Parastina cewherî rêxistin bûyîna jine

- Ruken Cemal
843 views

Pergalê deshilatdarî, hişmendî û feraseta wan xwe avakirine heya niha her tim şer ji bo berjewendiyên xwe weke armancek bi kar anîne. Di şer de her tim jin, zarok û gel tê kuştin, qetil kirin, sermayedar jî ji bo serwertiya xwe şa dibe. Tê zanîn ku Rojhilata Navîn ji bo sermayedaran cîhê ku herê zêde rant lê ser tê kirine. Di hûndîrê Rojhilata Navîn de jî welatê Kurdan; Kurdistan. Belê di Rojavayê Kurdistanê de sê salin şerên pir dijwar tê meşandin. Lê li hember ev şerê dijwar berxwedaniyên bêhempa di asta herê jor de tê kirin. Ev şer di aliyê çeteyên DAÎŞ yên ku bi destên navnetewî hatine ava kirin tê meşandin. Dema ev çetane di milê Rojavayê Kurdistanê de bin ketin û nekarin tu rê ji bo xwe peyda bikin, ji bo wê jî êrîşê Başurê Kurdistanê kirin. Bi taybet jî heremên Kurd yên ku li ser sinorin ango bi alikariya hevparên xwere cardin êrîşê gelê Kurd kirin. Ji bervê sedemê jî hêzên gerîlayên PKK ji bo parastina gelê xwe ketin dinava seferbertiyê de. Hêzên YJA Star û HPG di her heremê ku xeterî li ser hene ji bo ewlehiya gelê xwe xwe bi cîh kirin.

Me jî li ser vê bingehê û giring bûna hatina hêzên gerîlayên jin di Başurê Kurdistanê de bi fermandara leşkerî ya YJA Star Nuve Rojhat re hevpeyvînek li darxist. Em vê hevpeyvîna xwe bi we re parve dikin…

 

Birêz Nuve, hûn hatina hêzên gerîlayan, bi taybet jî hêzên YJA Star yê di Başurê Kurdistanê de çawa digrîn dest? Armanca hatina we çiye û ji bo we mijara herê bingehîn çiye? 

Hatina me ya hêzên leşkerî yên YJA Star ji bo Kerkûk ê wateyên xwe yê pir giring hene. Ji ber ku êrişek hovane li ser Başur ê Kurdistan ê tê meşandin. Ev êrîş li ser tevahî Kurdistan ê tê kirin. Hatina me ya livir weke hêzên parastina netewa Kurd jî pêwîstiyên xwe hebûn. Em jî weke hêzên YJA Star bi vê rastiyê re tevgeriyan û hatina me li vir hat çêkirin. Bi taybet jî ji bo jin gefê herê mezin jî çeteyên DAÎŞ’in. Tenê ne li ser Kurdistan ê ev rastî li ser tevahî Rojhilata Navîn tê meşandin û xwe dide pêş. Ji xwe êrîşên pir mezin li ser jin hene. Ev di bin navê heskirinê de, namusê de, kirina mal û milkê xwe û kuştinên di bin navê tore de her derê jin tê qetil kirin û kuştin. Wisa bûye ku, kuştin û qetilkirina jin di pergala baviksalarî de weke rewa tê dîtin. Hem weke hêza parastina jinê, hem jî weke parastina rewa yê jinê, di Rojhilata Navîn de parastinekî ji bo jin mijarê herê lezgîne. Bi taybet jî di vê pêvajoyê de pêwîstî heye ku, li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên ku neyar û xwînxwarê jin ê ye parastinekî çalak were pêşxistin. Di tevahî qadan de yê ku herê ziyanê di bine jin û zarokin. Ev pir berçav û eşkereye.

Di Şengalê de bi hezar jinên bi destê DAÎŞ hatine revandin, cardin di Musil ê de heman tiş li ser jin hat meşandin. Her wiha ji bo jinan fetwa yên ku hatin dayîn weke ku, dest avetina jinan heq dîtin, mehr kirina jinan ji bo xwe maf dîtine.  Bêguman li hember ev hişmendî û ferasetê, rêxistin kirina jinê, parastina jinê dayîna ava kirin û pêşxistin ji bo jinan pir giringe û mijarekî jiyanî ye. Di Başur ê Kurdistan ê de ev rewş pir vekirî derdikeve holê. Ev çeteyên hov, li kuderê firset bibînin li ser gelan, jinan êrîş pêk tînin û nêzîkatiyên ji derveyê mirovahî yê didin meşandin.

 

Nuve Rojhat 2Li hember vana, hatina me ya Başur ê Kurdistan ê pir giringe û watedare. Armanca me ewe ku em tevahî gelê xwe bi taybet jî jinan li hember êrişan bi parêzîn. Di heman demê de feraset û zana bûyîna parastina rewa û cewherî jî dinava gelan û jinan de pêş bêxin. Li kuderê dibe bila bibe erkê me yê bingehîn ewe ku em parastina gelê xwe û yê tevahî gelan, yê jinan û welatê xwe di asta herê jor de pêş bêxin. Ji ber ku di roja meya îro de xeterî li ser Başurê Kurdistanê ye û li ser jinên Kurdin ji bo vê jî hatina me çê bû. Li ser vê bingehê jî emê li hember her cûrên êrîşan jinan bi parêzin û parastina jinan jî domdarî bikin. Tu berjewendiyên me yên tekakesî nîne, êrîşek pir neheq li ser gelê Kurd tê meşandin, armanca me ewe ku em bersivên xurt bidin van êrişane û welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin. Weke hêzên YJA Star yê di Başur ê Kurdistan ê de hemû hewildanên me ewe ku em rêxistin bûyîna xwe li vir jî ava bikin. Emê li hember êrişên ku wê li ser jin û gel were kirin jî xwedî rolên bi çalak bin. Hemû çeperên ku em tê de cîh digrin jî pir bi îdea û bawerin ku emê serkeftinê bi dest bêxin.

Hatina hêzên YJA Star yê di Başur ê Kurdistan ê de bandorên bi çi awayî li ser gel û bi taybet jî li ser jinên Başur ê Kurdistan ê da çêkirin? 

Hatina me ya Başur ê Kurdistan ê de bandorên pir erênî li ser tevahî gel da çêkirin. Tevahî gel jî pir erênî nêzî me dibe. Dema em nû hatin piraniya gel çavên wan revê bûn. Ji ber ku tirsek pir mezin li ser gel hati bû çêkirin. Lê bi hatina PKK’ê re ruhek hat ava kirin. Cardin di pêşmergeyan de, jinan de her wiha ciwanan de zindî bûyînek pêş ket. Hewildanên ciwanan ji bo parastinê pêş ket. Li hember me jî eleqedar bûyînek pir mezin heye. Di heman demê de xwastekên wan yên ku em wan perwerde bikin jî pêş dikeve. Birastî jî hatina me re ew ruhê mirî yê ku dinava pêşmergeyan de hati bû ava kirin ji holê rabû. Em van nêzîkatiyan erênî dinirxînin. Bêguman bi berxwedanî û tekoşînê re ev hên zêdetir wê pêş bikeve. Girêdan bûyînekî manewî yê ji bo azadiya gelê Kurd were çêkirin.

Em weke hêzên YJA Star me di Kerkûkê de çeperên xwe girtine. Lê aliyê ku kêm di mîne jinên Başurê Kurdistanê bi vê zana bûyînê re û bi ronak bûyînê re tevnagerin. Di astekî de hatina hêzên YJA Star yê di Başurê Kurdistanê de li ser gel û jin bandorekî xwe yê erênî daye çêkirin, lê ev têri nake. Pêdivî heye ku jinên Başurê Kurdistanê bikevin ferqa xwe parastinê de. Bi taybet jî parastina hebûna xwe de, nirxên xwe de. Ji bo vê jî zana bûyîn pir giringe. Li ser vê bingehê jî wê xebatên me hebe. Ya herê giring jî ji bo ku jin bikaribin parastina xwe fêm bikin, nas bikin û bizani bin xwe bi parêzin wê hewildanên me pêş bikevin. Divan milan de hewildanên me hene, emê hên kurtir jî bikin. Bêguman hemû hewildanên me ewe ku; em tevahî qadên şerde cîh bigrin. Pêdivî heye ku tevahî jin xwe di milê parastina rewa de jî û parastina cewherî de jî zanist bike. Di vê mijarê de wê xebatên me jî pêş bikevin.

Gelo  jinên Başur ê Kurdistan ê ji bo parastina xwe bi çi awayî tevger dikin? 

Birastî jî ji bo jin mijarên herê bingehîn ewe ku xwe, nirxên xwe û hebûna xwe bi parêzin. Lê herê zêde jî di vê mijarê de jin bê zanist tê hiştin û her curên leystok jî li ser jin pêş dikeve. Di nav pergalê Başur ê Kurdistan ê de jî ev rewş pir eşkere ye û berçavan xuya dike. Hûndirê tu pergalan de ji bo parastina jinan hewildan pêş neketiye, beruvajê wê ji bo kujtin û qetil kirina jinan her rê û rêbaz tê bikaranîn. Pêwîste jin bi xwe bikeve tevgerê de, ji bo maf û parastina xwe tekoşîn bide meşandin. Van mijaran de tekoşînek nayê meşandin ji ber ku zana bûyînek nîne. Em jî weke hêzên YJA Star îdea û biryarê xwe didin diyar kirin ku emê zana bûyîna jin di her qadê jiyanê de pêş bêxin. Emê desturê nedin DAÎŞ û hevkarên wê li ser jin, zarok û gelan deshilatdariya xwe û serwer bûyîna xwe bide çêkirin.

Birêz Nuve, di heman demê de hûn tevlê şerê Maxmurê jî bûne. Hûn dikarin qala berxwedaniya şerê Maxmur ê jî bikin û di şerê Maxmur ê de hêzên YJA Star bi çi awayî rol leystin?Nuve Rojhat

Bêguman Maxmur ji bo me qadekî giring bû. Di Maxmurê de şerek pir dijwar û berxwedaniyek jî pêş ket. Di vê şerê de hêzên YJA Star jî, hêzên HPG û milîsên wargehê rolên xwe di asta herê jor de leystin. Birastî jî Maxmur ji bo me cîhekî stratejîk bû. Ji bo wê jî heya dawiyê me berxwe da û me çeperên xwe berneda. Ez dixwazim rêheval Denîz jî bibîrbînim. Rojnamevanek jin bû, kêlî bi kêlî ew germahiya şer û berxwedaniya ku li Maxmur ê tê kirin tevahî cîhanê agahdar dikir. Ji bo ku ew rastiyên dîrokî yên ku li wir tê nivîsandin winda ne bin kedên pir mezin da raber kirin. Birastî jî bi ruhekî cangorî tevlê di bû. Bi şahadeta rêheval Denîz biryar bûyîn û berxwedaniya me bi hêztir û xurtir kir. Ji bo Maxmur ê em pir bi biryar bûn. Dîroka tekoşîna me de her tim şahadetên jin hatine çêkirin. Lê di Mexmur ê de û di vê pêvajoyê de şehîdê me yê jin yê yeke mîn bû. Li wê derê berxwedaniyên bêhempa di milê hêzên YJA Star ve li hember DAÎŞ pêşket. Birasti jî me vê rastiyê cardin dît ku li hember jina bi hêz, zanist tu kes nikare tu tişt bike. Ji ber DAÎŞ ji hêzên jin ditirse. Çeperên ku hevalê jin tê de bûn çeteyên DAÎŞ’ê ya di reviyan ya jî ji tirsan pir bi hov êrîş dikir. Em rastiyek wisare jî rubîru hatin. Ji îro pêde li kur dibe bila bibe ji bo me ferq nake ji bo parastina welate xwe, axa xwe, gelê xwe û ji bo jin em tekoşîn bidin meşandin û berxwedaniya xwe ji di asta herê jor de domdarî bikin.

Pêwîste jin ji bo parastina xwe çawa tevbigerin û  bangawaziya we ji bo tevahî jinan çî ye? 

Pêwîste jin ji bo azadi û hebûna xwe 24 seat dinava berxwedanî û tekoşînê de bin. Bila jin di vê zana bûyînê de be ku, li ser jin siyasetên pir qirêş tê meşandin. Em destûr ne din ku li ser hebûna me, fikir, raman û hestên me, welatê me û jiyana me dest dirêjî were çêkirin. Bi taybet jî di Başur de li ser jina Kurd pir leystok û êrîş tê kirin. Ev hem di qadê civakî de hem jî rewşên ku derdikevin bandorek dide çêkirin. Li hemberê vê parastinek pêwîste. Jin pêwîste bi xwe parastina xwe bike. Hem xwe di milê hişmendi de hem jî di milê leşkerti de perwerde bike. Birastî jî li ser jiyan û hebûna jinan gefek pir mezin heye. Ev gef di her qadên jiyanê de jî pir berçav xwe dide pêş. Em jî weke hêzên parastina rewa ya jin jî bangawazî dikin ku tevahî jin di kêleka me bi mere bin. Bila werin da ku em sedsala 21. bikin sedsala azadiya jin. Dema hêza jin bibe yêk ew dem emê bikaribin tevahî êrîşên li ser jin tê meşandin berteref bikin. Em weke hêzên YJA Star pir bi îdeane ku emê bi ronak bûyîna fikir, raman, hişmendî û birdoziya Rêber APO re serkeftinê mîsoger bikin. Emê azadiya jin jî mîsoger bikin û sedsala 21. jî bikin sedsala azadî ya jin.