Şerê 9 salan yê li Sûriyê û têkoşîneke mezin 

- Bêrîtan SARYA
1.6K views

Ji şerê hundirîn ê li Sûrî ku wê bikeve sala xwe a 9. an tenê çend rojek maye û li Surî, di taybetmendiya Suriyê de jî ji qeyrana li herêmê tê jîn, hîn çareseriyek nehatiye dîtin.  

Lê belê bi biryara Emerîqayê a paş de kêşana leşkerên xwe û bi bidawî hatina serweriya axê a ji hêla DAIŞ’ê, têkoşîneke mezin a ji bo êş û jana guherîna di yeksengiya Sûriyê de û pêşe roja Sûrî ku bibe xwedî gotin tê meşandin. Di vê berekê de, di nav 2 mehên derbazbûyî de hem hatin çûnek ciddî a dîplomatîk, hem jî nîqaşên li ser planên nû ên lîstikên heyî hat nîqaşkirin, hewl hat dayîn ku bingeha wê bê amade kirin. 

Di mijara çareseriya qeyranê de Kurd yegane hêze ku xwedî modela çareseriyê ye û Kurd, gelên li herêmê ji du hêlan ve hatiye dorpêş kirin, hewl hat dayîn ku pêgirê planên berjewendiyê ya hêzên emperyalîst û herêmî bê kirin. Ev planên wan bi cih nehat, lê modela demokratîk a li Sûriyê jî mayînde nebûye. Ji ber vê çendê, ji bo ku modela alternatîf ku wê bihêle Sûriye bi awayek bi ewle li pêşerojê binêre, pêdivî bi têkoşîneke mezin heye.   

Dewleta Tirk pêşiya xwe nedît 

Di pêvajoyekê de ku gefên dagirkeriya dewleta Tirk zêde dibû, Trump di dîroka 20 Kanûna 2018’an de da zanîn ku êdî dawî li DAIŞ’ê hatiye û wê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin, ji xwe piştî demekê şûnde jî di twitekê de îşare bi Erdogan dike û dibêje, “ez di vê baweriyê deme ku bermahiyên DAIŞ’ê jî wê Erdogan xilas bike.”  

Piştî biryara vekêşanê ya Emerîqayê; her çend bê gotin ku Trump piştî ku bi Erdogan re bi telefonî axivî û şûnde ev biryar da, lê rewş ne niwa bû, ji ber ku piştî demeke kin hat dîtin ku bi biryara vekêşanê re dewleta Tirk li pêşiya xwe nedît. Erdogan ji ber hebûna Emerîqayê a li Sûriyê ji Rusyayê destûra dagirkeriya Bakurê Sûriyê dixwaze û piştî biryara vekêşînê jî neçar dimîne çeteyên ku li ser xeta Girê Sipî, Minbîc û Serêkaniyê kom kiribû, paş de bikşîne.   

Ji MSD’ê hemleyek serketî 

Piştî biryara Trump a vekişîna leşkerên Emerîqê şûnde, qaşo ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hewl tê dayîn ku ji dewleta Tirkiyê re li Sûrî rol bê dayîn, lê belê ev yek ji hêla raya giştî a Kurd û navnetewî rastê nerazîbûneke tund hat. Komkujiyên ku dewleta dagirker a Tirk li Efrînê pêk anî û dîsan nîqaşên ku wê ji vê zêdetir li Bakur Rojhelatê Sûriyê pêk bîne, hat kirin. Di dîrokê de ji bo cara yekê wezîrê parastinê yê Emerîqayê û rayedarên koalîsyonê dan diyar kirin ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hewalbendê wan ê bingehîn Kurd wê li beramberî Tirkan bikevin nav zoriyê û dan diyarkirin ku dibe Tirkiye dest bi komkujiyên nû bide.    

Dema ku Minbîç dibin dorpêça çeteyên dewleta Tirk debû rayedarên meclîsa leşkerê a Mînbicê hemleyek bi serketî pêş xistin û bi rejîmê re lihev kirin, ger rejîm hatibe sînorên Mînbicê jî; piştî biryara vekêşanê a Emerîqayê şûnde, Meclîsa Suriya Demokratîk û berpirsên rêveberiya xweser a demokratîk hemleyek din pêş dixînin, bi Rusya û Rejîmê re têkilî ji nû de çalak dikin. Vê hemleyê li ser DYE’ yê bandorek mezin çêkir, ji xwe DYE’ yê ku hewl didan li Sûrî rol bi dewleta Tirk bidin yan jî ji bo ku hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyê bikşînin xeta ku dixwazin û bi qerta Tirk dilîstin, ev yek eşkere anîn zaman.    

Trump, li ser nerazîbûna raya giştî û hemleya bi serketî a rêveberiya xweser neçar ma gav paş de bavêje. Trump jî ji aliyekê bi gotina “firotina petrolê a ji hêla Kurdan ya ji Îranê re min aciz dike” ji alihê din de jî bi gotina ez naxwazim “Tirkiye Kurdan qetil bike” hem gav paş de tavêt, hem jî derbasî rewşekê bû ku her du alî tehdît dikir. Ji xwe pişt re plana “Herêma bi Ewle” a ku bi gotina wî qaşo wê hem Kurt hem jî dewleta Tirk dilxweş bike, hat. Ji xwe heya niha jî baş nayê zanîn ka ev plan xwedî naverokeke çawa ye. Plana “Herêma bi Ewle” ku Trump qalê dike, ji xwe Tirkiye ji sala 2015-2016’an de tîne ziman û wek “Herêma Tampon” jî tê fêmkirin û Erdogan bê ku direng bimîne da zanîn ku ev plana wî ye û got, “ez bi Trump re xwedî heman nêrînê me.” Piştî demekê şûnde jî planek a ji Qamişlo heya Girê Spî, ji wê derê jî heya Kobanê û herêmên ku bi gelemperî Kurd lê dijîn ku ji kontrola dewleta Tirk re hatiye hiştin ket çapemeniyê. Lê belê hêzên Bakurê Sûriya demokratîk, QSD, YPG, YPJ’ê dan diyar kirin ku ew ê tucaran herêmek di bin kontrola dewleta Tirk de nepejirînin. Bi vê re alternatîfek din jî ku li ser dihat fikrîn, bi daxwaza Tirkiyê ev herêm yekser ji aliyê ENKS ku girêdayî KDP’ê ye û MIT wan xwedî dike û “Peşmergên Roj” ku li başûrê Kurdistanê dimîn, her wiha ji çeteyên ÖSO ku yek ser girêdayî Komara Tirkiyê ne, bê hiştin.       

DYE’ yê nikare polîtîkayên xweser ên Kurdan bipejirîne

Rêveberiya DYE’ yê her tim têkiliyên xwe ên bi Kurdan û rêveberiya xweseriya demokratîk di asta taktîk û leşkerî de girtiye, gelek caran jî wekî nûnerê taybet yê Sûriyê James Jeffrey jî tîne ziman DYE’yê “demî nêzî têkiliyên xwe ên bi Kurdan re bûye” û ji bo vê jî bi Tirkiyê re ketina nav planek bi vî rengî a ji aliyê wan anîna ziman, her wekî gelek kesan jî îşare pê kiriye, ne çelwerî ye.  

Dewleta Tirk endamek NATO’yê ye û her çend DYE’yê ji lîstika planên dewleta Tirk a li herêmê ku pirr hat mezin kirin û ji ber ku ew ji mebdeyên hevbeş tewş dikevin, aciz bibe jî ji ber rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyê, niyet nîne ku Tirkiyê ji Rusyayê re bihêle. Dîsan her çend di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi Kurdên li Sûriyê hevbeş têkoşîn meşandibe jî, lê nekariye wan bikşîne xeta xwe. Ji ber zor û zehmetiyên li herêmê ger car bi car Kurd ketibin nav tengahiyê de jî, lê polîtîkayên serbixwe meşandine û bi gelên li Sûriyê re, bi modela xwe, di mijara avakirina pêşeroja xwe de bi israr in. DYE’yê ji ber berjewendiyên xwe ên emperyal vê yekê guncaw nabîne. Lê belê Kurd, gelên herêmê û li ser nerazîbûnên ku ji aliyê raya giştî a navnetewî pêş diket, heya rêjeyek mezin ev plan hate vala derxistin. Dîsan nerazîbûnên li dijî polîtîkayên Trump ên ji aliyê Senatoya DYE’yê û di nav leşkerên wan de dihat, girîng bû, lê ev nerazîbûn ji dostaniya bi Kurdan zêdetir, nerazîbûna li dijî dewleta Tirkiyê ku êdî ji bo wan ne şirîket bû ku li herêmê bawerî pê bê dayîn.     

Serdana hevseroka Konseya birêvebir a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed a di  24-25’ê Çile de li DYE’yê, dîsan hevdîtinên ku çêkirin di raya giştî de girîn û bandorek erênî da avakirin. Di daxûyaniya kom civîna koma biçûk ya NY ku di 6 Sibatê de hat lidarxistin şûnde, hat gotin ku “Ew li pişt xebatên herêmê ên çareseriya siyasî ku bi Cenevreyê re hat destpê kirin in, ji derveyê wê alternatîfek din a leşkerî nîne û li herêmê çareseriyên bi vî rengî derxistina pêş a ji aliyê hêzên din wê tengezariya heyî zêde bike” peyam dan Tirkiyê. Her çend hilbijartinên herêmî ên li Tirkiyê nêz dibe û bi gor kirina Rusyayê dîsan gotegotên operasyonê bilind bibe jî herê kêm niha êrîşeke dagirkeriyê lewaz tê xûyan. 

Rusya û peymana soçî 

Yek ji hêza din a emperyal ya li Sûriyê, Rusya jî li hemberî daxûyaniya Emerîqayê a vekişandinê bi tedbîr nêz bû. Di nav pêvajoyê de hat dîtin ku Rusyayê Şehba û Efrîn hem ji ber peymanên siyasî û ekonomîk, hem jî ji bo ku Tirkiyê ji NATO û DYE’yê dûr bigre, da dagirkirin, lê ewçend germ nêzî dagirkirina Bakur û Rojhelatê Sûriyê nebû. Nêzikatiya Putîn a li şûna dewleta Sûrî û rêveberiya xweseriya demokratîk, îşare bi peymana Adana ku di sala 1999’an de wek destpêka komploya navnetewî jî tê pejirandin, ji aliyekê naxweza Tirkiyê ji dest bide û ji aliyê din de, her çend rastbîn nebe jî tê xûyan ku armanca wan mutleq kirina serweriya Rejîma Sûriyê ye. Dewleta Tirk di vê çerçoveyê de her wekî demê borî, niha jî di navbera Rusya û Emerîqayê de tê diçe, ji bo tesviye kirina Kurdan û rêveberiya xweseriya demokratîk a li Sûriyê her bazariyê dike.           

Di meha borî de civîna ku bi meraq li bendê bûn û ji bo şikil giritina pêşeroja Sûrî û dengeyên li Sûriyê, têkiliyên Rusya û Tirkiyê ku di 14 Sibatê de li Soçî hat lidarxistin, civîna serokên welatê Îran, Rusya û Tirkiyê bû. Piştî civînê her çend Erdogan hewl da ku atmosferek erênî ava bike û di mijara “Herêma Tampon” de da diyar kirin ku ew bi Rusyayê re hemfikrin, lê di daxûyaniya berdefkê têkiliyên derve ê Rusyayê a piştî rojekê berovajî vê yekê da nîşandayîn. Di daxûyaniya serokan de jî diyar bû ku rojev Îdlîb bû. Ger baş neyê zanîn ka pişt deriyên girtî de çi hatiye axaftin jî lê xûya bû Rusya û Îran erka paqij kirina Îdlibê dayîne Tirkiyê. Piştî vê civînê ji bo cara ewil Erdogan da zanîn ku wan nekariye Efrînê birêve bibin. Û dîsan dan diyar kirin ku wan di civînê de ne tenê mijara Îdlîb û Minbîcê, her wiha li ser Cerablûs û Babê jî ku di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî Tirkiyê deye, hevdîtin pêk anî ye.            

Derveyê daxûyaniya wezîrê derve yê dewleta Sûrî a dibêje, “Li dijî dagirkeriya Tirk hewceye em têkiliyên xwe çalak bikin”, dewleta Sûriyê jî heya niha bersivek erênî nedaye plana çareseriyê a hêzên rêveberiya xweseriya demokratîk. Ji xwe daxûyaniya Esat a di 19 Sibatê de hatî kirin, gef xwarina li Kurdan û ji nêzikatiyek ku çareseriyê bîne zêdetir ka wê çi tavîzan ji Tirkiyê bistîne ye. Dîsan daxûyaniya 20 Sibatê a ji aliyê wezîrê Rus yê parastinê Lavro ku dibêje Tirkiye li herêmên ku dagir kiriye saziyên mayînde ava dike û dewleta Tirkmen a tê xwestin avabikin ji nedîtî tê û dibêje, “Emerîqa li herêma rojhelatê Firatê hewl dide dewletekê ava bike” û bi vê yekê dixwaze dewleta Tirkiyê sor bike. 

Rejîm jî Tirkiye jî civakê terorîze dikin

Li Sûriyê dengeyên heyî hîn nehatine zelal kirin, bi qasî qada dîplomatîk, li ser qada civakî jî têkoşîneke dijwar tê meşandin.Hem dewleta Tirk, hem jî Sûriyê giranî bi aloziya civakî dane. Her du jî ji bo ku di pêşeroja Sûrî de xwedî înîsiyatîf bin, desthilatiya xwe, gef, pere û hin derdorên noker ên Kurd-Ereb bikartînin û bi vî rengî perçekirina civakê di hundir de armanç dikin, hewl didin ku rêveberiya demokratîk a li bakurê Sûriyê lewaz bixin. Dîsan bi misûger kirina serweriya xwe a di qada civakî de ku meha derbazbûyî di çapemeniyê de hat dayîn, plana têkbirinê ya dewleta Tirk a ku di sala 2014’an de amade kiriye û di 2015’an de xistiye meriyetê, beşa vê planê a bakurê Sûrî hîn di meriyetê deye û bi planên nû ên A,B,C tên nû kirin. Di rojên derbazbûyî de di ANF’ê de li ser vê organîzasyona çeteyên di bin navê Çepera Yekgirtî a Herîmî-Netewî a Sûriyê û plana dagirkirina Minbîç û rojhelatê Firatê di raya giştî de hat eşkere kirin. Çepera ku ji efserên ji dewleta Sûrî rewî ne, hin kesên ji PKK’ê rewî, dîsan ENKS ku di nav de cih digire û yek ser ji aliyê KDP’ê ve piştevaniya wan tê kirin, ji plana dagirkirinê bigire heya kaosa hundirîn, planek wan a berfireh heye.        

Her çend eşîrên li herêmê daxwaza hevdîtina bi dewleta Tirkiyê re red kiribin jî lê dixwazin vê planê bi rêya ENKS û hin eşîrên cehş ên Ereb bimeşînin. Di destpêka meha derbazbûyî de hin kesên ku di rêveberiya vê Çepera Kontra de cih digirin, çûn Hewlêrê û bi Barzanî, berpirsên rêveberiya hikûmeta herêmî a başûrê Kurdistanê re hevdîtin çêkirin, ev yek jî dide diyar kirin ku KDP jî di nav de cih digire. Yek ji van kesan ku bi awayek çalak beştarî dagirkeriya Şêx Mexsûd, Eşrefiye û Efrînê bûye, Nasir Herîrî dibêje, “Ji ber fikarên ewlekariyê a Tirkiyê, em dixwazin ku peşmergên Roj derbasî rojhelatê Firatê bibin” û ev yek jî konsepta heyî pirr eşkere radixe ber çav an. 

Hemû ev pêşketinan didin xûya kirin ku di pêvajoya pêşiya me de Rojava û bakûrê Sûriyê hem ji hêla dîplomatîk, hem jî ji hêla civakî û leşkerî de wê veguhere qadeke girîng a têkoşîn ê. Hêzên YPG, YPJ û QSD’ê ku li herêmê 10 hezar şehîd dan, di demekê de ku DAIŞ ber bi xilas kirinê ve diçe, ji bo êrîşên muhtemel jî amadekariyên xwe dikin. Rexmê hemû kêmaniyan jî ji hêla civakî de kariye hebûna xwe biparêze û rêveberiya xweseriya demokratîk jî kariye hemû gelan li nikhev bigire, dîsan di nav hevgirên xwe de yekitiya heyî bi hêztir û demokratîktir kiriye û bi vî rengî dikarin êrîşên heyî veguherînin avantajek mezin.