Di 14-28’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomariyê û 28’emîn serdema parlamenteriyê pêk hatin. Bi Tifaqa Cumhur, HUDA-PAR û Partiya Refaha Nû yên li ser têkçûyina destkeftiyên jinan bazarî kirin, ketin meclîsê. Bi vê yekê re dîsa destkeftiyên jinan ketin bin talûkeyeke mezin. Her wiha partiya bi nûnertiya jinê ya li meclîsê ket rêza yekem Partiya Çep a Kesk e. Partiyên din nûnertiya jinê ya di siyaset û meclîsê de esas negirtin.
Li dijî binpêkirina mafên jinan û civakê, li dijî hedefgirtina destkeftiyên jinan xalên sereke yên têkoşîna jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê derdikevin pêş. Rol û mîsyona jinên parlementer û jinên di qadên têkoşînê de cihên xwe digirin dîsa giring e. Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz têkildarî van mijarana bersiva pirsên Newaya Jin da.
Encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê arîtmetîkeke siyasî ya çawa radixe ber çavan?
Teşegirtina meclîsê, bi kampanyaya hilbijartinê ya dewletê li ser navê îktidarê da meşandin re, bi awayekî paralel pêş ket. Bêguman li dijî vê teşegirtinê wekî hêjmar kêm be jî, wekî komeke bi kalîte û hêza wê ya bibandor bilind, em jî hene. Xeta HDP’ê ya bi Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Demokrasî û Azadiya Kurd re, bi hêz û bibiryariya xwe li meclîsê ye. Li ser navê îktidarê, dewletê kampanyaya hilbijartinê li ser netewperwerî, olperestî, nîjadperestî û zayendperestiyê da meşandin. Mûxalefeta Tirkiyeyê jî di warê angejebûna vî tiştî de zehmetî nekişand û bû berdewamiya zihniyeta dewletê û ev bi awayekî zelal derxist holê. Bi vê encamê arîtemetîka meclîsê tabloya dijminatiya li dijî Kurdan û jinê radixe pêş çavan. Bi plan û programa wan, tifaqa ku dijminatiya li dijî jinê û gelê Kurd dike, li meclîsê derket pêş. Ji aliyê civakê ve ev çawa tê pêşwazîkirin divê ev jî bê nirxandin. Îktidarê hemû çavkaniyên dewletê seferber kir û ev encam girt. Dîsa jî em nikarin bêjin îktidar bi ser ketiye. AKP li Kurdistanê veguherî partiyeke tabelayê. Wê bi vî rengî bixwaze tiştekî bike lê belê kûrbûna pirqeyranan a di nava civakê de nîşanî me dide ku tabloya di meclîsê de derketiye pêş, ji aliyê civakê ve, rewa nayê qebûlkirin.
Hûn weke partî encaman çawa dinirxînin?
Di destpêkê de dewletê di bin navê îktidarê de hemû derfet bi kar anî û rêbazên şerê taybet di asta bilind de xist meriyetê. Li dijî partiya me û fikrîyata wê her zext hat kirin. Me pêvajoyeke wiha li dû xwe hişt. Bêguman ger em vê pêvajoya hilbijartinê tenê ji bo du mehên dawî yan jî ji bo salekê binirxînin ev ê bibe kêmasî. Divê em encama vê hilbijartinê bi sala 2015’an, bi pêvajoya ku tecrîd veguherî negirtina agahiyê ya mutlak û bi pêvajoya tasfiyekirinê ya wekî plana têkbirinê derket holê binirxînin û encamekê jê derxin. Bêguman zextên bi her awayî yên vê pêvajoyê li aliyekî, encama derket holê ji aliyê me ve, yanî bi asta rêveberî û pêşengên wê wekî biserneketinekê tê nirxandin. Ji aliyekî ve jî tevî van pêvajoyan gelê me berxwedanek nîşan da û di warê guhertinê de bi biyar bû. Em vê yekê tu carî wekî biserneketinekê nanirxînin. Di pêvajoya hilbijartinê de me fikriyata partiya xwe têra xwe nikaribû rave bikira, me baş neda famkirin, em rexnedayina vêya didin. Em qebûl dikin me xetayên taktîkî kirin. Divê em rexnedayina vêya bidin gelê xwe yê bi awayekî serbilind û bibiryarî li ser piyan disekine. Em nirxandina vêya dikin.
Rexne û rexnedayinek çawa li pêş we ye?
Piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê me bi hemû lijneyên xwe re nirxandin kir. Encamên ji van nirxandinan derketin jî me bi hemû astên wê (siyasî, civakî, derûnî, hejmarî, hestiyarî) girtin dest. Em bi biryar in piştî vê yekê em bi awayê sê beşan bên gel civakê û vê pêvajoyê veguherînin çareseriyekê, rêyekê. Em ê bi hemû dînamîkên xwe yên herêmî vê pêvajoyê binirxînin, piştre rexnedanê bidin gelê xwe. Em ê ji sekna bibiryar a gel encamekê bigirin û ji nû de konferans û kongreyan li dar bixin. Bi vê re em ê vê pêvajoyê temam bikin.
HUDA-PAR û Partiya Refa Nû bi destê AKP’ê ketin meclîsê. Wekî encameke van hilbijartinan hûn vê yekê çawa dinirxînin? Bi rêya vê amadekariyeke çawa dikin?
Divê di destpêkê de em bînin ziman ku zihniyeta hemû tifaqên bi destê AKP’ê ketine meclîsê, wekî zihniyeta AKP’ê ye. Xala hevpar a van tifaqana dijminatiya wan a li hemberî gelê Kurd û jinan e. Li ser vê yekê bernameyên wan li hev tên. AKP argumana netewperestiyê li ser MHP’ê, argumana olperestî û zayendperestiyê jî bi ser HUDA-PAR û Partiya Refaha Nû re, dide meşandin. AKP li Kurdistanê di çavên Kurdan de partiya tabelayê ye. Derdê AKP’ê ew e ku bi partiyeke mîna HUDA-PAR’ê ya paşverû pirestîjekê bi dest bixe. Polîtîkayên wan ên 100 salan ên mîna rant, bişavtinê ji ber bi encam nebûn loma jî rasterast dewsa neqebûlkirinê, rêbazên xwe yên şerê taybet berfireh dikin. Îktidar êrişa li ser nirxên gelê Kurd ji xwe re wekî mafekî dibîne. Li ser vê riyê dimeşe. Jixwe gotinên Suleyman Soylu tê wateya armanca tesfiyekirina Kurdên azad a ji bo demeke dirêj. Ev îtirafek e. Dixwazin ji aliyê xwe ve li gor xwe têgeheke Kurdistanî derxin pêş. Bi destê HUDA-PAR’ê dixwazin vê bikin. Dixwazin bi vê yekê re mafê rewa yê Kurdan ê Kurdistanî manîpule bikin.
Nûnertiya jinê ya li meclîsê ji eniya Ked û Azadiyê di çi astê de ye? Di dema nû de rol û mîsyoneke çawa ya jinên parlementer heye?
Ji roja dîroka li Tirkiyeyê mafê jinê yê hilbijartinê hat bidestxistin heta niha, di serdema îro de û berî vê serdemê jî em di warê nûnertiya jinê ya di meclîsê de xwedî kevneşopiyeke baş in. Ev encama têkoşîna jinê ye. Ev encama kevneşopiya partiya me ye. Me di partiya xwe de nûnertiya wekhev ava kir, li dijî nêzîktiya tifaqên din a zihniyeta mêr, netewperest, nîjadperest dîsa jî di dîrokê de em bi nûnertiya jinê ya herî zêde derketin pêş. Niha li meclîsê nûnertiya jinê ya giştî ji sedî 20 e. Ev encama tevgera jinên Kurd a nûnertiye wekhev, modela hevserokatiyê ye. Wekî serdemên berê niha jî bi nûnertiya me li meclîsê ava kiriye, ji bo nûnertiya jinê li her qadê bê avakirin em ê têkoşîna vêya ya polîtîk bidin meşandin. Ji bo hestiyariya destkeftiyên jinê û hestiyariya li dijî cinayetên li ser jinan ji bo hestiyariyeke civakî ya derbarê vê de em ê rola xwe ya têkoşînê bilîzin.
Di encama hilbijartinan de nirxandineke giring a eniya we ev bû ‘Têkoşîna demokrasî û azadiyê bi sindoqan ne bi sînor e’. Hûn dikarin hinekê vê mijarê vekin. Girêdayî vê giringiya têkoşîna li qad û kolanan çiye?
Rastiyeke encamên hilbijartinê nîşanî me daye heye. Ev jî ew e ku azadî, demokrasî û meseleya wekheviyê tenê bi sindoqan ne eleqedar e. Têkoşîna esil têkoşîna li kolanan e. Têkoşîna esil bi rêxistinbûyinê derdikeve holê. Em dikarin piştevaniya civakî ya bi dildarî ya di erdheja 6’ê Sibatê de wekî mînak bidin. Li dijî dewleta ne li qadan bû tevî bêderfetiyan piştevaniyeke hevpar a gel çêbû. Loma jî qeyûm tayinî xebatên hevalên me yên li Bazarcixê yên di serdema erdhejê de kirin. Çimkî dizanin ev rêxistinbûyin û têkiliya kesên li berxwe didin, gaveke giring a li dijî sazîbûna faşîzmê ye. Divê em tim têkoşîna xwe mezin bikin dema me mezin nekir jî em ê rexnedayina xwe bidin û ji nû de mezin bikin. Lê belê dema faşîzm carekê têk biçe êdî nikare rabe ser piyan. Loma, kuçeyan wiha krîmînalize dikin.
Di heman demê de hûn jî wekî eniya ked û azadiyê bi tifaqekê ketin pêvajoya hilbijartinan. Eger em vê daxin asta civakî hêza jinan a tifaq û rêxistinbûna herêmî dikare bandorek çawa li guherînê bike?
Paradîgmaya me ya azadiya jinan niha di warê avakirina jiyaneke wekhev û azad de yek ji formula herî bi hêz e. Lê belê ji bo em vê paradîgmayê kûr bikin û bêtir têxin nava jiyanê em kêm man. Em dixwazin jin li her qadên jiyanê bên dîtin. Armanca paradîgmaya me ev e. Ji siyasetê heta îstihdamê, veguhertina hebûna jinê ya ji bo jiyanê, jêneger e. Bi qasî jiyanê giring e. Em dixwazin bi pergala nûnertiya wekhev qadên îktidarê yên di destên zihniyeta mêr a serdest de bûne qadên yekperestiyê, veguherînin. Ev armanca me ya ewil e. Qesta me ya ji veguhertina jiyanê jî ev e. Qesta me ne ev e ku jin bibin îktidar an jî îktidarê parve bikin, armanc bêbandorhiştina qadên di destên îktidarê de ne. Em dixwazin ji vêya re bibin çareserî. Çimkî em dizanin ger qadên îktidarê bê bandor bimînin ev ne tenê ji bo tevgera jinên Kurd wê ji bo jinên Tirkiyeyî jî qadê veke, wê bibe sedema wekheviyê, wê ji bo her aliyên wekî dezavantajê tên dîtin çarçoveyeke demokratîk a ku dikare jiyanê ava bike, pêşkêş bike. Loma jî xwedîderketina ji bo nûnertiya wekhev û pergala hevserokatiyê, paradîgmaya me ya azadiya jinê ji bo kabîneya li meclîsê ava bûye û dijminê jinê ye, wekî panjehrê ye.
Ji niha û şûnde xalên sereke yên têkoşîna jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê divê çi bin?
Jin wekî berê wê niha jî bi tunehesibandin, zilim, zexta bi destên tifaqên îktidara faşîst re rû bi rû bimînin. Gelek caran me nîşan da ku em ê bi têkoşîna hevpar li dijî vê bisekinin. Sekna bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rastiya şoreşa li Rojava bi destên jinê hatiye avakirin, rêxistinbûyina jinê ya li her aliyên cîhanê wê bibin sedem ku qeyrana di nava civakê de derbas bibe. Ne rehet e mirov dirûşmeyekê bike qêrîneke hevpar a cîhanê. Divê bibiryariya jinê û mezinbûna wê, asta mezinbûnê ji vir bê dîtin. Ev pêkan e. Ev îradeya rêxistinbûyîna xwe bikaribe biparêze wê bibe wesîleya gelek tiştî. Divê hedefa esil ev be; bi vê nêrînê ji niha şûnde tevgera jinê û tevgerên jinên Tirkiyeyî bi rêxistnibûyina jinê ya navneteweyî xeta hevpar a têkoşînê ava bike û paşde gavê neavêje.