Têkoşîn û welatparêziya dayîka Kubar

- Newaya Jin
555 views

20150210_150804Dayê Kubar bi xwe Ezîdî ye û ji beraka Mehmîdoka û buka Ramoşiya ne. Ramoşî li vir gelekîn, lê ji vê malbatê re dibêjin malbata dêlegurê. Hevsera Xaçikê Biro yê Delegurê ye û ew jî weke hemû civaka me ya Ezîdiyên Ermenistanê di sala 1915 û 1918’an de ji ber dewleta Osmaniya ji warê bav û kalê xwe, ji bajarê Qersê qut bûne û derbazê deşta Rewanê (Erivan) dibin û ji wê demê de heta niha li Ermenîstanê gundê Araksê dijîn. Dayê Kubar diya 9 zarokan û bi emrê xwe jî  67 saliye. Dayê Kubar yek jî ji wan dayîkane ku çiqas ji walatê xwe dûr be jî walatê xwe û welatparîziya xwe parastiye. Dayê Kubar yek ji wan dayika ne ku zaroka xwe bi destê xwe dişine nav refên gerîla. Ji ber wê tevgera xwe, dayê Kubar weke mînak tê dest girtin û nîşandayîn.

Ramoşî li hemberê zilmê serî natewînin

Ez dixwazim ji we re qala eşîra Ramoşî bikim. Ev eşîr her tim li hember zilm û zordariyê rabûne û serî netewandine, her wiha li hemberî neheqiyê tekoşîn dane meşandin. Ev malbat di nava civaka Ezîdiyên Ermenîstanê de weke gelekî asî tê nas kirin. Ji ber vê yekê ye ku li Ermenîstanê dema mirov qala Ramoşiya dikin, herkes bi stûyê xwe digire û dibêjin ya star, ew malbat pirr hare.

Dayê Kubar jî yek ji wê malbatê û dayika şehîd û di heman demê da jî dayika Aşitiyê ye. Em wexta ku dayika Kubar re xeber didin, destpêkê keserek kûr dikşîne û dibêje ”bila emrê min têra bikira ku min rizgariya welat bidîta û serok APO jî azad, bila min ev yek bidîta ji minre bes bu.” Dayîka Kubar Dibêje û dide diyar kirin ku ew ne xwendeye û rexmê nexwendeye jî bi têkoşîna ku îro di de meşandin gelek serbilind e. Dibêje ku ew weke jinek, dayîka şehîdekê bi Kurdbûna xwe serbilind e.

‘Bi têkoşîna Rêber Apo me xwe nas kir’

Dayîka Kubar bal dikşîne ser rewşa jinên Kurd û wiha pêde diçe: “Di serida ez dikarim bêjim ku ez dayîkek welatparêzim. Me berê xwe nas nedikir û em jî weke gelek jinên KuMANSETrd nexwende bûn û me tiştek nedizanî. Em hem jin û hem jî zilamên Kurd bi saya PKK’ê û saya serok APO me xwe nas kir û em bi canê xwe tevlî vê şoreşê bûn. Ji ber çi ez dibêjim ku me berê  tiştek nedizanî, ji ber ku kal û bavên me ji aliyê Romê ve hatine û ji wê demê de heta ku me fikra  serok APO naskir, me hingê zanî ka em kêne û welatê me heye. Me nedizanî ku em Kurdin ango çi miletin. Lê bi nasîna tevgera azadiyê û Rêber Apo, em tê gihan ka em kêne û weke jin em jî xwedî maf û hêz in.“

Dayîka Kubar di berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: “Ez dikarim bêjim ku wê demê birastî jî me nizanibû ka em kêne. Ji ber ku me fêm nedikir, malbatên me em dizewicandin û em didan mêr. Ji wê demê heya niha gelek tişt hatin guhertin, lê gelek tişt jî  hîn weke berê mane. Malbata Ramoşiya yan jî Delegorê di sala 94’an de PKK nas kir. Ji xwe ji wê demê bi şûnde me hîn zêdetir fêm kir ka em kêne û welatê me jî heye. Heval dihatin malên me, em perwerde dikirin, di encama wan nîqaş û perwerdeya ku me ji hevalan digirt, me fêm kir ku hem jî weke jin, qîz û bûk xwedî mafin û em jî dikarin bêjin em hene. Ji ber ku heval dihatin, bi teybet jî hevalên keç dihatin melên me û bi me re nîqaş dikirin û me jî hedî hedî fêm kir ku jin jî weke mêran xwedî erk û xwedî doze.”

‘Êdî deng û rengê jinê li her derê tê xuya’

Dayîka Kubar wiha didomîne: “Ji aliyê din ve dema ku em mêze dikin, jinên li Ermenîstanê hîna jî bindestên, çi xwende û çi jî karker be hîna bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Zilam hê jî aynî zilame û tenê di form de guhertin çêbûye. Berê jinên Ermenî jî jinên me yên Ezîdî û yên Kurdên misilman jî qet qedir û qîmetên wan tune bûn. Lê mirov dikare bêje ku niha kêm be jî reng û dengê jinê xuya dike. Mînak ez dikarim li ser jinên Kurd bibêjim ku berê em qet nedihatin xuyan û em tune bûn. Lê bi saya Serok APO em di nav miletê dinde jî û di nav miletê xwe de jî hedî hedî tên xuya kirin. Em niha dikarin beşdarî meşan, beşdarî civînan bibin û di nav karê gel de cih bigirin. Ez hem dayika Şehîda me û hem jî dayika aşitiyê me. Ez niha di nav karê gelda, bi teybet jî di nav komîteya kar û barê jin de cih digirim.”

‘Gelê me pêvîste xwedî li hebûna xwe derkeve’

Dayîka Kubar di berdewama axaftina xwe de bal dikşîne ser rola jin û wiha pêde diçe: “Bere li welatê Sovyetê komînîzm hebû û qaşo rola jin jî dihat destnîşan kirin. Lê me jinan nizanîbû ku azadî çiye. zilaman nedihişt ku em rabin di civînekê de biaxivin. Axaftina jinê şerm dihat dîtin û digotin ku jin bila di mala xwe de be û di nav zarokên xwe de be. Mînak piştî heval hatin û em fêrî welatparêziyê bûn, me êdî nekarî di nav gelê xwe de li paş bimînin. Em niha bi rehetî dikarin di nav gelê din de an jî di nav gelê xwe yê ne welatparêz de runên û nîqaş bikin. Gelek caran em çi dibêjin fam nakin û em tiştên ku dibêjin wan bi curekî din fam dikin. Mînak em dibêjin ku pêvîste em jin azad bijîn, xwedî li zarok, ziman û çanda xwe derkevin; lê ew dibêjin ku ma çima hûn dixwazin me bikin Kurd. Em jî dibejin ku ji xwe hûn Kurd in û xwedî çanda kevnare a Êzidayetî ne. Bi gelemperî ez dixwazim vê bêjim ku dijmin em Kurd perçe kirine û ji çanda me em dûr xistine.”

‘Em weke jin êdî xwe bi hêz dibînin’

Dayîka Kubar di berdewama axaftinên xwe de li ser nasîna tevgera zadiya gelê Kurd radiweste û wiha dibêje: “Piştî ku me IMG_1681heval nas kirin û em ketin nava vê jiyanê, me xwe hez kir. Zilaman jî hingê hîn zêdetir qedir û qîmeta jinê zanî. Me bi tevgera zadiyê hîs kir ku em hene. Me hîn baştir wate da jiyanê. Tê bîramin em diçûn zozanên çiyayê Elegezê, me li dora xwe mêzedikir û me digot, gelo di pişt van çiyan de wekî din jî gelek heye. Heta rojekî min ji hevserê xwe re got ku gelo li pişt wan çiyayan de kîjan welat heye. Wî jî di bersiv de got ku te nexwendiye û tu nizanî, lê li pişt wan çiyan de welatê bav û kalê me heye. Paşê me heval dîtin û me perwerde dit em hêdî hêdî bi ser xwe ve hatin. Berê kê qîmetê jinan dizanî. Em êsîr û evdal bûn, tenê em weke girtiyekê di nav malê de dijiyan. Lê niha em xwe weke jin bi hêz dibînin û zilam jî êdî weke berê li me nanêrin. Ev hemû jî bi saya Rêber APO û partiya karkerên Kurdistanê PKK’ ê ye. Ji ber vê yekê ez gelekî serbilindim ku ez dayika Şehîda me. Ez Kurdim û welat parêzim.”

Dayîka Kubar da zanî ku ew di qerna 21.an de dijîn û li rexmê ewqas têkoşînê ger ew hîna wiha dijîn,  ev ji bo wan şermeke û wiha got: “Pevîste mezinên me êdî wan tiştan hedî hedî ji holê rakin. Pêvîste zarokên keç û kur jî di temenên biçûk de nezewicînin. Lê li gel me hîna jî zewaca di temenfê biçûk de heye û ev ji bo me jinan zilmeke. Ez vê yekê jî şermezar dikim û napejirînim.

Dayîka Kubar bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Ez weke dayîka şehîda silavên xwe ji hemû dayîkên şehîdan re dişînim. Di 10 cotmehê li bajarê Tirkiyê Enqerê di nav mitinga Aşitiyê de bombeyek hat teqandin û sedî zêdetir kes şehît ketin, bi sedan birîndar çêbûn. Ez di serîde bi ser navê dayîkê şehîda, ji malbata dayika Meryem û ji dayikê Aşitiyê re û ji malbatê wan şehida hemûyan re sersaxî dixwazim, ez ji wan birîndaran re jî şifayê dixwazim. Ez hemû hevalên Apocî ku şev û roj welatê me diparêzin, silav dikim. Ez hevalê ku li Rojava şer dikin û yê ku li Şengalê li her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin silav dikim.Yek jî ez silavê xwe ji serok APO ra dişînim. Ev bi salane li ser Rêbertiya me tecrit heye û nahêlin hevdîtin pê re bê çêkirin. Ez ji serokê xwe re azadiyê dixwazim.” ‘Bijî serok APO’