Leylayên welatê me

- Zinarîn Cûdî
364 views
Leylaya ku di meha çilê de çavên xwe li dinê vekiribû, dîsa di meha çilê de çavên xwe li dinê digire. Lê rihê wê û doza wê di dilê jin û ciwanên Kurdistanê de zindî dimîne. 

Dîrok û Kurdistan,
Can û berxwedan
Bedewî û jinbûn..
Her canek dibe tofan û can dide dîrokan..
Roj hiltê li asîman
Ax diqelişe li ser tarîtiyan
Û jin jîn dibe diwelide navê Leylayan..

Têkoşîna azadiyê bi pêşengiya gelek lehengan bûye dîroka Zîlan, Sema, Kemal û Egîdan..Wekî Rêber Apo jî dibêje ‘’Em nikarin wan lehengan tenê bi nivîsandin û gotinê bînin ziman.’’ Wan bi xwînê û canê xwe, bi tîpên zêrîn di dîroka azadiyê de navên xwe dan nivîsandin. Ew nav îro ji bo tevahî gelên bindest dibe nexşerêya heqîqetê. Sînoran, bajaran, welatan derbas dike, navê wan dibe Hêvî. Hêvî me dide meşandin, hêvî me dibe azadiyê, hevî dibe rê û Rêber. Divê reya hêviyê de gelek rêwiyên azadiyê bi bask dibin. Li çar deverên welat, li çiya, gund û bajaran dibin dengên azadiyê. Ew deng li cîhanê belav dibe û dibe efsûniyeke gerdûnî..Dibe Bîşeng, Sara, Vejîn, Elefterya, Gerîla û dibe Leyla..
Leyla, belê wateya wê şev e, lê ne şevekî tenê di wateya tariyê de. Gelo şev ne dema dawîbûna rojê û hilatina tavê ye? Leylayên me jî stêrkên vê şevê ne, asoyan zindî dikin, me di gerestêrkên cuda de digerînin û cardin hebûna me bi me didin nasîn. Stêrka herî nêzîk a di vê tariya cîhana me de jî ROJ e. Şev xwe digîhînin Rojê, Leyla wiha dibe Leylayên welat.

Têkoşera dilsoz Leyla Qasim

Dîroka Kurdistanê ne xerîbe ji navê Leylayan re.. Vaye sal 1974, Leyla derdikeve pêşberî zalimên BAAS ên li Baxdayê. Leylaye ew; xwendekar e, jîr e û gelek welatperwer e. Dilê wê tijî bûye bi tolhildanê. Faşîstên BAAS dema ew birin sêdarê, fikirîn ku dengê Leylayan êdî dernekeve. Lê li ber sêdarê gotina dawî ya Leyla, bû dirûşmeya jiyanê ”Min bikûjin, lê belê wê rastiyê ji bîr nekin ku bi kuştina min wê bi hezaran Kurd zindî bibin, ew ê şiyar bibin. Ji ber ku ez di oxira azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim, bi rûmet im û şanaz im.” Bi van gotinan sirûda ‘Ey Reqîb’ olan dide. Ji Baxdayê heta her devera welat dibe bangewaziya serhildanê. Leylayên welatê me wiha dibin Leyla û Leylabûn dibe nasnameya jina berxwedêr ku ti caran serî natewîne.
Gelek malbat û mirovên welatperwer wek nîşaneya hezkirina Kurd û Kurdistanê navê keçan dikin Leyla. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê welat bi rakirina navê Leylayan kevnoşopiya berxwedêriya Leyla Qasiman zindî dihêlin.

Rêwiya heqîqetê Leyla Agirî

Sal diborin û Leylayên welatê me wek tovê gulekê şîn dibin û dibin gulistanek ji bo Kurdistanê. Vaye di sala 1993’an de Leylayekê din dinivîsîne dîrokê. Vê carê bi biniya çiyayên Araratê li Wanê şîn dibe ev kulîlk. Fîlîz Aslan dibe Leyla Agirî ya welatê xwe. Kesayeta wê ya bi hêvî, bi eşq û bi coş li her devera ku jê derbas dibe bandorek mezin çêdike. Li dijî koletiya li ser jinê tê ferzkirin ti carî serî natewîne û ji bo vê dest bi têkoşînê dike. 28 sal bê westan bi rik û azweriya azadiyê li ser rêya heqîqetê dimeşe. Dibe şopdara bêdawî ya rêhevaltiya Rêbertî. Li çar aliyên welat şer dike, rêxistin dike û gelek bedewbûnan diafirîne. Di sala 2020’an de êvara 23’ê Hazîranê di erişekê hovane ya dewleta tirk a faşîst de Leyla Agirî dibe şehîda Kurdistanê. Jiyaneke bedew û tijî têkoşîn li pey xwe dihêle li gel van gotinan; ‘’ Ez herî zêde di çiyayan de ji çi hez dikim hûn dizanin? Di şîverêyên çiyayan de ji meşê hez dikim. Guhdarkirina xwezayê, guhdarkirina pelên daran, guhdarkirina avê û şahiya çûkan; bi destên xwe hîskirina zinaran, ev tişt tev ji rihê min re gelekî baş tê. Meşa di van şîverêyan de rihê min asûde dike. Di van şîverêyan de hezaran şop hene, li pey wan şopan ketin, çîroka wan şopan zindî kirin û bi wan çîrokan ber bi pêşerojê ve rêwîtî kirin tim û tim rihê min zindî hiştiye. Îro jî ez bi wan şopan dimeşim, ez şopdarê wan im.’’

Rêhevala Sara û Rojbînan Leyla Şaylemez

Şopdarên Leyla bi bihîstina van gvotinan dibin hezaran û di sala 1988’an de dîrok şahidiya Leylayeke din dike. Vê carê cih û meskenê Leylabûnê dibe Amed. Amed warê Medan, Şêx Saîdê Pîran, warê Çîyager û Nujiyan.. Gelek berxwedanî, lehengî û egîdî dît vê axê. Gelek serketin, şehadet û têkoşîn dît. Bû kaniya welatparêziyê. Vê kaniyê gelek deverên welat avda û şîn kir. Herîkî gelek milan, bû Dîcle, bû Firat, bû ava Munzûr. Dengê Mazlûm, Kemal, Akîf, Xeyrî, Elî Çîçek û Sakîne Cansizan bû dengê Amed û Kurdistanê. Zarokekê deng da vî dengî û bi dengê berxwedêr ê Sakîne ya li zîndana Amedê şiyar bû. Bi Sakîne re jî bû nemir.
Em behsa Leyla Şaylemez dikin. Leyla ya ku bûyî rêhevala Sara û Rojbîn. Leyla Şaylemez 1’ê Çileya 1988’an li Mêrsînê tê dinyayê. Beriya ku bê dinyayê, dijminê hov qedera wê bi koçberiyê re dike yek û Leyla li bajarekî Tirkiyê tê dinê û li bajarên Ewropa rewîtiya wê dewam dike. Ji ber bibe nîşana welatperweriyê navê Leyla lê dikin. Leyla ti caran dûrbûna ji welat, li hemberî hezkirina xwe ya Kurdistanê asteng nabîne, kêm nake, berovajî vê hêrs û kîna vê hîn di temenekî biçûk de li dijî dijmin zêde dibe. Hîn di ciwaniyê de fêm dike ku ji bo gihiştina welat, têkoşînek gelek mezin pêwist e. Xwe di qefesên kapîtalîzmê de asê nahêle, ti caran jiyana ku di nava wan sînoran de ye jê re nabêje jiyan.

Ew Leylaye, di dilê wê de roj hiltê

Leyla Şaylemez li dijî polîtîkayên koçberiyê, asîmîlasyonê dibe jineke ciwan ya xwedan helwest. Ew rastiya Ewropa û netew-dewletên ku ji bo berjewendiya xwe xwîna gelan dimijin baş nas dike. Dema komplogeran xwastin Rojê li welatê me tarî bikin; Leyla zarokeke 10 saliye. Bi bawariya zarokekê ku ti carî xiyanet li xeyalên xwe yên zaroktiyê nekiriye, ji bo dîtina Rêber Apo, xeyal û hêviyên xwe mezin dike. Rûyên wan netew-dewletan ti carî ji bîr nake. Bi gihaştina dînamîzma ciwantiyê Leyla dibe yek ji pêşengên ciwanan. Ji bo tolhildana ji komplogeran berê xwe dide refên azadiyê. Leyla Şaylemez di sala 2009-2010’an de li Qendîlê perwerdeya birdozî û leşkerî dibîne û bi vê perwerdeyê dibe jineke şareza. Di gelek mijaran de, bi taybetî di naskirina rastiya nasnameya jinê de xwe perwerde dike. Taybetmendiyên ku jinê dike kole tevan red dike û têkoşîneke bêhempa raber dike. Rêbertiyê dixwîne, li wan çiyayan xwe nasdike, hêza xwe nas dike.

Leyla êdî dibe Ronahî

Leyla li çiyayên azad bi wateya dîtina rojê û dawîbûna şevê navê xwe dike Ronahî. Ronahî bi berbanga çiyayan hîn bedewtir û xweşiktir dibe. Çavên keskezer di keskahiya daristanan de kûrtir dibe û ji bo nêrînek azad Rêbertiyê dişopîne. Ji bo ji jinên cîhanê re pêşengiyê bike û di bîrdoziya rizgariya jinê de xeta rast a nasnameya jinên ciwan derbixe holê, 2011-2012’an bi erka rêxistinkirina xebatên jinên ciwan berê xwe dide Ewropayê. Her çiqas careke din dûrbûna ji welat jê re bi êş were jî, ew bi soza serxistinê bi erka xwe radibe. Li Almanya, Fransa û gelek deveran xebatan dike, Kurd, Alman, Fransî û gelek kesan rêxistin dike û ji wan re felsefeya Apoyî dide nasîn. Rastiya Kurdistanê bi ciwan û jinên ciwan dide nasîn, berê wan dide xeta azadiyê. Kesayetek kedkar, sade û bi coş e hevala Ronahî. Ji ber vê di ciwaniya xwe de, di dil û mejiyê herkesî de zû bi cih dibe. Dijminê xwînmij dewleta tirk a faşîst di 24 saliya wê de bi êrişek hovane, bi reşkujiyekê Leyla Şaylemez li gel Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan kir armanc.

Leyla bû ronahiya rêya azadiyê

Leylaya ku di meha çilê de çavên xwe li dinê vekiribû, dîsa di meha çilê de çavên xwe li dinê digire. Lê rihê wê û doza wê di dilê jin û ciwanên Kurdistanê de zindî dimîne. 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê; pêşenga PKK û PAJK’ê, avaker û pêşenga dîroka azadiya jinên Kurdistanê, rêhevalê heqîqetê ya Rêber Apo Sakîne Cansiz, rûken û dilsoza tevgera azadiyê, têkoşer, çalakvan û pêşenga xebatên dîplomasiyê Fîdan Dogan û Leylaya ciwan ku pêşenga jinên ciwan û şopdara Leylayan bû, bûn şêhîdên azadiyê yên diroka jinên Kurdistanê û cîhanê. Ew bûn rênîşanderên heqîqetê. Niha li çiyayên azad gelek jinên ciwan di bin fermandariya Leyla Şaylemez de di akademiya ku bi navê wê hatiye rêxistinkirin de xwe perwerde dikin û li dijî zordaran û serdestiya zilam xwe bi îrade dikin, zane dikin û ala Leylayan radikin. Jinên ciwan gotina Leyla Şaylemez ya dibêje ‘’ Ez soz didim ku hemû jiyana xwe di oxira rizgarî û azadiya jinê de bijîm û feda bikim.’’ weke gotina Leyla Qasim û Leyla Agirî dikin alfabeya xwe ya jiyanê. Leylayek Şehîd bû û tovê hezar Leylayan li her devera welatê ku weke axa hişk bûyî bû, şînkir û kir gulistan. Sala 2026’an em ji hemû salan cudatir komkujiya Parîsê bi bîr tînin. Niha Leylayên welat bi bihîstina deng û bi dîtina dîmenê Rojê, ji hemû salên borî şîn û geştir bûn. Wê ev sal bi pêkanîna şoreşa jinê bibe sala tolhilanîna komkujiyên Parîsê. Jinên ciwan wê bi rakirina ala Sara, Rojbîn û Leylayan wê Rojê bibînin.