Rîtma herikîna jiyanê

- Evîn Pepûle
558 views
Di herîkîna gerdûnê de rîtmekî bi aheng heye. Di her tevgera xwezayê de, liv û tevgera her zindiyekê de dengê rîtmekê xwiyaye. Lewma dema em dibêjin rîtim tenê amûrekî mûzîkê an jî sitirîn têrê nake. Ji bo em hebûna rîtim fêmbikin lazime em li dengê dilê gerdûnê, li herikîna laşê mirov û zindiyan binêrin. Meşa mirovî bixwe di nava ahengekê de, bi rîtma canê mirov lêdide çêdibe.

Pîvana wê dengê dil û laş e. Bê rîtim liv û tevgera zindiyan ne gengaz e. Di dîrokê de jî amûrên herî  kevin ku mirovan bi kar anîne amûrên ji çermê ajalan yên rîtmîk in. Civakên destpêkê di gelek rîtuel û çalakiyên xwe de ev amûr bi kar anîn e. Beriya weke bingeha mûzîkê were bikaranîn, di nav jiyanê de weke bangewaziya şîn û şahiyan jî hatiye bikaranîn. Di her kêliya em têde dijîn de ahengek rîtmîk heye. Bi kinahî ne gengaze jiyan bê lêdana dilê gerdûnê biherike. Di cîhana mûzîkê de rîtim bingeh e. Çawa dayikek dibe star ji bo zarokên xwe, rîtim jî stargeha awazan e. Ger ew herikîn bisekine an tevlîhev bibe, awaz bê deng dibe û herikîna orkestraya ku bingeha xwe ji rîtim digire serûbin dibe. Giringiya vê efsûnê hem di jiyanê de hem di  mûzîkê de nebe nabe ye.

Jin bi defê dengê dilê xwe vedibêjin

Di nava amûrên rîtmîk de yek ji yên herî kevnar def e. Senfoniya xwezayî ya em behsê dikin di nava xwede dihewîne. Dengek ruhanî yê ku xwe disipêre dîroka hezar salan di hestên defê de veşartiye. Mirov dema di nava cîhana defê de digere û lêdixe, pêre girêdanek kûr û giyanî çêdibe. Rengê defê mirov dikare bişibîne cîhanê. Dengê xişxişa wê wek dilopên baranê ye û wek ava çem û kaniyan guhê me şad dike. Dibe ku derwêşek, dayîkek an zarokek heman hestan bi vî dengî bijîn. Wekî heqîqetekî hundirîn rastiya dîrokê ji mere vedibêje. Bi taybet jî dema jin defê bi kar tîne hîn zêdetir bi bandor e. Dibe ku def qêrîn û hêrsa dilê jinên li ser axa Mezopotamyayê vedibêje. Di warê estetîk de jî jin û def di nava ahengekê de bihevre diherikin. Hestên ku jin dide vê amûrê weke lêgerîna azadiyê, lêgerîna xwe gihandina cewhera xwe mirov dikare pênase bike. Çawa her jinekê çîrokeke xwe ya veşartî hebe, di her rîtmê bi dengê defê bilind dibe de jî bêdengiya çîrokên jinan tê vegotin. Lewma li çar perçeyên Kurdistanê bi taybetê jî li Rojhilatê Kurdistanê jin weke komî li derdora defê hestên xwe dihûnin û bi awayeke komî vê amûrê bi kar tînin. Ne tesadûfe jin, bi taybetî jî jina Kurd ewqas vê amûrê bi kar tîne. Kêfxweşî û êşên xwe, serpêhatiyên xwe bi vî dengê bi heybet belavî nava jiyanê dike. Li gorî nêrîna min ev çavkaniya xwe ji  lêgerîna azadiyê digire. Jixwe di dîrokê de weke banga şer û tekoşînê jî hatiye bikaranîn. Di gelek raperînan de, li civat û kolanan li gund û çiyayan vê amûrê civak li derdora xwe kom kiriye. Weke armoniyeke xwezayî gelên li Rojhilata Navîn himbêz kiriye.

Def gereke li nava dîrokê
Wek jinekê dema ez defê lêdixim hîsdikim li nava wê dîroka kevnar digerim. Weke roniyekê li nava jiyana min geş dibe. Gelek hestên xwe yên bi ziman nikarim parve bikim, bi rêya rîtma jiyanê parve dikim. Di nava serhildan û raperînên bab û kalan de digerim. An go çawa çûkek ber bi ezmanê şîn ve bask vedike, ez jî ber bi ezmanekî keskesor ve li ser axa xwe baskên xwe vedikim. Serpêhatiyên jinên leheng, li nava dilê min dibin mêvan. Lewma def ji amûrekê zêdetir e. Weke perçeyeke ji laşe ku bêyî wê jiyan kêm dimîne. Bê gûman her amûreke muzîkê dîrokek û serpêhatiyeke xwe heye. Di warê kevnarbûnê de dîroka defê xwe disipêre dema qlan û qebîleyan. Weke civakbûnê, ew jî li ser erdnîgariya Mezopotamyayê derketiye. Qasî vê dîrokê kevnar e. Li gel lêkolînên arkeolojîk, bi dîtina tabletên kîl û encamên ku dertên nîşan dide herî zêde civaka Kurd ev amûr bi kar aniye. Ji ber civaka pêşî ya li ser vê axê jiyaye civaka Kurd e. Lê piştî Kurdan jî civaka Fars bi kar aniye. Dîroka wê her çiqas ne zelal be jî encamên di tabletan de dertên ka mirov çawa û li ku bi kar aniye. Dibe ku jinan hîn di serdema neolîtîkê de jî bikar anî be. Ne bi şêwazê îro be jî dibe ku di rîtuelên olî de hatibe bikaranîn. Di hin tabletan de şiklê defê grovere, di hin tabletan de çarkoşe ye. Roja me ya îro tenê bi awayeke grover tê bikaranîn.

Di şahî û şînên Kurdan de dengê defê
Xuyaye ev amûr ji çermê bizinê hatiye çêkirin û her ku çûye nûjen bûye. Pêwiste çermê wê bi agir an jî bi germa tavê were şidandin û dengê wê xweş bibe. Li erdnîgariya sar ev amûr dengê xwe yê xwezayî winda dike. Lewma li gorî taybetmendiyên  demsala germ pêşketiye. Em dibînin li axa Mezopotamyayê def amûreke bingehîn e. Piştre li gelek welatên din belav dibe, tê nûjenkirin û li gorî xwezaya wan welatan tê bikaranîn. Li gorî vê navê wê jî li hin cihan cuda hatiye bikaranîn. Di nava civaka Kurd de defye, di nava Persan de jêre dibêjin def. Di dema Sumeran de dup û Ereb jî dibêjin dof. Kok heman tişte, lê bikaranîn bi guhertinên biçûk dertên pêşiya me. Qewmê Arî bi kar aniye. Di olên berê de amûreke pîroz e. Hîn jî civaka me ya Ezidî di merasîmên xwe yên pîroz de û dema miriyên xwe oxir dikin bi kar tînin. Civakên Îslamî bi rîtma defê dikevin cizbê û  Mewlûdê bi defê  dixwînin.  Civaka Elewiyan bi heman rengî li ber dengê defê semahê digerînin. Kurd roja Newrozê, di şahî û dîlanên xwe de defê bi kar tîne. Derwêş li gund û bajaran gav bi gav geriyane û ev çanda resen belav kirine. Di dema Zerdeşt pêxember de li derdora agir civat bi dengê defê kom bûye. Her wiha def ji bo gelek nexweşiyan jî hatiye bikaranîn. Li Efrîkayê di nava civaka Alur de weke rêbazekê li ser nexweşan hatiye bikaranîn. Hem roja me û hem jî dîrok spasdare ji bo vê diyariya gerdûnî.