Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civakê û lêgerîna nasnameya netewan in. Hem qadeke hilberînî ye hem jî pêvajoyên afirandinê yên estetîk û di heman demê de hilgirê mêjiyê siyasî û dîrokî ye.
Mînaka Leyla Ariç di rastiya Şoreşa Rojava de derket holê. Hemû cîhanê ew weke şervaneke YPJ’ê nas kir ku, li Reqqayê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Her çiqasî xêyalî be jî, bi rêya vê fîlmê tevgera jinên Kurd kesayetên îkonîk yên weke Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn. Vê yekê jî hişt ku wêjevan di warê huner û wêjeyê de pirseke giring ji xwe bipirsin; heke kesayetek xeyalî bibe temsîla berxwedana rastiyê, wê demê kesayetên temsîlî yên wêje û hunerê jî dikarin werin hilberandin.

Şoreşê deriyê wêjeyê li jinan vekir
Şoreşa Rojava, sala 2012’an da bi pêşengiya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) dest pê kir. Piştî şoreşê li Rojavayê Kurdistanê di warê sîyasî û leşkerî de veguherînên mezin rû dan û her wiha di warê civakî û çandî de jî pêşketin û guhertinên radîkal ên mezin çêbûn. Yek ji armancên sereke yên vê şoreşê di nava civakê de avakirina hişmendiya neteweyî ye û ya duyemîn jî di qada giştî de veguherandina cihê jinan e. Rêveberiya nû ya li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha paradîgmaya azadiya jinê ava bû. Di warê wêje û hunerê de gelek bandorên vê modela nû li ser jinan çêbû û vê yekê jî hişt ku rola jinan di qada wêjeyê de bi pêş ve biçe. Tevgera azadiyê ji bo azadî, çand û nasnameya Kurdan zêdetirî 45 salan li dijî dagirkerên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa mohra xwe li dîrokê xist. Şoreşa Rojava jî li ser hîmên vê berxwedanê pêkhat. Rayên vê berxwedana ku mohra xwe li dîrokê xistiye, li Rojava şax veda û ji nû ve şîn bû.
Jinan çîrokên xwe bi rengê xwe afirand
Şoreşa Rojava li ser paradîgmaya azadiya jinê û li dora felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a “Jin, Jiyan, Azadî” hat avakirin. Armanca vê şoreşê ew e ku jin beşdarî qadên rêveberî û siyasî bibin û di pêvajoyên giring de bibin xwedî biryar. Her wiha dîsan di warê leşkerî de jî xwe bi pêş bixin û li dijî zordestiyê xwe birêxistin bikin. Piştî van handanan jinan bi deng û rengê xwe yên taybet çîrokên xwe afirandin. Berî şoreşa Rojava dengê jinên Kurd bêhtir di qada şer û siyasetê de dihat bihîstin. Jin di asta civakê de pirtir bi rolên kevneşopiyê dihatin temsîlkirin. Lê belê, piştî şoreşê hewlên jinan yên ji bo vegotina ezmûnên xwe yên subjektîf zêde bûn û bi perspektîfên xwe beşdarî dîrok nivîsînê bûn. Her wiha jinên nivîskar xwe di warê wêjeyî de bi pêş xistin û jiyaneke kolektîf ji xwe re kirin model.
Berî Şoreşa Rojava, nivîsandin û weşandina bi zimanê Kurdî li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê qedexe bû, an jî sînordar bû. Lê piştî şoreşê, zimanê Kurdî (bi taybetî zaravayê Kurmancî) li Rojavayê Kurdistanê bû zimanê perwerdehiyê û paşê jî hilberîna çandê rê da ku wêje bi zimanê Kurdî bi pêş bikeve. Pêşketina Nivîskarên Jin û bandora Jineolojiyê bû sedema hebûna jiyana kolektîf.
Wêjeya jinê şopa utopyayek e nû ye
Şoreşa Rojava bingeha xwe li ser azadiya jinan ava kir û bandorên wê jî di warê wêje yê de xwe dane der. Piştî şoreşê, hêjmara nivîskarên jin roj bi roj zêde bû. Berhemên ku ji perspektîfa jinan hatin nivîsandin bi awayeke zelal derketin pêş. Çîrok, roman û helbestên ku ji aliyê zanîsta jinê (Jînolojî) ve hatin nivîsandin, dîroka berxwedana jinan ji nû ve anî bîra civakê. Rêxistinkirin û têkoşîna li dijî pergala baviksalarî weke mijarên giring derxistin pêş. Bi rêya wêjeyê vegotinên klasîk ên ku ji hêla mêran ve serdest bûn veguherîn avahiyên fireh, wekhevî û pirralî.
Ne bi tenê mijarên trajediyê, her wiha mijarên weke estetîk, hêvî, hevgirtin û şêwazên jiyanê yên alternatîf jî hilberiyan. Wêjeya ku di siya şer û wêraniyê de tovê wê hat reşandin, şopa utopyayeke nû hilgirt. Roman, helbest û şanoyên ku di pêvajoya şoreşê de derketin holê, mijarên wekî jiyana kolektîf, pirçandî, wekhevî, fonksiyona mêjiyê Kolektîf, hemû bi rêya huner û wêjeyê derketin pêş. Berhemên edebî yên ku li Rojava hatin hilberandin ji bo civakê bûn hêviyê pêşerojê. Lewra divê mirov wêjeyê ne bi tenê weke çalakiyeke estetîkî bibîne, di heman demê de ji hêla dîrok û avakirina bîranînan de jî giringiya wê berbiçav e. Ji bo veguhestina bûyerên ku di pêvajoya şoreşê de qewimîne û dîsan ji bo afirandina mîrateyeke çandî û her wiha ji bo giyana şoreşê bigihe nifşên pêşerojê hewldanên mezin hatin dayîn. Vê yekê jî huner û wêje bi xwe re xuliqandin. Zargotina wêjeyê bû dengê berxwedana li dijî zilmê, bû dengê azadiya jinan, bû dengê têkoşîna zimanê dayikê û zemîna xeyalên civakê. Mirov dikare vê weke namzeteke ku bibe nûnerê kevneşopiyeke azadîxwaz, piralî û alternatîfa ku bi gerdûnê re dibe yek binirxîne. Diyar dibe ku wêjeya Rojava ji bo wêjeya cîhanê jî mînakek îlhambexş e.
Şoreşa Rojava qada hûner û wêjeyê fireh kir
Geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê di warê çandî, wêjeyî û hunerî de qewimîne bû veguherîneke rojane. Vê jî hişt ku Şoreş bi xwe re pergalek nû ava bike û paradîgmaya xwe li ser esasên azadiya jinan damezrîne. Di nav şerekî dijwar de, fikriyata xwe bi paradîgmaya azadiya jinan bi rêxistin kir, sazî û dezgehên xwe ava kir. Ango civaka birêxistinkirî esas girt. Ji qada leşkeri bigire, heta qadên weke aborî, perwerde, çand, ziman, ragihandin û di hemû qadên din de civakeke bi sazî û dezgehên xwe rêxistinkirî damezrand. Vê yekê jî bi demê re fêkiyên xwe dan. Civaka Rojava ji aliyê madî û manewî ve pir bi pêş ket. Konferans, festîval û çalakiyên wêjeyî, çandî û hunerî di hawireke azad de aj dan û bejin avêtin. Berhemên ji aliyê sînema, şano û muzîkê ve hatine afirandin hêjayî pesinandinê ne.
