Ji keseyetên azad ber bi Rêbertiya azad

- Ruken AYDIN
539 views

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan ji sala 1999’an û vir ve di nav tecrîtek giran de tê ragirtin. Beriya wê bi 21 sal an, di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li dijî Rêberê gelê Kurd komployek hat destpêkirin. Komplo berfireh û pir alî bû. Ne tenê hêzên navnetewî, navdewletî, belku destê hêzên herêmî jî di vê komploya dijmirovî de hebû. Hema bêje hemû cîhana desthilatdar li hemberî mirovê azad û di şexsê Wî de bera êrîşên xwe dabû ser têkoşîn û nirxên gelê Kurd. Helbet yên ku dixwestin ji vê yekê sûd vergirin û payiyekê jê rakin, zêde bûn. Pêla êrîş û îxanetê gûr bibû… Lê hêzên komploger ev yek baş hesab nekiribûn ku ev gelê xwe bi raman û felsefeya mirovê azad şoştî û tam li azadiyê birî, nepêkane zû bi zû xwe radestê neyaran bike.

Bêguman gelê Kurd tu caran dest ji lêgerîna azadî û heqîqetê berneda, ji her demê zêdetir li dora têkoşînê bûn xelek. Gelê Kurd ji bo rakirina tecrîta girankirî a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan her demê têkoşî û yên ku ji vê têkoşînê re pêşengtî kirin jî jin û ciwan bûn. Niha jî em ê nêrîn, hest û fikarên çend jinên ciwan ên di mijara tecrîta girankirî a li Îmraliyê bi we xwendevanên Newaya Jin re parve bikin:     

‘Lazime em bêdeng nebin’

Evrîm Batir: Ez polîtîkayên Serokkomarê Tirkiyê şermezar dikim. Ez li dijî van polîtîkayanim. Ez ciwanek 28 salîme, li vir hatime dinyayê û wek ciwanek Kurd min her tim hewl da ku beştarbûna xwe a ji hemû çalakiyan re bidim çêkirin. Li her cihekê û di her firsendê de ez ji hevalên xwe yên fransî re jî behsa rewşa Kurdan, dîsan behsa tiştên li Tirkiyê diqewimin dikim. Erkeke mezin dikeve ser milê me ciwanên ku li vir mezin bûne. Em dikarin tevlîbûnek bi hêz a ji çalakiyan bidin çêkirin, ji kesên biyanî re behsa armanca çalakiyên xwe bikin.

Di serî de hikûmeta Fransa, welatên Ewrûpa li hemberî polîtîkayên Tirkiyê bêdeng in. Li hemberî gefên Tirkiyê ku qaşo ger ligor wan tevnegerin ew ê derî bi ser penaberên li wir de veke. Ji bo ku em li dijî van pêkanînan derbikevin lazime em hîn zêdetir hişyar tevbigerin û dengê xwe yê dijber bigihînin hemû sazî û dezgehên Ewrûpayê. Em gerek ranewestin, bêdeng nebin, ji bo ku dengê xwe ragihînin cihên pêwîst, hewceye her amûrekê bikar bînin.

‘Polîtîkayên qirkirinê didomin’

ANF Images

Sara Çîftçî: Ez tecrîta li ser Rêber Apo wek neheqiyek mezin a li hemberî mirovahiyê dibînim. Ev di heman demê de neheqiyek mezin a li dijî gelê Kurd e. Ger em li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku di her demekê de Kurd hatine çewisandin û îro jî heman polîtîkayên çewisandinê didomin. A rast gelê Kurd îro dîsa di nav pençên qirkirinê de tê girtin. Jixwe polîtîkayên qirkirinê ji destpêka Komara Tirkiyê heya roja îro bê navber dom kiriye. Tiştek neguherî, polîtîkayên çewisandin, helandin û bişaftinê bê navber hat meşandin.

Zaroktiya min tê bîra min ku wê demê bi kurdî axaftin qedexe bû û îro ew qedexe bi awayên cihê tên birêve birin. Ger em îro kurdî diaxivin ev jî bi saya têkoşîna me ye. Lê em ji bîr nebin ku ev yek têra nake, ji ber ku hîna axa me ne ya me ye û em li ser axa xwe penaber in. Em di navbera çar welatan hatine perçekirin, herkes bi milê xwe de radikêşe û zextên her çar dewletan bê navber didome.

Dewleta Fransa û welatên din ên Ewrûpa çi bi kêrê wan bê wisa tevdigerin. A tê xûyanî hinek dirûtî û hinek jî bêbextî ye. Li gor min wan jî bi saya têkoşîna Kurd gelek tişt bidest xistin. Bi taybetî têkoşîna li rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya felsefeya mirovê azad Rêber Apo de dihat meşandin. Ew tenê bi şermezarkirinê sînordar dimînin, lê a ku pêwîste ew bikin, rast nêzikatî û dijderketinek rast a li dijî tecrîta Îmraliyê ye.

‘Yên ku dîroka xwe nezanibin nikarin têbikoşin’

Bêrîtan Zîlan: Di serî de ez tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ev yek li ser gelê Kurd zexteke mezin a derûnî dide avakirin. Ciwan ji her demê zêdetir ji bo Rêberê xwe di nav hewildanê deye, ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê xwe ku di şexsê gelê Kurd de Rêberê wan tê hedef girtin, wê têbikoşin.

Hikûmeta Elman li dijî gelê Kurd polîtîkayên jê vegerandinê birêve dibe. Ez li wargehên penaberan karê wergerê dikim û dibînim ka çawa ciwanên Kurd tên mêtin kirin. Li ser ciwanên Kurd, bi taybetî jî ên ku di nav siyasetê de hatine, zexteke mezin a derûnî didin avakirin.        

Di vê wek ciwan em xwe jibîr nebin, li dora rêxistiniyên xwe kom bibin. Ji ber ku gelek caran dibe ku em bi demokrasiya Ewrûpayê bên xapandin û xwe winda bikin. Wê demê jî em ê bîr bikin ka li ku hatine, em ê kesayet û hafizeya xwe ji dest bidin. Hewceye em tu caran bîr nekin ka gelê me çi berdêl dan û çi jiyan kir. Dîroka serpêhatiya gelê me lazime her tim li ber çavên me be, di hişê me de zindî be. Ger em dîroka xwe baş bizanibin em ê bikaribin rast jî têbikoşin.

‘Azadiya jinan  encax bi şikandina tecrîtê pêkane 

Zozan Alxas: Ez 25 salî me. Ji dema ku ez hay li xwe bûm heya niha ev tecrîta giran a li ser Rêber Apo didome. Min li ser tecrîtê gelek tişt dibihîst û didît, lê a rast di van salên dawî de min hîn zêdetir û rast ev yek fêm kir. Ewilî ez hay li Kurd bûna xwe û dovre jî dîtina min a siyasî pêş ket. A rast êrîşên li dijî gel û jinê mirov nikare ji vê tecrîtê qut bigire dest. Dîsan kûrbûna şer û pevçûnên li Rojhelata Navîn yekser bi vê yekê re girêdayî ne. Polîtîkayek bizanebûn û plankirî tê birêve birin. Tecrît jî di navenda van polîtîkayan de cih digre. Di heman demê de ev tê wateya şereke her alî û kûr a ku li dijî gelê Kurd tê meşandin.  Rêber Apo ji bo gelê Kurd hêvî û vîna ji nû de têkoşînê ye. Em bi vê yekê şanaz in.    

Aştiya li herêmê encax bi şikandina tecrîta giran a li ser Rêber Apo pêkane. Azadiya jinên Rojhelata Navîn, pêşeroja gelên herêmê ku di çerçoveya Rojhelata Navîn a demokratîk bihevre bijîn, encax bi şikandina tecrîta li Îmraliyê mimkun e. Li Rojhelata Navîn pirsgirêkek kûr heye, ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêkê jî pêşengek bi hêz, xwedî vîn û raman ê wek Rêber Apo pêwîst dike. Pêşengek ku bi qasî şer bike, bide fêm kirin û bi qasî dana fêm kirin jî hêza xwe a çareseriyê deyne holê. Hêzên derve berovajî Rêber Apo parçe dike û birêve dibe, ji ber vê ye ku naxwazin deriyê Îmraliyê vebe. Tecrît bi kêrê hêzên desthilatdar û dagirker tê. Ji bo wê ye ku îro tecrît her ku diçe tê kûr kirin.

‘Tecrît pêkanînek dij mirovî ye’

Derya Agri: Ez li dijî vê tecrîta girankirî me û şermezar dikim. Ji bo şikandina tecrîtê hewceye em wek ciwanên Kurd li her qadê çalak bin. Tecrît pêkanînek dijmirovî ye. Ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewrûpa û saziyên wê pêwîste em ji her demê zêdetir dengê xwe bilind bikin û xwedî li Rêberê xwe derbikevin.

Ji bo ku em ziman, çand û hebûna xwe biparêzin lazime li her derekê têkoşînê bilind bikin, armanca xwe, dîsan sedemên têkoşîna xwe bi gelên din re jî parve bikin. A herê girîng jî ew e ku ciwan bêdeng nebin, dengê xwe bigihînin her kesekê.

Ger dewletên Ewrûpa ne li cem me bin jî, lê gelên cihêreng bi me rene û divê em vê dostaniya li dora têkoşîna me bûye xelek mezintir bikin. A herî birûmet jî têkoşîna hevbeş a gelan e.

Banga min li hemû ciwanan e ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Xwedî derketina ji çand û zimanê xwe, xwedî derketina ji Rêbertiya azad e, şikandina tecrîtê ye.