Xeyalên perperîkên morşîrkî

- Dersim ZEREVAN
18 views
Piştî meretoneke sê salan dawiya dawî PEYMANGEHA BILIND A ÇAND Û HUNERÊ YA KEVANA ZÊRÎN li Rojavayê Kurdistanê vedibe, ango dest bi amedekariya vekirinê dike. Çima amadekarî sê salan ajot? Ev jî rastiyeke dîrokî û civakî ya feraseta mêrê serdest e ku nîşan dide jin bi hêza têkoşînê, bi bedel û rika têkoşînê her tiştî bi dest dixe. Ango wêneyek ji tabloya vê rastiyê ye.

Lê ya giring ew e ku jin fêr bûye êdî heya derfetên zanistî û afirîneriya xwe bi dest nexe, ji daxwaza xwe nayê xwarê, radestî dilsarî, bêhêvîbûn û gav paşve avêtinê nabe. Bi xweşî be jî, bi zora têkoşînê be jî, perdeya tariyê diçirîne û rêwîtiya ber bi ronahî û ronakbîriyê teqez dike. Di 13 saliya şoreşa Rojava de, ciwan û zarokên vê xakê, şahidiya gelek şer, êş û azar, tirs û wêrekî, destan û evînê kirin. Lê ma jixwe her tişt ne ji bo rojeke wiha bû? Ciwan û keçên vî welatî ji dibistan û refên xwendinê derketin, pirtûk û pênûsên xwe li dû xwe hiştin, bi dilovaniyeke merdan e bi qasî ku ew dest û tiliyên wan yên narîn ji barûdê reş bibin, porê wan ê hevirmêşî bi mehan avê nebîne, bê ku serma û birçîbûnê nas bikin, di çeperên cengê de li dijî dijminekî herî hovan e ku çaxa navîn jî şahidî jêre nekiribû serî rakirin, emanetê dayikxwedawenda ji wan re hiştibû ku axa pîroz e parastin. Parastin da ku pêşeroj mehkûmî nezaniya tarî û reşkuj nebe. Bi canbexşane û bê dûdilî xwe dan pêşiya hevrêyên xwe da ku bêjin: bila ez bim ya bedel da ku hevalên min bi rojên azad, şad û şadiyê bijîn. Bi ronahî û sîrwa sibehê hênik bitemije. Bi zanistiya kêliyên pîroz ku wê rabirdû bibe bîr û dîroka hevalên wan ku wê bi pesnên wê her serbilind bijîn.

Peymangeh berhema kedek mezin e

Mamoste, rêvebir û her kesên ku di vê pêymangehê de ked dan, bi qasî şagirtan dilê wan bi xuroşeke anûr lê dida. Ciwanên ku ji bo hevdîtina ezmûnê ji deriyê peymangehê derbasî hundir dibûn, bi hestekî zîz û xwebaweriyeke dilnizim berê xwe didin maseya rêvebiriyê ku navên şagirtan digirt. Îro cejna jinên xwedî xewnên perperîkên morşîrkî ye. Îro di PEYMANGEHA BILIND A HÎLALA ZÊRÎN de, wê ne tenê xeyalên xwe yên rojeke wiha pêk bînin, lê wê her kes bi zimanê xwe yê dayîkê hunerê bike. Wê xeyalên hevalên xwe yên dozê, xuşk, bira, bav û dayikên xwe ku di vê oxirê de şehîd dane jî bigihînin serî. Lewra xwe bi bedewiya zanistî ya hunerî, bi hizrekî xwerû amede kiribûn û wisa derketin pêşberî mamosteyên beşên ku ji bo xwe hilbijartibûn. Mûzîk, şano, wêne û peyker ji ber ku ji hunerên vê erdnîgariyê yên herî kevnar in, zû bi zû bi ezmûnên xwe ve diçûn û agahdar bûn ji çanda dîrok û civaka xwe. Ya herî zêde têde biyanî, lê bi armanc bûn beşa Sînemayê bû. Lê ya herî giring bi biryar bûn ji bo beşdariya vê beşê da xwe tê de pêş bixin û bixwînin. Her yek ji wan dozeke wan hebû, weke her serpêhatiyeke dîrok û civata gelê kurd a di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî gelek çîrok, serpêhatî û destanên wan çêbûne û dixwazin bi riya hunerê vebêjin. Ne tenê kurd lê vê carê serpêhatiyên gelên herêmê ku hevbeş bûye û bi dostanî hêza xwe hevbeş kirine, rûmet û axa xwe parastine, teybetmendiya hûnandina jiyana hevbeş di hunerê de hîn bi ast kiriye. Kurd, Ereb, Ermen ku her demê pergalên deshilatdar di riya berjewendiyên xwe de ew li dijberî hev rakirine, vê carê ew hevsengiya ku xizmeta berjewendiyên wan dike, berovajî dijberiyê bi hevgirtina gelan hêviya hevjiyaneke bedew vejandin e. Herkes êdî li ser van xakan awazek, çîrokek, wêneyekî ku şopa xwe di bîrê de hiştiye heye. Wê di vê peymangehê de şêweyê zanistiya pevbestina serpêhatiyên xwe û civaka xwe ku li vî welatî dîtine û jiyan kirine, bixemilînin û xêz bikin.

Xeyalên Şaha li ber pêkhatinê ne

Di nava şagirtan de ya herî bal dikişand jina ciwan a bi navê Şaha ku ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bû. Ciwan bû; lê bar û serpêhatiyan têra xwe ew pijandibû. Serpêhatiyên wê û rola berpirsiyariya zû gelek mesafe xistibû navbera tecrûbe û temenê wê. Ew di temenê xwe yê bîst salî de him malxwêya malê ye û hem jî kewbanoya wê ye. Zarok û keça mezin a malê ye. Piştî şehadeta bav û hevjînê xwişka wê, du malên bi zarokên hûr ew bi xwe debara jiyana wan dike. Em dibêjin kar, lê karê wê ji armanc û ji êşên kişandine ne dûr e. Ango di saziya mafên zarokên şehîdan û yên kes û nasên xwe di şer de winda kirîn de dixebite. Şaha tabloya jina ciwan, welatparêz û fedekar a vê şoreşê ye. Awaza wan jina ye ku îradeya jiyana wan xelata çîrokan a herî baş di şano yan jî di filmekî de bigire. Her wiha Şaha bi bavê xwe yê Ereb û dayika xwe ya Kurd temsîla du neteweya ne ku stûna erdnîgariya Rojhilata Navîn in, ji qolincên êş û azaran têra xwe jiyan e û bi vejîna hevjiyaneke azad avis in. Şaha bi daxwaza xwe ya ji beşa sînemayê re, armanca çêkirina filmê xeyalên perperîkên vî welatî wekî wesiyetê ji xwe re diyar kiriye. Bi xwendin û qebûla wê ya ji vê beşe re, ew ê dest bi maratona zanistiya vî beşî bike. Ji bo her beşê şertên desteya mamosteyan ên erêkirina şargirtian hebûn. Lê Şaha şertek xwe hebû ku wê hem li peymangehê bixwîne, hem jî wê danê şev û şûn ve ji bo debara jiyana du malbatan kar bike. Em wekî licne li peşberî ezmûneke wijdanî bûn. Şaha li peşberî ezmûneke ku jiyanê û pêşerojê bi hevsengî bi hevre bibestîne ku ne diyar bû. Ya giring ew bû, em herdû alî bi awayekî serkeftî çawa vê pêvajoyê derbas bikin û ev bû mijara guftûgoya me. Di jiyan û daxwaza kirinê de çare bi dawî nabin. Di encama tevgerîn û peywendiyên berfireh de me karî em bigihin encameke wisa ku Şaha bi awayekî rehet heya sê salan bikare bixwîne. Jinek e merd ev erk girt ser milên xwe û ji bo Şaha bê dudilî xeyalên xwe pêk bîne, berpirsyariya pêdiviyên wê yên maddî girt ser xwe. Ango wê Şaha bi dilekî rehet hem bixwîne û hem jî wê bikare debara du malbatan bike. 

Şaha wê çîrokên ku dapîra wê behsa sînema Amûdê û zarokên şewitî dikir, an jî serpêhatiya jiyana xwe û şoreşê bike proje û filmên dema pêş, em nizanin. Lê ya ku em dizanin, wê Şaha bi vê dildariya xwe mîna şagirteke nirx biha ji vê peymangehê derkeve bi hemû hevalên xwe re. Dîsa modêla sînemaya jinê û hunera resenî ku wê xwe bisipêre nirxên xwe yên dîrokî, civakî, çandî, rihê jin û xwezayê wê bibe çêkera wê.

Peymangeh wê bibe warê hunera jinê

Em ber bi dawiya hevdîtinan, amedekariya ezmûnan û despêka vekirina peymangehê ve diçin. Ev dê bibe destpêka jiyan û serdemeke dîrokî ji jinên ciwan re ku berê xwe didin barekî giran di riya zanistiya hunerê de. Di cîhaneke ku bi riya zêhniyeta deshilatdar bi şer, kuştin û dagirkirinê hemû xeyalên xwerû û xweşik bi bêrêziya xwe binpê dike, jinên Kurdistanî, yên ku di bin banê hevjiyaneke wekhev û azad de dijîn; Şaha û hevalên wê zend û bendên xwe ba didin û bi hişê jinê ku îlhama xwe ji mîrateya resen ya dîroka dayikxwedawend digire, weke şertê avakirina jiyaneke rast û nûjen, erkekî pîroz ji bo xwe dipejirîne. Jin Jiyan Azadî forma rêgezî ye ku huner bi wateya wê bê nasîn û berhem bide. Di hunera jinan de ji dêvla dengê tank, top û firoka, wê dengê amûr, awaz û stranan bê. Ji axa birîndar û ji warên wêrankirî zêdetir, wê li baxçeyên gulan û her demsalê bihar be jiyan. Ji dêvla çîrokên mirinê û zarokên sêwî, wê jiyan û evîn be. Her heyinek ji rêderketî dijberê xwe diafirîne. Li hemberî her cûre serdestiya zilamê kirêt, mejiyê jina xweşik wê textê siltanên çors hilweşîne. Vê rastiyê her dem wisa bizanin…