Awazên jiyanê di wêneyên çiyayî de dixemile

- Tekoşîn AXÎN
544 views

Bihar hemû bedewiyên xwe ji bona dildaran vekiribû. Tevahiya dilên ku bi evîna jiyanê bawerbûn û berê xwe dabûn wargehên herî efsûnî. Ez dibêjim qey tu wênekar nikare dîmenekî wiha bêhempa xêz bike, lewra dîtina çav jê têr nabe, dil bi kelecan li hember bêhempabûna newal, deşt û çiyayan lêdide. Bi hilhatina rojê re berê xwe didin rêyekî efsûnî, cîhên ku em jê derbas dibin, bi kulîlkên renga reng xwe xemilandiye, avekî şîn ber bi newalekî kûr ve diherike, di nav de kevirên gelekî giranbûha şewq didin û perperîkên cur be cur li derdora me difirin da ku rastiya evînê bigihînin dilê me. Di rêwîtiya me de awazên herî xweş yên xwezayê ne ku dilê me xweş dike.

Rastiya ku digihîne heqîqetê

Xemla jiyanê me digihîne gel komekî hevalan. Gerîla beriya ku roj ji asîmanên şîn hilbê şiyar dibin da ku bi hilhatina rojê re ew dîmenên bêhemta temaşe bikin. Bi evîna jiyanê re dil têr nedibû, ji bedewiya çiya û xwezayê… Wekî ku kaniya jiyanê di dilê evîndaran de biherike, tu carî zinarê herî asê jî bê kulîlk nedima. Êdî me awazên hevalan dibihîst. Car ken, car jî stranek ji dil digihîşt lûtkeyên çiyayan. Êdî em jî nêzîk bibûn! Bêhna agir hêj ji dûrve dihat, dema ku em gihîştin gel hevalan, me dît ku heval li derdora agir kombûne û di berbanga sibehî de dilê hevûdu germ dikin. Ji hêlekî ve agir ji hêlekî ve jî hezkirina hevaltiyê wek wolkanekî geş li ser xaka welat li azadiyê digeriya. Ji xwe cudabûna agir jî di vir de ye! Agir; nûbûn, pakbûn û gihîştina rastiyê bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji pîrozbûna agir bawer dikin, çav û dil tu carî bêyî wî namîne.

Bi gihîştina gel hevalan re em jî tevlî civatê bûn. Her jinek, xwedî çîrokek cûda ye, lê her jineke gerîla bi heman armancê berê xwe dide çiyayên efsûnî. Ronahiya agir, di berbanga sibehê de xweşikbûnekî cûda ava dikir. Di nava wê ronahiyê de çav û dil li gel heval Sorxwîn asê dimîne. Ronahiya rojê di nava pelên daran de li rûyê wê ya bi ken dide û porên xwe bi baldarî şeh dike. Xwedî kenekî pir narîn e. Dibêjim qey herî zêde bi xwîngermiya xwe ve bala min kişandibû. Piştî hûnandina keziyên xwe, cardin bera xwe da çirûskên agir. Di rastiyê de naskirina her hevalekê wekî naskirina dinyayek nû bû, lewra di dilê her rêhevalekî de evîn bi rengê cûda helbestên jiyanê bi rêz dike. Heval Sorxwîn jî dengê enderûn ê helbestek wiha bû.

Hevaltî mezinbûna dil e

Hewcehî bi axaftinê nîn bû, ji ber ku di nav têkoşîna azadiyê de tişta ku herî zêde wê ber bi azadiyê ve dibir rêhevaltiya PKK’ê bû. Hezkirina hevaltiyê ji bona heval Sorxwîn, bihêz kirina jiyanê bû. Dema ku pênaseya hevaltiya PKK’ê dikir, hestên wê wiha digihîşt asîmanan; “Ev hestekî pir cûda ye. Avekî şîlo bifikire, lê di nava vê avê de kevirekî wiha binirx ku şewqa wê digihîje her derî. Di rastiyê de hevaltî; ji berjewendiyê dûr, bi hestên herî paqij mezinbûna dil e. Me ji zûve wateya mirinê derbas kiriye. Lê dema ku armanc bi serkeftinê re tacîdar dibe, wê demê mirin wekî deriyekî jiyana nû ye. Ji ber vê divê heta serkeftinê rê nedin mirin ê. Rêhevaltî ji bo me, jiyan, av, dewlemendiyên xwezayê û tevahiya hebûnê ye. Ji ber vê, her ku em agirê jiyanê geş bikin, wê ewqasî rastiyên jiyanê binasin.”

Gelo derveyî mirovên ku bi evîna Kur

d bawer dikin, kesên din jî hene ku wiha ji dil pênaseya jiyan û hebûna xwe bikin? Temaşeyî cîhanê bike; ji aliyekî ve mirovahî di nava şerekî bê ser û ber de hewl dide ku nefesê bigre, ji milê din de jî mirovên dildar ji bona serkeftina evîna jiyanê şerekî bêeman didin. Her ku cîhana heval Sorxwîn dinasim zêdetir fêm dikim ku coşa jiyanê tevahiya dilê wê hembêz kiriye. Li warên evînê de lêgerîna jiyanê kelecanek bêhempa di dilê wê yê ciwan de ava kiriye. Her tim dikene. Kenek wiha ji dil e ku dibêm gelo em wêneyekê bikşînîn dikare vê bedewiyê nîşan bide? Dema ku ez vê difikiriyam heval Sorxwîn lênûs di dest de ber bi min ve hat.

Kêlî di dil de xêz kirin

Li gel agir rûnişt, wekî ku germahiya rêhevalan hîs bike, nêzî ronahiyê dibû. Bi ronahiya agir re pênûs ber bi lênûsê ve bir û dest bi xêz kirina wêneyê kir. Bi meraq min jê pirsî; gelo tuyê bikaribî vê kêliyê xêz bikî? Ew jî cardin bi rûkenî pirsa min bersivand; “Dilê te temaşe dike, wêneyên ku tu caran ji bîr nekî destpêkê di dil de tê neqişandin. Tu wêne nikare bedewiya vî agir û mezinahiya rêhevaltiyê xêz bike. Lê nivîs û xêz kirina wêne jî bilêv kirina hestên herî ji dil e. Dema ku wêneyên jiyanê xêz dikim, jiyan bê navber di dilê min de mezin dibe.”

Di berbanga sibehî de jiyanek nû û evîndarek mezin dinasim. Ew, di rêya milîtaniya Rêber Apo de şerekî bêeman li hember xwe dide. Gelo bûyîna milîtanê tevgera azadiyê hêsan e? Na, na! Wek milîtaneke Apoyî jiyan kirin ne hêsan e, lewra hewcehî bi şerekî bêeman heye. Xêzên ku ji pênûsa Sorxwîn li ser lênûsê ve digihîje rastiya xwe, dibe dewama rêwîtiya me. Dema ku min jê pirsî; wexta ku tu hestên xwe ji dîrokê re dihêlî çi hîs dikî? Bera xwe zivirand agir, çend darên hişk xist nav de û agir geş kir. Kenek narîn di nava bêdengiyê de gihand dilê min û dovre peyvên watedar gihîşt dorhêla hevalan. “Milîtan bûn; di her kêliya jiyanê de şer kirin û serxistina şerê hindûrîn e. Bê westandin, bê fikar û bê hesap şer kirin e. Şerê marmarokek û sûsmarekî bifikire. Marmarok biçûk e, lê sûsmarê ku li beramberî wî şer dike jê mezintir e, gelo di vî şerî de kîjan alî serbikevê? Erê, dema ku em jî bi xwe re şer dikin taybetmendiyên pergalê ku di kesayetên me de bi cîh bûne wek sûsmarekî mezin e, heta dibe ku ji sûsmarê jî mezintir bin, ji ber vê yekê divê şerê li beramberî wî jî hîn mezintir be. Milîtanî şerek wiha mezin e û her kes jî nikare di vî şerî de bigihîje serkeftinê. Dema ku em di vî şerî de serbikevin, wê demê teqez em ê li hember dijmin jî serkeftinê bi dest bixin. Hûnera herî mezin û rast jî ev bi xwe ye.”

Xwe nas kirin

Bi dîtin û naskirina heval Sorxwîn re rêwîtiya wê rojê hîn watedar dibe. Ew bi rastî jî hêza jiyanê dide derdora xwe. Rêwîtiya berbanga sibehê tu carî dawî nabe û di demên cûda de hêvî cardin digihîjê agir.

“Ger kesayetek bixwaze xwe ji nûve biafirîne divê di hemû demên jiyana xwe de rast bifikire û rast bijî, ji ber ku jiyana rast wiha serdikeve. Dema ku armanc û hedefên mirov hebin, ji bo serkeftinê jî divê her tiştî bike. Ger em soza serxistina jiyana şehîdan didin, wê demê divê ji bona jiyaneke nû di her warî de xwe perwerde bikin.

Tovek ji hestên herî azad ber bi bayê ve digihîje axên herî pîroz. Bi demê re tovên azadiyê şîn dibe û di nava jiyana PKK’ê de hestên herî ji dil hêşîn dibin. Ji bona pênase kirina wê bedewiyê jî dibe ku heta avnûska pênûsa te xilas bibe, tu di nava nivîsên xwe de dilê xwe ji gerdûnê re vebêjî. Ruh û dil bi her awayî xwe dide rêya azadiyê, lewra ji fikarên takekesî xilasbûn, di armanca têkoşîna azadiyê de kîlîtbûn e. Ger mirovek Kurd bi hestên Kurdbûnê dijî, wê demê divê di nava vê têkoşîna jiyanê de hebûna xwe bigere. Di nav rastiya gelekê ku ji nav pençên qirkirinê de ji nû ve zîndî dibe. Di wateya herî rast de bi xwe re şer kirin, rastiya xwe afirandin e. Ji ber vê yekê heke di şerê li hember xwe de serbikevî, wê demê dikarî li hember dijmin jî serkeftinekî mayînde ava bikî.

Ji bona bîranîna Ş. Sorxwîn Jiyan