Li hemberî qîrîna şerê herêmî aştiya Kurdistanê

- Nîlufer Koç
284 views
Li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê jî geşedanên siyasî bi lez rû didin. Mirovahî her roj bi krîz, bobelat û şerekî nû re rû bi rû dimîne. Bi taybetî jî li gel serokatiya Trump a serdema duyemîn pevçûnên di navbera dewletan de û rageşiyên siyasî zêdetir bûn. Trump li pêş çavê hemû cîhanê, di weşanên zindî de serokên siyasî rencîde dike; bi gotineke wî 100 balafirên şer di nava çend saetan de hin herêman bombebaran dikin.

Bi gotina; ‘Ez Kanada û Gronlandê dixwazim’ dagirkerî û mêtinkariyê normalîze dike. Hevrikên xwe yên li hemberî wî serê xwe natewînin bi bacên gumrikê ceza dike. Şirîkê wî yê stratejîk Elon Musk işareta Naziyan dike; di hilbijartinên Elmanyayê de piştevaniya partiya faşîst AfD’ê dike û ji bo wê dengan dixwaze. Ev hemû serbendên siyaseta reel ên pergalê ne. Ji bo behskirina modernîteya kapîtalîst an jî kapîtalîzma fînansê ku bi salan behsa wan tê kirin, hewceyî bi gotinên zêde jî nîne. Têrê dike ku mirov li Serok Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump û têkiliyên li derdora wî binêre.

Hevkariya siyasî û kapîtalîzma fînansî

Endamê Partiya Demokrat ê DYE’yî û namzetê serokatiyê yê berê Bernie Sanders di 28’ê Adara 2025’an de li ser medyaya dijîtal X’ê têkildarî kesên ku xebatên hilbijartina Trump fînanse kirine, grafîkek weşand. Li gorî wê grafîkê Elon Musk 291,482,587 dolar; Timothy Mellon 197,047,200; Miriam Adelson 148,304,900; Richard û  Elizabeth Uihlein 143. 498. 936; Kenneth C. Griffin 108,402,284; Jeffrey û Janine Yass 101,128,680; Paul Singer 66,800,800; Michael Bloomberg 64,339,734; Dustin Moskovitz nêzîkî 50,671,800 dolar bexşandine. Lîste bi vî rengî dirêj dibe ku ne pêkan ne mirov hemûyan bîne ziman lê belê 16 kesên din jî di bin 50 milyon dolarî de pere bexşandine. DYE hewl dide li gel Trump li Rojhilata Navîn, Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a di salên 1990’î derxistî holê, leztir pêk bîne. Hemû pêngavên xwe û her tiştî di çarçoveya ewlehiya Îsraîlê de pênase dikin. Li Rojhilata Navîn her roj tiştên nebaş diqewimin. Şerê li Xezeyê, rageşiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de, pevçûnên di navbera Îran û Yemenê de, li Sûriyeyê komkujiyên li ser Elewiyên Ereb ên bi destê HTŞ’ê tên kirin, jin û zarokên tên qetilkirin, bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayên PKK’ê û gelek tiştên din…

Çirûska di nava tariyê de

Di nava vê taritiyê de di 27’ê Sibatê de çirûskeke ronahiyê nîşan da. Rêber Apo banga rawestandina rewşa xirab kir. Divê mirov banga Rêber Apo ne tenê di çarçoveya sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn de binirxîne,  divê mirov weke hêviya civakîbûna di asta herêmî û gerdûnî de armanc dike, binirxîne. Bê guman bingeha herî xurt a banga Rêber Apo xwe dispêre têkoşîna gelê Kurd, hevrê û dostên wan.  Xwe spart hêza mezin a ku li hemberî Plana Têkbirinê têdikoşe û anî ziman ku derveyî şer û tundiyê ew ê pirsgirêka Kurd bi rêyên hiqûqî û siyasî çareser bike. Bi xwebawerî û cesareteke mezin bi banga çekberdanê pêngava ewil bi xwe avêt. Di rewşên normal de aliyên ku ji pêvajoyên şer berê xwe didin pêvajoyên muzakereyan rawestandina têkoşîna çekdarî weke xala herî dawîn dibînin. Lê belê Rêber Apo bi rêbaza xwe ya ji rewşa şerî derbasbûna pêvajoya diyalogê jî cudatir tev digere. Rola navbeynkariyê li şûna dewleteke din an jî dezgeheke ramanî yan jî rêxistinekê zêdetir bi xwe vê kêmasiyê çareser dike. Jixwe di nivîsa xwe ya sala 2009’an a bi navê ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd Bi Nexşerêyê Pêkan e’ de jî bi berfirehî tîne ziman ku ew ê serî li rêbazeke cudatir bide.

Nêrîneke ji tecrûbeyên cîhanî cudatir

Ji vî aliyî ve jî di cîhana dîplomasiyê de metod û rêbazeke nû bi pêş dixe û dibêje ku pirsgirêk wê bi fêmkirina aliyan a hevdu werin çareserkirin. Bê guman ev şêwenirxandin hêjayî lêkolîneke cuda ye. Rêber Apo li gel pêşniyarên xwe yên di 27’ê Sibatê de û xwenîşandana wê ya di nava civaka giştî de ji tecrûbeyên pirsgirêkên şer û pevçûnan yên heyî wêdetir terzeke cudatir bi pêş dixe. Yanî dema em li tecrûbeyên diyalogê yên heyî yên di navbera hikûmeta Kolombiyayê û hêzên gerîlayan, dewleta Filipînan û Eniya Neteweyî ya Demokratîk a Filipînan (NDPF) yan jî yên berê yên di navbera Filistîn û Îsraîlê; Îrlanda û Îngilistanê, Spanya û Baskan, Spanya û Katalonyayê yan jî Efrîqaya Başûr û rejîma Apartheidê dinêrin, em dibînin ku pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daye destpêkirin, naşibe wan. Bi vî awayî jî gelekî cuda û bêhempa ye.

Helwesta dewleta Tirk

Cihê nîqaşê ye ku dewleta Tirk ev yek çend fêm kiriye. Çimkî avaniya zîhniyetê statukoparêz e. Nêzîkatiya parastinê ya heyî yanî parastina tişta ku 100 salî beriya niha hatî avakirin, serdest e. Rêber Apo jî ku nûnertiya aliyê din dike, afirîner û nûxwaz e. Ji ber vê yekê jî pirsa; ‘Gelo wê nêzîkatiyên Rêber Apo yên hêsanîkar werin fêmkirin yan na?’ di rojevê de ye.
Ji 27’ê Sibatê ve ye hê jî dewletê li hemberî pêngavên aliyê Kurdan bersiveke şênber nedaye. Bersiva pirsa; ‘Gelo wê pêşniyarên ku hatine kirin ji aliyê dewletê ve çawa werin nirxandin?’ jî nîşan dide ku dewlet ne bi daxwaza xwe bi neçarî dest bi vê pêvajoyê kiriye. Di plana têkbirinê de bi şerekî nû encamek bi dest nexistiye û dijminahiya li hemberî gelê Kurd hem li hundir hem jî li derve têk çûye. Her wiha planên aktoriya herêmê jî têk çûye. Ji şerê Hamas û Îsraîlê hatiye dûrxistin û ji bo ku li Sûriyeyê jî heman tişt pêk neyê û li pêşiya Kurdan bibe asteng kete nava hin lêgerînan. Lê belê ji vê yekê jî encamek bi dest nexist û modela Kurdan a azadiya gelan û jinan esas digire li seranserê cîhanê zêdetir deng veda û hate dîtin. Ev yek jî ji aliyê neçarbûna dewleta Tirk ve ku bi Rêber Apo re hevdîtinan pêk bîne, xaleke girîng e. Ji ber tirsa ku wê li gel stratejiya xwe ya li hemberî Kurdan wê bi guherîneke mezin re rû bi rû bimîne re dest bi pêvajoyê kir.

Rûpoşa sed salî ket xwarê

Pergala gerdûnî ferz dike ku dewleta Tirk a ku bi mantiqê Sykes-Picot a Lozana sedsala 20’emîn hatî avakirin li gorî pêdiviyên pergala gerdûnî ya sedsala 21’emîn were dîzaynkirin.  Rêber Apo jî di wê baweriyê de ye ku pisgirêka Kurd a 100 salî pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke ye û wê bi demokrasiyê were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî gelek caran balê dikşîne ser tifaqa Kurd-Tirkan a beriya avabûna dewleta Tirk. PKK’ê bi pêşengtiya Rêber Apo li ber xwe da û karî pirsgirêka Kurd veguhezîne qada navneteweyî û bi vî awayî maskeya dewleta Tirk a sed salî anî xwarê. Îro jî aliyê Kurdan bi pêşengtiya Rêber Apo dubare girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûyîna dewletê ferz dike. Ji 27’ê Sibatê ve ye ji helwestên dewletê tê fêmkirin ku ne çareseriyê lê dixwaze demê bi dest bixe. Bi hin pêngavan hewl dide aliyê Kurdan mijûl bike û li pişt perdeyê jî yanî hê jî bi rêya dîplomasiyê li ser tasfiyekirina PKK’ê bazaran dike. Şopên vê yekê xwe di polîtîkaya derve de yên piştî 27’ê Sibatê nîşan didin. Lê belê bi awayekî serketî nikare vê yekê bike. Ji ber ku banga Rêber Apo di qada navneteweyî de rastî eleqeyeke mezin hat û gelekî deng veda. Li gel sernav û naveroka bangê pêşî li bazar û dîplomasiya li hemberî Kurdan hate girtin. Di Newroza 2025’an de bi milyonan Kurd xwedî li bangê derketin û vê yekê jî nîşan da ku aliyê wê yê civakî gelekî xurt e.

Fikara li ser Qibrisê zêde dibe

Yek ji girîngtirîn rêya ku dewleta Tirk neçarî guherînê dike, xetên rêya enerjiyê ne. Di civîna G20 a sala 2023’yan de dewleta Tirk ji nîqaşên Korîdora Aborî ya Hindistan û Rojhilata Navîn (IMEC) hate dûrxistin. Bi vê korîdorê her çend armanc pêşîlêgirtina Çînê jî be wê encamên ku Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dikin, derkevin holê. Ji ber ku korîdor ji Qibrisê derbas dibe, ji wê demê ve ye gelek veberhênanên mezin ên aborî, leşkerî û dîplomatîk hatine kirin. Dibe ku pirsgirêka Qibrisa Bakur ku ji sala 1974’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye dubare were rojevê. Ev ji bo Tirkiyeyê fikareke mezin e.

Xeyalên Osmantiyê pêk nehatin

Dîsa ji sala 2003’yan ve ye li ser Iraqê û ji sala 2012’yan ve ye li ser Sûriyeyê li dû xeyalên Osmantiya Nû ye. Hilweşîna rejîma li Sûriyeyê weke derfetekê nirxand û hizir kir ku wê vê yekê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Lê belê vê carê Îsraîl li hemberî xwe dît. Ji ber wê yekê jî ji bo ku li ser DYE’yê li gel Îsraîlê li hev bike Wezîrê xwe yê Karên Derve şand DYE’yê. Trump her çend bi gotina ‘Erdogan dost min e’ işaretên navbeynkariyê dan jî Îsraîlê bi awayekî eşkere anî ziman ku ew ê nehêlin dewleta Tirk li Sûriyeyê bimîne.

Bi rejîmeke otorîter re wê çawa aştî pêk were?

Rewşeke din a rê li ber guman û fikaran vedike jî ew e ku li Kurdistanê destûra pîrozkirina Newrozan hate dayîn û vê carê jî li Tirkiyeyê berê xwe da muxalefetê. Li hemberî CHP’ê ya ku muxalefeta sereke ye, bi girtina Ekrem Îmamoglû re polîtîkaya çewisandinê tê meşandin. Bi êrîşa xwe ya li ser HDK’ê jî ku rêxistina hemû beşên civakî yên pêşvexwaz ên li Tirkiyeyê ye, nîşan dide ku dewletê dev ji zexta otorîter bernedaye. Ji ber wê yekê jî divê Kurd bi baldarî li geşedanên Tirkiyeyê binêrin. Yanî rejîmeke wiha ev qasî êrîşî muxalefeta Tirkiyeyê dike wê çawa li gel Kurdan aştiyekê pêk bîne. Her çend naskirina vê rastiya dewleta Tirk girîng jî be divê lawaziya siyaseta wê ya heyî ya hundir û derve jî were zanîn. Ji ber vê yekê jî hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz û rêxistinên civakî dikarin ji derfeta ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, sûdê werbigirin. Ji ber vê yekê, derfet çêbûne ku civak ji bo mafên xwe bi dest bixe weke kirdeya pêvajoyê bê dîtin û zext li dewletê bê kirin ku demokratîk bibe.