Li Kenyayê gundên jinan

- Newaya Jin
747 views

MANSETLi nava civakên ku sîstema baviksalariyê lê serdest e û bi her rengî şîdet û destavêtin li jinê dibe, mînakên rêxistinbûna jiyana azad a jinan jî hene. Gundê Ûmoja, ku di salên 1990’î de ji aliyê jinên mexdûrê destavêtinê li Kenyayê hate avakirin, piştre ji bo gelek gundên jinan bû mînak.

Leşkerên Îngilîz, di navbera salên 1965-2002’an de li Kenyayê tevlî gelek manewrayên leşkerî bûn. Derkete holê ku van leşkeran di nava 30 salan de dest avêtine bi sedan jinan. Jinan ancax sala 2003’an karîbûn dengê xwe bigihînin dadgeriyê. Beşek ji van jinan, ji sala 1990’î û pê ve biryar dan ku ji xwe re wargehan ava bikin û li van wargehan de tenê jin hebin û ev qad li mêran qedexe bin. 15 ji van jinan, sala 1990’î rêxistinbûnek bi navê Koma Jinê ya Ûmoja Ûaso ava kirin û hewl dan ji jinên ku bi zorê hatine zewicandin, jinên mexdûrê sineta jinê ne, li nava malbatê şîdet li wan hatine kirin û mexdûrên destavêtinê ne, bibin alîkar. Endamên Koma Ûmoja, li Kenyayê ku 45 ji sedî yên jinên ji 15 heta 49 salî mexdûrên şîdeta fîzîkî û zayendî ne, bi biryar bûn ku bi ser van pirsgirêkên giran ve biçin. Her ku vê komê karên serketî dikir, gefên li wan jî zêde dibûn. Li ser vê yekê komê ji neçarî biryar da ku dest bi rêxistinbûneke cûda bikin. Ûmoja di zimanê Swahîlî de tê wateya ‘yekîti’yê.

GUNDE JINAN 3Li hember hişmendiya pergalê rabûn

Jinên ji gelê Sambûrû ku piraniya wan li herêmên navîn ên welêt dijîn, li ser vê yekê li Ûmoja’yê wargeheke ku tenê jin lê dijîn ava kirin. Gundê Jinê yê Ûmoja, ku bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Naîrobî ye, bêguman bi hêsanî ava nebû. Sîstema baviksalariyê li nava gelê Sambûrû yê li dora vî gundî gelekî xurt e. Lewma hebûna van çend jinan ji bo wan bibû sedema aciziyê. Nêrîna ‘Bi tu awayî ne rast e’, ‘Jinek tu carî nikare bibe rêveberek. Ev karê mêran e û wê timî bi vî rengî be’ serdest bû. Li gorî Nagûeî ku yek ji damezrînerên gund e, di zîhniyeta giştî ya gelê Sabûrû de jin weke ‘stu’, mêr jî weke ‘serî’ tên pênasekirin. Nagûeî ji malpera Jeûne Afrîqûe re axivî û got, “Eger mêrek rûniştî be, nabe ku jinek li ser piyan be. Nabe ku berî mêr biaxive. Eger hevserê wê bixwaze hevjîna xwe bikuje, dikare bikuje.” Bi van gotinan cihê jinê yê li nava civakê aşkera kir. Tê zanîn ku hê jî ji sedî 80 jin di nava civaka Sambûrû de tên sinetkirin û ev jî bi tena serê xwe nîşan dide bê jin êşeke çawa dikişîne. Hikumeta Kenyayê sala 2011’an sinetkirina jinê qedexe kir, lê qedexeyê jî ev rastî neguherand.

Destûr ne hat dayîn ku erd jî bikirin

GUNDE JINAN 2Jinên ku hê jî li gundê Ûmojayê dijîn, ew jin bûn ku salên 1990’î leşkerên Îngilîz dest avêtibûn wan. Jinên ku li malên xwe vegeriyan, vê carê bûn hedefa şîdeta hevser û malbatên xwe. Bi hinceta ku ‘rûmeta wan gemarî bûye’ li derveyî civakê hatin hiştin. Mêrên li herêmê bi rengekî tund li ber hewldana jinan a ji bo avakirina gundê xwe tevdigeriyan, derketin. Ji damezrînerên gund Rebecca Lolosolî, sala 2015’an ji The Guardian re axivî û anî ziman ku li Ûmojayê ji bo avakirina gundê xwe wan xwestine erdekî bikirin, lê mêran li wan dane. Jin ji têkoşîna xwe venagerin û dikin ku otorîteyên Kenyayê Koma Jinê ya Ûmoja Ûosa weke kooperatîfekê nas bikin.

Ji bo jinên mexdûr bû hêvî

GUNDE JINAN 6Ji bo jinên ku li dijî sîstema baviksalarî û pratîka dijminatiya wê ya li jinê derdikevin, gundê Ûmoja bû hêviyeke mezin. Tevî ku li welatekî mezin weke cihekî biçûk tê dîtin jî ji bo jinên ji kabîleya Sambûrû yên bi zorê hatine zewicandin, şîdet û destavêtin li wan hatine kirin, bûye stargehek. Li vî gundî, ji aliyê giştî ve mafê mêran nîne. Di destnîşankirina têkiliya bi mêran re jî jin azad in. Yanî mêr bi temamî li derve nayên hiştin û ev yek ji biryara şexsî ya jinê re tê hiştin. Lêbelê di nava 200 zarokên gund de, zarokên kur ên gihîştine temenê ciwantiyê, ji wan tê xwestin ku li çareya serê xwe binêrin. Jin li vê derê jiyana xwe ya aboriyê bi rêxistin dikin. Ewilî bi dikanên xwe yên seyar ên garis û şekir lê difirotin, debara xwe dikirin. Lêbelê piştre ji bo tûrîstên dihatin herêmê berhem çêkirin û firotin. Dûre bi rêya perwerdeyê kirin ku hê bêhtir tûrîst bên herêmê.

Hin gundên din jî ava bûn

Li Ûmojayê bi dehan jin jiyaneke bê mêr dijîn. Piştî wextekê hin ji jinên li vê derê çûn û gundên cûda ava kirin. Piştî çend salan, hin jinên ku digotin ‘Li Ûmojayê rêveberiya demokratîk nîne’, li cihên cûda gund ava kirin. GUNDE JINAN 5Ji bilî Ûmojayê, li herêmê 3 komunên cûda yên jinê ava bûne û li her yek ji van bi dehan jin dijîn. Li komunên din ên hatine avakirin, têkiliyên jin-mêr bi awayekî din hatine destnîşankirin. Mînak, li gundê Nangî ku tê wateya ‘kêfxweşiyê’, mêrên ku dixwazin bi hevjîna xwe re bijîn, dikarin bijîn. Lêbelê bi şertê ku ‘li gorî pîvanên gund’ tevbigerin. Damezrînera Nangî Rose dibêje, “Mêr ger bixwazin dikarin vegerin. Lê, bi şertê ku li gorî pîvanên me tevbigerin. Eger ez bixwazim heywanan biçêrînim, divê hevjînê min li zarokan miqate be.” Mêrên pejirandin ku li gund bijîn, li gel nêrandina li zarokan her wiha pejirandine ku gelek karên mîna çêkirina xwarinê yên di nava civakê de weke karê wan nayê dîtin, bikin.

Sala 1995’an ji aliyê jinên ji Ûmoja ve derketin Koma Jinê ya Nachamî ava bû û van jinan jî gundê xwe çêkirin. Piştre hin jinên ji Nachamî derketin, sala 2011’an gundê bi navê ‘Ûnîty’ ava kirin. Karê sereke yê jinên li vê derê jî mafên jinan, tenduristya wan û perwerdeya zarokan e. Xûya ye ev gundên li herêmê zextê li sîstema zordar dikin. Tevî beşdariya ji gundên li derdorê kêm jî be, ji bo jinên li malên xwe ne, di mijara zanekirinê de xwedî roleke girîng in.

Çavkanî: Şûjin