Ji bo cara yekê Tora Navneteweyî ya ji bo Alternatîfan GTA ku ji 5 tevnên sereke û dehan piştgir û sedan kesayetan pêk tê û hîn jî lê zêde dibe, di sala 2023’an de li welatê Kenyayê civîneke fîzîkî çêkir. Akademiya Jineolojî, Akademiya modernîteya Demokratîk û navenda Dîplomasiya Sivîl di nava vê torê de ne.
Ev tor dixwaze weke pireke peywendiyan be di navbera tevgeran, rêxistinên alternatîf û civakên xwecihî de ku ji qeyranên sîstema sermayadariyê (mêrsalarî, dewlet-netewe û deshiletdarî) û bandorên wê zirar dîtine û armanca wan ew e ku bi hevguhertina ezmûnên xwe bi hevre û heta asta piştgiriya hevûdu, li sîstem û jiyaneke alternatîf bigerin û ya ku hatiye pêşxistin jî, nas bikin û bidin nasîn. Berê û niha çend tor û forumên navneteweyî hene ku heman armancên wan hebûn, lê di encama destwerdana sîstema sermayedarî û welatên hegemon de ji armancên xwe dûr ketine. Ev tor û pêkhateyên wan, bi kêmtirîn derfetan, bi zêdetirîn karê xwebexşî û bi mekanîzmayek nerm û domdirêj, heta bi nêrîneke radikal û şoreşgerane, xebatên xwe dikin. Ev di nava jinan û gelan de jî, bi taybet gelên xwecihî de hêviyekê çêdike.
Lêgera Demokrasiya Radîkal
Li her quncikeke vê cîhanê ku ezmûnek dîrokî û zindî hebe û bersiva pêdiviyên civakê bide û ji aliyê teori, pratîkî û modela rêxistinî ve li hemberî krîzên sîstemê xwedî helwest be,Tora Navneteweyî ya ji bo Alternatîfan, bi pêkhateyên nava xwe re wan nas dike û di asta wan herêman de ku krîz û nakokî bi awayekî berçav bi bandor in, hestiyariyê çêdike û hewl dide piştgiriya navneteweyî rêxistin bike. Mînak êrişên dewleta Tirkiyê di van du salên dawî de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û pirsa gelê Zapatîstan li herêma Çîapasê û hwd…
Di civîna havîna 2023’an a li Kenyayê de, li kêleka dehan babetên giring ên wekî tov, av, ax, ekolojî, demokrasî, pirsgirêka zayenderestî û hwd, du babetên giring di rojava vê civînê de bûn: yek ji wan vekirina deriyekê bû ji bo axaftina li ser demokrasiya radîkal û ya din jî damezrandina encûmenek jinan bû. Di vê civînê de zincîrek kar û nîqaşên ciddî li ser demokrasiya radîkal dest pê kir û biryar hat dayîn ku piştî vê civînê jî, guftûgo li ser vê babetê berdewam be. Ev babet bi beşdariyeke fireh û ji nêrînên cûda yên beşdarên ji civakên xwecihî, tevger û herêmên xweser birin foruma cîhanî ya li Napalê ku di Sibata 2024’an de pêk hat û nîqaşeke pir alî kirin. Hem xwe dan nasîn, hem jî ji hevnasînê wêdetir pêde çûn. Nîqaş li ser pireke têkeliyên berhemdar û şênber hat kirin. Ev nîqaş li ser ezmûnên civakên xwecihî yên li Hindistanê, Rojava û Kurdistanê bi giştî, Çîapas û hêjmarek cihên din ên balkêş bûn.
Naveroka nîqaşên li pey hev a van civînan, hem li ser krîza sîstemê ye û hem jî rêya derketina ji krîzan e. Di van nîqaşan de bandoreke jinan ya gelek mezin û ronîker heye. Rewşa niha ya krîza ku demokrasiya lîberal (nûnertiya perlemanê) têde ye, axaftina li ser demokrasiya radîkal, pratîka ezmûna Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) û Zapatîstayan mînakên herî berbiçav in. Ev asta nîqaşê zêdetir di nav grûban de pêşket. Her grûb bi vegera ji xweza û jîngehên xwe yên xwecihî û li ser bingehê têgîna biokultûrî ya herêmî, dîtin ku ne tenê di teoriyê de, lê di dîroka xwe de xwedî cûreyek ji demokrasiya radîkal bûne ku pêdivî bi nûjenkirinê, pêşxistina zêdetir, teorîzekirinê û sîstematîzekirinê heye. Hem jî di wê astê de ye ku berxwdanê li hemberî êrişên sîstemê bike û di heman demê de jî bersiva pêdiviyên civakê jî bide. Ji xwe bala wan li ser hewildanên tevgera azadiya Kurdistanê ye ku di nava 25 salên dawî de piranî ji aliyê teorî û pratîkî ve sîstema demokrasîya radikal pêş xistiye û heta di nava van grûban de tevgera Azadiya Kurdsitanê weke pêkhateyeke ku îlham û hêviyê dide, tê dîtin.
Axaftina li ser demokrasiya radîkal û rasterast, beşdariya civakê û axaftina li ser çawaniya beşdariya jinan ne tenê ji aliyê çendayetiyê ve, lê ji aliyê naverokê û gihiştina teorî, praktîk û rêxistina xweserî xwe ku hêza guherîn û veguherînê ji bo tevahî civakê pêşkeş dike û cesareta guhertinê dide mêran jî, ji nîqaşên berfireh ên li ser pirensîba herî giring a demokrasiya radikal bûn û paşê jî plansazî ji bo vê beşê hatin pêşxistin.
GTA bi rojevên giring civiya
Tora Navneteweyî ya Alternatîfan GTA di civîna li Başûrê Afrîkayê de babetek tenê girt rojeva xwe ku ew jî “Demokrasiya radîkal, xweserî û mafê tayînkirina qederê” bû. Bêgûman ne bi nêrîn û pencereya dewlet, desthilatdar û hêzên hegemon, lê ji nêrîn û pencereya jinan û civakê.
Di civîna fireh a nîqaşa li ser vê mijarê de ku ji 2 heta 6’ê Sibata 2025’an hate lidarxistin, ji 20 welatên cuda 44 kes beşdar bûn ku 34 komele, rêxistin û tevgerên civakî temsîl dikirin. Di heman demê de Civîna duyemîn a meclîsa jinan a Tora Navneteweyî ya Alternatîfan li ser çend mijarên giring bû. Di civakên ku jê hatîn de rewşa jinan û ezmûnên wan mijarên sereke bûn. Li ser diyalektîka teorî û pratîkê, hem dîroka ezmûnên demokratîk ên radîkal li herêmên wan û hem jî ezmûnên heyî, bêyî ku ti komek xwe di nîqaşan de bike navend, li pey xalên hevpar ketin û nakokiyên xwe jî bi nîqaşên hevbeş têrkirin, raste rast têkelîya vê bi jiyana civakî re heye ku sîstema sermayedar, dewlet netew û desthildariyê yekdestiya xwe li ser pêşxistiye. Dabeşkirina civakê di navbera dewlemend û xizanan de, pênaseyên başûr û bakurê cîhanê, paşverû û pêşketî, welatên pêşkeftî û Cîhana Sêyemîn îcadên pergala kapîtalîst in. Ev têgihiştin ji hêla hemî beşdaran ve hate redkirin û nîqaş li ser alternatîfên wan hat kirin. Ev dabeşkirin berhema zihniyeta mêrsalar e
Lêgerîna ‘divê çi bê kirin’ kûr bû
Ji şer, koçberî, birçîbûn û projeyên qaşo mezin ên navneteweyî yên li ser erdê, av, daristan, tov, laş û êşa civakê di bin navê pêşketin, modernîzasyon û şaristanîkirina civak û gelên xwecihî de carna bi rêya şîdet û komkujiyan, carna jî bi rêya teknelojiya herî dawî, tê kirin. Pirsa sereke ji bo komên beşdar, bi taybetî ji bo jinan ev bû; Li hemberî hemû êrişên sîstemê, hêzên hegemonîk û kapîtalîst, ji bo jinan û civakê divê çi bê kirin? Derd û birîna herî kûr ji bo hemûyan, ji bo civakê û jinan ev e. Belkî di asta takekesan de, ji bo berjewendiyên xwe li ber pergalê serî tewandibin, lê li ser bingeha civaka exlaqî û siyasî ku bingeha têkoşîn û berxwedana jinan e, bertekek heye ku ev di asta bertekê de dimîne. Di heman demê de hin civak bi kûrahî li avakirina alternatîfan digerin û jin jî pêşengiya vê sîstema alterntîf dikin. Ev nîqaş, kêmasiyên aliyê teoriyê bi xwe re tîne û lêgerînê radîkaltir dike.
Weke mînak, têkçûna demokrasiya lîberal ne tenê pêvajoyeke têkçûna dewleta neteweyî ya sêsed salên dawî ye, lê di heman demê de têkçûna modela dewlet û desthilatdariyê ye. Encama ji pevçûnên etnîkî, çînî, nijadî, olî û hilweşîna ekosîstemê ye ku jiyan li ser vê gerstêrkê roj bi roj dijwartir kiriye. Ne tenê mîlîtarîzm, lê di heman demê de faşîzma teknolojîk, pêşketina têgîna teknofeodalîzmê û çavdêriya tûnd ya li ser civakê, bi rêya teknolojiya dîjîtal û hişê çêkirî pêş ketine. Piraniya vê pêvajoyê di bin navê modernîzm û pêşkeftinê de tê kirin û tevahiya jiyan, ax, tov û av di bin gefê de ye.
Krizîa pergalê êdî nayê veşartin
Jinan li hev kirin ku hin kes îdîa dikin demokrasî dikare biguherîne, lê ev cûreya demokrasiyê hertim xapandin û entegrekirina civakê dihewîne, civakê dike pêveka pergalê û temenê pergalê dirêj dike. Êdî krîza sîstemê bi demokrasiya lîberal nayê veşartin, ji ber ku krîza sîstemê bingehîn e û zihniye. Ev cûreya demokrasiyê li ser yekdestî, kombûna hêzê di destên hin elîtan de, îstîsmarkirin û domandina nakokiyên wêrankere di civakê de. Saziyên navneteweyî ne ji bo çareserkirina van nakokiyan, lê ji bo berfirehkirina rewatiya sîstemên hegemonîk hatine avakirin.
Nakokiyek ku di nîqaşan de hebû û pir pêwist bû ev bû; diyardeyek ku mîna nexweşiyekê belav bûye di nava tevgerên civakî û çepgiran de û ev tevger kirine pêveka sîstemê heye. Gelek ji tevgerên cûda yên çepgir, femînîst û tevgerên pirzayendî Îranê wekî mînakek dewleta dij-kapîtalîst û tevgera cîhadîst a îslamî jî wekî tevgerek dij-sîstemê pênase dikin. Li şûna ku li rêya sêyemîn bigerin, ne dewlet ne û ne jî hegemonya navneteweyî, ku rêya gelan û jinan e, di şer û pevçûnên nava sîstema hêzên hegemonîk an dewletên otorîter de, hêza gelan û jinan esas nagirin. Dibe ku di duruşmeyan de an di teoriyê de wisa be, lê di piratîkê de bê hêvîbûnê diafirînin.
