Şoreşa jinê heqîqeteke ku rojane pêk tê

- Newaya Jin
175 views
Ber bi 8’ê Adarê ve KJK’ê pêngava ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ ragihand. Li Kurdistan û cîhanê pêngav ji aliyê jinên Kurd ve bi çalakiyên cihêreng hat pêşwazîkirin. Li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî jî bi heman awayî rêxistinên jinan dest xebatên pêngavê kirin. Ji 8’ê Adarê ve xebatên pêngavê bi berfirehî dewam dikin. Derbarê van xebatan de em bi berdevka Kongra Star Rihan Loqo re axivîn.

Hûn pêngava ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve” çawa dinirxînin?
Bi boneya 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê KJK’ê pêngava ‘bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ ragihand. Hem ji bo Kurdistanê hem jî herêmê wate û giringiyeke mezin a vê pêngavê heye. Li hemberî pergala desthilat a zilam bi salaye di pêşengiya jinan de têkoşîn û berxwedanek bênavber heye. Têkoşîna em qala wê dikin di her qada jiyanê de bi taybetî di pêşengiya jinên Kurd de bi armanca avakirina civakeke azad û demokratîk li her beşa Kurdistanê dimeşe. Ji Rojava heta Bakur, Başur û Rojhilatê Kurdistanê, heta li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê jinên Kurd pêşengiyê ji xebat û serhildana civakî re dikin. Bi taybetî sala 2023’an asta têkoşîn û xebata jinê li tevahiya cîhanê bi hêztir û bi bandortir bû. Bingehê vê jî têkoşîn û pêşengiya jinan a li Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan di bin duruşmeya Jin Jiyan Azadî de serhildaneke dîrokî hate destpêkirin. Vê serhildanê li hemî welatan, zarok-mezin, pîr-kal li ser giştî mirovahiyê bandor kir. Vê jî hişt civak vê duruşmeyê biqîre û piştgiriyê bide. Li aliyekî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li aliyê din şoreşa jinê ku roj bi roj di aliyê sekin, perwerde, rêxistinkirin û avakirina sîstema xwe de pêş dikeve. Serhildan, xebat û têkoşîna jinan li hemberî sîstema desthilatdar mezintir û firehtir dibe. Bi taybet di sala 2023’an de jinan mohra xwe li dîrokê dan û gotin em in xwediyê vê dîrokê. Lewra vê serhildan û şoreşê bandoreke mezin kir. Em dikarin bêjin dema em behsa şoreşa jinê dikin, em behsa tiştek xeyalî nakin. Ev heqîqeteke ku kêlî bi kêlî li herderê bi bandor belav dibe. Em dikarin mîsoger bêjin ku têkoşîna jinê gerdûnî bûye.

Pêngav di warê civakî û dîrokî de xwe disipêre kîjan bingehan?
Ji dîrokê heta îro jin li hemberî sîstema newekhev û ji rastiyê dûr li tevahiya cîhanê têkoşiyan e. Bi taybet 8’ê Adarê roja têkoşîneke dîrokî ya jinan e li hemberî newekheviyê. Her wiha li dijî pergala desthilatdar ku herdem xwe li ser hebûna jinan ferz dike jinan serî hildan e. Armanca vê zext û ferza li ser jinê ew e hiş, hêz û vîna jinan bişkîne û lawaz bike. Bi şewazê zordariyê xwe li ser civakan ferz kirin e. Ji xwe berî her tiştî xwestine nasnameya jinê ji holê rakin. Lê li aliyê din ji bo ev hişmendiya desthilatdar bi ser nekeve, jin bûne xwediyê têkoşîneke bêhempa. Bi taybetî jî di roja me de li ser heman kevneşopê li Rojhilata Navîn jinên Kurd pêşengiya vê têkoşîna dîrokî dikin. Ev pêşengî bi fikir û paradîgmaya netewa demokratîk pêk tê. Ji ber jinên Kurd li ser vî bingehî xwe perwerde û rêxistin kirin, li dijî vê pergala desthilatdar têkoşînek bênavder dimeşînin. Lewra ev pêngav di aliyê civakî, dîrokî û tevahî qadên jiyanê de xwedî giringiyeke mezin e. Ji ber di nava vê pêngavê de asta xebat û têkoşîna jinan hat diyarkirin. Jinan ev têkoşîn û berxwedan ji bo bidestxistina nasname û mafên xwe bênavber raber kirin. Her çendî asta hevgirtina jinan xurt dibe, asta têkoşînê jî bilindtir dibe. Li gel vê ji bo bersivdayîna vê pêngavê jinan di qadên bîrdozî, siyasî, civakî û hunerî de xwe bi bandor kirin û bi têkoşîna pêşengiyeke di astê zanistî de ji civakê re bûn pêşeng.

Kongra Star li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûrî pêngavê çawa rêxistin dike?
Li Bakur û Rojhilatê Surî ne tenê Kongra Star tevahî rêxistin, sazî, meclîs û kesayetên serbixwe bi hevre, bi duruşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ ve pêngava 8ê Adara 2023’an ragihandin. Ev pêngav bi armanca mezinkirina rêxistinbûna jinan hat destpêkirin. Pêngav li Bakur û Rojhilatê Suriyê xwedî giringiyeke mezin e. Ji ber di nava 2023’an de li Kurdistanê erdhejeke pir mezin çêbû. Ji ber rêza li hemberî windahiyên xwe me 8’ê Adara îsal ne wekî hercar pêşwazî kir. Li hemû qadên civakê, li gund, tax, bajar û kantonan me dest bi semîneran kir. Di semîneran de em li ser dîrok û têkoşîna jinan, wateya 8’ê Adarê, sazûmaniya civakake demokratîk û wekhev rawestiyan. Ne tenê ji bo jinan, ji bo mêran û tevahiya civakê ev semîner hatin organîzekirin. Dîsa serdana malbatan û saziyên jinan çêbûn. Armanc ji vê ew bû em xwe bigehînin tevahiya jinan.  Li aliyekî xebatên perwerdekirina civakê, li aliyê din jî xebatên birêxistinkirina jinên ciwan, jinan bi giştî û perwerdekirina mêran pêk hat. Li Şehba, Heleb, herêma Firatê, Kobanê, Eyn-Îsa û herêma Cizîrê kantona Hesekê û Qamişlo dewreyên perwerdê yên taybet ji mêran re hatin destpêkirin û bi encam bûn. Guhertina hişmendiyê xala sereke bû. Bê guman armanc ew e; em çawa dikarin bi jin û mêrê azad civakeke wekhev û demokrat ava bikin. Di nava xebatên pêngavê de guhertin û veguhertina mêran bi rêya perwerdeyan yek ji armancên serekebû. Yek ji xebatên herî giring girêdayî kampanyayê ji bo zarokan pêk hat. Ew xebat û çalakî gelek berfireh bûn. Ji bo me jinan te tenê 8’ê Adarê roja têkoşînê bû, me hewl da hemû civak di her kêlî û rojê de, herdem di nav têkoşîn û şerê bilindkirina asta şoreşê de be. Lewma ji bo me jinan her dem şoreş e û her roj bû roja têkoşînê li beramberî desthilatdarî û hişmendiya paşverû.

Tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û pêkhateyên din çawa ye?
Em dikarin vê bêjin ku şoreşa jinê bi şoreşa jinê tê pênasekirin. Kêlî bi kêlî têkoşîn û kedeke bêhempa heye. Dema em behsa asta têkoşîn û xebatê dikin li Bakur û Rojilatê Suriyê helbet em ne tenê behsa jinên Kurd dikin, di heman demê de jinên ji pêkhateyên Ereb, Çerkez, Ermen û Suryan bûne xwedî têkoşîneke mezin û bi yek armancî pêngav ragihandin. Rêxistinên cuda yên jinan li ser giştî asta herêmê di nava vê pêngavê de cih girtin. Nimûne rêxistina Kombûna Jinên Zenûbya ku ew bi pêkhateyên Ereb tê naskirin. Li bajarên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin pêşengî di xebatên pêngavê de kirin, bûn xwedî hêz û têkoşînek bi wate li beramberî êrişên tûnd ên hişmendiya DAIŞ’ê. Kombûna Jinên Zenûbya li ser fikir û hişmendiya netewa demokratîk birêxistin bûye. Ev xwedî wateyeke pir bi nirxe, hem li herêmê hem jî li Bakur û Rojhilatê Suriyê.

Hûn asta xebatên xwe çawa dinirxînin?
Bi armanca dengvedana şoreşa jinê kar û xebateke ji berê hîn mezintir tê meşandin. Ev xebat di warên bîrdozî, rêxistinî, civakî, dîplomasî, çandî û parastinê de bi berfirehî dewam dikin. Ji bo gihiştina tevahiya jinan û parastina destkeftiyên  şoreşa jinan, herwiha bi armanca parastina nasname û hebûnan jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyê di tevahiya qadên jiyanê de jin roj bi roj asta xwe ya têkoşînê bilind dikin. Her ku asta têkoşîna jinan bilind dibe û pêşde diçe şoreşa jinê li dijberî hişmendiya desthilatdar bi ser dikeve. Ev bandoreke mezin li tevahiya cîhanê dike. Xebat û têkoşîna me wê di vê çerçoveyê de hîn bi xurtî dewam bike. Her wiha ji bo xwedîderketina li ked û ramanên Rêber APO ku bû ronahî da û jin ji tariyê derxist, jin bi hêz, raman û ziman kir em sozdarin bênavber xebatan bidomînin.

Yek ji armancên pêngavê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vî derbarî de hûn dixwazin çi bêjin?
Heta azadiya Rêber Ap ya fîzîkî emê têbikoşin. Rêber Apo 24 salin bênavber bi komployeke navnetewî re rû bi rû ye, her dem di nava tecrîdeke girankirî de dijî û nahêlin derkeve hevdîtinan. Bilindbûna asta şoreşa jinê û pêşdeçûna wê di nava civakan û cîhanê de, bi serê xwe şoreşeke li dijberî vê sîstema destihlatdar. Lewra ji bo şikandina vê şoreşa jinê bi her awayî komplo û bi her cureyên qetilkirin û tûndiyê pêk tên. Komploya li ser tevgera azadiyê di şexsê Rêber Apo û jinan de tê meşandin. Bi şikandina tecrîdê, azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo dê pêngav serkeftî be.

Herî dawî hûn dixwazin derbarê pêngavê de çi bêjin?
Bi hişmendiya rêxistinbûn û pêşdebirina têkoşînê em ê karibin sîstema desthilatdar têk bibin û dawî li sîstema dagirker bînin. Em dikarin kar û xebatên jinan ji bo avakirina civakeke wekhev û demokratîk bi hêztir bikin. Bi yekbûna jinan ji hemû pêkhateyan em ê vê pêngavê pêşde bibin û bi ser bixin.  Bi gotina Rêbertî ‘sedsala 21’an wê bibe sedsala jina azad’. Em bê bi vî cewherî tevbigerin û kar bi pêş bibin, da ku em bikarin tecrîda girangkirî li ser Rêber APO bişkînin û di warê fîzîkî de rêbertiya xwe azad bikin, bi Rêbertiya xwe re azad bijîn.