Wê tenê Jin Jiyan Azadî Îranê biguherîne

- Gelawej Ewrin
251 views
Di pêvajoya şerê 12 rojan a sala borî de jî gelek rayedar hatin kuştin. Rejîmê wer hesab dikir ku bi girtin û kuştina xelkê dikare qaşo kesên dijberî xwe lawaz bike û ji holê rabike. Lê kuştina yek bi yek ê rayedaran ew jî di cihên qaşo herî bi ewle de, nîşan da ku di nava desthilatdariya Îranê de ji mêjve ye, îstixbaretên Amerîka, Îsrail û gelek welatên cîran û welatên Ereb xwe bi cih kirine.

 Roja 28’ê Sibatê Amerîka û Îsrailê bi hevre li dijî Îranê şer dan destpêkirin. Di roja yekê ya şer de dîktatorê 40 salan li ser Îranê hukum dikir, Elî Xamineyî hat kuştin. Li gel wî gelek rayedarên din ên Komara Îslamî bi carekî û bi hevre hatin kuştin. Rojên peyre jî gelek rayedar hema pir bi hêsanî hatin kuştin. Ev rewş ji bo dewletek wek Îranê bêguman rewşek ne ji rêzê ye. Gelek gumanan jî çêdike.
Di pêvajoya şerê 12 rojan a sala borî de jî gelek rayedar hatin kuştin. Rejîmê wer hesab dikir ku bi girtin û kuştina xelkê dikare qaşo kesên dijberî xwe lawaz bike û ji holê rabike. Lê kuştina yek bi yek ê rayedaran ew jî di cihên qaşo herî bi ewle de, nîşan da ku di nava desthilatdariya Îranê de ji mêjve ye, îstixbaretên Amerîka, Îsrail û gelek welatên cîran û welatên Ereb xwe bi cih kirine. Şerê heyî nîşan da ku di nava rayedarên rejîma Îranê de gelek sîxurên welatên cur be cur hene. Ew jî ne sîxûrên wisa ji rêzê, yên di asta rêveberiyên dewletê de. Guman li ser gelek kesan heye û navê wan tê gotin. Li vir pêwist nake em behs bikin. jixwe yên ku niha hevdîtinan dikin û hewl didin însiyatîfê bi dest bixin, guman li ser wan zêdetire. Gumanên ku bi rastî van kesan bi destpêkirina muzakereyan xwestin ji xwe re cihekî ji bo desthilatdariyê vekin. dibe ku amadekariyên darbeyên navxweyî jî hebin. Kuştina bi hêsanî ya Xamineyî û gelek kesên din di esas de darebeyek bû, dibe bi şêwazên cuda jî berdewam bike.
Ya ku xelkê Îranê ji hinavê ve birîndar dike ew e ku bi sedan mirovên bêguneh niha di girtîgehan de ne, bi sûcê ku sîxûrtî ji welatên derve re kirine. Gelek kes hêj di bin xetereya cezayê darvekirinê de ne. ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dijîtal bi tohmeta ku hevkariya welatek dijminê Îranê dike, hatiye darvekirin. Di xwepêşandanên dawî yên zivistanê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Wan sîxûrên di nava hukumetê de jî ev yek kirin û destê wan jî di rijandina xwîna bi hezaran kesî de heye. Van kesan bi bahaneya ku xiyanetê li welat dikin, bi salane gelek mirov qetil kirin. Niha jî derketiye holê ku gelek ji wan kesên xelk dikuştin bixwe xayînên herî mezin in. Ev yek ji bo civaka Îranî mijareke zelal û rohne. Jixwe ji bo hêzên sermayedar ên jor netew demokrasî û pirsgirêkên mafê mirovan li Îranê ne mijareke jiyanî ye. Ji wan re ya giring û jiyanî, xetên enerjiyê û bi taybet petrola Îranê ye.

Rejîma heyî ji ya şah jî dizektir e

Îran ji ber dewlemendiya xwe ya sererd û binerd her tim reşika çavê van hêzan bûye. Di hemû hukumetên serdema şahenşahî de bi dehan peymanên aborî bi hêzên derve bi taybet di serî de bi Ingilistan û Rûsya re, bi gelek welatên Ewropî û cîran re hatine îmzekirin. Her şahekî li gor kêfa xwe welat bost bi bost firot. Rejîma heyî ku piştî 1979’an bi komploya bi serê gelên Îranê anî ku şoreş bû dijşoreş hat ser desthilatdariyê, ji şah diztir derket. Ji rewşa dema Şah kambaxtir welat ber bi xizaniyê ve bir. Her tişta ku gelê Îranê ji bo wê şer û têkoşîn kir û ji nava lepên şah rizgar kir, vê carê kete bin yekdestdariya melayan. Saziyek çete hat ser desthilatdariyê û kirasê ol û baweriyê li xwe kir. Bi salane xwîna gel dimêje, ew jî saziya Sipahê Pasdaran e ango Muhafiz û parêzvanên Şoreşê. Artêşek dij jinan û xwînxwar. Niha tu li Îranê kîjan kevirî rakî di bin de ev sazî heye. Di dema Şah de aboriya Îranê ji welatên derve re dihat firotin û pêşkêşkirin. Di dema rejîma niha de jî dewlemendiyên welat hemû di bin yekdestdariya Sipahê Pasdaran de ye. Tevahiya saziyên medenî û sivîl ên gel wer hatine dagirkirin û milîtarîzekirin ku mirov baş lêkolîn neke, pê nahese ka bê çawa tên birêvebirin. Ne tenê di warê binesazî de xwe berdaye hemû saziyan. Ya herî xeter ew e ku di warê bîrdozî de jî wiha kiriye.
Gelek mînak hene lê ez dixwazim mînakek balkêş bidim. Zanîngeh ciheke ku li Îranê herî zêde têde potansiyela şoreş û serhildanan heye. Guhertina bingehîn her tim ji zanîngehan destpê kiriye. Ne ev rejîm ne jî rejîmên beriya vê ti caran nekarîne pêşî li pêla dînamîk a zanîngehan bigire. Ji bo wê jî Sipahê Pasdaran ji destpêkê ve bi her awayî xwestiye bi taybet li ser pergala perwerdehiyê bi bandor bibe. Hemû guhertin li gor hişmendiya olperest, netewperest û zayendperest pêk hat. Di roja zewaca Hz. Elî û Hz. Fatimê de bi hezaran ciwanên ku bixwazin bizewicin, bi merasimekê li zanîngehan tên zewicandin. Wer nîşan didin ku tiştek xêr dikin û xwendekarên dixwazin bizewicin, jiyana wan hêsantir dikin. Yan jî bi xwe spartina bi feraseta jiyana sade ya her du navên sembolîk hewl didin civakê di warê manevî de jî bandor bikin. Jixwe di bikaranîna ol de kes avê li destê Îranê nake. Di rewşekî ku dema mirov bi hûrgulî temaşeyî rewşê dike, dibîne ku armanc bê bandorkirina zanîngehan e. Mesrefa van zewacan hemûyan jî qaşo dewlet dide.
Ev şêwaz û gelek şêwazên din ên zirav hemû şêwazên îdeolojîk ên Sipahê Pasdaran e. Di naveroka wê de gelek mijarên siyasî, civakî û heta guhertina çandî jî heye. ji derve wer xuya dike ku Sipahê Pasdaran saziyek leşkerî ye lê ji wê zêdetir wek saziyek civakî xwe berbelav kiriye. Pergala milîtarîst a Sipahê bi dayîna pereyan di bingeh de dixwaze guhertina dixwaze di civaka Îranê de çêbike. Normalkirina saziyên wek Xaheranê Zeyneb û Besîc di esas de normalkirina pergala milîtarîst e. Li hinek welatên oldar dibe ku herî zêde mizgef ji bo vê armanê were bikaranîn. Lê li Îranê ne tenê mizgef tevahiya saziyan bi awayekî gelekî zirav tên bikaranîn. Di dema şer de me dît zanîngehên herî pêşketî yên ku têde zanist di asta herî bilind de tê dayîn, hatin bombekirin. Temaşe bikin zanîngehên herî baş navenda Sipahê ne. Ev bixwe nîşan dide ka bê Sipahê Pasdaran çawa hewl daye civakê bixe bin serweriya xwe. Xala girîng ku ji vir derdikeve holê ewe ku ferqa rejîmên otorîter û desthilatdar ku bi hişmendiya mêr xwe bi sazî kirine, tineye.

Ne îranek demokratîk, Îranek sertewandî dixwazin

Gelên Îranî êşên mezin ji destê van rejîman kişandiye û dikişîne. Gelên Îranî biryara xwe ji mêj ve dan e. Wê hertim li beramber van rejîmên otorîter serî rabikin, li ber xwe bidin û têbikoşin. Hertim şer li ser petrol û dewlemendiyên din ên Îranê pêk hatiye, sermayedar û ticaran dema ya dixwazin bi dest xistine, derfet dane ew rejîm berdewam bike. Ji bo van hêzan ne Îranek demokratîk Îranek serîtewandî û teslîmbûyî pêwist dike. Ya îro jî dikin ew e. Hemû petrola li Hurmizê û hemû giravên li derdora wê hene, petrola gel e. Lê ti caran gel jê sûd wernegirtiye. Li Îranê sala 1951’an di dema dewleta Mihemed Musediq de bi têkoşîna gel petrol hat milîkirin ango netewîkirin. Ev di dîroka têkoşîna gel a li beramber mêtingeriya Ingilistanê de werçerxaneke giring e. Wê demê bi netewîkirina petrolê êdî serdestiya şîrketên petrolê yên Ingilistan li ser çavkaniyên petrola Îranê bi dawî dibe. Ji bo wê jî gel lihevkirina bi vê rejîmê re ji bo xwe wek destpêka pêvajoyek tarî û reş dibîne.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî li dijî polîtîkayên milîtarîzekirin û wêrankirina welat wek şoreşek millî hat destpêkirin. Tevahiya Îranê ji her netewî, ji her ol û baweriyê ji her çînên civakî li dijî vê pergala mêtinger û xwînxwar di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî de bûne yek. Bi hevre ji bo armancek pîroz wek jiyanek azad meşiyan. Armanca hêzên sermayedar ew e ku wek rejîmên borî, desthilatdariyek li gor berjewendiyên xwe bînin ser hukum. Ji bo wan demokratîkbûna Îranê ne derde, jixwe naxwazin ku Îran demokratîk jî bibe. Ev rejîm wê bi îradeya gelên Îranî, di serî de ya jin û ciwanan were guhertin. Ger îro dîktatorek li Îranê ji textê xwe ket, ne bi hunera aliyê din ê şer bû, bi saya keda jinan bû. Dirûşmeya bimire dîktator, pêk hat. Lê bi wê re jî her tişt xilas nabe bêguman. Ev hişmendî hê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Wê demê heta ev hişmendî hebe, têkoşîn jî dewam e.

Wê rejîm, ev hişmendî û ev pergal biguhere

Jin di Îranê de hertim dînamîka herî zindî ya şoreş û têkoşînê ne. Ji ber ku herî zêde jin li Îranê bûne qurbanên rejîmên otorîter û zayendperest. Şoreşa Jin Jiyan Azadî ku 4 sal berê destpê kir, di demek kurt de guhertinên gelekî mezin di civaka Îranî de çêkir. Ji bo cara yekê tevahiya civakên Îranî di bin sêwanek hevbeş de bûn yek. Hemû nakokiyên xwe dane aliyekê û ji bo azadiyê dest dan destê hev. Bi hevre meşiyan, bi hevre qîr kirin, êşên xwe ji bo cara yekê bi hevre parve kirin. Îrana demokratîk ne ew Îran e ku tenê xizmeta aboriya hêzên sermayedar bike. Îrana demokratîk û azad ew Îran e ku azadiya jin giring bibîne. Ciwanan paşguh neke. Îranek demokratîk ew e ku her kes bikare li gor cewhera xwe ya qedîm û resen bijî. Gelên Îranî piştî ewqas êşên ku kişandine amade ne ku di bin sêwana komara Demokratîk de jiyanek hevbeş bi hevre bijîn û hêjayî vê ne. Ji vê ferasetê re amade ye gel. Di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de hîmê vê qahîmtir bû. Di bin her şert û mercên nexwestî de, di bin siya şer yan agirbestên derewîn de bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gelên Îranî gavên bi wêrek ber bi welatek azad ve davêjin. Li ser sêpêyên sêdareyan jinên gotina wan a dawî Jin Jiyan Azadî bû, garantiya guhertina li Îranê ne. Gel biryara xwe daye wê ev rejîm, ev hişmendî, ev pergala kujer biguhere.