“Miletek zimanê xwe winda bike ruhê xwe jî winda dike”

- Yildiz ÇAKAR
697 views

Ji qada afirandin û hilberîna gelan re çand tê gotin ku ev jî bi riya ziman derbasî nifşan dibe. Ziman ne tenê alava jihev famkirin û ya têkiliyan e. Ziman hafize ye. Her serdem li xwe zêde dike, derbasî serdem û nifşên nû dibe. Ji bo vê jî çand û ziman temsiliyeta ruhê miletan dike. Miletek eger zimanê xwe winda bike ruhê xwe jî winda dike. Zimanê dayikî dîroka hebûna gel e! Ziman tune be dîrok û çand jî tune ye, hebûna wî gelî jî tune ye.

“Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.”

(…) wiha gotiye di helbesteke xwe de Cegerxwîn. Ziman jî weke ava çeman e. Çiqas diherike ewqasî mezin dibe, çiqas mezin dibe ewqasî xwe bera dilê axê dide. Bi himên xwe, xwe digihîne deryayan. Di her himê xwe de tahmek, çandek, dîrokek dihewîne. Ev hewandin dibe dar, dibe kulîlk, şên dike rûyê axê… Ziman çem e, kanî ye, avzemik e, robar e. Ji destpêkekê tê  û diçe destpêkeke din.  Ji tarixa mirovatiyê heta îro çemê zimanan wiha herikiye. Di vê herikandinê de hinek çem zuha bûne. Hinek çem bi avên qirêj şolî bûne, hinek çem jî bo werin zuhakirin ketine bendava desthilatan.

‘Tunekirina cihên dîrokî rêbazên nû yên şerê qirêj in’

Loma jî niha li ser rûyê dinyayê bi hezaran ziman winda bûne.  Di van zimanên windabûyî (tunebûyî) de bandorên herî mezin “şer û sirgûnî” ye. Di şerên mezin, domdar û dijwar de  erdnîgarî tên guhertin. Bi guhertina erdnîgariyan re bîra dîrokê, ziman û çand jî diguhere. Dagirker bi bidestxistina erdnîgariyan, ewil zimanê xwe empoze dike, pişt re çand û dîroka xwe. Wiha hêdî hêdî gelên bindest di bin banê ziman û çanda serdestan de dihelîne û tune dike.

Bo tunekirina ziman û çanda bindestan, desthildarên dîktatoriyel rêbazên nû peyda kirine. Ji van rêbazên nû tunekirina cih û warên dîrokî ye. Erdnîgariya Kurdistanê niha di bin vê talûkê de ye. Her diçe bîreke xwe ya hebûnê winda dike. Bi guhertina erdnîgariyê têkiliya Kurdan (ya navxweyî ) her diçe ji hev qut dibe û nifşê nû her diçe ji çand û zimanê kurdî dûr dikeve.

Ji dîroka mirovahiyê heta îro em dibînin ku jiyana mirovan her li kêleka çem û kaniyan bûye.  Loma jî çemê Dîcle û Feratê ji dîrokê heta îro her dem girîngiya xwe parastiye û ji gelek şaristaniyan re bûye cih û war. Hafizaya erdnîgariyan heye. Hafizaya avê û axê jî…

Di her dilopeke Dîcle û Feradê de ferhengek heye ku tê de bîranîn, xewn, xeyal, evîn, mirin, kuştin, şer, zilm, zêmar, heyranok, meselok, çîrok û çîrçîrok hene. Ev ferheng xwendina dîroka Kurdistanê ye. Em îro bi kilamekê navê deşt û zozanan, çiya û newalan, bi çîrokekê şer û sirgûnan, pevçûn û şerên eşîran, bi nexş, cil û bergan, xewn û xeyalan, eşq û sewdayan dibînin, dixwînin, hîs dikin, kod dikin û ji bo kesên siberojê neqil dikin. Dîrok wiha hafiza xwe domdar dike.

Hafizeya civakî tê tunekirin

Her çiqas çand û dîroka Kurdistanê bi piranî hîn di bin axê de be jî, hîn xebateke mezin li ser nehatibe kirin jî –bi qasî ku yên tê zanîn genciniyeke mezin e– şerê qirêj yê li ser Kurdistanê hay ji vê gencîniya mezin heye ku niha dixwazin yeko yeko vê gencîniyê tune bikin.

Heskîf yek ji wan gencîniyên Kurdistanê bû ku ferhenegeke mezin, dîrokeke ne tenê ya Kurd an, belku ya şaristaniyan li ber çavê cîhanê îro tune kirin. Têkiliya cih û warên dîrokî bi ziman û bi hafizayê ve girêdayî ye. Dema erdnîgarî diguhere neqilkirina hafizayan jî diguhere. Bi van guherînan ziman jî dişkê. Hemû bi zincirên xwezayî bi hev ve girêdayî ne. Dema yek tune dibe yên din jî bi wê/wî re tune dibe.

Li cihê şer hebe sirgûnî jî heye. Li cihê sirgûnî hebe, valahiya hebûnê jî heye. Ev bi serê xwe kêmkirina çand û ziman e.  Her çiqas Kurd mecbûr mabin ji sirgûniyê re; lê sirgûnkirin li ser axa Kurdistanê taybet bi destê dewletan ve pêk hatiye. Loma jî îro em navên wek; Kurdên Xorasanê, Kurdên Kafkasyayê, Kurdên Anatolyaya Navîn, Kurdên Dîsaporayê û hwd. bilêv dikin. Di van koçkirin û sirgûniyan de ji ber ku çanda qebiletî, eşirtî, malbatî her bi qewet bûye ku Kurd çûne kuderê li wan deran xwe li hev girtine û zimanê wan ê “navxweyî” her bi kurdî bûye. Loma jî çand û zimanê kurdî ku bi sedan sal e di bin zor û zehmetiyan de maye ewqas ber xwe daye û xwe gihandiye îro.

Siyaseta perçekirin û sirgûnê

Di vê sedsala dawîn de şiklê koçkirin û sirgûniyan guherî. Dagirkeran rêbazên nû li ser vê yekê çêkirin ku ew jî ewil parçekirina malbat û qebîleyan bû. Loma jî yan serekê eşîr û malbatan şandin sirgûniyê, yan jî malbat parçe kirin. Bi vî şiklî kontrola erdnîgariya Kurdistanê ji nava destê Kurdan girtin û kontrola li ser Kurdistanê mezintir kirin. Loma jî di koçkirin û sirgûnkirina Kurdan ya di sala 1990’î de ku bi hezaran gund hatin şewitandin û Kurd mecbûr man berê xwe dan bajar û metropolan. Di vir de êdî kontrol di destê dagirkeran de bû ku sirgûniya di vir de êdî bûbû “şexsî an malbatên biçûk.”

Di van koçberiyan de nifşa ku bi dê û bavên xwe re di van salan de hatin bajaran, ferhengeke têkiliya xwe bi axê re heye her çiqas dizanibûn jî ji ber ku pêwistî pê tune bûn bi kar neanîn.  Jiyana li ser axê rasterast bi afirandinê (hilberîn) ve eleqedar e.  Jiyana bajarî jî bi piranî li ser kêmkirinê (xerîdarî) ve ye. Mirov li gundan yek li yekî dema zêde dike, li bajaran yek ji yekî kêm dike. Cihê hilberînê ferheng her dem zindî ye. Bo vê jî her dem xwe li xwe zêde dike. Ev hinek dişibe rehên daran. Pisporên ekolojiyê dema dixwazin dîroka erdnîgariya herêmekê bizanibin ji daran pir sûdê werdigrin. Dar di nava xwe de hafizayekê dihewîne. Dema pispor û zanistên ekolojiyê bala xwe didin rehên hundirê daran li wir dibînin ku li wê herêmê kengî pir baran hatiye, kengî lehî rabûye, kengî ziwatî çêbûye û kengî demsal guherîne, hemû nîşan dide. Rehên daran her yek ferhengek e û dîroka hebûna xwezayê di xwe de dihewîne. Ji serdemekê xwe digihîne serdemeke din. Em ê karibin bibêjin her erdnîgarî ji kevirê xwe bigre heta darê xwe, ji çivîkê xwe bigre heta marê xwe, ji kosiyê xwe bigre heta masiyên di gol û çemên xwe de ferhengek e û ev ferheng hebûna wî gelî ye.

Navendên bişaftinê hatin avakirin

Li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî gelek di xetereyê de ye. Zarokên Kurdan li dibistanan perwerdehiyê bi zimanê tirkî dibînin. Li malan dê û bav êdî bi kurdî napeyivin. Çanda popûler ya li ser ekranên televizyonan weke vîrûsekê ketiye nava malan.  Him li derve him di nava malê de êdî zimanê zarokan bûye zimanê tirkî ku ev ziman dibe zimanê yekem. Zarok bi vî zimanî şikil dide fikr û ramanên xwe, xewn û xeyalên xwe bi vî zimanî dibîne. Xewnên me bi kîjan zimanî be, mirov jî dibe aîdê wî zimanî. Ziman merheleyeke xwe heye, dema xwe temam dike êdî zimanekî din nikare xwe di ber re bike ku bibêje ez zimanê te yê yekemîn im. Zarokek bi cihana zimanê tirkî mezin bûbe nikare hafizaya zimanê kurdî hilbigre û neqlê nifşeke din bike. Ji ber ku ziman çiqas şikl û hestên xwe hebe, dengê xwe jî heye ku piştî şikest, likûmî, ew deng çênabe.. Ger çêbe jî wê her kêm bimîne.

Beriya salên 1990’î jinên Kurd ji bilî zimanê kurdî bi tu zimanan nedizanîn. Sedema vê yekê têkiliya jinê bi civakê hatibû qutkirin ku dîsa di vir de bandora şer, ol, desthilatdariya feraseta baviksalar jinê mehkûmê nava çar dîwaran kiribû. Belkî em ê ji bo zimanê kurdî karibin bibêjin di vê xerabiyê de qenciyek hebû ew jî bi van çar dîwaran jinên Kurd zimanê kurdî bê ku li deverek bixîne û bişkîne gihandibûn îro. Zaroyê wan bi wî zimanê dayikê mezin bibûn. Ziman di vir de ne tenê qebîliyeta axaftinê, hemû çand û kevneşopiya Kurdan e ku zarokek bi zimanê dayikê dibe xwediyê vana jî. Loma dîroka hebûna xwe bi sedan salan bi zarokên xwe re gihandibûn îro. Li Kurdistanê ji bo Kurdan tune bikin her rêbazên nû hatin ceribandin. Di vir de asîmîlekirin rêbaza sereke bû ku her car şiklê xwe diguhert. Di van salan de ji bo jinên Kurd asîmîle bikin dewleta dagirker çi ji dest hat kir. Li her deverê Kurdistanê di bin banê “navendên perwedehiya gel” û “dibistanên êvarê” tenê ji bo jin dest bi kar bikin ku dagirker di van karan de serket û gelek jinên Kurd hînî axaftina tirkî bûn.

Têkiliya nifşên nû ji axê hatiye qutkirin

Dewlet ji bo ku ev projeya wan baş bimeşe; bi komên taybet li taxan geriyan jinên ciwan, jinên navser top kirin, gotin em ê xwendin û nivîsandinê hînî we bikin. Her wiha dibistanên pîşeyî jî ava kirin, gotin em ê jinan bikin xwediyê kar. Jinên Kurd berê xwe dan van navendan. Di heman wextê de rêzefîlmên Latîn Emerîqa bû mode û xwe bi vî şiklî gihandin jinan. Jin di nava malan de bi van rêzefilman hînî tirkî bûn. Vê hînbûnê xerabiyek bi xwe re anî ku zimanê dayikî yê zarokan bû tirkî.  Ji ber ku dayîk bi çi zimanî bipeyive zimanê zarok jî ew e. Jinên Kurd ku bi hezaran sal zimanê kurdî di paxila xwe de veşartibûn, bi hezaran şer, sirgûn û kuştin dîtibûn lê dîsa jî zimanê xwe, çanda xwe ji zarokê xwe re hiştibû.

Têkiliya Kurdan her diçe ji axê, ji çiya û zozanan tê qutkirin. Bi koçkirin û sirgûnîyê Kurdan berê xwe dane metropolan, li deverên dûr. Têkiliyên civakî, çandî li van metropolan hema hema qet tune ne. Loma jî li bajaran ferhenga ax, av, çiya, zozan û newalan tune ye. Her çiqas hîn rewş ne di sînorê tunebûnê de be jî, hêdî hêdî ev xeter xwe dide der. Windabûna ferhengan ji axaftinên îro xwe diyar dike. Weke mînak, Kurdek ku bi kurdî zane tu car ji “hespê boz” re nabêje “hespê spî”. Dema bi zimanê dayikî perwerdehî neyê dîtin, li ser zimanekî din fikr û raman xetereyên wiha bi xwe re tîne. Tunebûna perwerdehiya zimanê dayikê û nenaskirina erdnîgariya Kurdistanê hafizaya hebûna Kurdan hêdî hêdî tune dike. Eger li dibistanên Kurdistanê li ser erdnîgariya Kurdistanê perwerdehî bi zimanê dayikê bihata dayîn me yê peyva di kilama (heyranoka) heyran jaro de “tenîna” Sindiyan weke “tenûra” sindiyan nexwenda.  Me yê bizanibûya Tenîna Sindiyan navê çiya û herêma Sindiyan e û ev der salê 12 meh berf lê ye.

Şer û sirgûnî bi vî şiklî him erdnîgariyê diguherîne him jî têkiliya Kurdan ji axê qut dike. Têkiliya axê bi çand û ziman re heye ku koka wan di nava hev de ye. Yek bê ya din nabe. Dema bibe jî bi temamî nabe “xwe”. Ji ber ku têkiliya ziman û axê, têkiliyeke wiha ye ku ji hev nayê qutkirin. Dema were qutkirin nikare mezin, geş bibe û nikare barê xwe yê paşerojê hilbigire û bi zarokên siberojê re xwe bigihîne nifşên nû. Weke riya çem hatibe birîn. Weke devê avzemikê hatibe girtin. Loma jî weke ava kaniyan pêwistiya Kurdan ji perwerdehiya zimanê dayikê re heye. Her wiha zimanê siyasetê û yê aboriyê heta nebe kurdî, ev şikestina ziman û çand, çiqas biçe wê mezin bibe. Qelîştokên çand û zimanan bi tu tiştekî nayê dagirtin û nayê temamkirin. Ji bo pêşeroja Kurdistanê û hebûna dîrokê yek şert heye ew jî ziman e…