Çavên gerîla

- Gulan Avrel
603 views

Carna bêje dinav leystokan de xwe di veşêre, weke ku ji pir tiştan şerm dike. Ya jî ji bo ku dinava hevokan de tîp û tazî ne mîne, xwe tavêje hemêza çav de. Ji ber dizane ku herê baş wê çav û dilê mirov bikaribe vegotina wê bike. Carna jî xwe dinava tebesumekî de vedişê re. Dixwaze hevok li bey bikeve û wê bibîne. Lê pir cara hevok nikare wê peyvê bi bîne. Ew dem jî hevok bê peyv tîp û tazî di mîne.Leystokek wisane ku mirov nikare bi nav bike. Ji ber ku carna mirov bi xwe jî li pey bêje û hevokan dikeve. Li pey ketina wê ji bo ku herikandina dil, ruh, hest û bi taybet jî di çavên wê de tê jiyan kirin bi nav bike û bikari be pênaseya wê bike.

Gelo hûn ti carî dinava deryayên çavande fetisîne? Ya jî we qet dinava bibîkên çavan de xwe li ser lutkeyan dîtiye? Dema peyv û hevok xilas dibin ew dem çav peyv û hevokan rêz dike. Gelo hûn qet di çavan de hestên ku qandî çiya hatine rêz kirin di bînin? Çavên ku dinava xwede hêvî û baweriya jiyanê di hewîne. Belê ne bêje ne jî hevok nikare vegotina wan çavan bike. Ji ber ku ew çav dinava xwe de tevahî bêje û hevokan di hewîne. Ji xwe bêje jî û hevok jî nikare pênaseya ew çavên ku her tiştê dinava xwe de di hewîne bike. Ji bo wê bêje jî hevok jî her tim ji deryayên çav di reve. Ji ber ku di tirse ku dinava wê de bi fetisin.

Dinava deryayên çav de jiyanek bê dawî, pîr û pak tê jiyan kirin. Gelo her kes di çavên xwe de vegotina xwe dike? Ya jî çav vegotina mirovan dike? Çavên ku di nava xwe de pak bûyîn û xweşik bûyîna zarokan di hewîne. Ew zarokên ku naxwazin ji xweya şîrîn şiyar bibin. Dema mirov çavên gerîlayan meyze dike, pirsa yekemîn yê ku di serî mirovan de derbas dibe, “gelo çima çavên gerîla ewqasî pakin, çima dinava xwe de çirûsk di hewînin. Her wiha çavên gerîlayan di biriqin”? Pir cara zimanê gerîla na axive, çavên wan di axive. Dema di axive jî, li hember zimanê çavên wan tu hêz nikare xwe bigre. Ewqasî tûjê. Ji ber ku gerîla di çavên xwe de tiştên ku bêje û hevok nikare vegotina wan bike di hewîne. Ji ber çavên gerîla di be çavên zarokên pêşerojê. Çavên gerîla dîmen û wêneyên jiyanê ne. Ew dîmen û wêne dinava xwe de pir tiştan di hewîne.

Carna wêneyek dinava xwe de pirtûkan di hewîne. Dîmenek jî di be rastiya jiyanê. Jiyana ku dinava hemêza xwe de vegotina her gerîlayek dike. Çavên gerîla her tim di be hevokên ku xwe bi wate di xemlîne. Dema mirov çavên gerîla meyze dike, di kêliyekî de xwe dinava wê de di bîne. Di çavên gerîla de hêvî û baweriyên bê dawî xwe domdarî dike. Ji ber çavên gerîla dibe deryayê evînî yê. Ew evîna ku li hember welatê xwe, gelê xwe, dîroka xwe, jiyanê û pêşerojê jiyan dike. Ango çavên gerîla dibe çavên dil û ruhê wê. Di vê wêneyê de ew tebesum weke ku bi bêje ez bi tebesume kî, bibim hezar rûyên bi ken. Çîrûskên çavên xwe de jî hêviyên pêşerojê di hewînim. Ka hûn ji xwe pirs bikin çima çavên ev gerilayê jin dinava xwe de çirûskan di hewîne.

Dema dil û ruhê mirovan ji qirêjiyê pak bibe, li ser tevahî bedenê mirovan bandorê xwe dide çêkirin. Ji bo vê jî di bibîkên çavên gerîla de ew pîr û pak bûyîn di asta herê jor de tê dayîn. Hûn dikarin bê dudilî çavê mirovan meyze bikin? Belê bê dudilî mirov dikare pir rehet çavên gerîla meyze bike. Ji ber çavên wê dinava xwe de xweşik bûyîna mirovahî yê rêz dike. Dinava wê rêz bûyînê de her kes dikare xwe tê de bi bîne. Çavên herê xweş ewe ku; dinava xwe de wate, zanist û heskirinê di hewîne. Çavên ku ronahî ya xwe bi hest û ramanên mirovahî yê digre. Yên ku bi ronahî ya xwe derdorê xwe ronahî dike. Çavên xweşik ronahî û xweşik bûyînê belavê derdorê xwe dikin. Çavên gerîla jî wisane. Ji ber ku çavkaniya wan ronahî ya fikir, raman, hest û birdoziya Serokatî yê. Ew raman û fikrê ku tevahî dilên qirêş pak dike. Ew dem jî çav dibe çavên dilê pak. Di çavên gerîla de mirov pir rehet dikare dil û ruhê wan bi xwîne. Weke çawa ku dema mirov diçe li ser avekî û lê meyze dike ew av ewqasî pak û zelale ku mirov hûndirê avê û dinava avê de çi heye pir rehet di bîne.

Erê çavên gerîla jî weke ew avên zelal û pakin. Belê ji bo vê yekê ye ku gerîla pir rehet dikare çavên bibîkên her kesê meyze bike.

Dema mirov gerîla meyze dike û di bêje gelo ma mirovên herê bedew bûne gerîla. Raste gerîla mirovên bedewin. Dil, ruh û mejiyên xwe ji gemariyê pak dikin ji bo wê jî bedew di bin. Ango PKK mirovan bedew, xweşîk û dilpak dike. Ev dilpak bûyîna gerîla di çavên wan de xwe dide dest. Pir cara jî di raman û fikrên wan de xwe di de pêş.