Tovên Nagîhan Akarselê reşandî şîn dibin

- Berîtan ZAGROS
190 views
Desthilatdar herî zêde ji jinê ditirsin, lewma herî zêde li jinê dixin. Ji ber hîmê desthilata xwe li ser koletiya jinê danîne û dîwar li ser vî hîmî lê dikin. Ji bo mayîndekirin an jî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe pêwistî bi zêdetir kolekirina jinê dibîne, dema nekarî vê carê jî êrişî wê dike û hewl dide ji holê rake. Dewleta Tirk a dagirker, li Bakûr, Başûr, Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Ewropayê jinên pêşeng ên têkoşîna azadiya jinên Kurd hedef digire.

Di encama êrişên hewayî û reşkujiyan de jinên şoreşger hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî van herêmên navborî şehîd bûn. Jinên bûne hedefa dewleta Tirk ne tenê gerîla bûn, di nava wan de jinên siyasetmedar, çalakvan, şoreşger, rojnamevan û akademîsyen hebûn. Helbet sedema hedefgirtina jinan û bi taybet jî jinên Kurd tê fêmkirin. PKK’ê neteweyeke weke Kurd ku herî zêde hatiye çewisandin, jêr dest maye, di qirkirina fizîkî û çandî re derbas bûye û ji Kurdan jî zêdetir jina ku neteweyeke mêtingeh bû, rakir ser piyan. Ev serî rakirinên ne ji rêzê bûn.

Çima li Başûr jin dibin armanca êrişan?

Li Bakur, Rojava, Rojhilat lêgera azadiyê ya jinê bi hêz bû. Dîsa lêgera jinên Êzidî ya piştî fermanê ji bo azadiyê bi hêz bû. Lê ku serîrakirineke watedar li Başûrê Kurdistanê çêbe, di serî de PDK û hêzên Îslama siyasî bi hemû hêza xwe li hember disekinin. Jinan di çerxa modernîteyê û olperestiyê de dihêrin, rê nadin berê xwe bidin nava refên azadiyê û têkoşîneke watedar a azadiyê pêş bixin. Tevî ku cihê herî zêde jin lê hatiye xistin, lê ne di ferqa vê ketina xwe de ye jî Başûrê Kurdistanê ye. Desthilat ji çalakiyeke biçûk a jinan jî ditirse. Bi taybet tecrîd û sansûreke cidî li dijî belavbûna fikrên Rêber Apo heye.

Ji ber xebatên azadiyê Akarsel bû armanc

Ji bo xetimandina di têkoşînê de derbas bibe, rêyeke nû ya têkoşînê fêrî jinan bike û wan bikişîne nava xeta azadiya jinê piştî 2019’an di bin banê Jineolojiyê de hewldana pêşxistina xebateke nû li Başûr dest pê bû. Vê xebatê bi pêşengiya hevala Nagîhan Akarsel û çend hevalên wê dest pê kir. Jineolojî tevî hemû astengên desthilatê, paşverûtiya civakî, kêmbûna derfetên madî û manewî jî di nava çend salan de bû navendeke rakêşa jinan û rewşenbîran. Hêviya têkoşîneke nû ya azadiya jinê li Başûrê Kurdistanê zêde dibû. Nagîhan Akarsel di demek wiha de hat qetilkirin. Vebijartina wê pir bi zanebûn bû. Ji ber damezrîner û pêşenga vê xebatê ew bû. Desthilata Herêma Kurdistanê rê ji qetilkirina Nagihanê re vekir, dewleta Tirk a dagirker jî ji bo tinekirina vê xebatê û hîn ji serî de fetisandina hewldanên têkoşîna azadiyê ya jinên Başûrê Kurdistanê li pêşenga xebatê xist. Ev hilbijartin ne tesadûf bû. Hem dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Tirsa ji vê serhildanê û têkoşîna îdoelojîk hişt ku Nagîhan Akarsel bê qetilkirin. Lê ev xebat ji bo bîranîna wê û hezaran şehîdên jin dewam dike. Tolhildana Nagîhan û hevalên wê, pêkanîna Şoreşa Jinê li Başûrê Kurdistanê ye. Eger şoreşa jin pêk were, dê ev desthilata di xizmeta dagirkeran de têk biçe. Ji ber vê divê xebatên Jineolojiyê û têkoşîna azadiyê ya jinê li Başûrê Kurdistanê weke xebata sereke ya Tevgera Azadiya Jinên Kurd pêş bikeve.