Bazirganiya li ser çarenûsa gelên Îranê

- Gelawej Ewrin
26 views
Guhertina statuya netew dewleta Îranê û nêzîkbûna wê ya bi sîstema global re, bêguman wê hevsengiyên herêmî serûbin bike û bandoreke rasterast û kûr li ser cîranên wê yên mîna Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bike. Îran heta niha di bin navê “Eniya Berxwedanê” de bi rêya komên xwe yên wekaletê li van welatan xwedî bandorek mezin bû. Gava ku Îran statuya xwe biguherîne û li gorî pîvanên sermayeya cihanî tevbigere, ev hevsengî dê li herêmê belav bibe.

Lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de, berî her tiştî ne encama guherînek îdeolojîk a kûr, bêtir encama pêwistiyên krîtîk û pragmatîk ên her du aliyan e. Ji bo Amerîka û pergala sermayedar a cihanî, Îran bi bazara xwe ya mezin, çavkaniyên enerjiyê û xaleke jeopolîtîk a stratejîk nabe ku li dervayî sîstemê bimîne. Ji bo Îranê jî, krîza aborî ya giran, ambargo û xetereya teqîna civakî, sîstema desthilatdariyê neçar kiriye ku ber bi pragmatîkbûnê ve gavan bavêje. Ev lihevkirin hewldana herdu aliyan a ji bo kontrolkirina krîzan e, ne ji bo aştiyeke mayînde yan jî guherîneke bingehîn e.
Ev gav nayê wateya ku Îran dest ji fikir û îdeolojiya xwe berdide û xwe radestî modernîteya kapîtalîst dike. Berovajî vê, Îran ji bo hebûna xwe biparêze, “paşvekişandina taktîkî” dike. Sermayeya cihanî jî naxwaze îdeolojiya Îranê ji holê rake; ew tenê dixwaze reftarên Îranê yên aborî û leşkerî kedî bike û bixe bin kontrola sîstema fînansî ya global. Îran hewl dide ku mîna modela Çîn an jî Vîetnamê tevbigere; di warê aborî de vekirîbûn û entegrasyonê, lê di warê siyasî û îdeolojîk de parastina kontrola hişk a dewletê û parastina nasnameya Komara Îslamî pêk bîne. Dema ku Îran di warê aborî de entegreyî pergala sermayedar a cihanê bibe, ev yek ti carî nabe sedema demokratîkbûna welat. Berovajî, kapîtalîzma global ji bo aramiya bazarên xwe hîn bêtir piştgirî dide sîstemên otorîter. Dewlet wê hewl bide çavkaniyên nû yên aborî ji bo bihêzkirina dezgehên xwe yên ewlehiyê bi kar bîne. Di warê civakî de jî, tevlîbûna di nav sermayeya cihanî de dibe ku çîna navîn hinekî fireh bike, lê cudahiya çînî wê hîn kûrtir bibe û civak dê di navbera modernîzma aborî û fişara siyasî de asê bimîne.

Rejîm derbarê lihevkirinê de di nava xwe de nakok e

Ev rewş wê di navxweyî de bibe sedema şerekî desthilatdariyê yê kûr, lê ne şerekî fîzîkî yê vekirî di navbera rayedaran de. Di nav Sipahê Pasdaran û baskên muhafizekar de du bîrdozî hene. Baskê îdeolojîk û radîkal vê lihevkirinê wekî xiyanetê dibîne, ji ber ku ditirse pêgeha wan a qaçaxçîtiya aborî û desthilatdariya leşkerî lawaz bibe. Lê baskê pragmatîk ê aborî û hinek nermtir ku gelek fermanberên payeband ên Sipahê bi xwe ne, dixwazin bibin xwediyê fîrmayên fermî yên navneteweyî û dewlemendiya xwe legal bikin. Sipah wê bi hêsanî tawîzan nede; ji bo ku tawîzan bide, divê sîstem di nava projeyên nû yên aborî de pişka şêr bide wan. Ger berjewendiyên aborî yên Sipahê werin parastin, baskê radîkal wê were marjînalkirin. Zemîna vê lihevkirinê di navxweyî de tenê bi darê zorê heye. Rêberê winda yê Komara Îslamî herdem di bin navê nermbûnê de rê li ber lihevkirinên wisa vekiriye da ku sîstem hilneweşe. Lê ji ber ku lihevhatina di navbera desthilatdarî û civakê de tine ye û gelekî ji hev dûr in, lihevhatina bi derve re mîna avakirina xaniyekî li ser qûmê ye.
Guhertina statuya netew dewleta Îranê û nêzîkbûna wê ya bi sîstema global re, bêguman wê hevsengiyên herêmî serûbin bike û bandoreke rasterast û kûr li ser cîranên wê yên mîna Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bike. Îran heta niha di bin navê “Eniya Berxwedanê” de bi rêya komên xwe yên wekaletê li van welatan xwedî bandorek mezin bû. Gava ku Îran statuya xwe biguherîne û li gorî pîvanên sermayeya cihanî tevbigere, ev hevsengî dê li herêmê belav bibe. Li Libnanê  ku Îran hîn jî yek ji stûnên bingehîn ên parastina Hizbullahê ye, ev lihevkirin dibe ku bibe sedema kêmkirina bandora leşkerî ya Îranê yan jî guherandina şêwazê hebûna wê ber bi hevkariyên aborî ve. Ev pirs tê hişê mirov gelo Îran  pişta Hizbullahê berdide, vê bi taktîkî dike yan êdî neçare stratejîk tevbigere. Ev rewş dê rê li ber Amerîka û pergalên navneteweyî veke ku li Libnan û Sûriyeyê nexşeyeke nû ya siyasî dîzayn bikin ku dibe ev rewş li dijî berjewendiyên statuya heyî ya eniyên radîkal be.

Lihevkirin dê bandorê li Iraq û Tirkiyê bike

Di vê çarçoveyê de, pirs û nîqaşa herî germ a li ser rojevê ev e; gelo mudaxeleyeke çawa li ser Iraq an jî Tirkiyeyê li pêş e? Gava em li dînamîkên herêmî dinêrin, diyar e ku mudaxeleyeke rasterast û bilez li ser Iraqê pirtir di rojevê de ye. Iraq niha wekî “hewşa paşîn” a aborî û siyasî ya Îranê tê dîtin. Lihevkirina Îran û Amerîkayê tê wê wateyê ku divê rewşa Iraqê jinûve were pênasekirin. Sermayeya cihanî dixwaze Iraqê ji bin kontrola yekalî ya mîlîsên ser bi Îranê derxe û bi sîstema fînansî ya navneteweyî ve girê bide. Ji ber vê, li Iraqê mudaxeleyeke siyasî, aborî û dibe ku leşkerî ya di bin navê “paqijkirina saziyên dewletê ji komên dervayî qanûnê” pir nêzîk e. Îran ji bo vê lihevkirinê mecbûr e ku li Iraqê hinekî paşve bikişe û rê bide ku Amerîka û hevalbendên wê herêmê jinûve rêxistin bikin.

Li aliyê din, bandora vê rewşê li ser Tirkiyeyê dê hîn kûrtir û lîstokeke stratejîktir be. Tirkiye heta niha ji ambargoyên li ser Îranê sûd wergirtiye, wekî pira qaçaxçîtiya aborî û fînansî ya Îranê tevgeriyaye û li herêmê (bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê) xwe wekî alternatîvek li dijî Îranê nîşan daye. Gava ku Îran rasterast bi sermayeya cihanî re lihev bike, Tirkiye vê rola xwe ya stratejîk winda dike. Mudaxeleyek li ser Tirkiyeyê wekî ya Iraqê ya fîzîkî an jî rasterast nabe, lê wê di asta siyasî û aborî de fişareke mezin li ser Enqereyê were avakirin. Sermayeya global dê ji Tirkiyeyê bixwaze ku polîtîkayên xwe yên leşkerî û herêmî yên êrîikar (bi taybetiyên li ser xaka Kurdistanê û Sûriyeyê) biguherîne û li gorî nexşeya nû ya Îran-Amerîkayê tevbigere. Heke Tirkiye di israra xwe ya statûparêziyê de dewam bike, dê bi krîzeke aborî ya hîn girantir û îzolasyoneke siyasî re rû bi rû bimîne. Ji ber vê, dema ku Iraq di merhaleya yekem de dibe qada mudaxeleyê, Tirkiye dibe armanca fişarên stratejîk da ku sîstema xwe li gorî vê hevsengiya nû biguherîne.

Li Îranê hêza rastî di destê dînamîzma civakî ya şoreşger de ye

Li pêşiya me Îranek heye ku di warê aborî de ketiye bin bandora bazarên global, lê di warê siyasî de otorîter e, di warê civakî de hîn zêdetir zextan dike. Ji bo gelên Îranê wek Kurd, Belûç, Azerî, Fars û kêmnetewên din ev sîstema nû rûyekî hîn dijwartir û xapînok nîşan dide. Gava ku aboriya Îranê hinekî bêhnê bistîne, sîstem wê bi pereyên ji derve tên fişara li ser tevgerên azadîxwaz, çalakvanên medenî û bi taybetî jinan zêde bike, ji ber ku sermayeya global ti carî li mafên mirovan nagere.
Lê, ev hevkariya qirêj a herdu pergalên zordar nayê wateya ku qedera gelan hatiye nivîsandin û nikare biguhere. Mijara herî esasî, dînamîka herî mezin û hêza bingehîn a ku dikare van hemû planên qirêj ên bazarê vala derxîne; zindîbûna Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ye. Ev şoreş ne tenê pêleke protestoyê ya demkî bû ku hat û çû; ew niha di kûrahiya hişmendî, çand û jiyana rojane ya civaka Îranê û taybetî di vîna jinan de bi rengekî radîkal zindî ye. “Jin Jiyan Azadî” wekî felsefeyeke jiyanê ya alternatîv, paradîgmaya herî xurt e li dijî hişmendiya baviksalar û totalîter a dewletê û sîstema talanker a sermayedar. Li Îranê hêza rastî ne di destê lihevkirinên li pişt dergehên girtî de ye, di destê vê dînamîzma şoreşgerî de ye ku di kûrahiya kolanan de çêdibe. Tekoşîna gelan û jinan, bi pêşxistina parastina cewherî, bi zindîhiştina mîrateya berxwedanê û bi avakirina sîstemên xwe yên alternatîv ên demokratîk, xwedî wê hêzê ye ku vê entegrasyona qirêj serûbin bike. Ev vîna civakî destûrê nade ku sîstem bi hêsanî û bi pereyên global aramiyek zordar li ser welat ferz bike. Her çend dewlet-netew û sermaye hewl bidin bi hevkariya hev temenê xwe dirêj bikin û nexşeyên nû xêz bikin jî, dînamîzma şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” herdem xwedî wê potansiyelê ye ku vê Îrana nû ber bi parçebûn û hilweşînê ve bibe û dergehê azadiya rastî û konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn veke.