Zayîna aşitî û civaka demokratîk

- Şervîn NUDEM
59 views
Her zayînek nû di encama hevgihandina hêmanên cuda û veguhertina wan ber bi hebûnekî nû ve pêk tê. Herçiqasî her zayîn pêvajoyeke afirînerî di nav xwe de dihewîne jî, ew di heman demê de dibe kêliyeke krîtîk a bi êş û jan di navbera jiyan û mirinê de.

Dema ku ev kêliya krîtîk serketî bi encam dibe dîsa pêwiste ku daîmî şert û mercên guncaw ji bo berdewamiya jiyanê ji vê hebûna nû re werin amadekirin û parastin. Ev rastî hem jî bo zayînên nû yên mirov û zindiyên din hem jî ji bo zayînên nû yên fikrî û çandî derbasdar in. Rêber Apo di peyama xwe ya 8ê Adara 2025‘an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan weke ‘Ronesansek’, yanî wekî vejînekê bi nav kir. Îsal, em rojbûna Rêber Apo di 4ê Nîsanê de bi germahî û ronahiya vê banga dîrokî pêşwazî dikin.

Zayîna yekem 

Di pirtûka ‘Ji Dewleta Rahîban a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve’ de Rêber Apo 3 pêvajoyên jiyana xwe û rastiya gelê Kurd weke 3 zayînan şîrove dike. Her yek ji van pêvajoyan bi dahûrandina nakokiyên civakî yên dîrokî û hemdemî di astên herêmî û gerdûnî de derbas bû. Li ser vê bingehê rêbaz û çawaniya lêgerîna heqîqet û azadiyê di kesayeta Rêber Apo û civaka Kurd de bi pêş ketiye. Zayîna yekemîn ango dayikbûna Rêbertî li gundê Amara li herêmeke ku di dîroka 15 hezar salî de malovaniya çanda dayika xwedawend kiribû pêkhat. Nakokiyên di navbera lêgerîna hevaltiya rast û ferzkirina adetên malbatî, di navbera taybetiyên civaka xwezayî û zextên civaka feodal a baviksalar tevî înkar û mêtingeriya li dijî Kurdan bûn sedema serhildanekî ‘bi şêwazê Don Kîşot’ û pêkanîna zayîna duyemîn.

Zayîna duyem a hizir û ramanê ye

Zayîna duyemîn di warî fikrî de bi ronîkirina dîroka Kurdistanê, bi dahûrandinên Rêber Apo li ser  rastiya kesayet, jin û malbatê li Kurdistanê û her wiha bi tahlîlên derbarê sosyalîzmê û têkoşînên rizgariya netewî bi pêş ket. Bi zayîna fikrî re Rêber Apo gava dilawer a damezrandina PKKê bi armanca avakirina Kurdistaneke yekgirtî, serbixwe û sosyalîst avêt. Gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd di vê pêvajoyê de ji nû ve hebûn, nasname û vîna xwe ya azad bi dest xistin. Herçiqasî Rêber Apo ji sala 1993’an û vir ve agirbestên yekalî û gelek pêngav ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi rêya guhertinên demokratîk li Tirkiyê pêşxistibe jî, dewleta Tirk dubare bersiva xwe bi gûrrkirina şer û êrişên qirkirinê daye. Ne elîtên olîgarşîk, ne rantperestên şer ne jî hêzên hegemon berjewendiyên xwe di rêzgirtina maf û azadiya gelê Kurd de nedidît. Lewma komploya navdewletî û dîlgirtina Rêbertî di 15ê Sibata 1999’ê de bû lûtkeya hewldanên wan a şikandina vîn û hebûna gelê Kurd bi darê zorê. Civaka Kurd li hemberî vê êrişê bi berxwedana di asta herî fedaî de bersiv da.
Di vê kêliya krîtîk de li hemberî ferzkirina pêvçûn, tundî û dijminatiya nijadperest ên ku dibin sedema êş û windahiyên domdar ji bo gelê Kurd û Tirk, Rêber Apo niyeta komplogeran tehlîl kir. Wî destnîşan kir ku li şûna feraseta mirin û kuştinê, tenê felsefeya jiyan û bide jiyandin dikare bibe çareserî. 

Pêvajoya Îmraliyê bû zayîna sêyem

Rêber Apo pêvajoya Îmralî ji bo gelê Kurd û ji bo xwe wekî kes û sazûmanî wekî zayîna sêyemîn nirxand. Di encama lêpirsîna kêmaniyên sosyalîzma pêkhatî, têkoşînên rizgariya netewî û ceribandina PKKê bi şêwazekî rexneyî û xwe-rexneyî de Rêber Apo diyardeyên dewlet, desthilatdarî û tundî wekî diyardeyên dij-şoreşê û sedema qeyranên civakî şîrove kir. Beramberî vê Rêber Apo taybetiyên pêwist ên şoreşên sedsala 21’an ji bo gihandina azadiya ferd û civakê wekî şoreşên jinan, wekî şoreşên demokratîk ên civakê, şoreşên zihniyet û wijdanê pênase kir.
Li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinê wî hem ji bo guhertinên stratejîk ên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hem jî ji bo veguhertina dewleta Tirk wekî Komara Demokratîk perspektîfên şênber pêşkeş kir. Bi vî awayî Rêber Apo di destpêka sedsala 21’an de  pêşengiya guhertinên mezin ên civakî û siyasî kir. Em dikarin bandora guhertinên di van 25 salên dawî de qewimîne hem di warî civaka Kurdistinê û hêzên Modernîteya Demokratîk de hem jî di warê dewleta Tirk û Modernîteya Kapîtalîst de binirxînin.

Hewldanên çareseriya demokratîk

Li aliyê din Rêber Apo ji dewleta Tirk re jî rêyên çareseriya pirsgirêka demokrasiyê li Tirkiyê bi diyalog, lihevhatina demokratîk û aşitiyane destnîşan kir. Nexşe ya rê ya sala 2009’an û rêkeftina di 28ê Sibata 2015’an de di navbera nûnerên hikumeta AKP û şandeya HDP hatibû imzekirin belgeyên van hewldanan in. Dewlet êdî nema karibû hebûna Kurdan înkar bike. Pirsgirêkên demokrasî, aşitî û edaletê heya astek bûn mijarê nîqaşên raye giştî û çapemeniyê. Desthilatdarên AKPê hêvî dikirin ku ew ê bikarin bi vî awayî potansiyela Kurdan bikişînin aliyê xwe û ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin. Lê belê civaka Kurd vîna xwe radestî dewletê nekir û ragihand ku beyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina vîna gelê Kurd wê doza Kurdan çareser nabaya. Li hemberî vê helwestê, dewleta Tirk carekî din bi hevkariya hêzên hegemon bi kûrkirina pergala tecrîdê li Îmralî û bi gûrkirina şer, faşîzmê, êrişên qirkirin û dagirkeriyê li dijî Bakur, Rojava û Başurê Kurdistanê bersiv da. Di 10 salên dawî de Şerê Cîhanê Sêyemîn ê dewletên hegemon li ser ji nû ve parvekirina erdnîgarî û dewlemendiyên Rojhilata Navîn gihand astekî ku êdî tevahiya nirxên exlaqî û hiquqa navneteweyî ji holê rakiriye.

Pêngava dîrokî ya Rêber Apo

Di rewşeke wiha de, Rêber Apo di 27ê Sibata 2025‘an de bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk pêngavekî nû ji bo vekirina girêka kor a şer û qirkirinan dest pê kir. Li ser esasê rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk a civakî, aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan Rêber Apo vîna xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi rêbaza lihevkirina demokratîk, siyaseta demokratîk û hiqûqî diyar kir. Bi vê ve girêdayî, wî banga kombûna Kongreya PKKê kir da ku derbarê xwe fesihkirin û çek danînê de biryar bide.
Ji ber dijwariya şer û pevçûnên li Kurdistanê û tevahiya herêma Rojhilata Navîn diqewimin dibe ku gelek kes di serî de matmayî mane. Lê dema ku em banga Rêber Apo di çarçoveya Zayîna Sêyemîn de binirxînin, diyar dibe ku Rêber Apo di pêvajoya qeyrana herî kûr de ango di kêliya herî aloz a di navbera jiyan û mirinê de, di parastina jiyaneke bi rûmet û watedar de israr dike. Ew mantiqa serdest a reş û sipî ya tundî û tundiya dijber ango an binxistin an teslîmiyet derbas kiriye. Li şûna vê, ew rêya siyaseta demokratîk û aşitiyê ya dikare ji bo hemû aliyan sûdmend be destnîşan dike. Dengvedana mezin a Banga Aşitî û Civaka Demokratîk û piştgiriya jê re li qada siyasî ya Tirkiyê û navneteweyî ji aliyê derdorên cuda yên siyasî û civakî ve hatiye dayîn pêdiviya vê serdemê bi înîsiyatîfekî wiha diyar dike.  Wekî Rêber Apo dabû xuya kirin: “Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nûve zayîn û şekilgirtinekê mecbûrî dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasete heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qadek diheje, tengav dibe û li gel qeyranê li çareseriyê digere.’’

PKK û PAJK ji bo zayînek nû amade ne

PKK û PAJK di warî de dan xuya kirin ku ew ji bo çareserî û pêkanîna zayîna sêyemîn amade ne. Pêngava kûrewî ya ji bo azadiya Rêber Apo, berxwedana gelan ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û avakirina Sûriyeke demokratîk nîşan dikin ku civak zilm û desthilatdariyê nema qabûl dikin, li ber şer û êrişên qirkirinê serî natewînin. Wekî berxwedêrên berxwedana dîrokî ya bendava Tişrînê jî anîn ziman: ‘Em ji mirinê mezintir in!‘Bi vê bîr û baweriyê, xuluqkarî û afirînerî ew ê bi erkên xwe yên ji bo pêşxistina jiyan û zimanê serdema aştî û civaka demokratîk rabibin. Êdî dem hatiye ku divê dewleta Tirkiye û hêzên hegemon baş zanibin ku ew ê bi israrkirina di şer, faşîzm û tecrîdê de bi destê xwe gora xwe bikolin. Berovajiyê vê, ew ê tenê bi serbestberdana Rêber Apo û tevahî girtiyên siyasî, bi rêzdayîna civaka demokratîk û vîna jinan, bi naskirina nasname gelê Kurd û tevahiya pêkhateyan ve bikarin qabîliyeta xwe ji bo zayînekî nû peydabikin. Beriya hertiştî vekirîbûna ji heqîqat û demokrasiyê re ji bo domandina hebûna xwe şert e.