Jin reşnivîsa ‘Destûra bingehîn a Sûrî ya nû’ qebûl nakin

- Nûjıyan Adar
298 views
Ji serê sala borî, heta ji meha dawiya sala borî ve herêm bû dika pêşketinên giring ku Sûrî di navendê de ye. Ev rewş niha jî dewam dike. Ji dema ku rêveberî di sêniya zêrîn de dan destê HTŞ’ê û li Şamê hukûmetek demkî hat avakirin, 3 meh derbasbûn. Di vê demê de gelek tiştên ji bo jinan fikar û metirsiyê zêde dikin pêk hatin.

Kesê kujerê jinan kirin wezîrê dadê, navê Zenûbya ji pirtûkan hat derxistin. Ev tenê nimûne ne. Wiha polîtîkayên cinsiyetperest, dînperest û dijminê jinan xistin dewrê. Meha borî di komkujiya Elewiyan de dîsa zirar û ziyana herî zêde giha jinan. Hem reşnivîsa destûra bingehîn, hem jî desteya hatî eşkerekirin bi heman zêhniyetê şekîl girt. Bakur-Rojhilatê Sûrî jî bi giştî li herêmê û bi taybetî li dijî xeta HTŞ ya zilamê serdes, dînperest û milliyetperest xeta alternatîv e. Herî dawî 23’ê Adarê li Rojava 1. Konferansa Jinên Kurd pêk hat. Di vê konferansê de li dijî pêkanînên gefan li azadiya jinê dixwin sekin û helwestek giring derket holê. Her wiha ji bo di eniya jinan de Yekîtiya Netewî ya Kurd pêk were, di konferansê de biryarên giring hatin girtin. Em bi endama koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalîd re li ser pêşketinên li herêmê û biryarên kongeransê axivîn.

Piştî hilweşîna rejîma Baas, piştî ku li Şamê HTŞ bû desthilat ji bo jinan tabloyek çawa derket holê?
Bi hilweşandina rêjîma Baas ya dîktator re, ji bo gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybet ji bo jin rewşek nû derket holê. Rojên pêşî ji ber hilweşîna rejîmê gel kêfxweş bû, gel bi hêvî bû ku wê jiyana wan were guhertin û ber bi başiyê ve biçe. Lê belê hatina rêveberiya HTŞ‘ê li ser desthiladariya Şamê, metirsiyek mezin bi xwe re anî. Ev rêveberî xwedî hişmendiyek qalib e û di çarçoveyeke olî ya radîkal de tevdigere. Bi teybet ji bo jinan metirsiyek pir mezin derket holê. Dema ev rêveberî bû desthilat li Sûrî xwest ku jin vegerin mîna jina beriya sed salan. HTŞ’ê bi hişmendiya xwe ya olperest di dîroka xwe ya qirêj de gelek jinên pêşeng qetil kirin û gelek jin revandin. Niha bi fikrê xwe yê yek alî dixwaze Sûrî bi rêve bibe. Dema vê rêveberiyê Sûrî xist bin kontrola xwe, li cem gelê Sûrî bi giştî nerazîbûnek çêkir. Ji ber ku kesên di nava rêveberiyê de cihê xwe girtin nikarin Sûriyeyek pirreng biparêzin. Her wiha ji ber gelek sedemên din nayên qebûlkirin. Di heman demê de di milê perwerdeyê de, di serî de li dijî jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine û bûne pêşeng biryar girtin. Bi hişmendiya xwe ya qirêj navê lehengên jin ji pirtukên dîrokê derxistin. Diyare ku ev rêveberî wê ti carî demokrasiyê û azadiya jinê qebûl nekin û her dem wê daxwaza wan tinekirina mafê jinê be û hişmendiya mêr bidin pêş. Ev rêbaz hemû jî tabloyekî pir xeter ji bo Sûriyeyê nîşan dide. Jinan jî ji roja pêşî ve ev yek qebûl nekir û di heman demê de nerazîbûna xwe ji vê rêveberiyê re ragihand.

Reşnivîsa destûra bingehîn jî bi heman zêhniyetê hat amadekirin. Dîsa di desteyê de ne nûnerên jinan ne jî yên gelan cih nagirin. Wekî Kongra Star li dijî vê nerazîbûna we çêbû? Divê destûra bingehîn çawa be? Eger em bend bi bend nerazîbûn û pêşniyarên we bipirsin hûn dikarin çawa rêz bikin?
Di nava van geşedanan de ya herî balkêş bêguman reşnivîsa Destûra Bingehîn ya Sûrî bû. Ev reşnivîs bi destê zilaman û bi hişmendiya zilaman hat nivîsandin. Rastî jî ev destûr xwedî xeteriyek pir mezin e ji bo Sûrî bi giştî. Ev reşnivîs ne dûrî destûra rêjîma Baas ya dîktator e, heta ji wê destûrê xirabtir jî hatiye nivîsîn. HTŞ’ê her tişt navendî girtiye dest, dixwaze bi yek ol, yek netew, yek al û yek hişmendiyê Sûrî ava bike. Xeteriya vê reşnivîsê herî zêde li ser pêşroja jina ye. Ev reşnivîs ti mafên jinan nahewîne. Piştî ew qas salên têkoşîn û berxwedanê bi taybet Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî qewimî, jinan rolek pir mezin list û bûn pêşengên vê şoreşê. Li ser vî esasî jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hêvî bûn ku destûrek demokratîk û wekheviya di navbera jin û mêran de dihewîne were nivîsandin. Mixabin destûrek ku ne mafê jinan û ne keda jinan tîne ser ziman hat nivîsandin. Ev yek ti car ji aliyê jinan ve nayê qebûl kirin. Ji ber vê hişmendiya yekalî ya HTŞ’ê bi demê re wê pirsgirêk hîn kûrtir bibin û ti carî wê çareseriyê bi xwe re neyîne. Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî jî diyar dikin heta mafên gelan hemû neyê parastin, em vê destûrê qebûl nakin. 14 sal e şoreşek pêk tê û hîn jî dewam dike. Ji bo parastina destketiyên vê şoreşê jî em vê siyasetê napejirînin. Em herdem amade ne ku xwedî li mafên her pêkhateyeke li herêmê derkevin û bi taybetî ji bo parastina destketiyên jinan em ê têbikoş in. Hêviya me herdem avakirina Sûriyeyek demokratîk e.

Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûrî li dijî avahiyên netew-dewletê diparêzin, yekperest û cinsiyetperest bû modela civaka demokratîk. Di vê qonaxa nû ya Sûrî de hûn ê rêbazeke têkoşînê ya çawa bişopînin?
Ji destpêka Şoreşê heya îro me ji bo hemû gelan li ber xwe da. Me li Bakur-Rojhilatê Sûrî li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk pergala xwe ava kir. Ev proje bû parçeyek ji rihê me, bû bingeha berxwedana me. Em dixwazin vê pergalê belavî tevahî Sûrî bikin û Sûriyeyek li ser bingehê Netewa Demokratîk ava bikin. Ev ne tenê ji bo gelekê, ji bo parastina mafê gelan hemûyî ye. Her wiha divê Sûrî bi fikra jina azad were rêvebirin. Bi rewşa niha, bêy naskirina mafên jinan ên azadiyû ne pêkan e Sûriyeyek azad û demokratîk were avakirin û bi pêş bikeve. Ev Sûriye dê her dem bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Em di vî warî de ji bo guhertina rewşa heyî têkoşîna xwe didomînin, em ê berdewam bin heta bi ser bikevin.
Ji ber em dibîninin di Destûra Sûriyeyêya niha hatî amadekirin de mafê ti pêkhatiyan nehatiye parastin û bi taybetî jî mafên jinan. Ev rêveberiya hatî ragihandin jî ti mafê jinan neparast û pêkhateyên di Sûriyeyê de esas nagire. Di vê rêveberiyê de tenê jinek cihê xwe girtiye, ew jî bi hişmendiya zilamê serdest cihê xwe girtiye. Belê wek rêxistina Kongira Star em vê yekê qebûl nakin û li hember vê berxwedana me berdewam e. Berxwedana jinan bi serê xwe şoreşek bû û kes wê nikaribe vîna jina azad têk bibe. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îro jin cihê xwe di her qada civakê de digire û her wiha pergala hevserokatiyê pêş xistiye. Jin di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwedî maf û mekanîzmayên biryarê ye. Bi derketina vê reşnivîsa ne-demokratîk neqebûlkirinek ciddî li cem jinan çêbû. Pêwist e mafê jinan ne tenê bi nivîskî, her wiha divê ev maf di her qada jiyanê de pêk bên û sîstema hevserokatiyê di her qadê Sûriyeyê de bikeve pratîkê. Gava yekemîn ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk ev e. Divê jin hem di warê naverokê hem jî di warê hêjmarî de di her qadê de hebin û li hemberî vê pergalê bisekinin. Wek tê zanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser heye. Berî ketina rêjîma Baas jî gelek hewlidanên me hebûn ku em vê pergalê, yanî pergala li Rêveberiya Xweser heya Şamê pêk bînin. Me xwest ku pergalek ne navendî li Sûriyeyê ava bikin. Her wiha pêwist e ku îradeya her bajarekî were parastin û gel bikarin jiyanek azad bijîn. Armanca me ew e ku pergala me ya Rêveberiya Xweser li tevahî bajarên Sûriyeyê were belavkirin.

Berî demekê we konferansa jinan pêk anî. Ku em ji dema şoreşa Rojava heta niha dema borî û rewşa şer jî li ber çavan bigirin, li Rojava rêxistiniya jinan û bi sazîbûna wan di çi astî de ye, hûn gihan armancên xwe? Dema bê armancên we çine?
Dema Şoreşa Rojava hat destpêkirin û jina Kurd pêşengî kir, gelek destketî bi dest xistin. Eger îro di navbera pêkhateyan û gelan de hevgirtinek heye, pêşenga vê jin bû. Jina Kurd di navbera tevahî jinan û gelan de hev fêmkirinek çêkir. Her wiha hişt ku jin di qada siyasî, aborî, civakî û perwerdehiyê de cih bigire. Di heman demê jin ji bindestiya zilamê serdest roj bi roj zêdetir azad dibe. Jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi felsefeyek azad birêxstin kir. Lê belê tim pêdiviyek zêdetir hebû. Ew jî ew bû ku jinên kurd hevgirtinekê çêbikin. Bi vê armancê jinên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê bi hêz û îradeya xwe konferansek li dar xistin.

Pişti Konferansê we banga kombûna Konferansa Jinan a Netewî kir. Hûn li ser vê dixwazin çi bêjin?
Hewldan û daxwaza me ew e, konferansek jinan ya wiha di asta Kurdistanê de bê lidarxistin. Piştî konferansa jinên Kurd li Rojava, pêwistî bi konfransek netewî ya jinên Kurdistanê heye. Wê bi vê konfransê gelek gavên nû werin avêtin. Lewma em jin xwe ji bo gavên wiha hîn mezintir amade dikin.

Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê’’, 23’ê Adarê li bajarê Qamişlo yê Rojava hat lidarxistin. Konferans bi banga “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” û bi tevlîbûna 300 jinan pêk hat. Di encanmaneya konferansê de 12 xalan cih girt.
1-Konferans bangewazî li tevahî hêz, rêxistin, partî û kesayetên siyasî yên Kurd dike ku di vê pêvajoya girîng a em nêzî azadiyê bûne de bilez Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku hêvî û daxwaza hemû civak û jinên Kurd e, lidar bixin.

2-Konferans bang li rêxistinên jin ên her çar beşên Kurdistanê dike ku 3. Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê lidar bixin. Ji bo lidarxistina vê Kongreyê, wana vedixwîne Rojavayê Kurdistanê.

3-Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan ji bo çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê ku xwediyê girîngiyek mezin û dîrokî ye, Konferansa me ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya tevahî hêzên Kurd li Sûriyê beşdar bibin, jinên Kurd jî bi rola xwe ya pêşeng û çalak tê de cih bigirin, bang li tevahî hêzên siyasî yên Kurd ên pêwendîdar dike.

4-Konferansa me, destûra demkî ya Şamê red dike û hikûmeta demkî ya Şamê vedixwîne ku li gorî Biryara Navnetewî 2254’ê ku daxwazeke giştî ya civakê û jinan e, tevbigere.

5- Avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirrengî hem armanca sereke ya hemû pêkhateyên Sûriyê ye, hem jî garantîkirina mafên jinê ye. Konferans tekez dike ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûriyê modela herî guncav e.

6-Konferans tekez dike ku beşdarbûna jinan di hemû pêvajoyên diyalogê yên Sûriyê de, ji bo avakirina Sûriya Demokratîk divê ne kêmî ji %50 be.

7-Konferans tekez dike ku bendên ji bo mafên jin di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bicihkirin, ji bo destûra nû ya Sûriyê jî esas bên girtin.

8-Xebata hevbeş bi hemû jinên ji pêkhateyên Sûriyê re û pêşxistina îtifaqên demokratîk ji bo parastina mafên jin û garantîkirina wê di destûra nû ya Sûriyê de.

9-Konferans tekez dike ku xwe parastina rewa ji bo hemû jinan hem erk e, hem jî mafekî rewa ye.

10-Hemû jinên Kurd bi rêya rêxistinên xwe di têkoşîna li hemberî hemû cureyên şîdetê û qirkirina jinan li Sûriyê de rolek pêşeng bilîzin, piştgirî û alîkariya pêwîst bidin û ezmûnên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên hemû herêmên Sûriyê re parve bikin.

11-Konferans tekez dike ku pêwîst e di hemû qadên siyasî, aborî, rêvebertiyê û hwd. de perwerdekirin û pêşxistina jinan berdewam bike.

12-Konferans tekez dike ku ji bo hemû penaberên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Şehba û herêmên din, bi ewlehî û bi xwestek vegerin warên xwe, divê hewldan û xebatên pêwîst bên meşandin. Her wisa hemû kesên ji ber dagirkerî û binpêkirina mafan mexdûr bûne, divê bi edalet bên tazmînkirin.