Berdêla tama azadiyê

- Nîlufer Koç
337 views
Di asta cihanê de gelek kes jinên Kurd wek jinên azad û pêşeng dibînin. Ramana nûjen a ku azadiya jinan wek hîmê demokrasiyê dibîne, li Kurdistanê û derveyî welat bi modelên dewlemend ên rexistinbûnê pek tê. Ew serkeftin di asta gerdûnî de jî ji bo tevahiya bindestên cihanê xizmeteke mezin e. Ev yek hêvî û baweriyê dide hemû kesên ku li azadiyê digerin.

Rebêr Apo, jinê wek pekhateya civakî ya herî jêr û bindest analîz dike. Her wiha di dîroka jinan a kevnar de jî demokrasî, adalet û azadiyê dibîne. Ji ber wê jî di projeya xwe ya sosyalîzma demokratîk de, pirsgirêka azadiya jinan wek stratejiya esasî dest nîşan dike. Di garantiya sosyalîzma demokratîk de azadiya jinê esas e, ji ber ku pirsgirêka di nav bera jin û mêr de, pirsgirêka sereke ya mirovahiyê ye. Girêka kor a mirovahiyê, ya dîrokî ye. Pirsgirêka mirovahiyê bi proleterya û burjûvaziyê dest pênekiriye. Wê bi jin û mêr dest pêkir; civakê di kategoriya serdest û bindest de, bi çîna jor û çîna jêr rû da. Jin bûn bindest û çîna jêr. Rebêr Apo tenê jin nedît, êşa wan wek berhemên koletî û bindestîyê hîs kir. Rêber Apo dibêje: “Hêza şoreşê di jinan de veşartî ye.”

Piştî 40 salı edî em jin xwedî siyaset, rêxistin, akademî, jineolojî, komûn, meclîs, komel, malên jinan, gundên jinan, kovar, partî, artêş, televîzyon û malper in. Deng û rengê me li Kurdistanê bilind e. Bê me edî jiyan nameşe. Bi van em gihiştinê tama azadiyê. Ji ber ve jî Rebêr Apo tê cezakirin.

Hêzên Kapîtalîst hemû kesên li ser şopa Rêber Apo dimeşin ceza dike

Lê, ji ber ku em bi îdeolojiya Apogirî bi hêz bûne, hêzên kapîtalîst (sermayedar) hesab ji Rebêr Apo dipirsin. Bêguman hemû kesên ku di şopa Rebêr Apo de tedikoşin jî tên cezakirin. Lê ti girtigehek, ti îşkenceyek wek ya li Îmraliyê pêk tê, nîne. Rebêr Apo û girava îşkencexaneya Îmralî di asta cihanê de tên naskirin. Li ber çavên cîhanê Rêberekî gelan tê cezakirin. Bi vê peyamê didin me. Yanê dibêjin; siyaset jî hûqûq jî deshilatdar û serdest jî em in. Me Sovyet û sosyalîzm têk bir, hûn çawa dîsa behsa şoreşê dikin. Bi pergala Îmraliyê ji Rebêr Apo re dibêjin, te çima Kurd bi pêşengtiya jinên Kurd fêrî azadiyê kirin. Tu çima li ser azadiya jinan civakê ber bi sosyalîzma demokratîk ve dibî? 22 sal in, bênavber îşkenceyê li wî dikin. Nahêlin bêhna xwe bide û bistîne. Nahêlin di nav saetekê de li ser betona zîndana Îmraliyê bimeşe. Şêwazê meşa wî ceza dikin. Dibêjin, tu voltayê na avêje. Pergala li Îmraliyê îdeolojiyek e û li dijî pergala Rebêr Apo hatiye avakirin. Rastiya kapîtalîzmê, baviksalariyê, serdest û desthiladaran yanî rastiya barbarîzm û faşîzmê di rejîma Imraliyê de ye. Dewleta Tirk wê îşkenceyê bi tena serê xwe nake. Ji ber ku dewletên NATO’yê komploya 15ê Sibata 1999’an pêk anîn, erk dane dewleta Tirk ku ew nobedar û pêkerê îşkencê be. Garantî û destûr dane dewleta Tirk ku ew li gorî dil û kêfa xwe Rebêr Apo ceza bike. Ji ber wê jî saziyên ku qaşo erka wan şopandina mafê mirovan û bi taybet jî şopandina mafê girtîyan e, yên wek CPT û Konseya Ewropayê bê deng in. Mînak, komîta li dijî îşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT di rapora xwe ya Tebaxa 2020’an de dibejê ku şert û mercên girtîgeha Îmraliyê nayê qebûlkirin û Tirkîye pewîst e, wan biguhere. Di Cotmeha 2020’an de jî meclîsa sagonsaz ya Konseya Ewropayê yanî meclîsa parlamenteran biryarê digre da ku Tirkiyê tewsiyeyên CPT bi cih bîne. Dadgeha Mafê mirvon ya Ewrûpayê jî giredayî Konseya Ewropayê ye. Parêzerên Rebêr Apo beriya çend salan serlêdan kirine, lê heya niha tu encam negirtine. Lê heman mahkeme li gorî bayê siyasetê dikare bi lez û bez biryaran bigre. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye ji 1950’î û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye. Organa şopandina Konseya Ewrûpa û meclîsa zagonsaz biryaran digrin, lê organa pêkanîna biryaran Komîta Wezîran guhên xwe ker dike. Halbukî dikare bi rêyên cuda cuda zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber ku Tirkiye biryara du organên esasî bin pêdike. Komîta wezîran ji wezîrên kare derve yên 47 dewletên endam pek tê. Di nava wan de jî hêzên ku komplo pêk anînê hene. Ew bi israr dixwazin konsepta xwe ya 99’an pêk bînin. Ji ber ve jî saziyên Konseya Ewropaye yên wek CPT, Dadgeha Mafên Mirovan, Saziya Zagonsaz û komita vezîran ker, lal û kor in.

Îdeolojiya Apogerî êdî sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn  derbas kir

Wan salên dawiyê jî îşkenceya li dijî Rebêr Apo girantir kirin. Ji ber ku peşniyarên wî ên çareseriyê êdî sînor derbas kirin û Rebêr Apo êdî ji sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derket. Di serî de pirsgirêka jinê, hawîrdor, xweza, mentîngerî û hwd yek bi yek ji aliye Rebêr Apo ve tên analizkirin û bang li hemû hêzên derveyî pergela kapîtalîmzê dike û dibêje; bi firehrengiya xwe li ser esas pîvanên hevbeş bibin yek. Kurdan bi şoreşa xwe nişandan ku şert û merc çi dibin bila bibin, guhertin û mafê çarenûsê di destê mirovan bi xwe de ye. Ji ber îdeolojiya Apogerî sînor derbas kir, îşkenceya îmraliyê kûrtir kirin. Lê di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rebêr Apo jî, hesastir dibe. Ji bo ve jî, êdî em Kurd pewîst e, li gel dostên xwe dengê xwe ji bo Rebêr Apo bilind bikin. Bi wan re maska derewên kapîtalîmzê û sazîyên ku di bin xizmeta wan de ne, em dikarin vala derxin. Ji bo wê jî pevya dem dema azadîyê ye, pirr di cih de ye.