Ji pênûsa Gulistan Kanîreş romana “Evîna Dilan”

- Newaya Jin
16 views
‚Divê çîrokên me bi destên me werin nivîsandin‘ Nivîskar û helbestvan Gulistan Kanîreş bi vê hişmendiyê dest bi rêwîtiyê kir û bi pênûsa xwe deng, serpêhatî û berxwedana jinên Kurd vegot. Di romana xwe ya dawî ‚Evîna Dilan‘ de çîroka Evîn Goyî (Emîne Kara) ya ku di duyemîn Komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin vedibêje. Hevpeyvînek li ser rol û girîngiya jinan di wêjeyê de û romana wê ya dawî ‚Evîna Dilan‘.

Çi bû sedem ku te dest bi nivîsandinê kir?

Ji bo min, nivîsandin ne hilbijartinek e, bêhtir berpirsiyariyeke  ku jiyanê li ser min ferz kir. Wekî her jineke Kurd, ez jî di nav êş, berxwedan, koçberî, hesret û keda nedîtî ya jinê de mezin bûm. Çîrokên ku min di zarokatiya xwe de bihîstibûn, serpêhatiyên ku min şahidî lê kiribûn, bi demê re  bandor li min kir ku, ez dest bi nivîsandinê bikim. Ez bawer dikim ku her çîroka ku neyê nivîsandin, wê di demê re were jibîrkirin. Dema ku serpêhatî û çîrokên  civakan werin jibîrkirin rastiya wan jî wenda dibe. Jiyana Kurdan, bi taybetî jî a jinên Kurd gelek caran bi çavdêriyên xelkê û bi pênûsa kesên biyanî ve hatine vegotin. Divê çîrokên me bi destê me werin nivisandin. Divê em dîroka xwe bi pênûsa xwe ava bikin. Min bi vê hişmendiyê dest bi nivîsandinê kir. Ji bo min, nivîsandin ne tenê hilberînekî wêjeyî ye, di heman demê de berpirsiyariya ku li hember bîranînên êşa gelê xwe, têkoşîna jinan û pira navbêra nifşên niha û pêşerojê ye.

Tu dikarî bibêjî ez hest û ramanên xwe bi nivîsandina berheman vedibêjim?

Nivisandina her pirtûkekê rêwîtiyeke kûr û ewqas jî dûr e. Berî ku ez dest bi nivîsandina berhemekê bikim, demek dirêj difikirim, guhdar dikim û li ser mijara berhemê lêkolîn dikim. Ku serpêhatiyeke raste rast qewimî be, ez wê demê berpirsiyariyeke bêhtir li ser xwe hîs dikim.
Ji ber ku dema nivîskar jiyana mirovekê/î dinivîse ne tenê bûyerê dinivîsîne, di heman demê de hest, xewn, têkoşîn, êş û xêyalên leheng jî dinivîsîne.
Nivîsandin carinan bandoreke kûr li hestên min dike. Gelek caran ez nikarim hêsirên xwe, ji pênûsa xwe veşêrim. Ji ber ku em zarokên welatekî travmatîkin. Mijarên ku ez dinivisînim piraniya wan êş, sirgûnî, berxwedan û berdêlên herî giranin. Hûnandina van mijaran barê pênûsa min girantir dike. Tevî ewqasî êş û xemdariyê jî ez hewl didim ku berê pênûsa xwe ber bi hêvî, bawerî û motîvekirina nivşên pêşerojê vê bibim. Daxwaza min ewe ku, pênûsa min aramiyê bidegiyana mirovan, barê xweşî û hêviyan hilbigre. Ji ber ku wêje ne tenê ji bo vegotina êş û xeman e, di heman demê de ji bo çandina hêviyên pêşerojê ye.

Romana te ya dawî li ser Evîn Goyî (Emîne Kara) ya ku di sala 2022an de li Parîsê hate qetilkirin. „Evîna Dilan“ ji hêla xwendevanan ve çawa hate pêşwazîkirin?

Evîn Goyî mîna hezaran şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê di temeneke piçûk de berê xwe da çiyayên azad. Ji bo pêşerojên azad birûmet kedeke bêhempa da û di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Şehadeta Evîn Goyî, Sakîne Fîdan û Lêylayê birîneke pir kûr di dilê hemû Kurdan de vekirî hiştiye. Dema min biryara nivîsandina Evîna Dilan da, armanca min ne ew bû ku ez tenê wê bûyera trajîk binivisînim. Min hewl da ku ez vê xwedawenda ku tevahiya temenê xwe di oxira baweriya azadiyê de çawa feda kir binivisînim. Her çiqas hubra pênûsa min têra vegotina kesayeta wê nekir jî, min xwest ku nivşên pêşerojê ji mîrasa vê şêrejina çiyayayên azad bê par nemînin. Ji dîrokê bigre heya serdema îro, têkoşîna jinan her tim bi afirandin û fedakarî hatiye nivîsandin. Jiyana Evîn Goyî jî mînaka herî xurt ya vê yekê ye. Dema ku min Evîn nivîsand, di bîreweriya min de têkoşîna hevpar a bi hezaran jinên Kurd herikî. Ji ber ku tevgera jinên Kurd xeteke azadiyê afirandiye. Ji vê xeta azadiyê ne tenê jinên Kurd, her wiha jinên li gelek deverên cîhanê ji ve xetê îlham girt.
Piştî weşandina romanê min bersivên pir watedar wergirtin. Bi taybetî jî ji xwendevanên jin. Gelek kesûn ku Evîn Goyî ji nêz ve nas kirine û dema xwendina pirtûkê de gotin ku ew ne tenê rastî çîroka jiyana wê hatine, di heman demê de rastî dîrokeke berxwedana jinê jî hatine. Ev ji bo min pir bi qîmet bû. Ger ku pirtûkek bikaribe bîranînan zindî bihêle, hîngê mirov dikare bibêje armanca wê jî bi cih hatiye.

Te pirtûkeka helbestan jî nivisandiye. Derbarê wêje û taybetmendiya helbestê de tu ji me re çi bibêjî?

Ji bo hemû civakan wêje pira herî xurt e. Bîra gelan ber bi pêşerojê ve dibe. Bi taybetî dema ku em jiyana gelê Kurd binirxînin, wêjeya devkî, kevneşopiya dengbêjiyê û helbestê xwedî cihekî pir bi taybet e. Gelê Kurd bi gotin, stran û helbestên xwe, beşek girîng ji dîroka xwe parastiye.
Ji bo min helbest dengê herî paqij ê giyana mirovan e. Helbestkar dikare mijareke gelek kûr û girîng bi çend pêyvan xîtabê kurahiya hestan bike. Zimanê helbestê zimanê wijdanê ye. Helbestkar bi pêyvên herî kêm eşq, evîn, berxwedan û xemdarî bi awayake herî dijwar îfade dike. Li gorî min zimanê ku jin di helbestê de diafirînin bi taybetî pir girîng e. Ji ber ku jin di nav mijarên jiyana herî kûr de dijîn û hîs dikin. Pênûsa jinê hesasiyeteke cuda, kûrahiyek cuda dide helbestê.

Gelo malbat an jî derdor te teşwîq ê nivîsandinê kirin? Te ji sazî an jî ji kesekan qet alîkarî wergirt?

Bê guman, di despêka nivîskariya min de, gelek heval û hogirên ku baweriya xwe bi min dianîn û min motîve dikirim hebûn. Lê min ne ji sazî û ne jî ji kesan alîkarî negirtiye. Ez dikarim bibêjim ku pêvajoya nivîsandinê gelek dijwar e. Ji ber ku dema nivîkar dest bi nivîsînê dike bi wijdana pênûsa xwe re tenê dimîne. Nivîskar barê nivîsandinê û tenêtiya nivîsandinê bi tena serê xwe hildigire.
Min baweriya xwe û pabendbûna xwe ya bi xwendin û lêkolînan re dest bi nivîsandinê kir. Lê ez dikarim vê bibêjim, bandora herî zêde ya ku ez teşwîqê nivîsandinê kirim keda tevgera azadiyê û bi taybetî jî berxwedan û keda jinên kurd bû.
Min her warê dê têra xwe şahîdiya jiyana têdikoşîna jinên kurd kiriye. Ev jî hişt ku ez hin bêhtir fêm bikim ku nivîsandina çîrokên wan çiqas girîng e. Ji ber vê yekê min qet pênûsa xwe tenê ji bo xwe bikar neanî. Di her rêzika ku ez dinivîsim hinekî dengê civakê, hinekî berxwedana şêrejinên kurd û hinekî jî ji bo hêviyên pêşerojên azad e.

Li gorî tê çima pêwist e ku jin binivîsin?

Ez bawer dikim ku nivîsandina jinan ne tenê beşdarbûna wêjeyê ye, nivîsandina jinan dîroka jin ê bi xwe ye. Dema em seranserê rûpelên dîrokê, dinêrin bi piranî jiyana jinan, bi pênûsa mêran hatiye nivisandin. Lê ez dikarim bibêjim, îro ew çerx hatiye zivirandin, niha jin bi xwe çîrokên berxwedan, hêvî û lêgerîna azadiyê bi pênûsa xwe çêtirîn dinivîsînin. Ez weke jineke Kurd bawer dikim ku her jinek bi rastî çîrokeke xwe heye ku vebêje. Ji ber ku jin afrînerên jiyanê ne. Ji ber ku jin ji bedena xwe mirovan diwelidînin, wan xwedî dikin û neslê mirovahiyê didomînin. Lê tevî vê yekê jî yên ku herî zêde hatine bêdengkirin û herî zêde hatine nedîtin jin in. Pêywira jinên Kurdan girantir e. Li aliyekê de barê nasnameya jinbûyînê, li aliyê din jî bare nasnameya Kurdbûyînê hildigirtin e. Dema ku ziman qedexe bû û nasnama kurdbûyînê dihat înkarkirin, jin ne tenê bi kar û barên xwe û zarokên xwe re mijûl dibûn. Di heman demê de çand, ziman û bîra xwe jî parastin e. Îro, têkoşîna ku ji hêla tevgera azadiya jinên Kurd ve hatiye meşandin ji bo jinên li çar aliyê cîhanê ezmûneke girîng e. Paradîgmaya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye vegotin ku dibûje; „heya jin azad nebe civak jî azad nabe“ , ne tenê çavdêriyek siyasî ye. Di heman demê de rastiyek çandî û edebî ye jî. Dema jin binivîsînin, rastiya xwe jî ava dikin, dengê xwe xurt dikin û şopa xwe li ser pêşerojê dihêlin. Ji ber vê yekê, pênûsa jinan pênûsa azadiyê ye.

Ji bo teşwîqkirina ku jin  binivîsînin, di qada çand û wêjeyê de pêş bikevin divê çi were kirin? Pêşniyarên te çi ne?

Berî her tiştî divê civak baweriya xwe bi hevsengiya jinan bîne. Sazî û dezgehên ku jin bikaribin bêhtir fikir û ramanên xwe bi awayekî azad îfade bikin werin zêdekirin. Nivîsandin wêrekiyê dixwaze û ji xwe têkoşîna jinên kurd mînaka wêrekiya herî berbiçav e. Di qada wêjeyê de jî divê hêz, hevgirtin û rêxistinkirin mezin bibe.
Ez gelek girîng dibînim ku jin bi zimanê dayika xwe dinivîsînin. Ji ber ku ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, di heman demê de bîr û giyana civakê bi xwe ye. Her jina ku bi zimanê dayika xwe dinivîse, di rastiyê de pirek ava dike û çanda xwe ber bi pêşerojê ve dibe. Ji ber vê yekê zêdebûyina hilberîna wêjeya jinên Kurd ne tenê ji bo xizmeta wêjeyê ye, herwiha ji bo parastina mîrata çanda Kurdistanê ye.
Divê çemberên wêjeya jinan de komên xwendinê, navendên çandî û înîsiyatîfên ku piştgiriyê didin nivîskarên jin berfireh bibin. Divê nivîskarên jin ên xwedî ezmûn piştgirî bidin jin û ciwanan û wan teşwîqê xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bikin. Ji ber ku ezmûna zanînê bi parvekirinê zêde dibe.
Ez dixwazim bi taybetî ji bo jinên ciwan bangawaziyekê bikim ku nehêlin kesên din çîrokên wan vebêjin. Bila baweriya xwe bi zanîn û pênûsa xwe bînin. Ji ber ku dema jin binivîse, ne tenê dengê xwe bilind dike, di heman demê de dengê civakê bilind dibe û bi taybetî jî deng dengê bêdengiyê bilind dibe.

Hesreta dûrbûyina axa welat di hestên te bandoreke çawa li pênûsa te dike?

 Koçberiyê fêrî min kir ku dûrbîyîn hesreteka kûr e. Dema ku mirov ji welatê xwe dûr be bêhna zarokatiya xwe, zimanê dayika xwe, çiyayên xwe, kolanên xwe û civaka xwe bi hesreteke bilind  di hinavên xwe de hîs dike.
Ez dûrketina axê ne tenê dûrbûyineke erdnîgariyê dinirxînim. Mirov ji bîranînên zarokatiya xwe, ji ziman û hezkiriyên xwe, ji tahma devê xwe û ji çanda xwe jî dûr dikeve. Ji ber vê yekê ye ku dema ez dinivîsînim wê demê ez vedigerim axa welatê xwe û serpêhatiyên zarokatiya xwe dijîm. Ez di nivîsên xwe de dengê zarokan, jiyana dayîkan, bêdengiya çiyayan û hemû hêviyên wan bi hev re dijîm. Jiyana li derveyî welat tiştek din jî fêrî min kir. Ger mirov ji cî û warê xwe dûr be, nirxên aîdiyetê bêhtir hîs dike û nas dike. Dema ku ez dinivisînim wê demê ez nasnama xwe ya Kurdbûyînê, nasnama jinbûyînê û nirxên zimanê dayika xwd kûrtir hîs dikim. Dibe ku bi laşi ji welatê xwe dûr im, lê bi hest û giyan her tim bi xêyalên zarokatiya xwe li Kurdistanê de dijîm.

Gelo projeyên te ji bo pêşerojê hene? 

Belê ez ê nivîsandinê bidomînim. Ji ber ku gelek jinên din, gelek jiyan û gelek rastiyên din hene ku li benda vegotinê ne.
Di xebatên xwe yên pêşerojê de armanca min ewe ku li ser jiyan û têkoşîna jinên Kurd û çîrokên rastîn ên ku beşek ji bîra kolektîf a gelê me de zindî mane binivisînim. Ez bawer dikim ku wêje ne tenê ji bo nivîsandina hevokên xweş in, lê rêbaza herî bihêz in ku her hevok di bîra civakê de zindî bimînin.
Ez ê pênûsa xwe ji bo piştgiriya gelê xwe, têkoşîna rizgariya jinan, aştî û nirxên mirovahiyê bi kar bînim. Ji ber ku nivîsandin ji bo min ne tenê hilberînek kesane ye, heman demê de berpirsiyariyeke exlaqî ye ku ez ji nifşên pêşerojê re ragihînim.
Xwesteka min ew e ku her pirtûka ku ez binivisînim, hinek hêz û wêrekî bidim jin û civakê. Li ber dilê dayîkekê de bibim merhemê birîna wan û di bîra civakê de şopek mayînde bihêlim. Dibe ku hewldanên min ewqasî mezin nebin, lê ez bi hêza nivîsandina rastiya pênûsê bawer dikim. Gava ku rastî werin nivîsandin mezin dibin. Dema werin parvekirin azadtir dibin.