Serxwebûn pêwistiyeke lezgîn e

- Newaya Jin
165 views
Seroka Rêxistina Çanda Jin û Zarokan, her wiha rojnamevana ji parêzgeha Zîqar ya Başûrê Iraqê Mûna El Hîlalî derbarê rewşa jinan a li Iraqê de bersiv da pirsên me. Mûna El Hîlalî bibîr dixe ku karê wê yê sereke berevaniya mafên jinan û herwiha parastina mafên mirovan bi giştî ye. Aktivîsta jin dibêje “Xebata me ya herî dawî ew bû ku em bikarin parastinê di nava zagona malbatê de bi cih bikin. Em niha bi rayedarên herêmî, çalakvan û rêxistinên civakî re dixebitin”.

Mûna El Hîlalî, anî ziman ew ji ezmûnên jinên Kurd sûd werdigirin û da zanîn jinên Kurd di warê siyasî û mafên jinan de pêşeng in.  Mûna El Hîlalî her wiha anî ziman mafên siyasî yên jinên Iraqê nîne û got serxwebûn ji bo jinan pêwistiyeke lezgîn e. Berfirehiya nirxandinên aktivîsta mafên jinan hûn dikarin di hevpeyvînê de bibînin.

Birêz Mûna El Hîlalî, kuştina jinan Li Iraqê û gelemperiya cîhanê didome. Hûn sedemên qirkirina jinan çawa dinirxînin?
Sedemên sereke yên dibin sedema qirkirina jinan li gorî min ev e; jin her tim dibin qurbaniyên nakokiyên paşverûtî û eşîrtî yên heyî. Di van pevçûnan de çi li ser asta herêmî û çi di qada navneteweyî de jin her tim winda dikin. Di encama van pevçûnan li parêzgehan, gundan, li her deverê, her wiha di nava eşîran de ya ku winda dike jin e.

Derbarê qirkirina 3’ê Tebaxê ya li Şingalê de ku herî zêde jin bûn qurbanî, nirxandina we çiye?
Bêguman ji roja yekê ve, dema me nûçeya jenosîda Êzîdiyan bihîst, me xemgîniya xwişk û birayên xwe yên Êzîdî parve kir. Ew beşeke ji gelê Iraqê ne, beşeke bingehîn in. Xwişk û birayên me ne. Îmamê Elî dibêje: “Eger em di ol de nebin xuşk û bira, lê di warê mirovî de xuşk û biratî heye”. Em li gel wan bûn û me piştgirî da wan. Bi rêya platformên navdewletî,  herêmî û di heman demê her çalakî, komxebat û karên em beşdarî wan dibûn de, me ev mijara wan bibîr tanî. Me weke rojnamevan daxwaz kir ku jinên Êzîdî mafên xwe zêdetir di warê maddî, derûnî û ma’newî de bidest bixin. Mîna belgeyan berhevkirina van mijaran jî gelekî pêwîst e û em bi dil û can bi wan re ne.

Gelo li Îraqê ji bo rawestandina tundiya li ser jinan çi qanûn hene? Di heman demê de çalakî û kampanyayên li dijî tundiya li ser jinan di çi astî de pêktên?
Bêguman, du aliyên yasaya Îraqê hene: Ya yekem yasaya derbarê rewşa kesan de ye. Yasaya duyem jî ew yasaye ku dikeve çerçoveya cezayan. Hin qanûn cudaxwaz in. Helbet em jî ji van yasayan zerarê dibînin û em bang li wan dikin ku ji bo bi dawîkirina tundiya li ser jinan qanûnên din jî derxînin. Her wisa ji bo pêkanîna Yasaya Parastina Mafên Malbatê jî.

Hûn li Iraqê rewşa rêxistinên jinan, bi taybetî di warê daxwaza azadiya jinan û bidestxistina mafên jinan de çawa dinirxînin? Mirov dikare bêje kombûnek heye, an dijberî wê belavbûn heye?
Helbet xebatên jinên Îraqê di asta tevgerên femînîst de xweş û bi hêz in. Ji sala 2003’an ve ew bi berfirehî dixebitin. Carnan karna dikin ku bi hev ve girêdayî ne. Eger pirsgirêkek neteweyî hebe û ji bo pejirandinê pêwistî bi sekna hevbeş û li kêleka hev hebe, bê dudilî dikin. Di heman demê de hinek jin ji bo çareserkirina hin pirsgirêkan wekî takekes jî dixebitin. Hin tor û rêxistinên jinan hene ku li ser hin pirsgirêkên jinan kampanyayan dimeşînin. Em jî weke jinên Îraqê, di wê baweriyê de ne wê di warê zagonsaziyê de çend mijar û destkeftên taybet bêne cêbecêkirin. Bi taybetî wekî dayîna mafê dayiktiyê. Her wiha di nav de yasaya bazirganiya mirovan û gelek yasayên ku girêdayî jinên Îraqê jî hene.

Jinên Kurd xwedî fikir û projeyên têkildarî azadî û têkoşîna jinê ne. Hûn jinên Îraqê vê yekê çawa dinirxînin? Bi taybetî jî jinên Kurd projeya Konfederalîzma Demokratîk ji bo jinên herêmê, cîhanê û yekîtiya hemû jinên cîhanê pêşkêş dikin. Nirxandina we di vê mijarê de çi ye?
Bêguman em ji ezmûnên jinên Kurd sûd werdigirin. Ji ber ku ew di warê siyasî û mafên jinan de pêşeng in û yasayên ku li Kurdistanê hene ji navendê, an go ji yên li Bexdayê mezintir in. Em bi tecrubeya Kurdan re mijûl dibin û her tim çalakiyên me bi hev re hene. Em ji tevger û têkoşîna wan fêr dibin û jê sûd werdigirin. Welat jî ji tevgerên navneteweyî sûd werdigirin. Wekî mînak Îraq yekem welat e li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku plansaziya awartebûna qanûna 325 heye û weke pêşengê tevgerên femînîst tê dîtin û amade ye ji bo pevguhertina ezmûnên femînîstî, çi li ser asta herêma Kurdistanê û çi li ser asta navdewletî.
Ji vî alî ve jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Federalîzma Demokratîk û yekîtiya hemû jinan qebûl dikin. Di nava jinên têkoşer de ne ku herî zêde bi têgînên azadiya jinê re têkildar in. Em li vê derê, li Iraqê di serî de ji bo bidestxistina edaletê mafên jinan dixwazin. Mafên me yên siyasî tine ne, em dixwazin mafên siyasî jî hebin. Serxwebûn ji bo jinan pêwistiyeke lezgîn e. Ev her wiha serxwebûna civakî û aborî ye. Ji ber azadiya jinê ramanên azad pêş dixe.

Hûn dikarin hinekê behsa xebat û projeyên xwe yên têkildarî têkoşîna azadiya jinan bikin?
Tor û tevnên me yên hevbeş hene; çi herêmî û çi navxweyî. Heta bi Herêma Kurdistanê re jî hene. Peywendiya me berdewam e. Em bûne aboneyê van toran û ev xebatên me heta niha jî berdewam dikin.

Hêja Mûna El Hîlalî wekî rojnameya Newaya Jin ji bo nirxandina we em spas dikin. Hêviya berdewama xebat û têkoşîna we ya ji bo azadiya jinan dikin. Her serkeftî bin.

*Di wergerê de jibo piştgiriya Nergîz Îsmaîl  em spas dikin