Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku di destpêka sedsalê de bi destwerdana Rojhilata Navîn bingeha wê hatibû danîn, îro li heman erdnîgariyê bi qonaxeke din dewam dike. Weke her carê di vî şerî de jî hêzên dagirker qirkirina li hemberî gelan (jenosît), qirkirina li hemberî jinê (femîsid) û qirkirina ekolojîk ya li hemberî xwezayê (ekosîd) bi hev re dimeşînin.
Li her derê ku şer rû dide hêzên hegemon bi çek û rêbazên nû tevî jin, gelên xwecîh û muxalîf êrîşî xweza û çanda wan jî dikin. Ji Amerîka heta Avustralya, Afrîka heta Rojhilata Navîn û Kurdistanê mînakên vê gelek in. Lê ev di rûpelên dîrokê yên berê de nemane. Gelê Kurd yek ji mexdûrên destpêkê yê vî şerî ye û li her aliyên Kurdistanê em kêlî bi kêlî şadîhî lê dikin. Êrîşî nirxên me yên herî bi rûmet, welatê me, hevalên me û siberoja me dikin.
Di vî şerî de tevî komkujî, koçberî û werankirin, di warê ekolojîk de jî berdelên giran tê dayîn. Mexdûrên şer ne tenê can û malên xwe, hemû çand, nirxên dîrokî û warê bîranên xwe jî wenda dikin. Ew gundê ku lê mezin bûne, ew zeviyê bi salan ked dane, dara ku her sal zeytûnên xwe jê kom kirine, di bin siya wê de rûniştine, kaniya jê av vexwarine, çiyayê giyayên xwe jê kom kirine, zozanên pezê xwe lê çêrandine û şivantî kirine jî wenda dikin. Ango peyva qirkirina ekolojîk tenê têgeh û pênasekirin nîne. Peyveke jiyanî ye, ji me gelek tişt kêm kiriye, diziye û qirkiriye. Êş e, jan e, koçberî ye, hesret e, hêrs e û gelek caran jî berxwedan e.
Li Tişrînê berxwedan nûjen dibe
Ji di salvegara rizgarkirina Kobanê de, li Bendava Tişrînê ku nêzî Kobanê ye em dîsa şahidî li berxwedaneke dîrokî dikin. Ji 28´ê Mijdara 2024´an ve gelên li Bakûr Rojhilata Suriye û Rojava, tevî şervanên xwe ji bo parastina welat û Şoreşa Rojava li ser piyan in. Vê carê kelheya berxwedanê Bendava Tişrîn e. Mîrasê berxwedanê li wir deng vedide, nûjen dibe. Jin, xort û gelên Kurdistanê destanên nû yên lehengiyê li vir dinivîsin. Gel ji bo jiyaneke bi rûmet bi ser mirinê de diçe, asta serhildan û berxwedanê bilind dike.
Bendava Tişrînê ku di navbera Kobanê û Minbicê ye li Bakûr û Rojhilatê Suriye û Rojava yek ji bendava herî girîng a li ser çemê Firatê ye. Li herêmê çavkaniya herî mezin ya av û hilberîna elektrîkê ye û xwedî girîngiyeke mezin e. Lê di warê erdnîgariyê de jî xwedî cihekî stratejîk e. Berxwedana Tişrînê di serî de Kobanê, ji bo parastina hemû nirxên şoreşa Rojava mêrtal e. Lewma weke DAIŞ´ê û dewleta Tirk yên ziyanê didin gel, dijminahî û dagirkeriyê dikin, di serî de vê derê hedef digirin. Di 26’ê Kanûna 2015’an de ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin, lê îro dewleta Tirk bi çete, bombebaran û balafirên xwe serkêşiya heman êrîşan dike.
Bendava li hemberî dagirkeriyê
Ji ber vê girîngiya xwe ya stratejîk, berxwedana li Tişrînê di heman demê de weke bendaveke di navbera dagirkeriyê û jiyana azad a Şoreşa Rojava de ye. Li aliyekî dojeha hovîtî, talan, faşîzm dewleta Tirk û çeteyên wê heye, li aliyê din jî jiyana hevbeş ya gelan ku li ser hîmê demokrasî, ekolojî û azadiya jinê hatiye avakirin heye. Em dikarin bêjin ku şerê li vir rû dide weke dojeh û bihûşte du xetên cûda û weke pira siratê rewşeke dijwar e. Ango Tişrîn di heman demê de daxwaza vê jiyana azad û çarenûsa gelên li wir e û lewma ji bendaveke avê wirdetir e. Tişrîn parastina welat e, jiyana demokratîk a gelan e, şoreşa jinê ye, av e, hêviya gelan e… Lewma xetereya li hemberî Tişrînê, tevî gelê Kurd, xetereya li hemberî aramî û siberoja hemû gelên herêmê ye.
Pêşengên vê berxwedanê jî tevî bi dehan şervanên QSD, şehîdên ragihandina azad Nazim û Cîhan in. Bi berxwedana xwe hemû dek û dolabên dewleta Tirk têk birin û pêşî li wan planên qirêj girtin. Ji ber vê yekê gel şervanên xwe yên di çeperên şer de bi tenê nehişt. Helwesta gel a li Tişrînê qonaxeke din a vê berxwedanê ye. Gel cihê van lehengan vala nehişt û li pey ala wan berê xwe da Tişrînê. Cuma Xelîl (Bavê Teyar) ku li Tişrînê di êrîşên 18”ê Çilê de şehîd ket, bi gotina “Em natirsin û bi her awayî em ê li berxwe bidin” ev helwesta gel anî ziman. Ji ber qada navnetewî li hemberî van êrîşan bêdeng e, dewleta Tirk a dagirker ku nikare vê berxwedana bişkînê bê navber êrîşî sivîlan dike. Ji 8´ê Çilê ve tevî rojnamevan, xebatkarên tendûristiyê, rêveberên PYD bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Ji ber vê berxwedana dîrokî, bê guman di aliyê stratejîk, welatparêzî, civakî, aborî û hwd. de gelek aliyên Tişrînê ku divê were nirxandin hene. Lê yek ji aliye herî girîng a vê berxwedanê jî ekolojîk e. Ji ber êrîşan heta niha pergala hîlberînê ya bendavê ziyanek mezin dîtiye û bi van êrîşan xetereya hilweşandina bendavê jî zêde dibe. Eger dewleta Tirk bendava Tişrînê hilweşînê ev wê bandorê li ser bendava Firatê ya li Tebqayê û bendava Huriye ya li Reqayê jî bike û bibe sedema karesatên mezin yê ekolojîk û însanî. Her weha ji bo welatên derdorê jî karesatên mezin bi xwe re bîne.
Qirkirina ekolojîk her dewam kir
Lê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Rojava bi vê re sînordar nînin û ji destpêkê heta îro bê navber dewam dikin. Di mijara ava çemê Firat û Dîcleyê de peymanên navnetewî bin pê dike û bi salane mijara avê weke gefê bikartîne. Bi zêdetirî 90 bendavên ku li ser çemê Firat û Dîcleyê ava kiriye, tevî Rojava û Başûrê Kurdistanê gelên li Suriye û Iraqê jî bê av hişt.
Êrîşên dewleta Tirk yê li Rojava ku bi salane bi awayekî sîstematîk dewam dikin, rê li ber qirkirineke mezin a ekolojîk jî vekir. Berî şoreşê rejîma Baasê bi plana faşîzan a “Kembera Ereban” li Kurdistana Rojava qirkirina çandî, civakî û ekolojîk meşandibû, lê dewleta Tirk jî bi êrîşên xwe yên dagirker ev dewam kir. Ev rewş bi her awayî bandorê li ser jiyanê kir. Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî weke gava destpêkê ya dagirkeriyê berhemên zeytûn û genim yên van bajaran talan kirin û birin Tirkiye. Ev berhemên zeytûnan yên hatine talan kirin li marketên welatên Ewrûpî ku ev dagirkerî erê kirine bi etîketên “Afrîn” tên firotin. Tevî vê yekê bi sed hezaran darên zeytûnan jî hatin birîn. Ji aliyê din ve her sal li Rojava bi awayekî sîstematîk bi hezaran hektar zeviyên genim hatin şewitandin. Her weha ji ber ava çemê Firatê qut kirin, pirraniya erdên dewlemend yê Rojava zûwa bûn û nehatin çandin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Serêkaniyê ava stasyonê Elûkê jî birrî. Lewma bajarê Hesekê û Til Temirê ku tevî yên ji ber şer koç kirine milyonekî zêdetir kes lê dijîn, bê av man.
Bê guman ev hemû sûcên şer in û dewleta Tirk li pêş çavên hemû welatên cîhanê her roj bi êrîşên nû hêjmara van sûcên xwe zêde dike. Bi polîtîkayên nijadperest li hemberî pergala ekolojî û hemû gelên Rojhilata navîn xetereyan ava dike û bandora krîza ekolojîk ya li ser herêmê qat bi qat zêde dike.
Têkoşîna ekolojîk welatparêzî ye
Şoreşa Rojava hebûna xwe tevî serketinên leşkerî û berdelên ku dane, bi îdeolojiya tevgera azadiyê û hişmendiya ekolojîk jî ava kir. Yek ji serketina şoreşê ku bandora rejîma Baasê û planên dewleta Tirk hilweşand ew e ku xwedî li nirxên xwe yên netewî, çandî, û dîrokî derket û ji wan hez kir. Berxwedana gel a li Tişrînê nîşaneya herî berbiçav a vê ye. Gelê ku di dema şerê Kobanê de ji ber êrîşan ji neçarî koç kiribû, vê carê li ser axa xwe ma û li hemberî êrîşan bû mertal. Di çalakiyan de bi dirûşmeya “Ava me ye, bendava me ye” di bin bomberan û êrîşên dijwar yê dewleta Tirk de ber bi Tişrînê meşiya. Xwedî li ava xwe, axa xwe û jiyana xwe derket. Lewma helwesteke fedaîyane ya welatparêzî, av û axa Kurdistanê ye û mînak e. Gotina Rêber Apo ku dibêje “Qirkirina ekolojîk sedema serhildanê ye” bi berxwedanê pêk tîne û bi awayekî canbaxşane nîşan dide ku welatparêziya herî mezin xwedîderketina av û axa Kurdistanê ye. Ev li hemberî karesata ku dewleta Tirk plan dike yek ji helwesta herî radîkal yê serhildanê ye. Her weha ev berxwedan nîşan dide ku êdî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê haveyn girtiye. Li hemberî van êrîşên dijwar têkoşîna ekolojîk di sînorê pergalê de, bi awayekî marjînal nikare were meşandin. Tekoşîna ekolojîk berî her tiştî ya gel bi xwe ye, di serî de jin û ciwan bi tevlîbûna hemû beşên civakê tê meşandin. Helwesteke welatparêzî, hişmendî, jiyanî û rêxistinî ye.
