Nazîk El-MELA-ÎKE: Jina ku pergala patrîarkal red dike

yazan Berjin TEKOŞER

Her çend di roja me ya îro de, di derbarê vê jina helbestvan kêm tişt bên zanîn jî, lê bi pêşengtiya xwe a nûjenîxwaz û radîkal ku di helbestên Erebî de derî bi ser pêvajoyek nû de vekir, tê nasîn. Ew ji bo gelek jinên Ereb bû sirûşta têkoşîn ê, têkoşînek wêrek û bi biryar a li dijî pergala patrîark. 

Nazîk El-Mela-Îke, di cîhanekê de ku zilam serwer bûn, bi gelemperî jî jinan nedikarîn bi awayek asan helbestên xwe biweşînin û pênûsa wan bêdeng diherîkî, bû deng û rengê helbestên pêvajoyekê ku dovre dê mohra xwe li cîhana helbestan bixista…   

Cîhana helbestên Male-Îke

Di helbestên Erebî de yek ji helbestvana herî bi bandor a sedsala 20. tê nasîn. Ew di nav malbatek azadîparêz de, di 23’ê Tebaxa 1923’an de tê dinyayê. Di nav çar zarokan de, ew a herê mezin e. Mela-Îke, navê xwe ji qehremaneke gel, Nazîk Elabedî yê ku di salên 1920’an de li dijî dagirkeriya Fransizan a li Suriyê pêşengtî ji hin berxwedaniyan re dike, girtiye. Dayîka wê jî helbestvan bû û berhemên xwe di bin nasnava Ûm Nîzar El-Melaîke de diweşîne. Di wan deman de bi gelemperî jinên nivîskar nasnav bikar tanîn; ku dovre ev kevneşopî wê ji aliyê keça wê bihata rakirin. 

Nazik El-Mela-Îke, piştî ku di sala 1944’an de, di zanîngeha Bexdayê de mezûn bû şûnde, li zanîngeha Wisconsîn ê û di beşa wêjeya kemperî (karşılaştırmalı) de lîsansa xwe bidawî kir. Mela-Îke ku dayîk û bavê wê her du jî helbesvan bûn, di 10 saliya xwe de yekemîn helbesta xwe dinivîse. Dovre wê tevî diya xwe û apê xwe, helbestek bi ser navê “Di navbera ruhê min û cîhanê de” binivîsa. Yekemîn koleksiyona wê a helbestan bi navê “Night’s Lover” (Evîndara Şevê) di sala 1947’an de tê weşandin. Nazik bi qasî wêjeyê, bi hunerê re jî ji nêz de eleqedar dibû; fêrî lêdana ûd ê bibû; piştî qedandina lîsansa xwe, diçe Ensîtuya Hunerên Xweşik û li ser muzîkê perwerde dibîne. Piştî ku Frensî û Îngîlîzê fêr dibe, bi şanoyê re jî eleqedar dibe. Dram û muzîka hemdem ya Ereb yek ji qadên din bûn ku ew pirr bandor dikir.    

‘Ev çi hevdengî ye’

Nazik bi helbestên xwe li dijî pergala serdest a zilam radibe û ev yek jî yekemîn rû bi rû bûna wê a li hemberî vê pregava baviksalar bû. Rexnegirên ku bi giştî zilam bûn, ev lêgerîna Nazik EL Mela-Îke erê nekirin û di amadekariya helbestan de ew tam mehkûmê tecrîdê kirin. Lê rexmê vê tecrîtê jî Mela-Îke di nava heman salê de, di helbestê de vê şoreş pêk bianiya û yekemîn mînaka vê jî helbesta “Kolera”  bû ku weşand û derî bi ser pêvajoyek nû de vedikir. Mala-Îke, vê helbestê di demekê de ku li Misrê ji ber kolerayê hejmara miriyan zêde dibe û radyo nûçeyên vê bûyerê dide, dinivîse:  

“Min di nava saetekê de ev helbest nivîsî û bezîm mala xwîşka xwe. Min jê re got ku min helbestek xerîb nivîsiye û ev wê rê li nîqaşên cihê vebike. Dema ku xwîşka min helbest xwend, ez piştrast kirim. Lê diya min bi dengek sar got, ‘Ev hevdengiyek çawa ye.’ Bavê wê jî helwestek rexnegir raber dike; Male-Îke dide diyar kirin ku bavê wê bi hewldanên wê tinazeyên xwe dikir. Lêbelê ew pê bawer bû ku helbesta wê dikare nexşeya helbestên Erebî biguherîne û wisa jî bû.  

Nazik, di wêjeya Erebî de awayê ‘hebestên azad’ pêş xist ku wek şoreşekê dihat pênasekirin û bû pêşenga vê yekê. Ev metoda nû bi taybetî di nav helbestvanên xwedî nêrîna çep gir, pêş ket û bi demê re belavê tevahiya helbestên Erebî bû. Ji ber pêşengtiya wê a di avakirina şoreşa di nav helbestên Erebî de, ji bo gelek jinan bû kaniya rastîn a sirûşt ê. Ew wek bîrewer, akademîsyen û nivîskarek ku bi awayek rêk û pêk diafirîne, derdiket pêş. Di cîhanek serdest a zilam de karî dengê xwe bilind bike û xwe bigihîne asteke bêqisûr. Bi taybetî jî di qada wêjeyê de ev yek pêk anîn pirr girîng bû. 

Di nav civaka wê demê a Ereb de ku jin di nav qederek bêyom de dibûhirandin; ew bû dengê ku ev qeder diqelişand, bû dengê jinên ku di nav sînorên zilam xîz dikir de encax dengê wê bilind biba û xwe îfade bikira, ew bû dengê kesên ku nedikarîn dengê xwe bikar bînin û wisa dizanîn ku wê rê nedin ku ew biqêrin. 

Wê newekheviya heyî ji holê rakir    

Sewqî Bizayî, di rojnameya El Mustaqbel de di derbarê wê de nivîsekê dinivîse û dibêje; “Wê astengiya di navbera nivîskarên jin û zilam de şikand û ji bo helbestvanên pêşerojê jî deriyeke nû vekir.” 

Rexmê rexneyan, kesên ku jê bandor dibûn jî pirr bûn, helbestên wê di rojname û kovarên Iraqê de dihatin weşandin. Nazik lez bi xebatên xwe dide û di sala 1949’an de, pirtûka xwe a Şarapnel û Xwelî diweşîne. Nazik, sêyemîn koleksiyona xwe a helbestan jî di sala 1957’an de diweşîne, ‘Di korahiya pêlan’ de hem formên kevneşop, hem jî helbestên nû tevlîhev dike.   

Tarîtiya ku gelek caran di helbestên Nazik de dihat xuyan; bi hilweşîna padişahiya Haşimî re di sala 1958’an de Komara Iraqê tê avakirina ku ji bo demeke kin dawî lê hat anîn. Lê, li dijî pergala nû jî nekefxweşiyekê xwe dida der û Nazik di sala 1959’an de derbasî Beyrûtê dibe.   

Nazik, dovre di helbestên xwe de li ser pirsgirêkên jin, femînîzm û ramana sereke a biyanîbûyînê radiveste û bikar tîne. 

Nazik El-Mela-Îke di sala 1961’an de, li Bexdayê bi hempêşeyê xwe yê Fakulteya beşa Erebî a  perwerdeyê, Abdel-Hadî Mahbûbe re dizewice û di sala 1964’an de vediger Iraq ê. Lê belê ev veger zêde berdewam nake. Di salên  pey de jî ji ber sedemên polîtîk bi hevser û malbata xwe re ji Iraqê vediqete; li Kuveytê bi cih dibin. Nêzî 20 salan di zanîngeha Kuveytê de ders dide. 

Nazik, helbestên nivîskarên wek Byron, Thomas Grey û Rupert Brooke wergerandin, her wiha di salên 1960’an de nivîskarên ciwan ên modelên Rojavayî bi awayek rexneyî dipejirandin jî rexne dikir. 

3 koleksiyonên helbestên wê di sala 1970’an de hatin weşandin.  

“Şûştina Rezîliyê” 

Di sala 1953’an de Mela-Îke, di ‘Yekîtiya Koma Jinan’ de bi ser navên “Jinên du cemser: Neyînîtî û Exlaq” konferansekê lidar dixe; ji bo ku jin ji awaretî û sînîzma di nav civaka Ereb de xilas bibin, bang  dike. Di gotara xwe a bi ser navê “Tebatiyek zêde û jinên di navbera hilbijartinekê de mayî”, ji civaka ku di nav de dijî, li ber pergala baviksalar disekine û ji bo jinan dibe sirûşt, wêrekî û hêza têkoşînê. Yek ji helbesta wê a bi nav û deng “Şûştina Rezîliyê”, ku ji bo wê demê mijarek wêrek e, kuştinên namûsî digire dest û rexne dike. Mela-Îke, ji bo jinên ku rola kevneşop a dayîk û hevjîniyê napejirînin û li dijî zewacê derdikevin, komelekê avadike. Lê mixabin ev hewldana wê bi ser nakeve û yekemîn tecrûbeya wan a şoreşgerane bi astengiyan re rû bi rû dimîne. 

Rexmê her tiştekê Nazik El Male-Îke di mijarên femînîzm û mafên jinê de dîsan jî dinivîsî: Bi demê re hîn zêdetir di mijara ‘Ez’ de dest bi nivîsînê dike. Li hemberî eşîr, ol û civak ê, bi zimanek romantîk ku mirov bibêje û bi wêrekî nîqaşên li ser ferd û ferdparêziyê birêve dibir. Bi vê re, ne tenê li ser çand, maneviyat, an jî civakê, belku wek kes di derbarê xwe de jî dest bi hizrandinê kir. Di vê qonaxê de, di derbarê xwe, nakokiyên xwe, xwestek û xeyalên xwe de jî bi denê jinê, zimanê wê qalê dikir û ew yekemîn nivîskara Ereb bû ku pêşengtî ji tiştek wiha re dikir. 

Di otobiyografiya xwe de wiha qala têkoşîna xwe a bi depresyonê re dike: “Min di bîranînên xwe de analîzên kûr çêkirin. Ez pê hesîm ku wek kesên li derdora xwe, min nekariye raman û hestên xwe bînim ziman. Min xwe paş de dida û ez şermûk bûm. Min biryar da ku ez ji vê jiyana neyînî dûr bikevim. Bîranînên min bûn şahidê têkoşîna min a mezin ya ku min li dijî xwe dida meşandin.” 

‘Bi tenê me’

Her veqetîn û koçeke nû di wê de rê li tenêtiyek hîn hûr vedikir. Helbet ger nexweşî û jiyana wê a di nav sirgûnê de nebûya, teqez wê berhemên hîn zêdetir ku qet di bîra mirovan de derneketiba, binivîsa.  Ger îro di derbarê wê de pirr kêm tişt bê nivîsîn jî, kêm tişt bê zanîn jî lê belê bi sekna xwe a radîkal û nûjen ku di helbestên modern ên Erebî re pêşengtî kir, ew helbestvanek bû ku wechê helbestên Erebî guherand. Têkoşîna wê a wêrek ya li dijî pergala zilam, bandora xwe li ser tevgerên jinên Ereb jî kir. Wek jinek pêşeng nifşên li pey xwe de jî bandor kir û bû deng û wechê jinên ku li ser vê erdnîgariyê hatibûn nixumandin. 

Hin berhemên wê; “Evîndarê Şevê” (1947), “Çîrosk û Xwelî” (1949), “Di bin Pêlan de” (1957), “Ji bo Dua û Şoreş ê” (1973) û “Dema ku Behrê Rengê xwe Diguhert” (1974): Ev pirtûkên wê mînakên hêja ne û ew bû helbestvanek ku her helbestek wê rê li guherînek nûjen di helbestên Erebî de vebike. Du kurte çîrokên bi ser navê “Yasemîn” û “Roja li lûtkeya çiya” nivîsand. Derveyê pirtûkên xwe ên helbestan, du helbestên dirêj yên bi ser navê “Lorika Jineke Bêwar” û “ Trajediya Jiyanê û Ji bo mirov stranek” nivîsand. Û helbesta wê a dawî jî bi ser navê “Bi tenê me” bû.