Koma Elenya dibe newaya şoreşa Rojava

- Newaya Jin
602 views

Li Rojava şoreş di nava şoreşê de pêk tên. Di warê civakî, siyasî, parastin, ekolojî, aborî û çandî de jinên Rojava mohra xwe li xebatên pir giring didin. Yek ji xebatên jinan ku herî zêde balê dikişîne, xebatên çand û hunerê ne. Jin di her qada çand û hunerê de xwe rêxistin dikin û afirîneriya jinê bi ruhê şoreşa Rojava re dikin yek. Heta bi afirîneriya jinê dibin deng û rengê şoreşê. Vê mehê jî emê cih bidin xebatên komek jinan ya mûzîkê. Koma Elenya ya ku li Rojava bajarê Qamişloyê, di bin banê Kevana Zêrîn de xebatan dimeşîne, deriyên xwe ji me re vekir û bersiv da pirsên me.

Ji ber ku we daxwaza me ya hevpeyvînê pejirand, em weke Newaya Jin kefxweş bûn. Pêşî em dikarin te nas bikin?.

Navê min Xunav e. Di komê de yek ji endamên herî kevin ez im. Di sala 2014’an de tevlî komê bûm. Ez di nava komê de li sazê dixim. Yanî ez sazbenda komê me.

Weke endama herî kevin a komê dikarî hinek behsa pêvajoya avakirina komê bikî?. We koma Elenya kengê, bi çend kesan ava kir?.

Xunav: Koma Şehîd Elenya, di sala  2013’an de hat avakirin. Komê bi pênc kesan dest bi xebatan kir. Niha jî 6 kes di komê de cihê xwe digirin. Ev kom, di dema şerê şoreşa Rojava de, bi ruh û coşa azadiyê û berxwedanê hat avakirin. Em dikarin bêjin koma Elenya bi şoreşa Rojava re ava bû. Em dizanin şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, avakirina komên jin yên mûzîkê jî girêdayî vê rastiyê pêşket. Em komek xweser in. Di nava tevgera çand û hunera jinên Kevana Zêrîn de cihê xwe digirin. Bi demê re hinek ji endaman ji komê veqetiyan, lê hevalên din hatin û şûna wan tijî kirin. Ya giring xebatên hunerî bûn; lewma jî komê rêya xwe ya hunerê dewam kir.

Armanca we ji sazkirina Koma Elenya çi bû?

Xunav: Armanca me ew bû, em deng û rengê jinê bidin nasîn û em hestên xwe di hunera xwe de belav bikin. Hêza jinê di huner de jî biteyîsînin, bidin der.

Navê we bi xêr?. Hûn kengê tevlî koma Elenya bûn?. Wek jinek ciwan we dikarîbû xebatek kesî ya hunerî bikin, lê we xebata komî ya mûzîkê hilbijart. Li gorî we ferqa dinavbera xebatên komî û xebata kesî de çi ye?.

Navê min Perîşan e. Ez di sala 2018’an de tevlî komê bûm. Ez di beşa deng de cihê xwe digirim.

Di xebatên komî de mirov xwe nas dike. Her wiha mirov dikare kêmasiyên heyî temam bike û di warê zanîstê de pêş bikeve. Ew ruhê komî û civakî mirovî bihêz dike. Bi vî awayî bi komê re kesayet zêdetir pêşdikeve. Xebatên kesî bi kes re bi sînor dimîne. Tevî vê jî mirov kesî jî dikare gelek tiştan bike. Lê bi komî dewlemendtir û rengîntir dibe. Ji xwe em weke civak jî, civakek komînal in. Di rastiyê de her hunermend xebateke komî dike. Ji ber em binêrin, li gel hunermend hin kes amûran lê didin. Çima ev belavbûn hebe ku? Bi hev re bibin wek ruhek yekgirtî, çêtir e.

Bi kurtî em dikarin we jî nas bikin?. Li gorî we di warê afirînerî û naverokê de ferqa jinan di mûzîkê de çiye?

Navê min Mizgîn e. Ez xelkê Kobanê me. Di sala 2019’an  de min cihê xwe di koma Elenya de girt. Ez jî di beşa deng de cih digirim. Yanî distirêm.

Di nêrîna me de her jinek rengekê diyar dike. Lê ev reng hemû dema digehin hev; bi hevre dibin wêneyek pir xweşik. Bi giştî jî wisa ye, em lê binêrin cihê ku jin bi deng û rengê xwe tê de nebe, ew cih bê jiyan dimîne.

Bala me kişand, di komê de hevalên ji Rojhilatê Kurdistanê hene. Hûn dikarin xwe bidin nasîn?.

Ez Rûken im.  Ji Rojhilatê Kurdistanê me. Ji ber zextên rejîma Îranê em koçberî Başûr bûn. Piştî şoreşa Rojava dest pê kir, em hatin Rojavayê Kurdistanê. Di sala 2019’an de ez tevlî komê bûm . Di beşa deng de cihê xwe digirim. Lê  Perwedeya amûr jî dibînim.

Hûn di mûzîka Kurdî de li ser şopa kê dimeşin, jinên ku pêşengên mûzîka Kurdî li gorî we kî ne û çima?

Rûken: Em koma Şehîd Elenya ne. Di rêza yekem de sembola me helbet  şehîd Elenya ye. Heval Elenya yek ji şervanên azadiyê bû û di nava refên gerîla de hunera tekoşîna azadiyê çêkir û şehîd bû. Sembolên me yên din ku em wan ji bo xwe mînak dibînin û şopa wan diparêzin; Şehîd Mizgîn, Şehîd Delîla, Şehîd Berçem û dengbejên me yên jin in. Daxwaza me ewe ku em dengê wan lehengan her demê bidin jiyîn.

Ji heman malbatê jinek din ya ciwan di komê de cih digire. Navê we bi xêr?.

Belê, navê min Ronahî ye. Ez jî ji Rojhilatê Kurdistanê me. Hevala Rûken xwişka min e. Ez jî di  sala 2019’an  de tevlî komê bûm. Niha di beşa deng de cihê xwe digirim. Lê em li ser amûran jî perwerdeyê dibînin.

Di bikaranîna amûran de koma we bala mirovî dikişîne. Di komê de çend enstrûman tên bikaranîn?.

Ronahî: Belê em enstrûmanên xwe bi xwe lê dixin. Niha tembûr, erbane û  dahol heye. Du endamên me daholê lê dixin û endamên din jî fêrî amûrên din dibin. Taybet amûrên Rojhilatî dewlemendî û rengek zêdetir resen û Kurdewar dide koma me. Em perwerdeyên deng, perwerdeyên teorî û ya amûran dibînin.

Em bawerin di komê de di beşa rîtîm de jî hûn hene. Bi kurtî em we jî nas bikin.

Ser çavan, navê min jî Xeysa ye. Ez jî yek ji endamên herî kevin yên xebatên Çand û hunerê me. Di sala 2014’an de tevlî kar û xebatên çand û hunerê bûm û di sala 2018’an de jî tevlî koma Şehîd Elenya bûm. Ez di komê de rîtîm bi kar tînim. Li kêleka xebatên koma Ş. Elenya, hem govendvan im, hem jî mamosteya govendê me.

Perwerde li kî dera jiyan û xebatên we cih digire?

Xeysa: Jiyan bi xwe perwerde ye. Bê perwerde ti kar baş bi ser nakeve. Di xebatên me de jî perwerde pir giring e. Em bi rêka perwerdeyê xwe xûrt dikin, pêş dixin, milên xwe yên lewaz derbaz dikin. Em dizanin di vî warî de em kêm in. Lewma em perwerdeyê giring dibînin.

Hest û ramana ku mohra xwe li mûzîka we dide çiye?

Xunav: Hezkirina me ya ji mûzîkê  re û armanca me ya ku em çanda xwe ya resen bi rengê jinê bi ser bixin, mohra xwe li xebatên me dide. Weke me li jor jî dayî diyarkirin, koma me di dema şoreşê de ava bû. Helbet rengê şoreşê mohra xwe li mûzîka me da ye. Piranî ruhê tekoşîn û berxwedana şervanên YPJ-YPG’ê û berxwedana gelê me, ji bo me bû çavkaniya îlhamê. Dîsa weke gelê Kurd em xwedî çand û dîrokek pir qedîm û berfireh in. Ew kok mohra xwe li mûzîka me dide.

Peryoda xebatên koma Elenya çawa ye?.

Ronahî: Em heftiyê du rojan kom dibin. Di wê kombûnê de em strana hildibijêrin û perwerdeyên xwe dibînin. Nîqaşa me li ser stranan çêdibe û weke kom em her tim xwe ji bo xebatan amade dikin, xwe bi pergal û pîlan dikin û wisa dimeşin. Her wiha piştî kar bi dawî bû, em bi civînekê kar dinirxînin.

Xebatên we yên heta niha çi ne?. Nimûne konser, album û çalakiyên we yên din yên mûzîkê di çi astî de meşiyan?.

Xunav: Xebatên me berfereh pêk hatin. Li ser asta Rojava, Qendîl , Şengal û Mexmûrê em tevlî konser û pîrozbahiyên Newrozê, 8’ê Adarê û festîvalên jinan  bûn. Wekî din jî em di hinek karên rojane û demkî de jî cihê xwe digirin. Hîn me albûm tomar nekiriye, lê berhem tên komkirin. Hinek berhemên hatine tomarkirin jî hene. Weke klîp strana “Hêza Jin” hat çêkirin. Ev stran û klîp berhema komê bû. Civakê jî pejirand û pir jê hez kir. Stran rengê şoreşa Rojava bû. Niha jî hinek projeyên me hene ku em li ser dixebitin.

We behsa hebûna projeyan û xebatên xwe kir. Xebatên li pêş we çi ne?

Xunav:Em amadekariya strana “şehîd Zîlan” dikin. Wê di demek nêz de bê tomarkirin.

Wekî jinên ciwan yên mûzîkjen û hunermend pêşniyarên we ji bo jinên mûzîkhez çiye?. Nimûne divê ji ku dest bi xebata mûzîkê bikin, çi bikin?

Xeysa: Pêşinyara me ew e, her jinek pêşî di xwe de li hunerê bigere û di xwe de hunerê bibîne.  Li xwe xwedî derbikeve, xwe perwerde bike û tevlî xebatên qada çandê bibe. Ji ber çand jiyan e. Çand di hunerê de dijî. Di xwe naskirina ciwanan de rola çand û hunerê pir giring e. Em bang li hemû ciwan dikin, li hemberî bişaftina çandî xwedî li çand û hunera xwe derkevin, di nava xebatên çand û hunerê de cih bigirin.

Wekî Newaya Jin em gelek şanaz in ku li gel şeş jinên jiwan yên hunermend, me demek têr û tijî huner derbas kir. Bi hêviya serkeftî bin.

Xunav: Li ser navê komê em spasiya Newaya Jin dikin.