Têkoşîna ji bo rizgariyê

- Semîa WELÎD
395 views

Welatê me Efqanistan xwedî civakek tebeqatî ye ku di nav lepên hêzên emperyalîst û reaksîyonên hindurîn deye. Bi sedsalan zilam û jinên vî welatî di bin zilm û koledariya herî hişk a xan, xwecih an, hêzên herêmî û fermandarên xwînmij ên fundamentalîst û Taliban de man, hikûmetên navendî jî bi hevkariya van koman tenê li pey parastina desthilatdariya xwe bûn û tenê gavek biçûk jî di rêya guherîna rewşa bi êş a gelê me de neavêtin. Desthilatdarên xwefiroş û fesad hertim gel di nav tarîtî, xêzanî û nezaniyê de hiştin, bixwe jî li pey sîxorî û firotina welat a ji hêzên derve re bûn ku encama wê jî têkiliyên rizî, dijminahiya jinê, feodalîzm, xêzanî û rê li pêşketina di gelek qadên jiyanê de girtin.

Di vê navberê de jinên welatê me li gor zilaman di bin zexteke hîn mezin dene, lê dema ku ev çîna karker milên wê di bin zextan de ditewe, kevneşopî û qanûnên feodal ên baviksalar ku bi reng û rûyê mezhebî hişk û qehîmtir dibe, di bin zexta çînî de mezin dibe û wan hîn zêdetir dîlgirtî dike.

Şerê serxwebûnê

Ji bo rizgariya jinan ji qeyd û bendên zext û nezaniyê, di demên cihê yên dîroka Efqanistanê de têkoşîn hatiye meşandin. Beriya sedsala 20. ev têkoşîn hîn zêdetir bi awayek ferdî ji aliyê jinan ve hatiye birêvebirin. Wan jêhatî û wêrekiya xwe di qadên cihê, nemaze li meydanên cengên azadîxwazî û serxwebûnê de didan raberkirin. Di sedsala 19. de Efqanistan sê caran rastê êrîşa dagirkeriya Îngîlîzan tê; jinên Efqan li cem zilaman ji bo azadiya welat, li meydana cengê şer kirin û çek li ser milan, li pêşiya artêşa rizgariyê û bi dest girtina al ê, xwendina stran û helbestên şer hêz didan şervan an. Mirov dikare navê çend ji wan jinan ên wek Molalî Mîwend, Gulnarê Ena, Qazî Edî, Mîrmen Sepîne, Bext Namê, Mestûre û hwd. bîne.

Lê têkoşîna ji bo rizgariya jinê a bi awayek rêk û pêk û di çerçoveya bernameyekê de mirov dikare bibêje di destpêka sedsala 20. ji aliyê Şah Imamollah û keybanû Sirya de pêk hat. Ev Şahê alîgirê serxwebûn ê, piştî rizgarkirina Efqanistanê a ji destê Îngîlîzan li pey pêşveçûn û pêşxistina welat bû. Û gavên girîng ên ji bo perwerde û tevlîbûna jinan a di qadên civakî û siyasî de avêtin. Piştî van gav an, melayên ku benê wan di dest Îngîlîzan de bû, ji bo rûxandina hikûmeta deh salan a Şah tên bikaranîn. Ji bo ku ev pêngav ji jor ber bi jêr bûn, yanî ji bo Şah, keybanû û çîna jor derbas dibû, hîn di civaka Efqanistanê de ne mijara gotinê bûn, her wiha bi hilweşandina hikûmeta Emanî hemû kar nîvco man. Jixwe tevgerên şoreşger û pêşverû ên di sala 1940’an ku li Efqanistanê derketin pêş jî, ji jin û zilamên çînên cuda ên civakî pêk dihatin; ji bo wan azadiya jinê yek ji daxwaza sereke bû.

Têkoşîna hebûn ê

Wê demê gelek jin, ciwanên zanîngeh û dibistanan bi awayek agah tevlî van tevgeran dibin û ji bo rizgariya xwe têdikoşin. Di vê demê de hin jinên têkoşer ramana xwe a tevgerek xweser a jinê tînin ziman. Mîna Keşwer Kemal pêşenga van jinan bû, ew bi lêkolînên li ser nêrînên şoreşgerî û agahdarbûn li ser civaka Efqanistan û nemaze rast têgihiştina koka zilma li dijî jinê, pir zû tê gihîşt ku ji bo azadiya jinan hewceyî bi têkoşînek navendî û demdirêj heye û lazime hedefa sereke têkoşîna li dijî civaka newekhev, paşverû û dijminê jinê be. Ew piştî nîqaşek berfireh gihîştin vê encamê ku têkoşîna ji bo azadiya jinên Efqan tenê demekê wê pêkan be ku di çerçoveya tevgerek baş, birêxistinkirî û diyarker debe. Di encama van nîqaşan de Komeleya Jinên Şoreşgerên Efqanistanê (RAWA), di Nîsana 1977’an de hat damezirandin.

Di hedefa sereke a RAWA de têkoşîna avakirina civakek demokratîk û pêkanîna mafê siyasî û civakî yê jinan hebû. Tam jî salek piştî damezirandina Komeleya Jinên Şoreşgerên Efqanistan ê, di Nîsana 1978’an de “Partiya Demokrata Gel” ku partiyek xwefiroş û amûrek di dest Sovyetê de bû, bi darbeyek leşkerî karî hêza siyasî bi dest bixe, jixwe dovre welatê me ji aliyê artêşa Rûs ve hat dagirkirin. Gelê Efqanistanê li dijî êrîşên Sovyetê û rejîma alîgirê wan serî hilda, RAWA jî di vê serhildanê de li gel gelê xwe cih girt û di têkoşîna ji bo serxwebûna welat, li ser esasê hedefên danîbûn pêşiya xwe têkoşî.

Mîna, seroka Komeleya Jinên Şoreşgerên Efqanistan ê, ji jinên Kabolê re pêşengtiya çendîn xwepêşandanên li dijî êrîşên Rûsan dike û endamên tevgerê bi belavkirina belavokan gel vedixwendin têkoşîn û berxwedana li dijî rejîmê û êrîşên hêzên derve. Her wiha rojnameyek a bi navê “Peyama Jin” ku tê de daxwaz û siyaseta xwe, dîsan xort kirina têkiliya di navbera hêzên demokrat û li dijî dagirkeran dikir armanc, weşandin. Ev rojname bi awayek weşartî (ku hîna jî tê çap kirin) dihat çap kirin. Xebata RAWA a li dijî dagirkerên Rûs bû sedem ku hin endamên me ji aliyê rejîma heyî bên girtin, bikevin zîndanê û bên şikence kirin. Partiya Demokrat a Gel hewlda ku mafên jinê bixe bin ewlehiyê, lê ji ber xwezaya rejîmên heyî ku ewqas xayîn û dij-gel bûn, gelê Efqan bawerî bi fermana wan nedida.

Şerê li dijî fundamentalîst û emperyalîstan

Di dîroka me a hemdem de jî pêla dijminahiya li hemberî jinê û zexta li dijî wê bi desthilatdariya komên fundamentalîst û çeteyên wek Taliban zêde dibe û heya roja me ya îro didome. Êrîşa yekem a serokên fundamentalîst û Talibanên kujer ku hovîtî, kirêtî û xiyanetê di dibistana CIA yê de fêr dibin û rêya dewleta Îranê ji bo xwe esas girtine, li dijî jinê bû. Wan di sala 1992’an de, di rojên ewil a desthilatdariya xwe li Kabol ê, yekem tişta ku kirin qanûnên li dijî jin û jinên ciwan derxistin, her wiha di şerê ku didomî de dest avêtin gelek jinan û ew tacîz kirin. Bêguman di bîst salên dawî de desthilatdariya Taliban û fundamentalîstan bû sedem ku jinên welatê me wiha di nav tundî û kederê de bibohirînin.

Rexmê hemû tirs û pêkanînin zextê ku di dema rêveberiya komên fundamentalîst û Taliban de li dijî jinê pêk dihat, jinan tu caran dest ji têkoşînê berneda. Endamên RAWA canê xwe dixistin xeteriyê û tawanên fundamentalîstan eşkere dikirin. RAWA bi lidarxistina meş, kombûn û bernameyên axaftvaniyê kiryarên xayînane ên komên fundamentalîst û emperyalîstan yên li Efqanistanê eşkere dikirin.

Di dema Taliban de xwendin, derketina derve û kar kirin ji bo jinan hatibû qedexe kirin, di rewşeke wiha de RAWA bi dehan dibistan û qursên xwendin nivîsandinê yên weşartî ji bo jin û jinên ciwan birêxistin dike û rolek girîng di zanebûn û pêşketina jinê de dilîze.

Tu tiştekê nekarî bi wan gav paşde bide avêtin

Têkoşîna bi biryar û xebata eşkerekirina kiryaran a RAWA hertim bûye sedema aciziya hêzên fundamentalîst, wan bi awayek birêkûpêk endamên RAWA dixistin bin lêpirsînê û tehdît dikirin. Koma tundraw a Gulbedîn bi alikariya rêxistina saloxgeriyê (KHAD), Mîna tevî du hevalên wê li bajarê Queta Pakistanê qetil dikin. Dijmin wisa pê bawer bû ku bi qetilkirina Mîna wê RAWA ji bo heta hetayî bihata bêdeng kirin, lê wê ev daxwaza wan pêk nehata û nedizanîn ku ev rêxistina ku Mîna avakiribû li ser bingehek saxlem a dîrokî hatiye rêxistinkirin, her wiha gelek jinên zana endamên wê ne û ew di têkoşîna rizgariya jinên Efqanistanê de bi biryar in. Endamên RAWA piştî şehadeta Mîna, soza dilsoziya xwe anîn ziman, dest ji têkoşîna xwe bernedan û ev têkoşîn heya roja îro gihandin.

Êrîş û dagirkeriya Emerîqayê a di 2001’an de li dijî Efqanistanê hat birêvebirin, di bin navê “azad kirin” a jinan de pêk hat, lê di rewşa jinê de tu guhertin neda çêkirin. Tenê hin jin di rêveberiya dewletê de hatin bi cih kirin, yan jî hin jinên ku ji ber pare û hêzê amade bûn her tiştekê ji bo Emerîqayê bikin, cih girtin; belku di hewldana rizgarkirina serok û rejîma Taliban û fundamentalîstên kujer -ku li dijî jinê ne- bûn. Li welatê me bi gelemperî di rewşa jinan de guherînên erênî çênebûn, heta jin îro ji berê pir xirab û tirsnaktir di rewşeke zext, xiyanet û bê hiqûqiyê de dijîn.

Jin her tim bi rola pêşengtiyê rabû

Mijara ku rexmê pirsgirêkên li Efqanistanê mirov dilxweş dike, ev e ku li wir tevgerek demokratîk û serxwebûnxwaz rû bi teşe girtinê ye. Gelek rêxistin û partiyên ku tehlûkeyên mezin didin ber çav û li hemberî êrîşkariya NATO, DYE û leşkerên wan yên bi pere li Efqanistanê têdikoşin, hene. Xala girîng ev e ku jin di qadên girîng û rêveberiya van tevgeran de cih digrin. Heta mirov dikare bibêje ku jinên Efqan pêşengên van tevgeran in. Jinên wek Melalî Cûya ku çend sal berê li parlamentoya Efqanistanê dengê xwe li dijî kujer û kevneperestên îslamî bilind kir û yek ji wan jinan bû ku li cîhanê bi dijberiya xwe a li hember şer û kevneperestan dihat nasîn. Îro jî tevgerek wek “Komeleya Jinên Şoreşgerên Efqanistanê” û jinên mîna Sîley Xefar û Belqis Rûşen li dijî siyaseta dijminane a emperyalîzma Emerîqa û dewleta pêlîstika destê wan, komên wek Taliban, DAIŞ û tundrawan têdikoşin û rastiya wan radixin ber çav an.

Em di vê baweriyê dene ku ger jin hay li hêza xwe a mezin bin û bi beştariya xwe a ji tevgerên şoreşger e, her wekî jinên pêşverû ên Kobanê ku çeteyên DAIŞ’ê li ser axa xwe paqij kirin, êdî wê hay ji hêza xwe bin û jixwe bawer bin ku carekedin tu kujer cisareta heqaret û biçûk xistina wan neke.

Tu kes, tu hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan ku bûne sebebê qetilkirina bi dehan jinan, nikarin azadî, dad û mafê wekhev bidin jinê. Lazime jin kerba xwe veguherînin zanebûn, çalakî û tevgerek şoreşgerî, her wiha bi berxwedan û têkoşînek her alî bikaribin bibin hêza herê xurt a tu caran têk neçe. Her wekî ku hatiye gotin û hatiye selmandin bê beştariya jinan heya niha tu tevgerekê nekariye xwe bigihîne pîroziyê, ji ber vê çendê jî bê tevlîbûna jinan a di nav têkoşînê de ne pêkane ku em bigihin serxwebûn, azadî, demokrasî û wekheviya civakî. Emerîqa hay ji vê rastiya jiyanî bûye û ji ber vê ye ku hîna alikarî û piştevaniya xwe a ji komên fundamentalîst ên li dijî jinê didomîne.