‘Wê êrişên li dijî ziman û çandê negihêjin armanca xwe’

- Roza METÎNA
59 views
Endama KASED’ê Mizgîn Turan têkildarî êrişên li ser ziman, çand û hunera Gelê Kurd diyar kir ku li gelek cihan êriş li dijî ziman, çand, hunera Gelê Kurd pêk tên, bi taybet di demên dawî de polîs bi ser govendên kurdan de digirin û got:”Dê Gelê Kurd li her qadê be û hebûna xwe biparêze. Vê yekê jî encax em bi rihê yekîtiya xwe bi pêş bixin. Heger li qadên têkoşîna me yekîtiya Gelê Kurd xurt be wê êriş jî bên bêbandorkirin û negihêjin armanca xwe.”

Êrişên li dijî ziman, çand û hunera Gelê Kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji aliyê îktidara AKP-MHP’ê ve pêk tên, dewam dikin. Bi taybet di demên dawî de polîs bi ser govendên kurdan de digirin. Kesên govendê digerînin û hunermendên stranên Kurdî dibêjin tên girtin û binçavkirin. Her wiha nivîsên bi Kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve li ser rêyan tên nivîsandin, bi biryara Wezareta Navxweyî tên reşkirin. Li dijî van êrişan bertek û nerazîbûna Gelê Kurd jî bilind dibe.  Endama Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Mizgîn Turan têkildarî êrişên li ser ziman, çand û hunera Gelê Kurd pirsên me bersivand. 

Tu girîngiya ziman, çand û hunera Gelê Kurd çawa dinirxînî ?
Zimanê dayikê di cîhanê de xwediyê cihekî girîng e. Bingeha nirxên mirovahiyê ye. Ger zimanê te tune be tu nikarî hebûna xwe jî biparêzî. Mirov çand û hunera xwe jî bi zimanê xwe dike. Ger tu çand û hunera xwe li ser zimanekî din bikî, wê demê ew nabe çand û hunera te. Li vir dîsa em baş dibînin ku parastina zimanê dayikê çawa girîng e. Ziman, çand û hunera Gelê Kurd eynika Gelê Kurd e. Rastî û wateya Gelê Kurd a girîng e. Em çiqasî vê rastiya xwe biparêzin em ê ewqasî bi hêz bibin, em ê ewqasî li ser axa xwe û li cîhanê bikaribin hebûna xwe biparêzin. Sîstema dijminatiya Gelê Kurd dike jî di ferqa girîngiya ziman, çand û hunera Gelê Kurd de ye, êrişên herî tund li ser van nirxên girîng ên Gelê Kurd pêk tîne. Ji dîroka Gelê Kurd heta niha şerê zimanê dayikê yê Gelê Kurd dewam dike. Di vê riyê de gelek berdêl hatin dayin û hîn berdêl tên dayin. Her civak çawa dikare bi zimanê xwe biaxive, divê Gelê Kurd jî bikaribe bi awayekî azad bi zimanê xwe bixwîne, binivîse, perwerdeyê bibîne. Zimanê Kurdî jî heye. Ew ê kurd axaftina bi Kurdî bidomînin û wê bi vî rengî hebûna xwe bidomînin. Kurd nikarin çand, dîrok û hunera xwe bi zimanekî dinê rave bikin. Kurd bi salan e bi zimanê dayikê têkoşîna xwe dide û şerê xwe dike loma jî kurd encax bi zimanê xwe bên famkirin û hîskirin. 

Bi taybet di demên dawî de polîs bi ser dawetên kurdan de digirin. Kesên govendê digerînin û hunermendên bi Kurdî dibêjin digirin bin çav û dixin zîndanan. Hûn van êrişên li dijî ziman, çand û hunera Gelê Kurd çawa dinirxînin?
Li gelek cihan êriş li dijî ziman, çand, hunera Gelê Kurd pêk tên. Bi taybet di van demên dawîn de polîsan bi ser govendên kurdan de digirtin. Kesên li ber stranên bi kurdî govend digerandin û hunermendên ku bi Kurdî stran digotin hatin binçavkirin û girtin. Ev êriş salên 90’î tînin bîra mirov. Em dibînin ku ev sîstem dixwaze çanda me kurdan tune bike. Naxwaze ev çand bijî. Lê belê rastiyek wiha heye ku Gelê Kurd van nêzîkatiyên faşîst baş nas dike. Gel ji êrişan natirse. Gelê Kurd li qadan û li ser medyaya dîjîtal jî têkoşîna xwe dewam dike. Govend çanda me ye. Ev çand bi salan e didome. Kesek nikare pêşî li vê çandê bigire û kesek nikare Gelê Kurd biçewisîne. Polîtîkayên şerê taybet, guhertina rojevê nikare govenda me bidin sekinandin. Ew ê govenda me li her derê bijî. Niha li her derê Gelê Kurd govenda xwe hîn zêde digerînin. Kurd li her derê cîhanê govendê digerînin. Ango zihniyeta faşîst û tehemula wê tune ye, her ku mudaxale bike ew ê kurd hîn zêde govendê bigerînin. Ew ê Gelê Kurd li her qadê be û hebûna xwe biparêze. Vê yekê jî encax em rihê yekîtiya xwe bi pêş bixin. Heger li qadên têkoşîna me yekîtiya Gelê Kurd xurt be wê êriş jî bên bêbandorkirin. Wê êriş negihêjin armanca xwe. 

Li dijî êrişan çalakiyên “Em dev ji dîlana xwe bernadin” hatin destpêkirin. Hûn girîngiya çalakiyê bi vî rengî yên li dijî êrişan çawa şîrove dikin?
Piştî êriş bi ser dawetên kurdan de hat wê demê her kesî li ser medyaya dîjîtal wêne û videoyên govendê parve kirin. Li dijî êrişan çalakiyên gerandina govendê dest pê kirin. Kurd xwedî li van çalakiyan derketin. Bi berzkirina dirûşma “Em dev ji dîlana xwe bernadin” bersiva hûn nikarin dest govenda me bidin hat dayin. Çalakiyên bi vî rengî ji bo dayina peyameke zelal û ji bo rêxistinbûyinê gelekî girîng in. Loma divê ne tenê li welat li hemû cîhanê ev govend belav bibe, ev çalakî li her derê bên lidarxistin. Ji ber ku çalakiyên bi vî awayî rihê yekîtiyê, rêxistinbûyinê û serhildanê pêş dixin. Polîsan êrişî van çalakiyan jî kirin lê belê gel digel van êrişan jî çalakiyên xwe domandin. Ya girîng jî ew e ku mirov tevî hemû zext û êrişan bikaribe peyama domdariya berxwedanê bide. Ji ber ku berxwedan bingeheke xurt a parastina nirxên me yên wekî ziman, çand û hunerê ye. 

Bi taybet dîsa di demên dawî de nivîsên mîna “Pêşî Peya”,”Hêdî” yên ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve tên nivîsandin bi biryara Wezareta Navxweyî ve tên reşkirin. Dîsa hişyariyên bi Kurdî yên li ser rêyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatine nivîsandin hatin rakirin. Hûn vêya çawa dinirxînin?
Reşkirina nivîsên wekî “Pêşî Peya”,”Hêdî” ji bo têkbirina ziman, çand û hunera Gelê Kurd e. Armanca vê sîstemê ew e ku bi vî hawî hebûna me kurdan ji holê rake. Ev jî dibe parçeyekî polîtîkayên şerê taybet. Piştî DEM Partiyê di 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist, bêtehemûliyek  zêde  derket holê.  Gelê kurd niha bi vê rewşê re rû bi rûye. Her tim li hemberî me seknek dijminatiyê heye. Bi salan e ku Gelê Kurd li hemberî vê hişmendiya qirêj bê navber li berxwe dide. Qirkirina ziman, çand û hunera kurdan her tim di rojevê de ye. Şert û merc çi dibin bila bibin em kurd her tim çalakiyên xwe li dar dixin û li dijî zilmê disekinin. Çalakî û têkoşîna me li cîhanê belav bûye. Li Kurdistan û Ewropayê gelek çalakiyên li dijî êrişan hatin lidarxistin û ev yek pir bi qîmet e. Çi di jiyana gelekî de xwedî wate û bi qîmet be ew tim bi êrişan ve rû bi rû dimîne. Hişyariyên bi Kurdî yên li ser rêyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatine nivîsandin hatin rakirin. Ev mafekî rewa yê Gelê Kurd e. Lê êrişî vî mafê me  yê rewa jî kirin. Ew dibêjin qey wê Gelê Kurd bi êrişan çongê xwe bitewînin. Lê em bêtir xurt dibin. 

Bi rêya medyaya dîjîtal her tim êrişek li dijî zimanê Kurdî û hunera Kurdî pêk tê. Wekî mînak her tim rûpela twittirê ya JINNEWS’ê ya Kurdî tê girtin. Dîsa kesên ji bo ziman, çand û hunera xwe tiştan parve dikin dibin hedef. Hûn êrişên bi rêya medyaya dîjîtal a bi vî rengî çawa şîrov dikin?
Ev ziman, hebû, heye û wê hertim bijî.  Ango em dibînîn kû li her qada ku em hene rasterast em  serdestiya dewletê ya li ser xwe dibînin. Li hemû cîhanê her dewlet parvekirinên xwe  li ser medyaya dîjîtal bi awayekî zelal tîne ziman û parve dike. Gelê Kurd li ser medyaya dîjîtal jî  li hember şerekî dijwar e. Ji ber kurd li ser platforma medyaya dîjîtal bertek û nerazîbûnên xwe tîne ziman dibe hedef. Dixwazin bi zextên bi rêya medyaya dîjîtal jî, heqîqeta gelê kurd tune bikin tune bihesibînîn. Li her derê li ser kurdan erîşeke dijwar û qirêj heye, her diçe ev sîstem dijminatiya xwe bêhtir nişanî me dide lê kurd li her qadê bi rengê xwe, bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe li berxwe dide. Ev îktidara heyî dixwaze bi rêya platforma medyaya dîjîtal civakê têxe binê kontrola xwe. Dixwaza bi vê re îdeolojiya xwe di nava civakê de belav bike. Ev îktidar medyayê ji xwe re wekî hêzeke mezin dibîne. Dixwaze tenê ew ji vê hêzê fêdeyekê bibîne. Kesên mûxalîf li gor îktidarê nikarin li ser platfromên medyaya dîjîtal dengê xwe bilind bikin. Yên dengê xwe bilind dikin jî dibin hedef. Îktidara heyî medyaya dîjîtal wekî mekanîzmaya kontrolkirinê bi kar tîne. Heta niha bi sedan rûpel hatine astengkirin û gelek mirov ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê rêza îktidara heyî ji bo mafê ramana azad hebe. Ev sepanên îktidarê di heman demê de jî azadiya ramana mirovan jî asteng dike. Dibe xetereyeke mezin. 

Di Mîhrîcana Mûnzûrê de jî bi hinceta “qedexe ye” pirtûkên Kurdî hatin komkirin. Hûn êriş û bêtehemuliya bi vî rengî ya li dijî ziman û wêjeya Kurdî çawa dibînin?
Ziman û wêjeya Kurdî ji dîrokê heta niha tevî êrişan li ser piyan mane. Çimkî xwediyê rihekî mezin in. Li cîhanê ziman û wêjeya Kurdî xwediyê nirxekî giranbuha ye. Loma xwedîderketina li van nirxên giranbiha divê her tim di jiyana me de cihê xwe bigire. Qedexekirina pirtûkên Kurdî, stranên Kurdî ne li gor parastina demokrasî û hestên mirovahiyê ye. Kesên dibêjin em demokrasiyê diparêzin ji aliyekî jî ziman û pirtûkên bi Kurdî qedexe dikin. Wê demê ka demokrasî li ku ma ? Ji bo bingeheke zexm a demokrasiyê divê rêzgirtin ji ziman, çand û hunerên cuda re hebe. Lê belê li Tirkiyeyê her tim ev yek dibe hedef. Tenê li ser feraseta yekperestiyê pergalek tê meşandin. Em ê jî li dijî vê pergalê her tim xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin. Em nahêlin bên çewisandin. Ji ber heta ev nirxên girîng neyên parastin wê nasnameya me jî di nava xetereyeke mezin de be. 


Gelo em dikarin bibêjin ku di bingeha van êrişan de neçareserkirina meseleya kurd heye ?
Dema em li hemû êrişên li ser Gelê Kurd ên sîstematîk dinêrin di bingeha wan de tecrîd û neçareserkirina meseleya kurd heye. Heta tecrîd bi dawî nebe û meseleya kurd çareser nebe wê pirsgirêk dewam bike. Wê êrişên li ser zarok û jinan dewam bike. Wê tu carî qadeke aram neyê avakirin. Ji bo wekhevî bê avakirin û ji bo her mirov azad bijî divê tecrîd bê rakirin û meseleya kurd bê çareserkirin. Ji bo bêdengiya li hemberî zilm û zordestiyê bi dawî bibe divê di destpêkê de em li ser van herdu xalên girîng bisekinin. Ji bo şer biqede û aştiyeke mayinde pêk were divê meseleya kurd bê çareserkirin. Ji bo ev mesele bê çareserkirin jî divê her kes peywira dikeve ser milan bi cih bîne.