Di nava siran de yên ku sirê wan hene Jinên Elewî

- Site varsayılanı
585 views

gulfer akkaya 2Di pirtûka femînîst, aktîvîst û nivîskar Gulfer Akkaya ya bi navê; “Di nava siran de yên ku sirê wan hene- Jinên Elewî” de, Elewîtiyê ji çavên jinan vedibêje û armanca wê ewe ku jinên Elewî dîdar bihêle.

Akkaya ya ku bi xwe Alewiye, lê belê ferq kiriye ku tevahî zanistên wê yên di derbarê çanda Elewîtiyê de, vegotinên diya wê ne bi vê gotinê ve destpêdike; “Jin, bingehê baweriya Elewîtiyê bû û elewî jî wekî çemekî ku li ser vê bingehê diherikî. Jinên Elewî, veguhestên xwezayî yên Elewîtiyê ne, ew fêrkerên nifşên nû bûn…”

Nivîskar di beşa berpêş a pirtûka xwe de, wiha dibêje, “Ev agahiyek bû û bi bêdengî li ser vê agahiya mezin dihat nuxumandin. Ev rola jinan a jiyanî ya ku ji aliyê civaka elewî  ve ji nedîtî ve dihat dîtin,  ne mumkune ji ber negirîngiya rola jin be. Bê nirxkirina vê jî, çavkaniya xwe ji ber  ên ev rol hilgirtibûn ser milê xwe jinbûne… Tişta bê nirx ne tişta ku hatibû ragihandin bû, yên ku ev ragihandibûn. Dengbirrîna civaka Elewî, bêdengiya jinan a di derbarê xwe de bû, ne ji ber tişta ku kirine. Zilam, ji veguhestina jinan a ji Elewîtiyê re dilxweşbûn, lê dibêjin; “Tenê bila xuya nekin temame.”

Îlkay akkaya ya ku dide diyar kirin ku tevahî xebat û çavkaniyên lêkolînê yên girêdayî Elewîtiyê pir zayendpersetin, wiha şîrovên xwe dike; “Hema hema her tişt, ango ziman, şêwaz, rêbaz, perspektîf bi temamî zilaman derdixe pêş, wan bilind dike, hema hema ev wiha li her derê hatî nivîsandin. Jin tê de nînbûne…”

Akkaya hevdîtina xwe ya bi 13 jinên Elewî re li ser sê xalan pêk anî. Akkaya ya ku di xala yekem de ji çavê jinên Elewî li doktrîna Elewîtiyê guhdar dike, piştre xwest ku jinên Elewî xwe û malbatên xwe vebêjin. Wek dawî jî rewşa jinên Elewî ya di nava saziyên Elewî de pirsyar kir.

Di beşa berpêş de şîroveyên nivîskar ên di derbarê jinên Elewî de wiha ne; “Gotina bi nav û deng a ku dibêje ‘Elewî hene lê Elewîtî nîne’ ger em bi meyzandinek din bigrin dest, em dikarin bêjin ku ‘Zilamên Elewî hene lê jinên Elewî nînin’. Ya rastîn ên ku Elewîtî hildane û heya roja îro anîne jinin. Ger hun fêrker û hilberînerên Elewîtiyê tune bikin, hunê elewîtiyê tune bikin. Ger hun hilberîner û rêvebirên Elewîtiyê tune bikin, hunê Elewîtiyê bi xwe tune bikin.

Pir girînge ku divê jinên Elewî hem di nava civaka Elewî de hem jî di nava giştî polîtîka de, wek kirdeyek (özne) siyasî cihê xwe yê hatî îhmal kirin bigre. Jinên ku hem ji ber cinsiyeta xwe hem jî ji ber ku Elewî ne ji derveyî civakê hatine dîtin, hatine binpêkirin û bêdeng kirin, di serî de jin bi xwe, êdî dem dema ku bi cinsê xwe re di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe yê ku heq kiriye bigre.”