Di 10’ê Tîrmeha 2025’an de Peymangeha Bilind a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn li Rojavayê Kurdistanê, sala xwe ya yekem li dû xwe hişt. Saleke têr û tijî bû bi perwerde, gotubêj û berhemên hunerî ku xwe disipêrin dîrokeke resen a civak û erdnîgariya Kurdistanê.
Dîroka em behsa wê dikin a ku di kevana bi bereket de pêşketiye û li temamê cîhanê berbelav bûye, xwe spartiye zanistvaniya jinê ku bi hêza raman û lêkolînên wê bişkiviye. Bi gotineke din xweza, feza, tenduristî, mirov, jiyan û çand meramên jinê yên herî sotîner bûn ku ew vekola ne. Her wiha bi zanistvaniyeke pispor ew pênase kirine. Di roja me de jî em bi felsefeyeke kûr li van mijaran vedigerin û wateya wan şîrove dikin. Xala yekê ya kok jî dayik e. Wê gotiye û nav lê kiriye. PEYMANGEHA BİLİND A JİNAN jî li vê heqîqetê digere.
Em jin newaya şoreşê ne
Di navbera dîrok û roja me de têkiliyeke hevbeş û giring heye. Her wiha di navbera civak û mirov de jî peywendiyeke ku nikare ji hev bê qutkirin heye. Di navbera şoreşa yekem a jinê ku dîrok daye destpêkirin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku jinê pêşengî jê re kirî de jî têkiliyeke xurt heye. Her du jî şoreş in û şoreş tê wateya vejîn, keşif û pêşxistinên di hemû xalên jiyanê de. Pêşxistin jî xwe disipêre lêkolîn û ceribandinan. Zanistvaniya jinê jî li vir destpêdike. Diyare ku jinê daye pey bersiva pirsa ‘ez kîme, çawa ji sûretê gerdûn û xwezayê afirî me’ û li vê geriya ye. Gava jin ber bi bersiva pirsên ku ramanê wê mijûl dike ve diçe, şoreşa jiyan û civakê pêş dixe. Enerjiya vê hêzê jî bi riya hunerê dide der. Ji pêşxistina zimanê helbest û destanan bigire, heya xêzên hestên wê yên li ser dîwarên şikeftan, bi vê rêyê pênase dike. Şopa ferq û cudahiya mirov ji zindiyên din bi mohra jinê çêdibe.
Jinên ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê çêkirin jî, neynika teyisîna wan têgehan in ku di kod û bîreweriya jiyana me ya îro de veşartî ne. Ji vê wêdetir jî armanca şoreşa jinê, hevbeşkirina raborî û roja me ya îro ye. Ew jî ev hişmendiye ku dibêje jiyan xweşik e û hêjaye em bi bedewî û bi wate jiyanê bijîn. Çawa ku di serî de jinan bi hunerê rûyê jiyanê bedew kirine, ev rastî di roja me ya îro de jî, di rastiya şoreşa jinê de derbasdar e. Ji bo vê ya sereke ew e, pêwiste kavilên di bin gunehê hezaran salan de mane vekole û wateya wê nas bike. Çima, çawa û li ku me winda kir? Ji bo vê jî jin pişta xwe dide zanistvaniyê…
Melevanî li hember pêla dijwar e
Piştî keft û lefteke mezin peymangeha jinê ya çand û hunerê vebûbû. Lê hîn di pênc, şeş rojên destpêkê de, guhertinên li Sûrî rû dan. Dahatûyeke nediyar û bi gelek xaçepirsan dagirtî xwe ferz dikir. Gelo DAİŞ bi formê dewletê rewa dibû? Di nav vê aloziyê de koçberiya gelê me yê Efrînê ya ji Şehba qewimî. Rewşa seferberiyê Bakur û Rojhilatê Sûrî tevahî da ber xwe. Û herî dawî jî şerê li Bendava Tişrînê lutkeya vê pêvajoyê bû. Peymangeha jinê jî li gorî vê rewşê, piştî bi çend rojên xwe yên vekirinê naçar ma ku navber bide. Xuroş û şadiyê cih da fikar û gumanan, hêvî û xeyal jî weke çirûska mûmeke heliyayî lê hat. Serdestan dîsa dixwestin gulpa jehrê bidin vexwarin. Lê koma jinên YPJ’ê ku destpêkê bedena xwe ya narîn kirin sûr li pêşiya ax û gelê xwe li bendava Tişrînê, careke din da diyarkirin ku di cih û dema wê de, zanistvanî hîmê jêdera jinê ye di her qada jiyanê de. Ji ber vê piştî navbera panzdeh rojan, tevî ku şer bi qasî çend kîlometreyan ji peymangeha jinê dûr bû, bi dilsozî û baweriya ji hevalên xwe yên li cenga Tişrînê, hîn mezintir û bi hêjmareke hîn zêdetir, jinên peymangehê deriyê peymangehê dîsa vekirin. Nava peymangehê bi awaz û bedewiya wan bû berfînên mizgîniya biharê didin. Û vaye saleke peymangehê tijî bû…
Zanistvaniya bi hişê jinê pêwist e
Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku jin karibe careke din derî li derfetên zanistvaniyê veke, di serî de şêwekariyê ji çêkirina kesayeta xwe re dike. Helbet bi awayekî hêsan ev bi dest nexist û gelek bedelên giran da. Ji bo vê di serî de divê nasnameya hebûna xwe wekî mirov, civak û netew bidest bixe. Her wiha di her qadê de parastina xwe ya rewa û tekoşînê divê bi hêz pêk bîne. Her çiqas di vê erdnîgariyê de jiyaneke aram nedîtiye û derfetên wê bi dest ne xistibe jî, lê jin di wê ferqê de ye ku hîn di hêla zanistvaniyê de xwedî gelek kêmasiyan e. Çand û huner ji bo civakekê weke maka vê gava teqezkirina vê armancê ye. Jinek e ku derbarê çand, dîrok, civak û mirovahiyê de xwedî zanistiyeke felsefîk a kûr be, ji şîrove û têgehên deshilatdaran xwe dûr xistibe û bi aqlê jinê nêzî rastiya civaka dîrokî bibe, şîroveyên xwe li gorî têgîn û jîriya xwe ya hunerî re kiribe yek, wê karibe pîvanên zanistvaniya civakî ava bike.

Em dikarin ji kê re bêjin zanistvan?
Zarokek jî vê dipirse, eger ewqas zanistî li pêşe çima rojane xeyalên me tên kuştin di vê cîhanê de. Gelo têgîna zanistvanan çima têrê nake ku bersiva pirsa zarokekê bide? Yan jî li vê cîhana ku ewlekariya zarokan qet lê nemaye, tawanên kesên ji xwe re dibêjin zanistvan çi ne? Rojane em di qadên cûrbecûr de pêşbaziya van zanistvanan dibihîzin û temaşe dikin. Lê gelek ji wan bi qasî serê derziyê jî ne xwedî asoyeke civakî û dîrokeke avaker a jiyanê ne. Di ramanê de xwedî dogma û qalibên hişk in. Rêya çareseriyê girtî ne, pîvanên exlaqî û polîtîk di hişmendiyê de pir li paş e. Helbet bi destê îdolojiyên çêkirî, bi navê modernîteyeke dûrî jiyan û civakê ji berjewendiyên xwe wêdetir tiştekî nasnakin. Di encamê de mirovahî ji kareseta her sedsalekê ku şerên cîhanî bijî wêdetir naçe. Û ev herî zêde li derdora aqlê serdest ê mêr çêdibe ku bi van kod û şifreyên desthilatdariyê îro dîn û har bûye, derfeta zanistvaniyê ji destê mêr derdixe û firseta vê zanistvaniyê pêşkêşî jinê dike. Jin ji bo jiyan û azadiyê giringiya vê ji bo xwe dibîne. Bi rêya aqlê xwe yê nerm dikare vê bike û bi hefsengiyeke avaker dikare vê bi mêr re bide çêkirin. Belkî ji bo cîhana me, ev rê û çaresariya herî dawiye ku pêwîste were kirin û sererastkirin.
Gava yekê…
Zor bû? Erê, pir… Gava ku mirov di şeveke tarî de bimeşe û hêdî hêdî jiyan ji tariyê ber bi morşîrkî ve diçe, yan jî gava ku mirov li jêra çiyayekî disekine û lûtkeya wî ya bilind qudûmê mirov dişkîne ku mirov bawer nake bigehe lutkeya çiya lê di dawî de tu digihî, dawiya sala yekê ewqas hestekî xweş bû. Her çî gava yekê ye tu yê hem li ser perenga bimeşî û tu yê pêl sitiriya jî bikî. Heke armanc mezin be û sînorên rastiya tu di nav de dijî û xeyal dikî bixwazî derbas bikî, ev zehmetî her wê derkevin holê. Pirsgirêkên dagirkirinê, şer û zextên civakî û malbatî her çend mezinbûn lê nekarî wan rawestîne. Heya destê sibê ked û xwendin. Giriyan, ketin, bawer nekirin, şer kirin, xeyidîn, keniyan lê salek bi ser xistin JİNÊN PEYMANGEHA BİLİND A ÇAND Û HUNERA YA HÎLALA ZÊRÎN. Zanistvanî ji nêzve ve nasîn. Hemû jiberkirinên wan berevajî bûn. Bi tûrê nakokiyan bi rêve diçin. Bi pirs û bersivan dijîn. Lê ya giring ew bû, ji wateya zanistvaniyê hez kirin û tama wê kirin. Bi vê enerjiyê wê karibin bibin alternatîf û wê bi israr bin ji bo ku ya heyî bigûherînin. Ji bo ev gava despêkê bi jinan re berdewam bibe û ber bi encamê ve here, wê ev gerdûn jî wê sebr û aramiya jêre veqetîne.
Hêjayî dîtinê ye
Jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Ermenî û ji hemû ol û baweriyan. Ji dil reqisîn û jîriya hunera xwe raber kirin. Kêfxweşî deynê rojên zor û zehmet e. Şahî û şadî tarîfa encama nirxên te bi dest xistiye. Keşfa mirov ya destpêkê bi qasî şadiya zarokekê ye ku mîna jiyan bi dest xistibe hemaheng e. Van jinan riya ku diçe zanistvaniyê bi dest xistin. Bi qasî periyekê bedena wan sivik bûye û bi qasî çiyayekî mejiyê wan giran bûye. EW ji diyalektîka ku ji dijberiyê tişteke pir cudatir e, ji nepeniya ya nûtir û bi hêztir diafirîne êdî ne bê agahî ne. Ji ber ku wan bi xwe jî ev di xwe de ferq kiriye. Gava ku ew hatin û li devê deriyê vê peymangehê dan, hema hema yek reng bûn. Lê îro û bi gava dawiya sala destpêkê pir reng derketin. Jixwe rêwîtiya mirov ji wê kêliya ku tu nûbûnê di xwe de ferq dikî destpê dike. Û ev destpêkirin serketî pêk hat. Êdî dema li ser vê zêdekirinê ye.
