Êdî tarîfa dinyayê, bi medya dijîtal pêkan e

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
352 views

Ger gotin di cih de be îro dinya li medya dijîtal dizivire. Hikûmet bi artêşên trollan bi rêya twitter û platformên din yên dijîtal rojevan çêdikin, berê rastiyê diguherînin û ya dixwazin serwer dikin. Hêzên dijberê kapîtalîzmê, faşîzm û otorîterîzmê jî xwe bi rêya medya dijîtal rêxistin dikin. Jin bi kampanyayên cîhanî hêza medya civakî diceribînin. Dijberiya tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê bi rêya medya civakî xwe rêxistin dike. Kurt û kurmancî di serdema dijîtal de êdî tarîfa dinyayê bi medya dijîtal pêkan e. Heta kesek bi tena xwe dikare bi platformek wekî twitter an jî înstagramê ji saziyek medyayê bihêztir û bandortir be. Rojeva medyaya giştî, civak û siyasetê hema bêjin bi rêya medya dijîtal tê diyarkirin. Bi etîketên girêdayî rojevê, hemwext bi milyonan mirov têkildarî heman rojevê nêrîn parve dikin, hev bandor dikin. Ev helwesta rêxistî jî encam digire.

Qada herî bibandor

Herî dawî twîtterê Hezîrana borî 7 hezar û 340 hesabên alîgirên Erdogan bi sedema operasyonên agahiyê dike, eşkere kir û ew girtin. Bi van hesaban artêşa trollan a Erdogan bi hezaran êriş pêk anîn. Bi sedan jinên rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîst bûn armanca êriş an. Faşîzmê di medya civakî de xwe bi vî awayî rêxist û her kêliyê aktîv tevgeriya. Lê belê jimara vê artêşa trollan ne ew çende ku twîtterê eşkere kir. Nimûne Başak Demirtaş bû armanca êrişa cinsiyetparêz a hesabek AKP’ê. Li dijî parvekirina cinsiyetparêz nerazîbûn zêde bûn. Bi etîketa ‘Başak Demirtaş em bi terene’ dijberî mezin bû û piştgiriyek ciddî çêbû.

Di encam de jin vê qada ewqas giring, xwedî hêza polîtîk û xwedî qabiliyetek mezin, çiqas bi bandor bi kar tînin? Em jinên Kurd di vê mijarê de li ku derê radiwestin? Gelo em çiqas fêhmdarin ku êdî dinyaya berê çû, amûrên nû û şêwazek nû yê medyayê ango medya dijîtal weke qada herî bibandor xwe ferz dike. Em tenê li Tirkiyê binêrin, rojane bi hezaran jin di van platforman de dibin armanca êrişên cinsiyetparêz, dibin armanca êrişên polîtîk. Ev bûyerên rojane, ne ji rêzê û her wiha sîstematîk nîşan didin ku divê jinên Kurd vê qadê bi têgehiştinek hîn berfirehtir bi kar bînin.

Êdî hemû têgîn diguherin

Eşkereye, di encama pêşketina teknolojiyên ragihandinê de peywendiya civakê û medyayê bi lez vediguhere. Vê veguhertinê têgînên cih û dem jî bi xwe re guhertin û diguherîne. Bi pêşketina amûrên ragihandinê re, agahî bi lez digere û dinava demek kurt de dikare vegere rewşek din. Enformasyon bi lez vediguhere dezenformasyonê. Yanî dinya bi vî awayî ji berê jî ecêbtir bûye, ewqas lez û mobile, ewqas zû her tiştî xerc dike ku serê mirov dizivire. Vêca biryar a kese ku bikare bijartinek rast di navbera bi hezar, deh hezaran agahî de bike. Ew topbarana agahiyê tiştek din jî dixe rojevê, rastî, lêgera rastiyê…

Ev qad bi platformên weke facebook, twitter, instagram, youtube û gelek platformên din televîzyon, rojname û amûrên din li pey xwe dihêle. Ev rewşa giring ji bo me jinan jî divê hîn berfirehtir û kûrtir, li gorî giringiya wê were destgirtin. Çawa ku qadên polîtîka, aborî, spor, medya û her qada jiyanê ji jinê re bi têkoşînê vedibe, di vê qadê de jî giringiya reaksyonek rêxistî û polîtîk xwe ferz dike. Ji xwe bi salaye di qada medyayê de jin li dijî zimanê cinsiyetparêz û eqlê zilam ê serdestê vê mecrayê têdikoşin. Tevî destkeftiyên giring jî hîn sazîbûna zilam a di medyayê de nehatiye derbaskirin.

Zimanê tundî û cinsiyetparêz

Çawa ku di van platformên dînamîk de enformasyon bi rêya van platformên dijîtal bi lez belav dibe, ew çend jî bi dezenformasyonê, zimanê tundî û cinsiyetparêz xwe dide der. Zilamên ku li malê, li kolanê û li kar tundiyê li jinê dikin, di medya dijîtal de jî bi heman awayî êrişkar in. Ew çand û nêrîna cinsiyetparêz bi dezenformasyonê xwe bilez pirr dike.

Li ser medya civakî zilam şantajê li jinan dikin, gef dixwin, tacîz û heqaretan dikin. Zilam bi îfşaya diyalogên çêkirî gefan li jinan dixwin. Bê gûman jin jî bi hewldanên kesî li dijî van helwestan nikarin rawestin. Lewma em car bi car dibînin jin van hewldanan îfşa dikin. Bi vî awayî dikarin dengê xwe bigehînin. Her wiha tundiya li dijî xwe jî dikarin bi rêya medya dijîtal bigehînin. Lê belê ev yek tena xwe têrê nake. Eşkereye divê em jin bikarin vê qadê hîn xurttir, polîtîk û rêxistî bi kar bînin.

Helwesta jinan bi bandore

Ev cîhana lez û bezê, dikare ji bo armancên têkoşîna jinê bi awayê herî baş were bikaranîn. Di dema pandemiyê de bi milyonan jin, tacîz, tecawiz û her bûyera tundiyê li ser medya civakî ragihandin. Bandora helwesta jinan gelek bû, sazî û dezgehên peywendîdar neçar man bikevin tevgerê. Dîsa tevgerên jinan zêdetir karîn zexta çareseriyê zêde bikin.

Em jinên Kurd xwedî tevgera hezî mezin a cîhanê ya siyasî, civakî û parastinê ne. Lê em di bikaranîna medya dijîtal de mixabin ne serkeftî ne. Nimûne her jina derfet heyî dikare platforma dixwaze bi kar bîne. Ne tenê li dijî tundiyê, weke amûrekî ragihandinê înteraktîv bi kar bîne. Çerçove fireye, ku em jin bikarin medya dijîtal li gorî daxwazên xwe bi kar bînin, tekoşîna jinê dê mobilize bibe. Pêdiviya me ya gehiştina her mirovî, dê bilez û asantir be. Yanî ne derenge ku em medya dijîtal weke qadeke tekoşînê pênase bikin. Bi milyonan mirov hemwext agahdar bibin, bikevin tevgerê… Bibe qada parvekirina fikir û çalakiyê. Vê dînamîzma dîjîtal bi dînamîzma jinê re bikin yek û xwe bigehînin herkesê..