Rêberê Sedsala 21’mîn

- Nîlufer Koç
304 views
Dema ku em behsa pêngava  di dirûşma ’Dem dema azadiyê ye – Azadî ji bo Rêber Apo“ dikin, em behsa azadiya pêşengekî sedsala 21’mîn dikin.  Em tenê behsa siyasetmedarekî an jî serokekî Kurdan nakin. Em behsa kesayeteke ku pîvanên paradîgma sedsala 21.mîn amade kir dikin û keseyateke ku alternatîva sîstema kapîtalîzmê avakir dikin. Hezên emperyalîst pir zû armanc û rastiya Rêber Apo fêm kirin û bi hemû hewldanan xwestin pêşîya wî bigrin.

Bi êrişa bombeyî sala 1996an û bi erişên cûda çendîn car xwestin wî bikujin û di 15ê Sibata 1999an de jî bi komployeke ku mînaka wê li cîhanê kêm in Rêber Apo radestî dijmînê wî, dewleta Tirk kirin. Lê nikaribûn pêşiya wî bigrin û Rêber Apo tola xwe li himber wan bi guhertinek radîkal ya paradîgmatîk bersiv da wan hezên komploger. Ev 23 sal in jî bî sîstema îşkencê ya rejîma Imralî yê Rêber Apo cezadikin daku tola xwe hildin. Mirov dikarê bejê Rêber Apo bi zelalkirina paradîgma Demokratîk Ekolojîk û Azadiya jin ya ku paradîgma hemû bindestan e bi serket.

Paradîgma Rêber Apo serket!

Ev paradîgma edî ne teorî ne jî tenê gotin in, berevajî jiyan, siyaset, civak li gorê vê xwe ji nû de avadike û dijî jiyana kapîtalîzmê tedikoşe. Bi modelên îdarî û siyasî hemû rengên civakê xwe bi xwe rêxistin dikin. Peşiya hemû lingên kapîtalîzmê hatine girtin. Li dijî nijadperestiya kapîtalîzmê,  jiyana hevbeş ya pekhateyên civakî wek alternatîf pek hat. Bi şoreş û rêxistinên xweser yên jinan pêşiya lingekî din yê kapîtalîzmê hate girtin, ev jî zayendperestîye ku wek hîmê kapîtalîzmê ye. Bî danûstandina mirov û xweza yanî hevsengîya ekolojîk peşiya metîngeriya însan ya ku lîberalîzma kapîtalîzmê avakiriye hatîye girtin. Bê guman heya detayên veşartî yên kapîtalîzmê,  hemû rê û mekanîzme hatine avakirin. Mirov dikarê bejê şerekî giran ya paradîgma kapîtalîst modernîte û ya Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û Azadiya Jin niha dimeşe. Hemû erişên li ser PKK an jî Rêber Apo encama vî şerê ne.

Tevgerên li dijî kapîtalîzmê divê helwestek hevbeş nîşan bidin

Lê dema ku em dixwazin bizanibin ramanên paradîgma Rêber Apo di asta cîhanê de çiqas hatine naskirin, mirov pewîste berçav bigre ku di asta cîhanê de jî gelek hewldanên li dijî eriş û zerarên kapîtalîzme hene. Lê mixabin hemû parçe parçe ji hev qutin û piranî seranser in. Hê jî gelek hewldan ew in ku bi reforman kapîtalîzmê lewaz bikin. Li alîyê din ji ber ku siyaset û civak bi giştî homojên in, helwestên wan jî wek wan ne fireh in. Yanî di beşên cûda cûda de li dijî kapîlatîzmê disekinin. Ji ber ve jî mirov nikarê bejê ew derdor hemê wek hev Rêber Apo nasdikin an jî fêm dikin. Her rêxistin li gora rastîya xwe perspektîf, fonksiyon, armanc û erka xwe, Rêber Apo digrin dest. Biyaniyan  êdî fêm kirine ku Rêber Apo serokê Kurdan e. Lê nêzikbûnên cûda cûda jî ji bo destgirtina rastîya Rêber Apo hene.

Em çiqas analizên Rêber Apo belavbikin, wê derdor jî ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin.

Gelek dostên gelê Kurd derbarê bê edeletî ya dijî Kurdan agahdar in. Hinek derdor komployê wek berdewamiya şerê li dijî Kurdan dîbinin. Hinek derdorên ku bi salan pirsgêrika Kurd dişopînin û her tim aligirê gelê Kurd in, kûrahiya pirsgirêkê fêm dikin û ji ber wê jî girîngiya Rêber Apo dizanin. Hinek derdorên ku di tekoşîna siyasî de aşitiyê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwazin jî fêm kirine ku ev bê azadiya Rêber Apo ne gengaz. Ji ber vê jî wek mînaka Sendîkayên Brîtanya, Afrîka Başûr kampanyayên ji bo azadIya Rêber Apo dane destpêkirin. Piştî ku Şoreşa Rojava di asta cîhanê de bi nav û deng bû, Kurd, Kurdistan, têkoşîna azadiya jinên Kurd, PKK zêdetir hate naskirin. Niha jî gelek kes lêkolînan, tezan li ser teorî û analîzên Rêber Apo dinivîsîn. Têgehên wek Konfederalîzma Demokratîk, Jineolojî, Ekolojiya-civakî (social-ecology), Netewa Demokratîk, hevserokatî kelecanek mezin da herkesî. Bi Şoreşa Rojava re ev têgeh ketin rojeva cîhanê û di paralela vê de xwediyê van têgehan yanî Rêber Apo ne tenê wek Serokê Kurdan, lê wek fîlozof ket rojevê. Ji ber vê jî qonaxa niha pir girîng e. Bi Jineolojî jinên femînîst bi ramanên Rêber Apo re di nava dan û standinê de ne. Hezên Sosyalîst yên ku di bin bandora kevneperestiya reel sosyalîzmê de bûn niha zêdetir li ser rênîşana Rêber Apo ya ku dibejê çiqas demokrasî ewqas sosyalîzm û jinan wek proleteryayên esasî yên têkoşîna sosyalîzme dide dîyarkirin. Paradîgma Rêber Apo bersiva hemû pirsgrikên sedsalê dihewînê. Kî bi sîstema kapîtalîzmê re di nava nakokiyan de ye ew zû an jî dereng tên cem Rebêr Apo. Niha baştir tê fêmkirin bê ka çima komployek wisa mezin di dawiya sedsala 20.an pek hat. Ji ber vê jî em çiqas nêrîn, peşniyar û analîzên Rêber Apo belavbikin, wê derdor jî ewqas bi me re ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin.