Qedem Xêr: Şewqa li ser çiyayên Loristan ê

- Lîlyan ÇIYA
836 views

qedem-xerBê guman Qedem Xêr wek yek ji jinên navdar yên Kurd tê nasîn û wêneyek zelal a jinên Lor radixe ber çavên me. Qedem Xêr li ser tarîtiya ku bi ser dîroka Loristanê hatiye pêçan, dibiriqe. Herçend baş neyê zanîn jî lê ligor hin belgeyên ku bi zimanê Farsî hatine çap kirin, tê gotin ku Qedem Xêr ligor dîroka xurşîdî di sala 1278´an de hatiye dinya yê.

Jineke wêrek û dilawer

Qedem Xêr jinek e dilawer, xweşik û têgihiştî bû. Di şerên qebîleyan de ji zilamên qebîleya xwe re pêşeng û piştevanî dikir. Dem bi dem, dema ku qebîleya wan rastê êrîş û dorpêça dijmin dihat, ew Qedem Xêr bû ku bê tirs di nav agir û dengê tifingên dijmin de ji bo rizgar kirina qebîleya xwe erzaq û alavên leşkerî digihand û gelek caran jî ev tevgera wê a wêrek dibû sedem ku herkes jê hêz bigire.

Tê gotin ku Qedem Xêr di sala 1278´ê Xurşîdî de, li çiyayê tengevan (ku dikeve milê bakurê Endîşmek û Lor)û li ciheke bi navê (gud) di şikeftekê de tê dinya yê. Navê bavê wê Qendî û ji qebîla mezin ya qelawend e. Bavê wê kesek nas, xwedî qedir û qîmet, her wiha berpirsê qebîleya qelawend bû. Navê diya wê Cewahir ku tê gotin xwedî taybetmendiyên bijarte bûye. Qedem Xêr xwedî 9 bira û xwîşkek bûye ku tê gotin ku ji wan Ebas Xan û Mihemed Elî li Loristanê wek kesên navdar û xwedî pirestîj dihatin nasîn.

Esimaneke geş û rewnaq

Qedem Xêr yek ji wan jinane ku di rêveberiya dewletê de cih digire û xwedî rol û mîsyoneke girîng e. Li Loristana ku dikeve bakurê Kurdistana rojhelat di demeke kin de nav û dengê wê bi dilawerî, wêrektî û cengawertiyê belav dibe. Qedem Xêr cihê birayê xwe digire û ji bo ku li dijî Şahê Iranê şerê azadîxwaziyê bide meşandin, ji artişê re rêbertî dike. Weke vî şerî di gelek şeran de serkeftinên mezin bidest dixe.

Ev çîrokek pirr kevin e û heya dema hikûmraniya malbata Pehlevî diçe. Hîn salên ewil yên hikûmeta Pehlevî bû ku hêzên leşkerî nû li herêma Loristan û Elvar bi cih bibûn. Armanca hatina wan a li vê herêmê zêde kirina zextên li ser eşîr û gelê xwe cihî bû. Her wiha ji bo serwerî û bi cih bûna hêzên dagirker yên wek Ingîlîsan a li vê herêmê; şikandin û dîl girtina gelên xwe cihî, ji bo wan yekane armanc bû. Ji ber  vê çendê jî di navbera hêzên dagirker û qebîleya Qedem Xêr de ( ligor dîroka Xurşîdî, di sala 1313 heya 1320´an) şer destpê dike.

Li dijî desthilatdaran şerê azadiyê

Di sala 1307-1308´an de (ligor dîroka Xurşîdî) hêzên artêşa Riza Xan êrîşê eşîrên pişt çiyayan yên Loristanî dike, lê eşîra qelawend weke eşîrên din yên li herêmê rê nadin ketina hêzên dewletê  û êrîşên wan têk dibin. Û ev têkoşîn, wê navê Qedem Xêra Loristanî ku wek fermande û rêbera hêzên cengawerên Lor ku nêzî pênc salan li dijî dagirkeran têkoşiyan, bê bibîranîn û bikeve nav rûpelên dîrokê. Di vî şerî de Qedem Xêr tevî hevser û birayên xwe di çeperên şer de şer dike û di encama vî şerî de hevserê wê jiyana xwe ji dest dide. Lê tu tişt nedikarî li pêşiya Qedem Xêr ê bibe kelem, ji bo ku li dijî bê edaletî û mitîngeriya Riza Xan Pehlevî raweste, têkoşîneke man û nemanê dide meşandin.

Tê gotin ku Qedem Xêr piştî ku birayê wê jî ji aliyê Şahê Iranê we tê qetil kirin û şûnde di sala 1932´an de cihê birayê xwe digire. Ji bo bihevre bûn û yekitiya gelê Kurd hewldanên mezin dide. Her wiha di vê mijarê de gelek hewldanên wê jî çêdibin. Ji bo serweriya Şah têk bibe, bi xwe ji hêzên çekdarî re rêbertiyê dike û pêşengtiyê ji şerê azadîxwaziyê a li dijî desthilatdariya Şah, dike. Berxwedana wê a bê hempa wê bi xwe re serkeftinên mezin jî bîne.

Destaneke bê hempa a wêrektiyê

Dema ku birayên Qedem Xêr di bin dorpêça hêzîn dewletê de dimînin û hem erzaq, av, hem jî alavên wan yên leşkerî bidawî dibin, Qedem Xêr çend kesên di bin fermandariya xwe de digire gel xwe, li ser pişta hespê siwar dibe û wek ba di nav dorpêça hêzên dewletê de derbas dibe, pêdiviyên heyî bidest dixe û birayên xwe ji dorpêçê rizgar dike.

Berê tam bi cih bûn û istiqrara hikûmeta Pehlevî a li herêma Xûrem Abad û cihên din, nav û dengê têkoşîna Qedem Xêr û du birayên wê a li dijî hêzên di bin fermandariya general Isfendiyar de, li çar hêlên welat belav bibû û di her civatekê de li ser dihat axaftin. Cesareta ku Qedem Xêr di vê têkoşînê de dide nîşandayîn, awaza qehrimaniya wê li her deverekê belav dibe û wek destanekê li ser zimanan digere.

Bê goman ne tenê bi gihandina alikarî, her wiha bi şer û wêrektiya xwe jî li çar hêlên welat nav û dengê wê tê belav kirin. Tê gotin ku ji dûr û nêzîk, li gelek cihên welat gel ji bo vê jina cengawer a ku li dijî zilmê têdikoşe û zaliman têk dibe, bibînin dikevin ser rê. Gel li wir rastê xweşikbûna vê jina hêja û narîn dibin, sekna wê a wêrek bandoreke zêde li ser wan dide avakirin.

Piştî ketina Riza Xan û hêzên dewletê a li herêma Balagîrewê, qebîleya Qedem Xêr bi hêzên dewletê re dikevin nav şereke dijwar de. Qedem Xêr di vî şerî de bi wêrekî nêz dibe û qehremaniyeke bêhempa raber dike.

Awazek li Loristanê bilind dibe

Di nav gelek kesên ku diçûn dîtina Qedem Xêr ê û ji bedewî, delalî û sekna wê bandor dibûn, muzîkjen, hunermendên herêmî û gerok hebûn. Yek ji wan kesan ku diçe dîtina Qedem Xêr û jê bandor dibe; ji xwe ji ber vê jî helbestekê dinivîse û stranekê çêdike, Murad Beg e. Ji xwe pişt re wê ev stran wek yek ji miqamên muzîka Lorî a bi nav û deng bê te nasîn.

Berovajî gelek jinên eşîrî ku bikaranîna çek nedizanîn û sûwar nebûn, Qedem Xêr pirr baş çek bikartanî û hem jî sûwareke biqabiliyet bû. Li ser Qedem Xêr gelek helbes tên nivîsîn û stran tên gotin. Yek ji wan helbestan jî ji aliyê Mela Cemşîd ku stranbêj û helbestvanê qebîleya Qelawend e, hatiye nivîsîn. Di gelek beytan de behsa wê dike û di derbarê wê de straneke pirr xweş çêdîke, xwe jî bi kemançeyê vê stranê dibêje ku ev stran heya roja me ya îrov hatiye.  Li Loristanê, ji berê  heya roja îro, gelek kilambêjan strana Qedem Xêr ê gotiye. Û bi vî rengî navê Qedem Xêr Qenî li ser lûtkeya çiyan wek awazeke bêdawîtiyê belav dibe, dibe rengê wêrektiyê li esimanê Loristan ê.

Bidawî hatina serdemekê 

Riza Şah ku di şerê çend salan de nekarî li dijî berxwedena di pêşengtiya Qedem Xêr ê de bi ser bikeve, hewl dide bi rêya dek û dolaban şervanên têkoşer vexwîne hevdîtinên ji bo aştî yê. Ji bo vê jî dest bi qomployeke berfireh dike, nameyek ji bo aşitî pêk we re, tevî Quran a pîroz ku hatiye îmze kirin, ji şervanan re birê dike. Riza Xan piştî vexwandina şervanan, berovajî baweriya şervanan dest bi lîstokên qirêj dike û bi qomployekê hemû pêşengên têkoşînê dikşîne kemîna xwe. Di heman şeva hevdîtinan de 17 ji fermandarên eşîrê gule baran dike. Qedem Xêr jine qehremana Loristanê jî dîl dikeve dest û dixin girtîgeh ê. Bi vî rengî dawî li serhildanê tînîn.

Di derbarê pêvajoya li zîndan mayîn, nexweşî û mirina Qedem Xêr de gelek têştên cûda cûda tên gotin. Ligor hin çavkaniyan tê gotin ku Qedem Xêr piştî sê sal li zîndanê dimîne, nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Ligor hin metnên nivîskî jî Qedem Xêr heya pîr dibe, di girtîgeha Tehranê de dimîne û li wir jiyana xwe jidest dide. Di metneke bi zimanê Farsî de jî tê gotin ku hêzên dewletê bi rêya sîxurên xwe jehrê dixin ser xwarina Qedem Xêr û bi vî rengî wê jehrxwarî dikin. Û cenazeyê Qedem Xêr dibin Iraq ê, nêzî şehîdên kerbelayê bin ax dikin. Her wiha ligor çîrokeke din jî tê gotin ku li bajarê Iranê Şuş an jî bajarê Dezfûl ku yek ji bajarên eyaleta Xuzistanê ye, tê veşartin.

Ev dawiya jiyana jineke têkoşîner, kesayetek wêrek û bêwest bû ku li hemberê zilma Şah rawestiya, qebîleya xwe parast, pêşî li koçberiya eşîra xwe girt û nehîşt êla wê li çar hêlan belav bibe.