Dewlet di bin kavilan de ma

- Roza METÎNA
519 views
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6 saet di 04.17’an de erdhejeke em dikarin wekî felaketa sedsalê pênase bikin pêk hat. Vê erdhejê bandoreke mezin li ser bajarên Mereş, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Kîlîs, Riha, Semsûr, Meletî, Hatayê kir. Dewleta ku tu tedbîr negirt, bi xwe di bin kavilan de ma û ji bo vêya veşêre jî kesên alîkarî dikirin, asteng kir. Tevî vê felaketê jî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê kurd dewam kir.

Kesên dewlet bi rê ve birin, êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê nesekinandin û bi ser de jî OHAL îlan kirin. Bi çapemeniya hawiz a di bin kontrola wan de jî heta ji dest hat xwestin vê rewşê rewa nîşan bidin. Îktidara AKP-MHP’ê ev karesata wekî “qeder” pênase kir û qet qala tedbîrên ku negirtiye, nekir! Dîsa wekî her carê fatûreya giran û mezin ji gel hat birîn. Serokomarê AKP’yî yê guh neda êş û qêrîna gel, li ber kamerayan ketibû tatêla şehkirina porê xwe. Cenazeyên li ser motosîklêtan hatin hilgirtin û ji aliyê guran ve hat xwarin qet ne li ser guhê wî bûn!

Hewldana guhertina demografyayê

Bi salan e di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê de kesên Tirkiye bi rê ve birine polîtîkayên koçberiyê li bajarên Kurdistanê kirine meriyetê. Di salên 90’î de gelek gundên kurdan hatin valakirin, şewitandin, îşkence li kurdan hat kirin û koçberî li ser wan hat ferzkirin. Hat xwestin kurd ji bîr û baweriya xwe, çand û hunera xwe dûr bikevin, asîmîle bibin. Bi erdheja di 6’ê Sibatê de pêk hat eşkere xuya kir ku vê sîstema bi salan e dijminatiya kurdan dike bi tedbîrên ku negirt û bi astengkirina alîkariyên ji bo mexdûran polîtîkayên koçberiyê dîsa xistiye meriyetê. Mexdûrên erdhejê terkî mirinê û qedera xwe hatin kirin. Bi vê yekê hewldana guhertina demografyayê jî derket pêş. Rayedarên dewletê di vê pêvajoyê de tenê bi dû berjewendiyên xwe ketine. Erdhejzede qet ne xema wan e. Jixwe ji wêne û dîmenên wan ên li qada erdhejê yên bi kêfxweşî dikenin ev rewş diyar dibe. Her wiha cihêkariyeke mezin jî di vê erdhejê de derket holê. Em bi mînakên şênber vê yekê rave bikin. Lê em vê yekê ji bîr nekin ev mînakana ne tenê du heb, gelek in. Li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku dozger û hevalê wî ji bin kavilan derxistin herêm terk kirin. Li Semsûrê jî welatiyan derbarê walî de wiha gotin:”Haya walitiyê ji rewşa gel tune ye. Walitî li navnîşanên ku nasên wî tê de ne lêgerînê dide destpêkirin! Bi rojane hîn nehatine li avahiyên hilweşiyane, nenêrîne.”

Rola medyaya alîgir

Wekî her carê vê carê jî medyaya alîgir ji bo kêmasî û qirêjiyên îktidara heyî veşêre li ser kar bû. Dewsa bibe deng û awaza mexdûrên erdhejê berovajî vê yekê dengê wan nebihîst. Yên xwestin dengê xwe bidin bihîstin jî hatin astengkirin. Mexdûrekî erdhejê dema derket ber kamerayê û got “Erdogan got AFAD çûye alîkariyê ka Erdogan?” dengê wî ji aliyê televizyona alîgiriya îktidarê dikir ve hat birîn. Ekîba rizgariyê ya ji Başûrê Kurdistanê hatibû jî ji aliyê Qenal D’yê ve wekî ku ji Katarê bin, hat nîşandan. Manîpîlasyon û veşartina rastiyan a ji civakê ya medyaya alîgir di erdheja 6’ê Sibatê de jî derket holê. Rojnamegerên ku li qadên erdhejê rastî radigihandin bi binçavkirin, girtin û gefxwarinê hat xwestin ji qadan dûr bikevin. Tenê destûra çapemeniya alîgir a li qadên erdhejê dihat dayin.

Ne felaket komkujî ye

Xebatkarên çapemeniya azad wekî qadên erdhejê heta niha ji her qadê hatine dûrxistin. Niha jî gelek jê di girtîgehan de ne. Lê belê têkoşîna xwe li vir jî didomînin. Rojnamegerên ji rastiya civakê re xizmetê dikin ji girtîgehê peyama xwe ragihandin û gotin ew li gel mexdûrên erdhejê ne. Rojnamegerên girtî yên li ser erdhejê peyama xwe bi rê kirin wiha gotin:”Ev ne felaket komkujî ye.” Di heman demê de ragihandin ku wan hewl dane ji bo kesên di bin bandora neyînî ya erdhejê de ne alîkariyê bidin hevdu lê belê ev yek ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ve hatiye astengkirin. Lê wan bi israra xwe ev astengî derbas kirine. Her wiha hinek komên xwestin li herêmên erdhejê provakasyon û aloziyê gur bikin jî hem welatî hem jî rojnameger kirin hedefa xwe û êrişî wan kirin. Li Hatayê komeke çekdar êrişî nûçegîhana TELE1 Hazal Guven û kameraman Umutcan Yituk kirin. Rojnameger bi wesayitekê ji cihê bûyerê dûr ketin. Hedefgirtina rojnamegeran hewldana binpaçkirina kêmasî û qirêjiyên sîstema heyî ye. Her wiha girtiyê bi navê Yaşar Savci yê di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dihat girtin, da zanîn ku di dema sewqirinê de îşkence li wan hatiye kirin. Heta ji ser hişê xwe ve biçin lêxistin jî li wan hatiye kirin.

Hîn li dû dengan e

Li welatê ku mafê erdhejzede, rojnameger, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan nayê parastin tenê derdê îktidarê girtina dengan e. Bi hezaran mirov niha di bin kavilan de ne lê belê îktidar li ser vê karesatê jî tenê hilbijartinê difikire. AKP’ê li Silopiyayê bi rêya PTT’ê ji ciwanên ku wê îsal cara yekem di hilbijartinan de deng bidin, zerfên ku navên ciwanan li ser, şandin û ji wan deng xwest. Ciwanan jî bertek nîşanî vê dan û wiha gotin: “AKP bila beriya her tiştî bi hewara mexdûrên erdhejê biçe.”

Sepana OHAL’ê

Îktidara heyî ya ku bi hewara erdhejzedeyan ve neçû xwest erdheja pêk hatiye veguherîne fersendê. Ji bo daxwaz û armancên di dilê xwe de pêk bîne OHAL îlan kir. Bi sepana OHAL’ê dixwaze civakê têxe binê kontrola xwe. Em dikarin bêjin ji bo têkçûyina hêza piştevaniyê jî ev wekî taktîkekê tê bikaranîn. Ev di heman demê de tê wateya binpaçkirina kêmasiyên AFAD’ê. Bi vê yekê naxwazin kes pirsa “Ka 9,3 milyar lîre baceyên erdhejê yên di 2022’yan de hatine komkirin?” bike. Di heman demê de jî tê gotin li herêma erdhejê ji 17 hezaran zêdetir girtî hene û girtî jî terkî qedera xwe û mirinê hatine kirin. Girtî ji ber nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin ev jî bandorê li ser derûniya wan dike. Hinek caran jî dibe ku bibe sedema travmayekê jî. Em dikarin bêjin ji bo dengê girtiyan neyê bihîstin jî sepana OHAL’ê di meriyetê de ye.

Polîtîkayên terbiyekirin û cezakirinê

Îktidara ku vê kaos û krîzê nikare bi rê ve bibe hîn xebatên lêgerînê yên di bin kavilan de bi dawî nebûbûn dest bi rakirina kavilan kir. Li hember vê yekê jî ekîbên biyan ên ji derve hatibûn bertek nîşan dan û bi lêv kirin ku ew nabin hevparên vê komkujiyê û gotin ew ê xwe paşde bikşînin. Kesên bertek nîşanî komkujî û kêmasiyên îktidarê dan jî bi awayên cuda hat xwestin bên cezakirin. Jina hemşîre di weşana zindî de ji ber kêmasiyan bertek nîşanî hukumetê da. Bi lezgînî derbarê wê de girtek hat girtin. Polîtîkayên terbiyekirin û cezakirinê bi ser mexdûriyeta erdhejzedeyan de jî di mertiyetê bûn. Welatiyên ku li herêmên erdhejê kîsên arvan û komirê bi hev dirûtin û hewl dan konan çêbikin û xwe di binî de bisitirînin vê carê jî bi van polîtîkayên hukumetê rû bi rû hatin hiştin.

Heqaret li mexdûran hat kirin

Îktidara AKP-MHP’ê ya di bin kavilan de ma ji bo vê yekê veşêre êrişî mexdûrên erdhejê kir. Serokomarê AKP’yî Tayyip Erdogan ê di roja sêyemîn a erdhejê de bi sedan parêzvan dabû dora xwe û çûbû Hatayê ji mexdûrên erdhejê re got “Bênamûs, bêşeref”. Serokomarê hemû alav û derfetên vî welatî ji bo xwe seferber dike bi ser de jî li ber kamereyan li pêşberî bi milyonan kesî, heqaret kir. Tenê bi heqaretê nema bi ser de jî alîkariyên ji bo erdhejzeyan hat astengkirin. Em çend mînakên vêya yên şênber bidin. HDP, Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê bi hevkariya sazî û dilxwazan, ji bo ji birînên gel re bibe derman li her bajarî maseya qeyranê û kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin. Lê belê îktidara heyî ji bo ev alîkarî bên astengkirin her tişt kir. Polîsan TIR’a alîkariyê ya ku HDP’a Mêrdînê ji bo mexdûrên erdhejê yên Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Rihayê desteser kirin. Polîsên ku TIR desteser kirin dan zanîn dê ji bilî alîkariyên AFAD’ê destûra tu alîkariyan nedin. Wekî vana em dikarin gelek mînakên astengkirina alîkariyan rêz bikin. Bi van polîtîkayên îktidarê karesata ku pêk hat veguherî komkujiyeke mezin.

Bandora erdhejê ya li ser zarokan

Zarok siberoja civakê ye û pêşketina zarokan vê siberojê bi teşe dike. Loma derûnî û tiştên li ser wan bandora xwe çêdikin gelekî giring in. Di erdheja pêk hat de herî zêde em dikarin bêjin zarok û jin êşiyan. Ger xizmetek baş ji bo zarokan di dema xwe de neyê dayin dibe ku bi derengî bikeve. Fona Alîkariya Lezgîn a ji bo Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniya da eşkere kir ku 4,6 milyon zarok ji erdheja li 10 herêman pêk hatiye, bi bandor bûne. Zarokên li herêmê malbatên wan jiyana xwe ji dest dane bi hinceta tenduristiya wan ne baş e dibin bajarên cuda. Ji axa xwe tên qutkirin. Bi vê yekê re rêya bişavtinê jî li wan vedibe. Ji bo siberojeke ronî pêdivî bi sîstemeke demokratîk, wekhev, hevpar û mafên zarokan diparêze, heye. Ne ji sîstemeke yekperest a ku dibêje;”Yek al, yek millet, yek dewlet!” Li gor daneyên dawî ji hezarî zêdetir zarok niha bê malbat mane û çarenûsa van zarokana ne diyar e. Metirsiya ku sîstema heyî wan zarokana li gor armancên xwe mezin bike û ji bo karên xwe yên ne baş di siberojê de wan bi kar bîne jî heye.

Feraseta tayinkirina qeyûm dewam kir

Feraseta tayinkirina qeyûm a bi destên îktidara AKP-MHP’ê di erdhejê de jî dewam kir. Li Bazarcixa navenda erdhejê qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê hat kirin. Leşkerên ku ji bo rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de seferber nebûn ji bo tayinkirina qeyûm ketin rêzê û alîkariyên ji bo erdhejzedeyan hatibûn komkirin jî hatin talankirin. Li dijî feraseta talankirinê û ya tayinkirina qeyûman dilxwazan û HDP’yiyan çong danenîn û alîkarî dîsa bi destên xwe gihandin herêmên erdhejê.

Talakirina xwezayê dewam kir

Bi salana talankirina xwezayê ya bi destên leşker, polîs û cerdevanên girêdayî dewletê dewam dike. Darên herêmên Kurdistanê tên birîn û daristan tên şewitandin. Li navçeya Hezroyê jî di bin navê “alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê” de bi derfetên şaredariya navçeyê cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Em ji vê yekê jî fam dikin ku sîstema heyî her aloziyê ji xwe re vediguherîne fersendê û di her fersendê de jî zirarê dide gelê kurd û xwezaya Kurdistanê.

Efûya îmarê

Bi efûya îmarê jî ewlehiya canê gelek kesî ket bin xetereyê. Bi destên AKP’ê di nava 21 salan de 11 efûyên îmarê hatine derxistin. Herî dawî di 2018’an de dîsa efûya îmarê derxistiye û bi vê yekê 6 milyon konut û avahiyan belgeya qeydê wergirtine. Li 10 bajarên erdhejê bandoreke mezin li wan kir 294 hezar û 165 avahî di çarçoveya efûya îmarê de ketine bin parastina qanûnî.

Ne mirov qaseyên pereyan hatin rizgarkirin

Li welatê ku em dijîn îktidarên heyî heta niha tu giringî nedane canê mirovan. Vê yekê jî bandora xwe li ser gelek tiştî kiriye. Di erdhejê de jî ne mirov qaseyên pereyan hatin rizgarkirin. Li Kuçeya Pinarbaşi ya navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê dema ku 12 kes di bin kavilan de mabûn û li hêviya rizgarkirinê bûn bi vîncê berê qaseya Qursa Kuranê ya Hicretê hat derxistin. Her wiha dildareke AFAD’ê ya ku nexwestibû navê xwe bide di roportajeke dabû JINNEWS’ê de diyar kir ku li Amedê beriya ku mirovên di bin kavilan de bên derxistin, ji bo rizgarkirina qaseya banqeyekê hewleke mezin hatiye dayin.

Definkirina bi komî

Yek ji dîmenên herî zêde bandor li ser rih û binhişiya mirov kir dîmenên definkirina bi komî ya cenazeyên kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dabûn bû. Ev jî nîşan dide ku rêza li hemberî mirovan ketiye çi astê. Li hemberî vê yekê 45 sazî û dezgehên di nav de rêxistinên tenduristiyê, mafên mirovan û hiqûqê hene diyar kirin ku qurbaniyên herêmên erdhejê divê li gorî kevneşopî û rêzgirtina civakê werin definkirin. Dîsa Dayikên Şemiyê jî di çalakiya xwe ya hefteya 934’an de têkildarî mijarê ev tişt gotin: ”Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin.”

Dewlet di bin kavilan de ma

Me careke din jî di vê erdhejê de dît ku ya girîng hevgirtina gelan a ji dil e. Li dijî komên faşîst ên xwestin provakasyonê çêbikin, li dijî bicihkirina cerdevan, leşker û hêzên paramîlîter ên li herêmên erdhejê, li dijî kesên sûcê nefretê dikin, li dijî sepana OHAL’ê, li dijî hewldana guhertina demografiyê, dîmenên îşkenceyê, cenazeyên ji aliyê guran ve hatin xwarin û dîmenên hilgirtina cenazeyên bi motosîkletan pêdivî ji hêzeke xurt û hevpar a gelên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê heye. Li dijî feraseta dewleta ku di bin kavialan de ma, dem dema xwedîderketina li hev e.