybetî li Kurdistanê neyê dîtin. KJAR bi fikir û felsefa Rêber Apo ku manîfestoya civaka demokratîk e, li ser bingeha azadiya jinê, ekolojîk û civaka azad xwe birêxistin dike. Xeta sêyemîn ji xwe re dike esas û hewl dide pergala civaka demokratîk ava bike. Bi baldarî li hemberî her cûre siyasetên hêzên zilhêz tevdigere, bi nêrîna jineolojiyê xwedî li çanda dayikê derdikeve, çanda mêr ê desthilatdar teşhîr dike. Her wiha wek alternatîf hişmendiya mêr ê azad û camêr ku di refên gerîla de temsîla wê dikin, li civakê wek xeta sêyem dinirxîne. Ji bo hîn bi bandor be kongreya xwe lidar xist, têkildarî kêmasiyên xwe rexnedayina xwe da, ji bo gavên nû yên şoreşê bêne avêtin biryar wergirt. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di cewherê xwe de xeta sêyemîn e, nexşerêya demokrasî û azadiyê ye.