Louise Michel: Jinek ku ji rêgezên xwe tawîz nade

- Lîlyan ÇIYA
571 views

Louise michel, yek ji wan jinan e ku di ruh dana komunên Parîsê de xwedî roleke girîng e û bandoreke wê a mezin li ser van komînan çêdibe. Her wiha li Fransa wek yek ji qehremana komunên li Parîsê a salên 1871´an tê nasîn. Piştî mirina wê navê wê li kolan, îstasmansetyonên tren û dibistanan tê kirin. Di salên dawî de li ser jiyan û serpêhatiya wê hin xebatên biyografîk hatine kirin, jiyana wê a efsanewî hatiye tomar kirin û bihezaran nameyên ku wê nivîsîne hatine kom kirin û weşandin.

Pêvajoya destpêkê a jiyana wê

Di derbarê jiyan, ji dayîkbûn û cihê mezinbûna Louise pirr zêde tişt nayê zanîn. Di hin belge û nivîsan de jî cûda derbas dibe, lewra a rast û cih kîjane zêde nediyar e. Louise Michel di 29 Gulana 1830´an de li Fransayê tê dinya yê. Xwendin û nivîsînê ji bapîrê xwe hîn dibe, her wiha li gel wî perwerdeyeke baş dibîne. Louise dixwest bibe mamosteyê dibistana seretayî, ji ber vê ket ezmûnan û ezmûn qezenc kir. Lê, ji bo ku vî pêşeyê de kar bike, lazim bû sonda girêdana ji împaratoriyê re bida; Louise ev yek ne pejirand û red kir. Di encam de neçar dimîne li dibistanên taybet de dest bi kar bike. Heta di Çileya 1853´an li herêma Marne, li Audeloncourtê dibistaneke azad bi xwe vedike. Piştî du salan şûnde li heman herêmê di dibistaneke din de, ji ber ku fikrên komarê têxe serê zarokan ji bo cara ewil bala rayedaran dikşîne.

Li ser vê yekê Louise biryar digire ku biçe Parîsê û li wê derê bi cih bibe. Li herêma dehemîn kolana Chateau d´Eau de dest bi mamostetiyê dike. Midora dibistanê jina bi navê Volier di tevahiya jiyana xwe de vê wek yek ji hevala wê a herê nêz bima. Ji xwe pêşengên komuna Parîsê Varlin, Eudes, Valles û Theophile Ferre wê demê nas kirin. Di vê navberê de li Parîsê bi beştarbûna nav nîqaşan bi anarşîzmê re jî nasîna wê vê çibe.

Louise, li Parîsê di Çileya sala 1871´an de li dijî hikûmeta teslîmger ku xwepêşandanên protestoyî dihatin lidarxistin, bi cilên xwe yên pasevanên neteweyî beştar dibe û bi vî rengî yekemîn çalakiya xwe a leşkerî lidar dixe.

Daxwaza wekhevî û azadiyê

louise-michel-6Mixabin derveyê jiyana wê a li Fransayê zêde agahî di derbarê jiyana wê de nayê zanîn. Louise Michel, yek ji pêşenga hikûmeta karkeran a gelê Parîsê ku di sala 1871´an de di navbera mehên Adar û Gulanê de radibin serpiyan; ev raperîna gel vê di dîrokê de ciheke girîng bigre. Lê, di hin nivîsên di derbarê Komunan de bi awayeke serasera navê wê vê bê derbas kirin. Di raperîna 18 Adarê de ku bi vê raperînê wê Komun bête tacîdar kirin, Louise vê bi çeka ku di bin mantoyê xwe de weşartibû, beştar bibe. Biştî bin ketina Komunê û heya kêliya ku hat girtin jî dest ji çeka xwe bernada.

“Daxuyaniya Anarşîstan” a bi îmzeya Louise Michel hatiye weşandin, ramanên wê bi awayeke zelal radixe berçavan: “Anarşîst, ev insan in ku di serdemekê de ku azadiya raman li her derê hatiye nasin, parastina azadiyeke bê sînor ji bo xwe wek maf û erkekê bizanibin… Em alîgirê azadiyê ne û bingeh, şêweyê wê çi dibe bila bibe, dixwaze bila bi zorê hatibe an jî hatibe hilbijartin, dixwazî bila alîgirê qiral an jî komarê be, em di vê baweriyê dene ku bi hebûna tu desthilatdariyan re li hev nake. Heya wekhevî nebe azadî nabe!… Wekheviya ku em dixwazin, wekheviyeke ku pêngava destpêkê a ji bo azadiyê ye. Em dibêjin, herkes bi qasî qabiliyeta xwe, herkes bi qasî pêdiviyên xwe nêz bibe.”

Bandora jinê a di nav Komunan de

Di nav Komunên Parîsê de, di pêvajoya destpêkê de hertim hatiye xwestin ku jin di paş de bê girtin, hatibû xwestin ku tevlîbûna jinan a ji civînan bê asteng kirin; fikarên wiha yên ne rê ku jin wê nekare wek zilam di kolanan de şer bike, li pêş bû. Bi jinên Parîsê re, Louise Michel carekedin ji zîhniyeta paşvero a ku jinê ji her kar û xebatê dûr digire û hêza jinê nabîne re da nîşandayîn ku jin jî dikare, hetta ji zilaman çêtir dikare şer bike, têbikoşe û birêxistin bike.

Şeva 17-18´ê Adarê yekîneya general Vinoy, ji bo ku topên di destên gelê Parîsê de kom bike, hatibû erkdar kirin. Jinan ji bo ku vê agahiyê bigihînin demeke baş bidest xistibûn. Louise Michel û Ferre ku herêma hejdemîn birêve dibirin, li ser daxwaza komîteya ewlekariyê derbasî girê Montmartre dibin. Jin û zarokên ku diçin ser gir, bi leşkeran re têkiliyê datînin û bi vî rengî bi wan re têkiliyeke xweş saz dikin. Dema ku general ji leşkerên xwe re ferman dide ku li ser Parîsiyan de gule bireşînin, êdî gelek direng mabûn û leşkeran fermana wan bi cih neanî. Du generalên ku ev ferman dabûn hatin girtin û dovre hatin gule baran kirin.

Pişt re di dema çewisandina Komunan de jî vê çiroka wan jinan ku bi bîdonên gazê yên di destê xwe de ku bibûn kabosa leşkerên burjuva, li ser zimanan qet neketiba. Jin li her derê bûn, li her derê têdikoşîn. Li nav berbest, li hemberê celladên dardeker û li zîndanan de man, têkoşîn dan meşandin.

´Ez bi hemû hebûna xwe aîdê şoreşê me´

louise-michel-5Tenê doznameya Louise Michel ku hişt bi salan di girtîgehê de bimîne, rol û cihê jinê a di nav Komînên Parîsê de pirr baş radixe ber çav an:

“-Di 18 Adarê de di girtina general Lecomte û Clement Thomas de cih girtin. Bi gotina, ´wan bernedin´ fitne lidarxistin û di çalakiya kuştina wan de cih girtin. -Di 19 Adarê de bi çek kirina gel a li taxên Belleville û Villette yê û berbirsyariya vê bûyerê girtina ser xwe. Di dema lidarxistina vê çalakiyê de cil û bergên fermî yên pasevanên neteweyî li xwe kirin. -Piştî avakirina Komunê şûnde wek sekretera “komîteya jiyaneke bi ehlaq a jinên karker yên kar dikin”, ava kirina “Komîteya Nawendî a Yekîneya Jinan.” Ji bo parastina komunê a ji hêzên Versailles, birêxistin kirina yekîneyên xizmetê yên bi ambulansan, ji bo tenduristiya komunan ku ji jinan pêk dihat; yekîneyên şervanan yên li pişt çeperan şer bikin; her wiha birêxistin kirina yekîneyên ku erka wan ew bû ku dema pêwîst agir pêbixin. Yan jî cihê hatiye destnîşan kirin agir berdinê. Louise Michel, yek ji wan jinan e ku rih dide Komuna Parîsê û li ser Komunê ji xwe şopên mayîn de dihêle.

-Wek seroka komaleya şoreşger di 18 Gulanê de tevlî van biryaran dibe: Girtina dadgehan; bin çav kirina rahiban û hwd.

Louise, bi van tewambarî û yên wek wî hat darizandin û ji aliyê parêzerekê we xwe parastin red kir. Di parêznameya ku xwe amade kiribû de wiha dibêje: “Ez xwe parastinê û ji aliyê hinekan we parastinê napejirînim. Ez bi hemû hebûna xwe aîdê şoreşê me, erk û berpirsyariya hemû tevgerên xwe hildirim ser milê xwe. Her tişta ku heya niha min kir, min bi daxwaz û xwesteka xwe kiriye.”

Şîara tolhildanê

Dema serokê dadgehê ji bo gotina dawî mafê axaftînê didê û jê pirs dike ka tiştekê dibêje an na, ew dest bi axaftinê deke û wiha dibêje: “Ez ji heyeta we a ku xwe wek Konseya şer bi nav dike, tenê daxwazeke min heye, ew jî azadiya rêhevalên min e û birêkirina min a li qada Satory ye. Min jî ji civaka xwe kêm bikin. Ji xwe ji we jî ev yeka han tê xwestin. Ger ji her dilekê re ku ji bo azadiyê lê dixe guleyek dibe nesîp, ez jî heqê xwe dixwazim. Ger hûn mafê jiyan kirinê bi min bidin, ezê her tim bi şîarên tolhildan biqîrim û ji vê yekê jî tu caran bêzar nebim.”

louise-michel-2Li ser vê gotina wê, serokê dadgehê bi hêrs dibe û jê dixwaze dawî li axaftina xwe bîne. Ew jî bi dengeke berz wiha bersiva wan dide: “Ji xwe min gotinên xwe qedandin, ger hûn keriyek ji bê namus û rezîlan nebin hûnê min bikujin.” Cizayê sirgunê didene wê û dema jê pirs dikin ka wê biçe temyîzê an na, ew wiha bersiv dide: “Nexêr, ezê vê biryarê nebim temyîzê. Lê min biryara cizayê mirinê tercîh dikir.”

Louise Michelê dişînin (Kanakya) Kaledonya yê, yek ji cihên di bin mîtîngeriya Fransayê de. Di wan deman de li wê derê raperîn hebû. Louise di tevahiya pêvajoya ku li wê derê ma li gel gelê Kanak ku li dijî mîtîngeriyê serî hildabû, cih girt. Michel, di salên xwe yên di nav sirgunê de jî bi perwerdeya zarokên Kanak re eleqedar bû.

Di Mijdara 1880´an de pişti ku vegeriya Parîsê şûnde jî dest ji têkoşînê berneda û heya salên 1904´an ku ji zatureyê mir, bi dehan caran hat girtin. Carnan di nav çalakiyên têkoşîna bê karan, carnan jî di nav têkoşîna anarşîstan de derket pêş. Tu caran dest ji nivîsînê bernede û her tim û dayîm nivîsî.

Ew dibe deng, reng û banga hemû jinan

Louise Michel, di pêvajoyekê de ku parastina azadiya jinê ne ewçend hêsan bû, azadî ne tenê di gotinê de yan jî di şêweyek cûda a jiyanê de negeriya. Ev têkoşîn ne di nav giştî de û ne jî di nav zemîneke çîna jûr de, ew di nav çeperên Komunan de li pey têkoşînê geriya. Ew ne bi tişteke din, bi çekên di dest xwe de, bi bîdonên gazê, li nav çeperan û li ser barîkatan, giyana xwe didanên ortê û rexmê hemû astengiyan, di cîhana siyasetê de ku zilaman ji bo jinê qedexe dikir, pêşî lê digirt û rê nedin bikevin nav de, bi zorê di nav de cih digirtin.

Louise Michel, di belavoka xwe a bi navê Komunên Parîsê de wiha digot: “Na! Jinên karker yên Parîsê ne aştiyê, heya demleya xwîna xwe a dawî şer dixwazin. Îro lihevkirin wê bê wateya îxanetê, veguherîna mutleq a civakî, hilweşîna têkiliyên civakî û hiqûqî yên heyî, ji holê rakirina cihêkarî û mîtîngeriyê, li şûna serweriya sermayeyê, cih girtina serweriya kedê, vê bibe dawiya hemû hêviyên kedkaran yên ji bo azadî û serweriya xwe ku dixwestin bi cih bînin.” Louise Michel bi van nêrînên xwe û aliyên jiyanê yên radîkal wek mîlîtaneke anarşîst dihat nasîn.