Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên tunehesibandin û êrîşên li dijî destkeftiyên jinan re kaosa di nava civakê de her ku diçe zêde dibe. Yek ji amûra mezinkirina vê alozî û kaosê desteserkirina şaredariyên gel in. Desthilata AKP-MHP’ê darazê wekî çekekê bi kar tîne û bi vê re wekî ku tiştekî “rewa” ye şaredariyên Kurdistanê û vîna gelê Kurd desteser dike. Gelê Kurd li dijî desteserkirina vîna xwe li qadan têdikoşe û dibêje: “Tu kes nikare vîna me desteser bike.”
Bi hatina qeyûman re destkeftiyên jinan bûn hedef
Di navbera salên 2016-2019’an de şaredariyên Kurdistanê hatin desteserkirin. Tevî desthilata AKP-MHP’ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anî jî di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û 79 şaredarî girtin. Lê belê di sala 2024’an de jî polîtîkayên tayinkirina qeyûman dewam kirin. Di Nîsana 2024’an de mafên memnû yên Abdullah Zeydan ên hatibû dayîn bi fermana desthilata AKP-MHP’ê paş de hat girtin. Desthilata AKP-MHP’ê hewl da mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bidin namzetên AKP’ê. Lê belê bi serhildana gel a li kolanan paş de gav avêtin û neçar man ku mazbatayê bidin Abdullah Zeydan.
Di serdema 8 salan a desteserkirina şaredariyên gel de polîtîkayên dûrxistina ji nasname û nirxên xwe timî di meriyetê de bûn. Li dijî jinan êrîş û zextên mezin bi destên qeyûman pêk hatin. Ji vana çend mînak wiha ne; li Sêrtê qeyûm 20 donim erdê ku jinan çandiniya organîk lê kiribû wek xebatên xwe nîşan da. Dîsa li Bêgiriya Wanê Pirtûkxaneya Ayşe Şan a Jinê û Mêvanxane hat girtin. Navenda Jinan a Gulşîlav ku hat valakirin bê bandor hat hiştin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin dest danî ser wesayîta ji lîstîkvanên jin ên Amedsporê re hatibû veqetandin. Bi hatina qeyûman re di destpêkê de destkeftiyên jinan bûn hedef, qeyûman bi milyonan deyn li dû xwe hiştin. Ji aliyê qeyûman ve derbên mezin li qadên ziman, çand, huner û aboriyê hatin xistin. Her çiqas desthilata AKP-MHP’ê qala “asayîbûn û nermbûnê” dike jî bi vê re êrîş, tecrîd, qirkirina operasyonên siyasî, girtin, êşkence, operasyonên leşkerî dewam kirin.
Kurd li derveyî ‘asayîbûnê’ hatin hiştin
Serokkomar Tayyip Erdogan herî dawî behsa “asayîbûn û nermbûnê” kir. Lê belê di pratîkê de hat dîtin ku bê çawa Kurd li derveyî vê “asayîbûn û nermbûnê” tên hiştin. Piştî vê gotinê di Doza Kobanê de bi salan cezayê giran li siyasetmedarên Kurd hatin birîn. Di 3’yê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û piştre Şaredariya Colemêrgê hat desteserkirin. Her wiha 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat birîn. Piştî vê gotinê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û binpêkirina mafên li girtîgehan jî dewam dike. Yanî em dikarin bibêjin ev gotin ne ji bo parastina nirxên civakî ye ev gotin ji bo parastina paldanka desthilata despot e.
Desthilata despot pergala hevserokatiyê dike hedef
Ev desthilata despot û dijminê jinan bi desteserkirina şaredariyên gel, pergala hevserokatiyê jî dike hedef. Dixwaze nûnertiya wekhev ji holê rabe û tenê kîn û nefretê di nava civakê de belav bibe. Pergala hevserokatiyê destkeftiyeke mezin a têkoşîna jinên Kurd e û ji cîhanê re jî dibe mînakek baş. Loma jinên Kurd dibêjin pergala hevserokatiyê “xeta me ya mor e”. Bi saya pergala hevserokatiyê jin li gelek qadên jiyanê bûn xwedî gotin û xwedî biryar. Bi taybet di qada rêveberiyên xwecihî de bi saya pergala hevserokatiyê jin derketin pêş û xwe pêş xistin. Jinan li dijî zimanê zayendperest, li dijî zihniyeta tenê jinan wekî metayekê dibîne, xwe li vê qadê bi rêxistin kirin. Loma têkoşîna li dijî desteserkirinê, têkoşîna ji bo rêxistinbûyina jinan e.
Saziyên jinan hatin girtin
Desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî rêxistinbûyîna jinan qeyûman tayîn dike. Di serdema ewil a desteserkirinê de saziyên jinan girtin. Mêr wekî midûr tayînî saziyên jinan kirin. Stargehên jinan girtin û ev tundiya li ser jinan zêde kir. Tundiya li ser bedena jinên Kurd û nasnameya jinên Kurd bi destên qeyûman dewam kir. Jinên derketin qadan û li kolanan li dijî desteserkirina vîna gel deng bilind kirin, darizandin û tundî li wan kirin. Lê belê li dijî van êrîşan têkoşîna li kolanan bi çalakiyên curbecur dewam dike. Gelê Kurd li dijî qeyûmên şaredarî veguhertine cihên rantê dengê xwe bilind dike.
Şaredarî veguhertin cihê rantê
Qeyûmên projeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî projeyên xwe nîşan da şaredarî ji xwe re kirin qadên rantê. Kesên alîgirên qeyûman jî para xwe ji vê rantê girtin. Yek ji van mînakan jî namzeta dora 4’emîn a Amedê ya AKP’ê Ayşegul Biçer e. Ayşegul Biçer, law û hevjînê wê bi hev re ji şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayinkirin pere digirtin. Dema ev pere hat qutkirin vê carê jî bi komekê re hat ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li vir dest bi çêr û heqaretan kir. Her wiha waliyê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin li dû xwe 315 milyon û 705 lîre deyn hişt. Di heman demê de jî berî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adarê ji bo namzetê şaredariyê yê AKP’î jî 29 milyon 939 hezar lîre budçe veqetandin. Qeyûmê ku stargeha jinan girt bi ser de jî “Xeta Alo Tundî” ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî girt û jin bi tundiyê re rû bi rû hiştin. Ev tenê çend mînakên rantê yên qeyûman û alîgirên wan e. Mînakên vê gelek in.
Polîtîkayên dijminatiyê yên qeyûm
Qeyûm bi hedefgirtina jinan, bi girtina saziyên jinan û bi êrîşa li ser destkeftiyên jinan re polîtîkayên dijminatiya li dijî civakê jî xist meriyetê. Di warê aboriyê de gelek texrîbat li dû xwe hişt. Dîsa yên herî zêde di bin bandora vê texrîbatê de man jin û zarok bûn. Malên cilşuştinê, kooperatîfên ji bo hilberandina jinan, serayên berhemên organîk lê dihatin gihandin, qadên bêhnvedanê yên jinan, malên tenûrê ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Van cihên hatin girtin di warê aborî û derûniyê de piştgiriyeke mezin didan jinan. Ev çend mînakên polîtîkayên qeyûman ên dijminatiya li dijî jin û civakê ne.
Kreşên bi zimanê dayikê hatin girtin
Li gel van polîtîkayên dijminatiyê zilm û zexta li zarokan hatine kirin jî em ji bîr nekin. Gava Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat desteserkirin, ewilî kreşên zarokan ên bi navê Zarokistan dewrî tarîkat û diyanetê kirin. Vir kirin cihê kursên Quranê. Li vir zarokan bi zimanê dayikê perwerde didîtin. Ev der ji bo malbat û zarokan gelekî girîng bûn.
Hedefgirtina medyaya hawiz
Bi tayînkirina qeyûman ev texrîbatên ku me li jor rêz kirin hemû di nava civakê de belav bûn. Tiştekî din ê girîng jî ew e ku medyaya hawiz a desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên gel ên DEM Partiyê dikin hedef. Rojnameya Yeni Şafakê ya girêdayî desthilatê serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredarî kir hedef. Her tim bi rêya medyaya alîgir bingeha neheqiya li dijî civakê û kaosê hatiye avakirin. Ev jî yek ji wan mînakan e.
Li meclîsê jî êrîşî parlamenterên gel kirin
Li gel hedefgirtina medyaya hawiz a şaredariyên bi vîna gelê Kurd hatine bidestxistin, êrîş û hedefgirtineke din jî li meclîsê pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê li meclîsê tayînkirina qeyûman bi dirûşma “Hûn nikarin vîna gel desteser bikin” şermezar kirin. Li dijî çalakiya parlamenteran, parlamenterên AKP-MHP’ê yên ku desteserkirina vîna gel diparêzin û rê li tundiya li ser civakê vedikin êrîşî parlamenterên DEM Partiyê kirin. Li her qadê li dijî gelê Kurd polîtîkayên zext, tundî, êşkence, binçavkirin û girtinê di meriyetê de ne.
Çalakiyên li dijî desteserkirina vînê
Li dijî desteserkirina vîna gel û van polîtîkayan, gelê Kurd qad vala nehişt û çalakiyên curbecur li dar xist. Her êvar li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber şaredariyan nobetên li dijî desteserkirinê tên girtin. Tevî mudaxale û êrîşan jî meş, daxuyanî, çalakiyên girtina nobetê hatin lidarxistin. Di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng hat lidarxistin û di vê mîtîngê de peyama “Bila qeyûm bicehimin” hat dayîn. Li gel çalakiyên tên lidarxistin li şaredariyên DEM Partiyê paş de girt kar û xebatên ji bo jinan dewam dikin. Xebatên ji bo parastina destkeftiyên jinan, xurtkirina aboriya jinan, xebatên perwerdeyê yên ji bo pêşketina jinan dewam dikin. Her çiqas ji bo xebat neyên kirin di bin navê “Tevdîra tesarufê” de kar bên astengkirin jî niha têkoşîna li şaredariyan a li dijî zihniyeta desteserkirina vînê dibêje, “Şaredarî ya me ye.”