Koma me ya govendê ya bi navê Evîna Welat beriya 22 salan, 2001’an di bin banê navenda çandê ya Sefkan de hat avakirin. Destpêkê bi beşdariya zêdeyî 20 zarokên keç ên temenê wan li derdora 6 salî xebatên komê dest pê kirin. Salên pêşî her çendî mamosteyên vê xebatê guherî bin jî, piştî 2003’an demeke dirêj Xecê Son mamostatiya xebatê kir. Mamostayên me yên destpêkê govendên herêma Bedlîsê hînî me kirin ku îsal jî me bi heman lîstikan beşdariya mîhrîcanê kir. Derdora deh salan e kom zêdetirî xwe xebatên kolektîv dimeşîne.
Ji mamostayeke tenê zêdetir, kom bi danehev û hizra kolektîv xebatan pêk tîne. Yek ji taybetiyên herî xweş ên koma me ew e ji zarokên keç û jinên ciwan pêk tê. Em jî wekî komeke jinên ciwan bi hêz û hizra jinê li xweşikbûna govendên Kurdistanê digihin hev. Cara pêşî sala 2003’an em bi govendên herêma Rihayê tevlî Mîhrîcana Govendê bûn. Ji wê dîrokê heta 2012’an em her sal tevlî Mîhrîcana Govendê bûn. Di nava van salan de di warê perwerdeya govendê de em gelekî bi pêşde çûn. Êdî kom di warê temen de jî ji jinên ciwan pêk dihat. Sala 2008’an saziya me di bin navê Navenda Çanda Med de xwe nû kir. Di bin banê vê saziyê de jî di pêşengiya du namzetên perwerdekar de di bin navê Evîna Welat Nû de bi tevlîbûna zarokên temen 5-7 salî dest bi xebata koma zarokan hat kirin.
Bi govendên Mereşê serkeftina pêşî
Wekî Evîna Welat sala 2008’an di pêşengiya du mamostayan de me serkeftineke mezin bi dest xist. Danskarên komê bi piranî ji herêma Mereşê (gundên Elewiyan ên Pazarcik, Elbîstanê) bûn. Lê dansên vê herêmê, folklora Kurdî baş nedihat naskirin. Ji ber vê, bi desteka malbat û mirovên xwe bi hevre me govend û cilûbergên wan lêkolan. Di mîhrîcana govendê ya 2008’an de em bi govendên herêma Mereşê tevlî bûn û me karî di asta yekemîn de serkeftî bin.
Ev ji bo me ezmûnekî nayêt jibîrkirin bû. Ji ber herêma me Mereş di dansên gelêrî yên Kurdî de bê nûnertî bû û rû bi rûyê windabûnê bû. Lewma parastina kokên me yên ber bi windabûnê ve diçin, parastina govendan û lêkolîna kostumanên gelêrî, wekî bi bîrxînerên çanda me ya ‘winda’ karkirin ji bo me xebateke serfiraziyê bû. Wê demê ji serkeftinê û yekembûnê zêdetir lêkolînê û berhevkariyê em wekî kom û kesan pir pêşde birin. Ji sala 1997’an ve li Almanyayê bi armanca perwerdeyê kampên govendê çêdibin. Di navbera salên 2007-2009’an de gelek endamên koma me tevlî perwerdeya govendê bûn û dîplomaya mamostatiya govendê wergirtin ku dikarin perwerdeyê bidin. Wê demê 4 kesan perwerdeya xwe temam kirin. Salên piştre jî bi taybetî ji govendgerên ciwan gelek lîstikvan tevlî perwerdeya li van kampan bûn û hinek jî hene hîn perwerdeya xwe didomînin.
Lêhûrbûna li ser cilûbergên resen
Li gel pêşdeçûna di warê dansê de, em di qada kostumên çanda Kurd de jî pêş ketin. Sala 2010’an em bi govendên herêma Agirî tevlî Mîhrîcanê bûn. Li gel vê wê salê cara yekê me alîkarî girt û bi xwe kostum û kofiyên xwe çêkirin. Cilûbergên gelêrî di parastin û pêşdebirina çand û nasnameya Kurd de xwedî roleke giring e. Dikare ji bo pêşkêşkirina çîrok û kevneşopan werin bikaranîn. Cilûbergên gelêrî bi nasnameya çandî re pir ji nêz ve girêdayî ne. Ji ber vê me karî bi vê rêya wan gelek tiştî pêş bixin. Em hîn bûn bi xwe van cilûbergan bidirûn û li ber xwe bikin, bi vê rêyê me karî em girêdana çandî ji kûr hîs bikin û tevnekê çêbû ku xwe bigehînin kokên xwe. Ji ber wekî dansê her parçeyeke cilûbergan jî çîrokeke xwe heye. Koma me ya zarokan Evîna Welat Nû jî sala 2016’an cara yekê bi govendên herêma Agirî tevlî Mîhrîcanê bûn.
Avabûna koma Evîna Welat Bi hev re
Sala 2019’an bi yekbûna herdu koman komeke hevpar ava bû. Ji govendgêrên ‘berê’ û ‘nû’ koma govendê ya bi navê Evîna Welat Bihevre hat avakirin. Sala 2019’an ciwan û pîrên komê bi hev re derketin ser dika Mîhrîcanê. 2022’an yek ji pêşandanên din ên rengîn me pêk anî. Bi komeke qerebalix a ji sê komên cuda ên li Baselê xwe saz kirî, bi govendên herêma Rihayê, cilûbergên otantîk ên ji gundan hatine berhevkirin me govend gerand. Wê salê mîhrîcan ne wekî pêşbaziyê bû. Ev jî ji bo me bû ezmûneke nû. Li gel her tiştî em bi dîsîplîn tevgeriyan û li gorî taybetiyên herêmî me xebat kir. Em vê wekî encama têkariya danehev û zanîna salên borî fêm dikin.
Îsal jî dubare me biyar da em wekî ‘Evîna Welat Bi hev re’ di pêşengiya Umît Altun de, bi herêma Bedlîsê tevlî Mîhrîcanê bibin. Herêma Bedlîsê di warê kostuman de pir dewlemend û rengîn e. Em jî ji parçeyên cilan ên di dest xwe de ketin rê, me li ber wêneyên cilûbergan û bi desteka mamosteya xwe ya berê kostumên herêma Bedlîsê ji nû ve dirût in. Li ber wêneyan me kofiyên bi kezî çêkirin. Cara pêşî me îsal xelata kostumê wergirt. Ev ji bo me serkeftineke pir taybet û serfirazî bû. Cilûbergên Kurdî di pêşandana govendan de xwedî roleke mezin e. Heta ji dest tê em hewl didin kostum resen bin an jî nêzî resenê bin. Ji ber çanda herêmê yekser bi rêya van cilûbergan xwe dide der.
‘Di lingên me de dîrok tê dîtin’
Wekî kom ji 2003’an heta îsal bi giştî 14 caran bi lîstokên herêmên cuda em tevlî Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bûn. Di nava komên govendê yên li Ewrûpayê de em di nava komên herî ji mêj e xebatan dimeşînin û belkî komên herî zêde tevlî mîhrîcanê bûyî de cihê xwe digirin. Di mîhrîcana dawî de sloganên koma me ev bûn ‘Di lingê me de dîrok tê dîtin’ û ‘Govend rihê me zindî dike’. Di nava van çand û welatên cuda yên em lê ne jiyîn û pêşandana çanda xwe ji me re bûye wekî wezîfeyekê. Bi taybetî jî ji bo me jinan ev wiha ye. Ji xwe dema jin bi govendê re dibe yek rewşekî hunerî ya gelek bi bandor derdikeve holê. Vêca dema ev xebata govendê bi hizra jinê, hunera azad pêk bê bêhempa li govendê tê ku ew bixwe jî vegotineke civakî û dîrokî ye. Ya din her ku em bi xebatên govendê daketin me zêdetir dît jin çavkaniya çand û hunera kevneşop e, bi taybetî jî govend vegotineke giring ya jinê ye. Di parastin û pêşxistina çand û her wiha govendên Kurdistanê de cihê jinan lewma jî diyarker e. Wekî kom di nava 22 salên borî de bi saya serê govendên gelê Kurd em bûn komeke ku peywendiyeke hevpar li gel nasname û çanda Kurdî datîne û parve dike. Em endamên komê hemû li Swîsreyê hatine dinyayê û mezin bûne. Lê dansên gelêrî yên Kurd bûn pir ku em bikarin bi nasnameya Kurd bijîn, heta biparêzin û carna jî bibînin. Ev rêwîtiya govendê dê wisa jî dewam bike.