Divê jin bikevin tevgerê

- Berîtan ZAGROS
641 views

ENFALLi Başûrê Kurdistanê ku siyaset bi reng û dengê mêr tê kirin û ji çandeke demokratîk û azadîxwaz dûr e tevî rêveberî di destê Kurdan de ye jî Kurd li vê beşê Kurdistanê heya niha jî nekariye jiyaneke aram û baş li ser van destkeftiyên xwe bijî û her timî dibin gefa şer, birçîbûn û koçberiyê de jiyankiriye. Ev siyaseta noker û ne demokratîk ya partiyên Başûr her timî berjewendiyên malbatî, ferdî û hizbî li ser hemû berjewendiyên gelê Kurd û xelkê Başûrê Kurdistanê re girtine.

Ev siyaseta ne demokratîk, neteweperest û hizbî ya partiyên Başûrê Kurdistanê ku bi eqliyeteke zilamsalar tê kirin, her timî bûye sedema aloziyên cidî û zemîn dide hêzên dijminê Kurdan ku xaka Kurdistanê dagir bikin û destdirêjî li hemû nirxên wê bike. Bêguman qûrbanên herî mezin yê vê siyaseta neteweperest, paşverû û ne demokratîk her timî jin bûye û hêjî wisa ye. Em ji Enfalê bigirin, heya komkujiya mezin ya Helepçeyê û gelek dagirkeriyan jin berdêlên mezin dane û hîna jî didin. Ji derveyî wê ku jin bav, bira, zarok yan jî hevjînê xwe winda dike, rûberûyê her cûre zilm û destdirêjiyê jî tên. Her wisa bi terk kirina xaka xwe jiyaneke tije zehmetî û tirajedî ji bo wê destpê dike û dest bi têkoşîneke zehmet ya jiyanê dide.

Di encama Enfal û komkujiya mezin ya Helepçeyê de bihezaran jinên Başûr koçberê deverên cûda yên Kurdistanê, herêm û cîhanê bûn û heya niha jî aqûbeta gelek jinan ne diyare. Di vê şerê dawiyê yê li Başûrê Kurdistanê ku hêzên ser bi Iraqê û yên Heşdî Şabî gelek herêmên nakokî li ser dagir bike de jî bi hezaran sivîl koçberê deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bûn û niha dibin şertên zehmet de dijîn.

Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê hinek partiyên Başûrê Kurdistanê ve bi awayeke ne demokratîk anîn rojevê û pêkanî bû sedema qonaxeke metirsîdar ji bo tevahî gelê Başûr û bi taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê. Referandûm ku di encama biryareke ne demokratîk û ji pêşbîniyeke siyasî dûr û bi temamî li ser esasê hêrsê îxtîdarperest û neteweperestiyeke paşverû ya hinek partiyan pêkhat hemû destkeftiyên gelê Kurd ku bi xwîna zarokên vî welatî bidest xistin bi awayeke rehet radestê hêzên dagirker kirin û bi wan re ketin tifaqeke qirêj û teslîmiyetê li ser gelê Kurd jî ferz dikin.

Di encama ev tifaq û şerê qirêj yê di navbera hêzên noker yên Başûrê Kurdistanê û dewletên dagirker yên herêm û cîhanê de hemû destkeftiyên gelê Kurd yên Başûr ji dest çû.

Jinên Başûr ji lewma her timî dibin qûrbana ev siyaseta ne rewa, dij demokratîk. Heya ev siyaseta Başûrê Kurdistanê bi aqlê desthilatxwaz û neteweperest ya mêr were meşandin ji jinê re li Başûr rehet nîne û wê her timî rûberûyê pirsgirêk, alozî, şer û her cûre destdirêjiyan werin.

Koçberiya ku li Başûr destpêkiriye tirajediyên nû yên mirovî li gel xwe tîne û berbi demsala zivistanê ve jî rewşa jinan, zarokan û kesên bi temen xirabtir dibe. Ji lewma karê ku herî zêde jin li Başûrê Kurdistanê bikin dest avêtina siyasetêye û demokratîzekirina siyaseta Başûrê Kurdistanê ye. Rêya yegane ya çareseriyê ew e ku jin li Başûrê Kurdistanê ji her demê zêdetir di nava siyasetê de cih bigirin, vê qada ku mêr desthilatiya xwe lê bisazî kiriye ji dest wî girtin ji bo pêşerojeke aram, demokratîk û azad a ji bo jinan çalakbûne.

Herçend hêjmareke pirr a jinan di nava partiyan de heye jî lê, heya niha jî nekarîne eqliyeta mêr bidin derbaskirin û siyaseteke demokratîk li herêmê pêşbixin. Hem çalak nebûne hem jî heya niha nekarîne bi awayeke radîkal û bi sekneke serbixwe û azad ev siyaseta dijî gelê Kurd a ne demokratîk rexne bikin. Ji lewma ev parçebûna di navbera jinan de heye û nebûna îradeyeke baş a jinan, bûye sedem ku şer li herêmê kûr bibe û her timî Başûrê Kurdistanê bost bi bost ji aliyê rayedar û berpirsên Başûr ve were firotin.

Di encama ev aloziyên ku rû dan de gelek lêgerînên çareseriyê hene û daxwaza avakirina sîstemeke nû li Başûr heye. Her wisa hilbijartinên Iraqê jî di baharê de wê bênkirin. Divê jin ji bo guhertina sîstemê yekbûna xwe çêbikin û bi yek dengî beşdarî hemû xebat û têkoşînên siyasî bibin. Heya jin di siyaseta demokratîk de bi cih nebin û rol nelîzin ne gengaze ku ti destkeftiyeke me hem weke jin hem jî weke netew di garantiyê de bimîne. Avakirina sîstemeke demokratîk, xweser û azadîxwaz jî bi rêya hewldan û keda mezin dibe.