Zêdeyî 2 sal e hevdîtin li aliyekê ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan tine ye. Li gel tecrîda giran a mutleq ji bo astengkirina hevdîtinan û kûrkirina tecrîdê bi salaye polîtîkayeke navendî ya Îmraliyê heye û bi awayeke sîstematîk ev polîtîka dikeve meriyetê. Girêdayî vê bi bahaneyên bê bingeh cezayên dîsîplînê li Rêber Ocalan tên birrîn û rê li pêşiya serdan û hevdîtinan tê girtin. Derbarê pergala Îmralî, tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parlementera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bersiv da pirsên me.
Zêdeyî 2 sale ji Rêber Abdullah Ocalan agahî tine. Di vê demê de bi bahaneya ‘Cezayên dîsîplînê’ hevdîtinên parêzer û malbatan tên qedexekirin. Hûn van pêkanînên derhiqûqî çawa dinirxînin?
Her pêkanîna li Îmraliyê bi pergala tecrîd û îşkenceyê ve girêdayî ye. Divê ti pêkanînek normal û hiqûqî neyê fikirandin. Ji 15’ê Sibata 1999’an ve birêz Ocalan bi awayekî derhiqûqî li Îmraliyê tê ragirtin. Piştî wê daxwaza serdan û hevdîtinê bi hêceta ‘keştî xirabûye, rewşa hewayê nebaş e’ hatin redkirin. Ev bahane tên çi wateyê, qedexe û cezayên dîsîplînê yên ji Îlona 2018’an ve pêk tên xwe disipêrin heman sebeban. Bi salaye bersiva vê pirsê nehatiye dayîn ka di şert û mercên tecrîdê yên ji dinyayê qutbûyî de ji ber çî cezayên dîsîplînê tên dayîn. Dixwazim bi bîr bixim ku ji Cotmeha 2014’an ve malbata birêz Ocalan kariye tenê 5 caran hevdîtinan pêk bîne. Ji van a herî dawî 3’ê Adara 2020’an di şertên awarte de çêbû. Zêdeyî 5 salan e bênavber 3 mehan carekê biryara cezayê dîsîplînê tê girtin, bi vî rengî li pêşiya serdana malbatê dibin asteng. Rastiya cezayên dîsîplînê yên ji bo serdana malbatê dikin bahane bi bersiva ku Tirkiye daye dosyaya darazê ya li DMMA didome derketiye holê û piştî ku raya giştî bi vê hesiya nerazîbûnek mezin çêbû. Li gorî vê birêz Ocalan piştî ku li gel girtiyên li grava Îmraliyê voleybol û basketbol dileyîze û bi wan re dimeş e, li ser vê yekê bi bahaneya ‘çalakiyên sporê veguherandiye faaliyeteke sohbetê’ cezayê dîsîplînê hatiye dayîn. Di şertên tecrîda mutleq de birêz Ocalan û girtiyên din heftiyê du caran û tenê du saetan dikarin bên gel hev. Destwerdana li vê hevgehiştinê giran e. Di vê pergalê de bûyera di dema sporê de kirina sebeba serdana malbatê di rapora CPT ya di encama serdana 2019’an de hatî amadekirin jî cih girtiye. Di raporê de tê gotin ev yek ‘xapînok’ e û derhiqûqî ye.
Rêberê gelê Kurd Ocalan aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li herêmê ye. Di vê wateyê de girêdayî konjonkturê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan tê çi wateyê?
Girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan her çend li gorî konjonktura siyasî hinekê guhêrbar be jî, armanca sereke ew e bide jibîrkirin, tine bike. Ev guherînên demî nayên wateya pergal hatiye derbaskirin, dijberî vê wekî taybetiyeke pergalê li pêşberî me ne. Dîsa rêbaz, berfirehî, kûrahî û dema tecrîdê di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de kodên guhertinê dihewîne. Ji ber li gorî tecrûbeya 24 salan di çareseriya pirsgirêka Kurd de cihê pêşî yê pêkanîna nêzîkatiya polîtîk a dewletê Îmralî ye. Rewşa Tirkiye ya piştî pêvajoya diyalogê (Nîsan 2015) îspata herî zelal û giran a vê rewşê ye. Şertên Îmralî yên bêy danûstandin ne tenê birrîna temasa li gel birêz Ocalan e, di heman demê de dibe agahvana kûrbûna krîza demokrasî, neçareserî, hiqûq, aborî û her wekî din. Awayê herî giran ê êrişa giştî ya li ser tevgera azadiyê ya Kurd dîsa li ser Îmraliyê pêk tê.
Di dema hilbijartinên li Tirkiyê de derbarê Rêber Ocalan de hin agahiyên piştrast nebûne belav bûn. Li ser vê hûn dikarin çi bêjin, armanca van çi bû?
Hilbijartinekî ji bo me hemûyan krîtîk û dîrokî li pey me ma. Rewşa birêz Ocalan a ew wekî ‘sekna Îmraliyê’ pênase dike, berxwedan û pozîsyona wî ya bûyîna hêza çareseriyê ewqas ciddî û dîrokî ye ku nikare bi hilbijartinan bê destgirtin. Argumana herî mezin a tifaqên hilbijartinê ku li ser milliyetgeriyê bûn enî, bi hesabên dengan israra di polîtîkayên şer ên derbarê meseleya Kurd de û manîpulasyonên du alî yên li ser birêz Ocalan hatîn pêşxistin bû. Li hemberî vê blokeke muxalefetê ku bikare meseleya Kurd ji derveyî vê polîtîkayê bigire dest, tecrîdê bi zelalî biaxive çênebû. Li dijî desthilata ku di lêgera civakeke li gorî xwe û serî ditewîne de ye, di vê mijarê de serî li her cure manîpulasyonê dide têkoşîneke bihêz a polîtîk û civakî pêwist e.
Di peymanên navnetewî de tecrîd wekî sucê mirovahiyê tê pejirandin. Tevî vê jî mekanîzmayên navnetewî yên eleqeder di serî de jî CPT nabin xwedî helwesta pêwist. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ji ber sebeb û dema pêkanînê, berfirehî û çawaniyên din tecrîd wekî rêbazekî ‘îşkenceyê’ tê pejirandin. Û îşkence di tekstên bingehîn ên navnetewî û mevzuata netewî ya Tirkiyê de jî di kategoriya sucê li dijî mirovahiyê de cih digire. Tecrîda mutleq ku salên dirêj in li Îmraliyê bi awayekî gelek giran pêk tê û 28 mehe cihê xwe ji rewşa bê agahî re hiştiye, asteke ku îşkenceyê jî derbas dike. Li Îmraliyê ti mekanîzmayeke çavdêrî û kontrolê tine ye. Mekanîzmayên hiqûqa hundirîn jî mohra xwe li binê biryarên li dijî destûr û hiqûqê dixin û hewl didin tecrîdê rewa bikin. CPT ya ku wekî mekanîzmayeke bêalî ji raya giştî re tê raberkirin jî yekane saziya mafê mirovaye ku kariye bikeve girtîgeha Îmraliyê. Di şertên tecrîd û îşkenceyê de ku 24 sal li pey xwe hişt ev sazî tenê 9 caran çû Îmraliyê, raporên ku derbarê vê serdana bi sînor de bi awayekî bi bandor li Tirkiyê nehatin pêkanîn û şopandin, li hemberî vê jî bêdeng ma û xwe spart hêcetên burokratîk. Ev tên wateya tecrîda mutleq erê dike. Prosedura CPT ya eger welatek li gorî prensîban tevneger e ‘ew ê ji raya giştî re daxuyanî bê dayîn’ ji bo Tirkiyê pêk nehat, nexwestin pêk bînin. Rewşa bêxem a mekanîzmayên bi ser Konseya Ewrûpayê ve jî nîşan dide ya diyarker ne mafê mirovan lê berjewendiyên di navbera dewletan de ye. Ev jî bi wêneyê mekanîzmayekî ne fonksyonel a ne encamgir dibe sebeba bêbaweriyê.
Tirkiye pêkanîna ‘mafê hêviyê’ red kir. Di vî derbarî de prosedurek çawa ya hiqûqî li pêş we ye?
‘Mafê hêviyê’ mijareke ku salên dawî bûye rojev. Bi kurtî xwe disipêre tertîba ‘cezayê muebbeta giran a girtîgehê heta kes dijî dewam bike û bi ti awayî navber neyê dayîn. DMMA jî 18’ê Adara 2014’an di biryara xwe ya jimar 2. de biryar da ev tertîp li dijî qedexeya muameleya li derveyî mirovahiyê ye û divê li gorî hiqûqê were guhertin. Ji bilî birêz Ocalan jî dosyayên wiha yên ketine bin biryarê ji bo pêkanînê li ber komîteya Wezîran a ser bi Konseya Ewrûpayê tên ragirtin. Derbarê mijarê de gelek daxuyanî hatin dayîn, nêrînên hiqûqî parve bûn û nûçe hatin çêkirin. Pêvajoya hiqûqî ya li ber Komîteya Wezîran dê du alî bimeşe. Aliyekî wê pêvajoya çavdêriyê ya li ber Komîteya Wezîran, ya din jî di hiqûqa hundirîn de wekî pêwistiyeke vê biryarê di serî de qanûna înfazê di derbarê tertîbên eleqeder de guhertin werin çêkirin. Herdu jî bi qasî hiqûqî ne, pêvajoyên siyasî jî di nava xwe de dihewînin. Ji ber tevî 9 salên borî Komîteya Wezîran tenê 30 Mijar-1Kanûna 2021’an mijar hildaye rojevê, tevî ku dewleta Tirk biryarên wê pêk jî nayîne di civînên piştî Îlona 2022’an de jinûve xwe nedaye ber rojevkirina mijarê ya di civînan de. Di vê dema borî de du civînên cuda yên mafên mirovan pêk hatin, lê biryar neket rojevê. Ev bêdiliya Komîteyê prosedura wê ya çavkaniya rêziknameya hundirîn e asteng dike. Ji bo komîte bikare pêvajoyeke bi bandor çalak bimeşîne divê biryar bi awayekî lez li ber Komîteyê jinûve were destgirtin, pêvajoya çavdêriyê çalak berdewam bike.
Li gel tecrîda giran jî paradîgmaya Rêber Ocalan li dinyayê bi baldarî tê pêşwazîkirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Yek ji armancên tecrîda giran a li ser birêz Ocalan ew e peywendiya bi dinyaya derve (civak, gelê Kurd, siyaseta Kurd û wkd) bi temamî qut bibe, di encama vê rewşa bêagahî ya domdar de birêz Ocalan ‘bidin jibîrkirin’. Li hemeberî vê polîtîkaya dayîna jibîrkirin Kurdan hem li Rojhilata Navîn pratîkeke bihêz a jiyanîkirina paradîgmayê raber kirin, hem jî li dinyayê beşên cuda yên têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst Ocalan nas kirin. Ev hevnasîn bi eleqeyeke kûrewî balê dikişîne û hêviyê dide yên eleqeder. Polîtîkaya dixwaze birêz Ocalan bixe gravekê, bide jibîrkirin wê encamê nestîne. Di derbarê pêşketinên dîrokî û civakî de pêşxistina çareseriyên herî guncaw dihêle bi vê eleqeya entelektuel di têkoşînên polîtîk ên cîhanê de di rola pêşengiyê de bê dîtin. Ji van a herî tê zanîn têkoşîna azadiyê ya jinan e ku di şexsê şoreşa Rojava de bi bandora li ser gelên Rojhilata Navîn û herî dawî jî li derdora banga ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilat xwe daye der. Ne tenê ev nimûne, her wiha rewşenbîr, ronakbîrên dinyayê yên sereke û siyasetmedar dişopînin. Eger em bi îfadeyên wan bêjin ‘her beşa ku parêznameyên Ocalan dixwîne, di wê de azadî û rizgariya xwe dibîne’. Ev gotin nîşan didin ka çima li gelek herêmên cîhanê gotubêjên ‘netewa demokratîk’ pêk tên. Konferansên ku fikrên Ocalan lê tên axaftin di dîrokên cuda de li welatên cuda pêk hatin. Berî demek kurt li Hamburgê (Nîsana 2023’an, bi ser navê Serî hildana li dijî Kapîtalîzmê), Berlîn ( Mijdara 2022’an 2. Konferansa Navnetewî ya Jinan), Beyrûd (Hezîrana 2023’an Komxebata Ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk Rêya aştiyê), Strasbourg (Hezîrana 2023’an Konferansa li Parlemena Ewrûpayê Li Tirkiyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û meseleya Kurd) pêk hatin. Di van programan de bi qasî destgirtina pêşketinên teorîk gotubêjên ku têkoşîna demokratîk a şoreşger ronî bikin derketine holê.
Ji bo azadiya Rêber Ocalan di qada navnetewî de dikare çi bê kirin?
Azadiya birêz Ocalan, ji holê rakirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê daxwazên bihêz ên demdirêj in. Li hawirdora van daxwazan xebat, kampanya, kampanyayên îmze û nameyan, çalakiyên zêrevaniyê, înîsiyatîv û her wekî din çêbûn û hîn jî berdewam çêdibin. Dîsa xebatên ku nasîna birêz Ocalan di asta navnetewî de zêde bikin, wergêrên pirtûkan û çalakiyên wekî pirtûkxaneya gerok û wekî din pêk tên. Ev xebat hemû bi nirx in û bi bandor in. Lê divê li gel van xeta têkoşîna polîtîk ku bihêz û hîn berfireh bigehe girseyên hîn mezintir were afirandin. Divê lêgera fêmkirina rastiya Îmraliyê berdewam be. Li gel vê ji bo guherîna vê rastiyê divê lêgera jiyanîbûna hercure rêbaza têkoşînê hebe. Di serî de gelê Kurd, beşên civakê yên li xalên cuda yên cîhanê li hemberî heman pergalê têdikoşin û li ber xwe didin, lazime li derdora daxwaza azadiyê bibin yek. Heta şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan pêk tên bilindkirina têkoşînê berpirsyariya me hemûya ye.