Li dijî tarîtiyê tekoşîna ronahîye

- Zeynep ERDEM
554 views

Polîtîkaya Dewlet Netewe ya dasthilatdariyê mirovahiyê ber bi felaketên mezin ve dibe. Di cîhanê de hin hêz, ali û kesayet vê felaketê dibînin û li dijî wê şer dikin, canê xwe didin. Hin hêz, kesayet û alî jî weke hespê bi çar lingan bibeze, dibezin ji bo ku vê felaket û xeteriyê kûrtir bikin.
Em demê van felaketana û  aliyan hinek şîrovebikin: Hebuna DAIŞ li Rojhelata Navîn felaketa herî mezine ku bi ser mirovahiyê de hatiye. Paşeroj û pêşeroja mirovahiyê di xetereyê de ye. Dîsa li herêmê pergala despotên weke Saddam Huseyîn, Husnî Mubarek û hrwd. hilweşya ye. Lê despotên weke R. T Erdogan û hevalbendên wî li ser karin.
Li aliyekî li Rojavayê Kurdiatan û Surî hêzên weke QSD, YPG û YPJ, li Şengal û Başurê Kurdistanê, YBŞ-YJŞ û gerillayên HPG û YJA-Star bi buhayên giran, kedeke mezin, bi xwîna xwe li dijî çeteyên DAIŞê mirovahiyê diparêzin, li aliyê din jî hêzên weke PDK- Mesut Barzanî wekî hespê bi çar gavan bibeze berbi hêzên kujer weke Erdogan û hevkarên wî ve dibeze, xwe davêje himbêza wan.
Van du hêzên li ser heman erdnîgariyê lê yek tarî weke şevê, yek jî ronahî weke rojê di nava pevçuneke dijwar dene. Em nabêjin kîjan hêz wê qezec bikin! Ji ber ku heya roja meya îro yên zalim finda (mum) wan di demeke kurt de temiriye. Em tenê dikarin bêjin ku despotên weke Edogan tiştekî di dest de mabe û winda bike nîne. Ji ber wê jî hemu derfetên di destê xwe de li hember Gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz û mirovahiyê bikar tîne. Bê guman mijara me ne bahskirina polîtîqayên desthilatdarên li Rojhelata navîn dawiya wan hatiye lê naxwazin vê rastiyê bipejirînin ne. Mijara me li dijî van polîtîkayên di serî de gelê Rojhilata Navîn û herêmê, polîtîkaya li dijî hemu mirovahiyê tê meşandin divê çawa were valaderxistin û tekoşîneke çawa were meşandin e.
Ji ber ku serdema em têdene çarenûsa gelan diyar dike. Îro em aliyên xwe diyar nekin ji bo me dibe ku sibe dereng be. Bi taybet di vê demê de di nava civakê de jin li hember van pêşketinan berpirsiyare.
Ez dixwazim balê bikşînim ser van geşedanên di herêmê û hêzên di nava vê pêşeroja ranahî ji bo gelê Kurd avakirinê de canê xwe didin û li hemberî wê jî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî û tenk dixwazin gelê xwe bikin qurbanî. Ev hêza em bahsa wê dikin bê guman PDK ye. Rastiya PDK’ê bi salane tê naskirin. Ji xwe re polîtîkaya ku gelê Kurd û mirovahiyê bikin xulamên dijminê xwe kirine tercîh. Yanî pivanên mirovahiyê û exlaq di nava vê hêzê û kesayetên berpirsê wê de tuneye.
Li hemberî vê lazime çi were kirin?
Tişta herî giring eve!
Di serî de Tevgera Azadiyê, gelek hêz û aliyên Kurd hewl dane yekitiya netewî ava bikin. Di demeke wiha hesas û nazik de giringiya vê yekê xwe ferz dike û her kes di ferqa vê deye.  Li dijî vê xeta îxanetê têkoşîna herî mezin û bi bandor di serî de dikeve ser milê jin û gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê.
Rojane ev polîtîka zerarê dide xelkê Başurê Kurdistan. Artêşa Tirk her roj gundên Başurê Kurdistan’ê bombebaran dike, zerarê dide mal û milkê gundiyan. Leşkerên Artêşa Tirk dikare pir bi hêsanî werin ser axa Başur, baregehên leşkerî çêbikin. Kengî bixwaze bi hevkariya PDK’ê dikare dest bavêje axa Kurdistanê. Lê PDK rê nade Kurdan ku li herêma Kurdistanê azad bijî û azad tevbigere. Deriyê Saziyên Civakên Sivîl yên weke REPAK mohr dike, xebatkarên wê ji paytexta herêmê dersinor dike. Dayika du şehîdan û tekoşereke jin Şengê Kahraman, Rojnamevan û jineke Êzdî, Aysel Avesta girtin û rastî îşkenceyên psîkolojîk hatin, bi rojan di bin çavan de hatin ragirtin. Eger li dijî van girtinan helwest pêş nekeve PDK wê cesaret bike van jinan teslîmî Tirkiyê jî bike.
Ji ber van sedeman xelkê Başur û jin bêyî ku dereng bimînin pêwîste helwestên tund û tekoşîneke bi rêxistyinkirî li hember vê xeta îxanetê bide meşandin. Tarîtîya PDK li ser gelê Kurd ferz dike tenê bi şêwaz, jiyan û tekoşîna tekoşerên weke Asya Yukselan, Ebu Leyla’yan û Genco Germyaniyan were meşandin û tarîtiya tê ferzkirin veguhere rojên azad û ronahî ji bo gelê Kurd û herêma Kurdistanê.