Wê qeyûm biçin, lê gel bimîne 

- Roza METÎNA
42 views
Di 31’ê Adara 2025’an de hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin lidarxistin. Di serdema xebatên hilbijartinê de tevî astengî, êriş, binçavkirin, zext û zordestiyên rejîma AKP’ê jî jinan bi her awayî pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Di van hilbijartinan de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rêjeyeke mezin deng winda kir û dîsa xwest tola vê yekê bi pêşxistina kaosên mezin hilîne.

Li dijî vê yekê jin jî bê navber di nav têkoşîn û berxwedanê de bûn. Ji bo di qada rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan hebe, bi ti awayî paş ve gav neavêtin. Jin serî netewandin û bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li qadan li hemberî êrişên li ser destkeftiyên xwe dengê xwe bilind kirin. 

Saziyên jinan ji nû ve hatin vekirin

Bi serketina hilbijartinên 31’ê Adarê ya DEM Partiyê re xebatên jinan ên di bin banê şaredariyan de dîsa dewam kir. Saziyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin, dîsa hatin vekirin. Gelek kar hatin kirin, lê em dikarin çend mînakên weha bidin: Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Parka 75’an a Amedê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” vekir. Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinên kêm endam yên di navbera 18-64 salî de karibin ji xizmetên veguhestinê bi awayekî bê pere sûd werbigirin, serlêdana JINKART’ê bi yekdengî qebûl kir. Meclisa Jinan a Konseya Bajêr hat avakirin. Gelek jin di bin banê meclisê de xwe birêxistin kirin. Di çarçoveya van xebatana de jin hewl dan ku rêxistinbûna xwe xurt bikin û bandoreke erênî li ser civakê bikin. Bi vê re ew baldarî û hesasiyeta ji bo parastina destkeftiyên jinan jî hîn zêde bû. 

Xebatên zimanê dayikê zêde bûn

Piştî ku şarêdarî ji nû ve hatin bidestxistin, DEM Partiyê xebatên zimanê Kurdî yên di bin banê şaredariyan de dihatin meşandin zindî kir.  Li Amedê dîsa kreşên bi navê “Zarokîstan” hatin vekirin. Her wiha li navçe û bajarên din ên Kurdistanê jî ji bo zimanê dayikê pêş bikeve krêş hatin vekirin. Ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê şaredariyan ve xebatên cuda hatin amadekirin. Di malperên fermî yên înternetê yên şaredariyan de beşa zimanê Kurdî jî ji nû ve hate vekirin. Ji xeynî hînbûna ziman, bi armanca ku zarok li krêşan fêrî çanda xwe bibin jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 

Pergala hevserokatiyê parastin 

Li şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xist, dîsa sembola nûnertiya wekhev, pergala hevserokatiyê dewam kir. Her çiqas ji aliyê rejîma AKP’ê ve li dijî vê pergala wekheviyê gelek caran êrîş pêk hatibe jî jinan dîsa bi biryardarî ev pergal parastin. Jin pergala hevserokatiyê wekî destkeftiyeke giranbiha qebûl dikin. Bi dewamiya pergala hevserokatiyê re jinan di qada rêveberiyên herêmî de nûnertiya xwe bêhtir xurt kirin. Lewma jin destnîşan dikin ku pergala hevserokatiyê ji bo wan girîng e, ango “xeta xemrî” ye. Her weha jin, tevî hemû astengiyên rejîma AKP’ê pêşengî ji xebatên hilbijartinê yên 31’ê Adarê re kirin û di meclisên şaredariyan de jî cihê xwe girtin. Nûnertî û xurtkirina rêxistinbûna jinan a bi rêya meclisan gelekî girîng e. Jin bi vê re dibin xwediyê gotinê û di nava xebatan de cihê xwe digirin. 

Tehemulî nivîsa “pêşî peya” nekirin 

Di demokratîkbûn û pêşketina welat de rol û misyona rêveberiyên herêmî gelekî mezin e. Ji bo nirxên siyasî, civakî û demokratîk pêş bikeve û dewlemendiya çandî û civakî were parastin jî ev girîng e. Lê belê dema ku rejîma AKP’ê vîna gel tine dihesibîne û bi qayûman şaredariyan dagir dike rêveberiyên herêmî nikarin ev rol û misyona xwe bi cih bînin. Rejîmeke heta tehemulî nivîsa Kurdî ya “pêşî peya” neke, wê çawa nirxên siyasî, civakî û demokratîk biparêze? 

Êrîşên li dijî ragihandina azad 

Rejîma AKP’ê ya tehemula wê ji gotinên Kurdî re tune ye, dîsa bi polîtîkaya qeyûman xwest tola têkçûyina xwe ji gelê Kurd bigire. Her wiha berî ku qeyûm bişîne ser şaredariyan medyaya hawiz ya alîgirê xwe jî dixe tevgerê. Bi zimanê nûçeyên medyaya alîgir, tê xwestin ku bêhiqûqiya heyî rewa were nîşandan. Yek ji bingeheke herî xurt a kaosa ku AKP diafirîne, medyaya wê ya hawiz a alîgir e. Ji bo karibe van polîtîkayên qirêj bimeşîne jî destpêkê êrişî kedkarên çapameniya azad dike. Di çalakiyên li dijî qeyûman de dîsa rojnameger bûn hedef. Zextên li dijî ragihandina azad bi tûndî dewam dikin. Lê belê dîsa jî rojnamegeran dest ji kamera û pênûsa xwe bernadin.

Ji bo qeyûman bişînin ceza birrîn

Dema ku heyeta DEM Partiyê bi Îmraliyê û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî, dîsa polîtîkaya qeyûman xistin dewre. Rejîma AKP ji aliyekî ve îdîa dike ku destê aştiyê dirêj dike, ji aliyê din ve jî êrişên xwe bi tundî dewam dike. Ji bo bi rêya qeyûman şaredariyan dagir bikin, saziyên hiqûqê û dadgeriyê weke amûrekî bikartînin. Bi rêya darizandinê pêşî ceza tê birrîn, dûre jî qeyûman dişînin. Li hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birrîn û piştre jî qeyûm şandin. Dîsa li hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 hem ceza hat birrîn û paşê bi awayekî tund polîsan êrişî şaredariyê kirin. Di 15’ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî de ku gelê Kurd vê weke rojeke reş qebûl dike, dîsa polîtîkaya qeyûman xistin dewre û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xesp kirin. 

Nûnertiya jinan bû hedef 

Bi tayinkirina qeyûman re dîsa rêya rantê ji AKP û alîgirên wê re hat vekirin. Bi vî awayî dîsa li dijî destkeftiyên jinan û yên gelê Kurd êrîşeke tund hat destpêkirin. Îradeya gelê Kurd hat xespkirin û zihniyeta talanê derket pêş. Gelek karker ji kar hatin derxistin, bi rêya qeyûman li dijî zimanê Kurdî êrişeke sistematîk hat meşandin. Qeyûmên ku li dû xwe bi milyonan deyn hiştin dîsa bi awayekî dij hiqûqî bi ser şaredariyan hatin şandin. Dîsa di qada rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan bû hedef. 

Banga Konseya Ewropayê

Ji bo dij hiqûqiya polîtîkaya qeyûman bi dawî bibe, divê di qada navneteweyî de jî nerazîbûn were nîşandan û li dijî vê deng bilind dibe. Konseya Ewropayê û Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî jî banga rawestandina polîtîkaya qeyûman li rayedarên Tirk kirin û gotin, “Em ê van bûyerên dawî di 25’ê Sibata 2025’an de li Strasbourgê bixin rojeva Komîteya Çavdêriyê ya Kongreyê”. Ji bo di qada navneteweyî de li dijî vê bêhiqûqiyê nerazîbûn pêş bikeve, ev bang jî girîng bû. 

Têkoşîna li dijî qeyûman dewam bike  

Jin çawa ku di rojeke girîng ya weke 8’ê Adarê de tim li kolanan bûn, li dijî xespa qeyûman jî li qadan, li ser piyan bûn. Li dijî qeyûman nobet hatin girtin, serdana esnafan hatin kirin, li dijî êrişên polîsan berxwedan derket pêş. Ji ber xespa qeyûman xebat û çalakî nehatin rawestandin. Jinan li qadan li dijî qeyûman dirûşma “Hûn nikarin îradeya me xesp bikin”, “Wê qeyûm biçin, lê gel bimîne” berz kirin û li ber dijminên jinan serî netewandin.