Çavkaniya serketinê jin û ciwan in

- Dengîr Güneş
385 views
Di jiyana mirov de qonaxa piştî zaroktiyê ya herî çalak û bi hêz weke ciwantî tê binavkirin. Ji ber vê yekê di şoreşan de ciwan hêza bingehîn in. Hemû şoreş bi tevlîbûn û pêşengiya ciwanan pêk hatin. Tevgera PKK ku mora xwe li dîrokê xist jî bi rihê ciwantiyê yê 1968 dest bi şoreşê kir. Ji destpêkê ve weke tevgereke ciwanan gav avêt. Pêşengên tevgerê pirranî xwendekar û rewşenbîr bûn. Lewma gel navê “talebe” li van kir. Ew hêvî, kelecan û biryardariya ciwanên ku berî vê bi 50 salan li Tuzluçayir a Enqere civîna koma destpêkê pêk anîn ti carî kêm nebû.

PKK mîrateyê şoreşên din dewr girt, ev li gorî rastiya Kurdistanê hûnand û pêşketinên bê hempa derxist holê. Ciwanên tevlî têkoşînê bûn bi vê kelecan û baweriya roja destpêkê gav avêtin. Bi vê biryardariyê kar meşandin, têkoşiyan û şer kirin. PKK bi vî rihê ciwantiyê têkoşîna xwe gihand sedsala 21’emîn. Li hemberî êrîşên pir alî, darbeyan, planên tasfiyeyê yên navnetewî li ber xwe da û ew kêmînên li pêşiya wê hatibûn danîn hilweşand. Gavên bi lez û pirr mezin avêtin û dîrokek nû nivîsand. 

Damezrênêrên PKK ciwan in 

Koma ku civîna destpêkê lidarxist bi biryardarî, zanîstî tevgeriya û berpirsyariyeke mezin hilgirt. Hêviya azadiyê mezin kir, rêxistin kir û di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya destpêkê ya damezrandina PKK pêk anî. Yên ku di vir de cîh girtin hemû şoreşgerên ciwan bûn û baweriya wan bi serketinê hebû. Di nav wan de jin jî hebûn û ji damezrênerên PKK Sakîne Cansiz (Sara) ku di vê civînê de cîh girt hîn 20 salî bû. Bi nêrîna xwesariya jinê tevlî vê civînê bûbû û di tevahiya jiyana xwe de nûnertiya vî rihê ciwantiyê yê PKK kir. Li hemû qadên têkoşînê li pêş bû, bawerî da jinan ku tevlî têkoşîna şoreşê bibin. Bi vî rihî li zindanê li ber xwe da, li çiyayên Kurdistanê şer kir, di nav civakê de xebat meşand û bû pêşenga gel. Ew têkoşîna ku weke “Her şerbû jiyana min” pênase dike di her kêliyê de bi vê felsefeyê hûnand.  

Jin û ciwan pêşengên şoreşê ne 

Lê Rêber Apo têgeha “ciwantiyê” weke qonaxeke fizîkî ya temenê însan nagire dest. Ciwantî, weke tegeheke sosyolojîk û felsefîk pênase dike. Ji ber vê yekê vê felsefeyê weke pêvajoyeke daîmî û taybetmendiya têkoşînê ku ranaweste, tim bi hêz e, bi lez gav diavêje, her tim pêş ve diçe û bi serketinan zindî dimîne bi nav dike. Bi hemû israra xwe hewl dide ku ev rih li gorî pêdiviyên demê û şoreşê xwe nûjen bike. Lewma tevgera azadiya gelê Kurd di meş, armanc, lêgerînên jiyanê û pîvanên xwe de her tim vî rihê ciwantiyê diparêze. Ji ber vê yekê jî ew peyva “Me ciwan dest pê kir û em ê bi ciwantî biserbixin” tenê dirûşmeyek ku gelê Kurd bixe tevgere, di çalakiyan de tê gotin, an li ser dîwaran tê nivîsandin nîne. Ev felsefê di hemû kar û xebatên şoreşê de bandora xwe nîşan dide û serketinên nû bi dest dixe. Bi berdelên giran û encamên girîng heta roja me ya îro di hemû kar û xebatên şoreşê de hebûna xwe dide der. Ev heqîqeteke ku di her şert û mercî de israra bilindkirina têkoşînê û avakirina jiyaneke nû tîne ziman. Çavkaniya vî rihî jî jin û ciwan in. Ji ber vê yekê Rêber Apo wan weke pêşengên şoreşê bi nav dike û weha dibêjê: “Civakeke ciwanên xwe wenda kiribe an berovajî vê ciwanên ku civaka xwe wenda kiribin mafê hebûna xwe wendakirine û xiyanet lê kirine. Ya piştî vê rizandin, belavbûn û tinebûn e.” 

Hêza jin û ciwanan bi ser xist 

Dema ku hêz û cewhera ciwantiyê bi nirxên jinê yên weke afirînêrî, çalakvanî, pêşengî, jîrbûn, zanînê gihaştin hev serketinên ku xeyalên ciwantiyê jî derbas kirin rû dan. Pêşengiya jinê ya di tevgera azadiya gelê Kurd de encamên bê hempa pêk anîn û hişt ku li gorî şoreşên din ev pêşketin qat bi qat zêde bibin. Ji ber ev rihê ciwantiyê bi hebûna jinê û pêşengiya wê re bû yek ji şoreşa civakî re bingehek danî. 

Ew hêviya azadiyê ku komeke ciwan li her derî belav kir paşê vejîna gelê Kurd, artêşa jinê û şoreşa jinê bi xwe re anî. PKK heta îro bi vê felsefe û tempoyê têkoşîna xwe meşand û her serketinek pêk anî bi gelê cîhanê re parve kir. Xwe weke “tevgereke mirovahiyê” pênase kir û hewl da ku her berhemên vê têkoşînê bi hemû mirovahiyê re parve bike. Ji ber di encama şoreşên cîhanê de rewşa jinê neguherîbû, ji bo azadiya jinê parvekirina van nirxan girîng bû. Berovajî şoreşên din, hebûna jinê ya di nav têkoşînê de cewhera îdeolojiya PKK ye û ev her tim derî li pêşketinên nû vedike. 

Jinên ciwan erkên mezin hilgirtin

Destpêkê vê îdeolojiyê bi xweseriya jin û artêşbûna jinê xist meriyetê û paşê weke çemekî hemû qadên jiyanê pê av da û ji nû ve şîn kir. Jin bi îdeolojiya rizgariya jinê ji şoreşa civakî re jî pêşengî kir û herdu şoreş bi hev re hatin avakirin. Ya hişt ev serketin pêk were hebûna jinê û ciwanan bû. Bi taybet jî jinên ciwan ji destpêkê heta roja me ya îro di hemû qonaxan de erk û berpirsyariyên mezin hilgirtin. Avakirina artêşbûna jin destpêkek nû bû. Ji karê herî zor dest pê kirin, bi keda hezaran şehîdan, bi destanên wan yên lehengiyê ev pêk anîn. Lewma artêşbûn, encamê hemû têkoşîna jinê ye. Ango têkoşîna jinan ya ji destpêka dîrokê ve di hemû qadan de hatiye meşandin di nav xwe de dihewîne. Xwedî derketin û ji nû ve zîndîkirina mîratê berxwedana jinê ye. Jin bi artêşbûn û rêxistinbûna xwe ya xweser nîşan da ku jin dikare şer bike, di hemû qadên jiyanê de cîh bigire, fermandarî bike û ji bo azadî û mafê xwe biparêze artêşek ava bike.

Têkoşîna herî dijwar

Jinên Kurd ku ji asta herî zehmet dest bi têkoşînê kirin bawerî bi serketinê anîn. Di artêşbûnê de israr kirin. Ew berxwedana ku di encama vê israrê de ji aliyê her yek ji wan ve hate dayîn mezin bû, kom bû, bandorê li civakê kir û pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê diyar kir. Jinên ku di nav artêşbûnê de cîh girtin, berî her tiştî têkoşîna herî dijwar li hemberî rastiya xwe meşandin. Diviyabû ew dûdilî û tirs û fikarên di nav xwe de derbas bikin, hêza xwe ya cewherî kifş bikin û ji xwe bawer bin. Dizanîbûn ku heta ew bi xwe qanix nebin nikarin têkoşîneke bi bandor bimeşînin. Tevî vê yekê li hemberî hişmendiya serdestiya mêr jî kêlî bi kêlî li ber xwe dan. Têkoşîna zayendî û çînayetî meşandin. Her serketina xwe bi civakê re par ve kirin, bûn çavkaniya jiyaneke nû. Xeyalên xwe pêk anîn û hêvî dan jinan. Bi vê yekê ew hişmendiya ku di artêşê de cîh nedida jinê hilweşandin. Cara yekem bi rengê jinê û ji bo azadiyê artêşek jin ava kirin. Ev bingeha şoreşa civakî danî û di hemû qadên jiyanê de bandora xwe nîşan da. Artêşa jin bi xwe re çandeke nû ya şoreşgerî, hişmendiyek nû ya dîrokê, azadiyê, jiyanê afirand. Hem bi ciwantî hem jî bi hêza xwe ya jinê ew erka ku ji roja destpêkê ve dabûn ser milên xwe bi serbilindî bi cîh anîn. 

Artêşa jin û ciwanan 

Îro jî gerîlayên ku li hemberî êrîşên dijmin bi vîneke pola li ber xwe didin û welatê xwe diparêzin jin û ciwan in. Li çiyayên Kurdistanê artêşeke ciwanan ku bi rihekî fedaî şer dike heye. Ew jî weke koma destpêke ya PKK bi berpirsyariyeke mezin ji qonaxeke din ya têkoşînê re pêşengî dikin, li ber xwe didin, hêviyê diçênin û jê serketinê kom dikin. Artêşa jin û ev têkoşîna bê hempa ya gerîla ji bo hemû jinên cîhanê hêza xwe parastinê ye. Ji bo azadiya hemû jinan şer dike û di hemû qadên jiyanê de têdikoşe. Jinên ku li kolanan dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz dikin serketinên vê têkoşînê nîşan didin. Ev bi awayekî berbiçav eşkere dike ku ev têkoşîna jin pêşengiya wê dike pêl bi pêl belav dibe, pêş dikeve û her roj xwe digihîne jin, ciwan û gelên din. Ya hebûna têkoşînê, berdewamî û ciwaniya wê mîsoger dike jî ev bi xwe ye.