”Em ê şîn bibin, ji ber ku şer nikare rayên me zuha bike.”

- Jiyan Nûda
256 views
 Jinên ku êş, sirgûn, zîndan û mirinên bêhejmar jiyan e li hev kom bûbûn. Rastiya herî berbiçav a di atmosfera konferansê de ew bû, jinên li vir bi rastî jinên pir bihêz in. Ew jin in ku bi têkoşînê xwe dîtibûn û bûbûn xwedî xwe.

Ji Abya Yalayê heta Kurdistanê, konferanseke dîrokî ya jinan di navbera 11 û 15’ê Sibatê de bi dirûşma “Em ê geş bibin, ji ber ku şer nikare rayên me zuha bike” hate lidarxistin. Wekî ku dirûşme jî nîşan dide, ev konferanseke wisa bû ku tê de jinên bi têkoşînê vejiyan e, hatin ba hev û bi kûrahî li ser rê û rêbazên ji bo azadiya jinan gotûbêj kirin. Ev kombûneke wisa bû bi awayekî balkêş giringiya şarezayiya kevnar a jinan, a di kûrahiya bîra civakî de veşartî ye, di vê hevdîtina bi hişmendiya azadiya jinan pêk hatî de, danî holê. Ne şaş e ku mirov bibêje ev kombûneke wisa bû tê de raman bi awayekî kûr hatin nîqaşkirin, hest û rihê jinan her kêlî rapêça, çanda berxwedanê ya ji kokê tê veguherî gotina Rastiyê û yekîtiyek bi rengê jinan pêk hat. Di atmosfera nîqaşên watedar de, civîneke wisa hat lidarxistin ku hem bi kokan ve girêdayî bû û bi vî awayî wêrekî nîşan da ku perdeyê ji ser dîroka berxwedana jinan rake û rastiyê eşkere bike, hem jî hêza yekbûna li ser bingeha hevpar a têkoşîna jinan di nav xwe de dihewand ku ev yek bi rûbirûbûna zehmetiyên mezin ên di her warê jiyanê de îro, xurtir bûye. Ji Abya Yalayê heta Kurdistanê, ji Kurdistanê heta Abya Yalayê, dîtina dengvedana kûr a dengên jinan ku sînoran derbas dike, konferansek e ku rastiyeke bingehîn dike destdanî, nîşan dide rastiyeke ku hêviya siberojê xwedî dike û rê li ber yekîtiyê vedike.

”Divê di têkoşînê de xalên hevpar werin destnîşakirin”

Di konferansa ku xebatên panelê û nîqaşên azad lê pêk hatin, delegeyên ji welatên Abya Yala bal kişandin ser pirsgirêkên rûbirû dimînin, tundûtûjiya ku wek jin dijîn û zehmetiyên mezin ên îsbatkirina xwe. Jinên Kurd jî hewl dan bi awayê herî baş derbibirin ka ev serhatî çiqas nas in û nîşan dan ku tevî jiyana li herêmên erdnîgarî dûr û pir cuda, serhatiyên me di dawiyê de ne ewqas ji hev cuda ne û tekez kirin çiqas pêwist e ku di têkoşînê de xalên hevpar werin destnîşankirin. Balkêş bû, jinên barê şer li wan welatên birîndar hildabûn ser milê xwe, êş heta kûrahiya canê xwe hîs kiribûn û bi giraniya van serhatiyan hewl dabûn bijîn, di vê konferansê de zimanekî wisa hevpar, kûr û bi bandor parve kirin. Wek mînak, di dawiya her axaftinê de, her jineke di panelê de jinên li dora xwe hembêz kir û diyar bû her hevoka ku digot, digiha dilê her jineke li wir. Di rastiyê de, eşkere bû, her kesa li wir hewl da xwe di wê vegotinê de bibîne û bi berfirehî xwe tê de dît. Ev yek nîşan dide ku ti vegotinek bi serhatiyên takekesî ne sînordar e. Yek ji hevokên sereke yên di danûstandinên di navberê de dihat bihîstin ev bû ku ‘me heman tişt bi awayên cuda jiyan e’. Hevokeke din di rengê pirsekê de bû: te çawa li hemberî van zehmetiyan hemûyan tehemûl kir? Bersiv zelal bû: bi têkoşîn û berxwedanê.
Jinên ku êş, sirgûn, zîndan û mirinên bêhejmar jiyan e li hev kom bûbûn. Rastiya herî berbiçav a di atmosfera konferansê de ew bû, jinên li vir bi rastî jinên pir bihêz in. Ew jin in ku bi têkoşînê xwe dîtibûn û bûbûn xwedî xwe. Dema ku jinên ji Abya Yala diyar kirin ku ew axê wekî laşê xwe dibînin û her êrişeke li ser axê di laşê xwe de hîs dikin, jinên Kurd diyar kirin ku ew berî her tiştî bi welatparêziyê destpê dikin û gotin ew kesên ku nikarin welatê xwe ava bikin, nikarin tiştekî din jî ava bikin.

Nîqaşên li ser Konfederalîzma Jinê

Nûnerên ji Meksîka, Honduras, Guatemala, Haîtî, Nîkaragûa, Kosta Rîka, Panama, Venezuelayê, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjantîn û Urûgwayê, her wiha ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye, Kanada û Awistralyayê beşdarî konferansê bûn. Hebûna çandeke berxwedanê, di her peyva dihat gotin de diyar bû. Gotina beşdareke konferansê mîna xulaseya serhatiyên jinan bû, “dîroka têkoşîna me di laşê me de hatiye nexişandin”.
Helbet, vê konferansa dîrokî ne tenê êşa serhatiyên borî anî ziman; pêşeroja têkoşînê û ka ew çawa dikare bêtir were xurtkirin jî bi berfirehî hat nîqaşkirin. Nîqaşên li ser konfederalîzma jinan jî berfireh bûn. Encama ku derket holê ew bû ku pêwist e em di vî warî de bêtir bikevin nav nîqaşên bernameya teorîk û perwerdehiyê, ji ber hatibû destnîşankirin ku em hîn bi heman awayî têgeha konfederalîzmê bi tevahî fêm nakin. Her wiha li ser wê yekê jî lihevkirinek çêbû; li gel xurtkirina hewldanên ji bo têgihiştina modela konfederalî ya ku di têkoşîna jinên Kurd de xwe nîşan dide, ka ew çawa dikare li herêmên din were guncandin, pêwist e ku di navbera wan de pirên xurt werin avakirin.

Jineolojî bû rojevek sereke

Mirov dikare bêje ku Jinolojî li konferansê yek ji teoriyên herî zêde hatî nîqaşkirin bû. Van nîqaşan eşkere kir ku gengeşeyên Jinolojiyê bi xurtî derbasî erdnîgariya Abya Yala bûbûn, meraq û eleqeyek mezin çêkiribûn. Gava ku axêverên Jinolojî şîrove dikirin pêwendiya wê bi çandên kevnar re eşkere kirin, ronahiya ku di çavên jinan de xuya bû û ev yek wekî îfadeya xwedîderketinê jî hat nîşandan. Her ku nîqaşên li ser zanisteke jinan a ku banga girêdan û pêwendiyeke xurttir a kokan re dike zêdetir bû, wisa diyar bû ku rihê kevnar ê ku bi sedsalan li îfadeyê digeriya, wateya xwe ya rastî di gotinê de dîtibû. Jinên ku digotin, “Tovên me pîroz in,” Jineolojî weke tovekî ku di ax û dîrokê de hatiye çandin pêşwazî kirin, bi vê biryardariya xwe nîşan dan ku ew ê wê bi wateyê geş bikin. Jineke Kolombiyayî got, “xwişkaniya me îfadeya hezkirinê ya di navbera gelên me de ye,”  û anî ziman ku pira ku di navbera wan de hatiye avakirin bi saya nêzîkatiya xwişkaniyê pêkan bûye û ev jî bi rêya jinolojiyê gehwerî bûye.
Yek ji wan hêmanên ku rihê konferansê gihand kûrahiya dîrokê, rîtuelên ku hatin pêkanîn bûn. Rîtuelên mîstîk ên li ser baweriyên gelan ku her roj dihatin kirin, bi wateya pîrozkirina her kêliya konferansê û radestkirina wê ji parastina giyanên kevnar re pêk dihatin. Kêliyên bi merasîmeke efsûnî kûrahiya bîrê ji nû ve zindî dikir û ew dianîn nav dema niha.
Yek ji xalên sereke ku hat tekezkirin, pêwistiya redkirina ramana li ser bingeha têgeh û teoriyên Rojavayê cîhahanê bû. Hat ziman ku felsefeya Rojava meyla wê heye ku serweriya xwe li ser ramana herêmî ferz bike, ji ber vê nêzîkatiyeke hestiyar her dem pêwist e.

Ji bo pêşerojek azad kar û xebata hevbeş pêwist e

Weke encam, bi biryardariyeke ji bo bihêzkirina peywendiyan a bi awayekî berbiçav, giringiya torên hevpar hate ziman. Hate diyarkirin ku gelek tişt hene jin ji hev fêr bibin. Pêwist e ji bo pêşerojeke azad ji bo jinan û ji bo hemû gelan, xebata hevbeş çêbe. Beşdaran diyar kir ji bo bidestxistina vê dê hewldanên pir mezintir bên raberkirin. Wê rast be mirov bibêje ku aktîvîzma  ji konferanseke wiha dîrokî dihate payîn, bi awayekî berbiçav diyar bû. Hat destnîşankirin ku xala giring ew e ev asta aktîvîzmê veguherînin dînamîkeke hevpar a têkoşînê. Bi vê dînamîzmê, her ku em ber bi pêşerojê ve diçin, azadiyê bi hev re bihûnin, hêzên têkoşînê yên parçebûyî bi hemû cihêrengiyên wan bînin gel hev û wan bi hev re bikin hêzeke ku bin nakeve.