Biyolog, nivîskar û femînîsta ji Fasê: Asma Lamrabet

- Newaya Jin
18 views
Asma Lamrabet biyologeke tibbî, nivîskar û femînîsteke ji Fasê ye. Di cîhana Îslamê de yek ji entelektuelên bijarte ye ku mijara wekheviya jin û mêr xistiye rojeva Îslamê. Lamrabet sala 1961’ê li Rabatê ji dayik bû. Bavê wê kesayetekî pêşverû, çepgirek bû ku ji aliyê Qralê Fasê Hasan ê 2’yemîn ve cezayê mirinê lê hate birîn û ji ber vê yekê neçar ma ku sirgûn bibe.

Tevî ku lîberalek bû û pîvanên pratîkî yên Misilmantiyê bi cih nedianî jî di mijara statuya jinê de hişk bû û ev paradoks dibû sedem ku Asma Lamrabet hîn di ciwantiya xwe de bikeve nava lêpirsînan. Di encama van lêpirsînan de jî fêhm kir ku ev paradoks ji ber perwerdeya olî ya pêşhukmî ye ku ji Fasiyên ciwan re dihate dayin. Asma Lamrabet piştî ku li dibistaneke Katolîk a taybet perwerde dît, dest bi xwendina tipê kir. Ji sala 1995’an û pê ve li Spanyayê, bi giranî jî li Şîlî û Meksîkayê, li Latîn Amerîkayê 8 salan bi dilxwazî doktorî kir. Ji ber hevserê xwe yê dîplomat Youssef Amrani li Latîn Amerîkayê bû. Li wê derê teolojiya azadiyê ya Katolîk nas kir, ku tevgereke sosyo-polîtîk a Latîn Amerîkayê bû û ji xwe re dikir armanc ku hêviyê bide xizanan û wan ji nava şert û mercên giran ên jiyanê rizgar bike. Her wiha li ser nasnameya olî ya şexsî dest bi lêkolînê kir.

Nêrîna fermî ya Îslamê ya têkildarî jinan

Di hevpeyvîneke xwe de ya ku 8’ê Nîsana 2018’an li rojnameya ‘Liberation’ a Fransî hate weşandin, bi vî rengî diaxivî: “Ji aliyê bingehînî ve tevlî şîroveya Quranê ya têkildarî zexta li ser jinê ya di nava civaka me ya baviksalarî nabim û ji bo hîn bibim bê bi rastî jî çi dibêjin, min pêwîstî pê dît ku li bingehê vegerim. Di encama lêkolîna xwe de pê hesiyam ku pirsgirêk ji ber wê yekê ye ku hin ferasetên dogmatîk li dora pîvana helal-heram a olî weke rastiyekê têne ragihandin.” Asma Lamrabet sala 2003’an li welatê xwe Fasê vegeriya û heta sala 2007’an komeke ji jinên misilman bi rêxistin kir ku bi fikir û lêkolînên li ser diyaloga navbera Îslamê û çandan mijûl dibû. Ji ber ku tevlî perwerdeya olî nebû bû, agahiyên xwe yên li ser van mijaran di nava kar de zêde kir. Sala 2008’an Koma Fikir û Lêkolînên Jinan ên di Îslama Navneteweyî de (GIERFI) ava kir ku navenda wê li Barselonayê ye; bû serok û endama desteya rêveberiyê. Endamên vê koma navneteweyî di asta manewî û entelektuelî de bi pirsgirêka jinê ya di nava Îslamê de mijûl dibin; kêmasiyên gotin û feraseta fermî ya Îslamê ya têkildarî jinan radixin pêş çavan. Lamrabet gava ku ev kar dikir di heman demê de li Nexweşxaneya Zarokan a li Rabatê di mijara nexweşiyên xwînê de weke doktora pispor dixebitî.

Şîroveya Îslamê bi rengê femînîst

Asma Lamrabet sala 2011’an bû midûra Navenda Lêkolînên Jinê ya di Îslamê de, ku ev sazî di bin sîwana saziya fikrî ya Rabita Mohammadia ya alimên Fasî de ye ku ji aliyê Qralê 6’emîn Mohammed ve ji bo teşwîqa li Îslameke vekirî û xweşbîn hate avakirin. Navenda Lêkolînên Jinê ji xwe re dikir armanc, ku di bin sîwana vê saziya fikrî de Îslamê bi rengê jinê û femînîst jinûve şîrove bike. Lê belê li gel mijarên cuda, piştî ku li ser meşandina têkoşîna li hemberî newekheviya navbera jin û mêr a di mijara mîrateyê de nîqaşekê destpê kir, saziyên olperest û derdorên hişk zexteke giran li Lamrabet kirin. Ji ber vê yekê jî Lamrabet di 26’ê Adara 2018’an de biryar da ku ji rêveberiya navendê îstifa bike. Îstifaya wê di nava hêz û derdorên Misilman ên reformîst de bû sedema şokê. Doktora lêkolînên Îslamê Farida Zomorod ku xwedî nêrîneke muxafazakar bû, xistin şûna wê.

Cihêkariya li jinê û reforma Îslamê

Asma Lamrabet bi pirtûk, gotar û axaftinên xwe ku hin ji wan li derveyî welat kir, hewl dide nêrîna Îslamê ya li jinê, şîroveya wê ya baviksalarî raxe pêş çavan û nêrîneke nû biafirîne. Di wê hevpeyvînê de dibêje, “Jin ên Misilman ji bo karibin xwe azad bikin, neçar nînin ku beşek ji nasnameya xwe (Misilman) înkar bikin. Yekane şîroveya vê jî reforma Îslamê ye.” Li ser mijarên; zewaca navbera olan, mîrate, nixumandin, pirzewacî û reforma olî gelek pirtûk û gotarên xwe yên lêkolînê hene. Xwedî wî fikrî ye ku şîroveyên ji sedsala 9’an û vir ve bûne bingeha hiqûqa Îslamê gelekî baviksalarî ye. Dibêje, cihêkariya li jinê tê kirin ji ber xwendin û şîrovekirina metnên pîroz e, lewma ji bo jinûve bê şîrovekirin hewl dide. Asma Lamrabet sala 2013’an bi pirtûka xwe ya bi navê “Di Quranê de Jin û Mêr: Wekheviya Çi?” ji aliyê Komeleya Jinê ya Ereb ve hêjayî xelata zanistên civakî tê dîtin. Sala 2019’an bi îradeya xwe ya şexsî biryarê dide ku êdî rûyê xwe nenixumîne. Sala 2021’ê di Roja Jinan a Cîhanê de ev yek îlan kir, “Pêşketina jinan li welatên misilman girêdayî şîroveya femînîst û reformîst a Îslamê ye. Bi taybetî bi rêya bicihanîna xwendina exlaqî-derûnî ya Îslamê ku ji xwendina baviksalarî ya kevneşop qut bûye, dikare pêk were, ku ew kevneşopî bû sedema pratîkeke olî ya cihêkar.”

Kete nava lêgerîna li ‘rêyeke sêyemîn’

Li derveyî ‘Femînîzma Rojavayî’ û kesên ku xwe weke ‘Femînîstên Misilman’ pênase dikin, Lamrabet kete nava lêgerîna ‘rêyeke sêyemîn’. Lamrabet helwesta ‘baviksalar’ a femînîzma rojavayî rexne dike û di wê hevpeyvîna xwe de dibêje, “Piştî ku welatên başûr femînîzm derkete holê, femînîzma rojavayî jî li hemberî wê dibe yek.” Bi dewamî dibêje, “Di nava femînîzmê de pîvanên gerdûnî hene (azadî, wekhevî, edalet, azadbûyîn), lê belê ji her alî ve modelên xwe hildiberîne.” Asma Lamrabet dixwaze lêkolînên xwe yên li ser mijara exlaqa Îslamî kûr bike. Lamrabet xwedî gelek pirtûkan e. Hin ji wan bi vî rengî ne: “Quran û Jin: Xwendineke Rizgariyê” (2007), “Jin, Îslam, Rojava: Rêyên ber bi Gerdûnîbûnê ve” (2011), “Bawermend û Femînîst: Nêrîneke cuda li olan” (2016), “Îslam û Jin: Pirsên dibin sedema aciziyê” (2017), “Pêxemberê Îslamê û Jinên Jiyana Wî” (2020).

 

Ev nivîs di Tirmeh 2023’an de bi zimanê tirkî
di rojnameya me de hatiye weşandin.

Faslı biyolog, yazar ve feminist: Asma Lamrabet