Armanc hilweşandina bîra civakî ye

- Nesrîn ZERYAN
399 views

Rêber Apo dibêje; “Qirkirina çandî li gor qirkirina fizîkî hîn bi jantir e û cureyek qirkirinê ye ku belavê demek dirêj bûye, encamên daye avakirin jî ji qirkirina fizîkî xerabtir in.” Ev hevok rastiya tê jiyankirin bi awayek cewherî pênase kiriye.

Pergala rêveberiya cewherî a civakê pêwîstiyek bingehîne ku ji dema qilanan heta niha bi şêwazên cûrbecûr berdewam kiriye.  Dîroka mirovahiyê hebûna xwe bi awayek gelemperî bi vî rengî derbas kiriye. Her qilan, qebîle, eşîret û gel, di nav xweseriya xwe de, bi reng, ziman û çanda xwe jiyan kirine. Di heman demê de gelên xwedî çandên cuda jî bêyî ku xwe bi ser hev de bibînin û dijbertiya hev bikin, bi hezaran sal li kêleka hev, di nav aşitî , dan û standinê de jiyan e. Hin caran ji hev bandor bûne û bi awayeke xwezayî çand di nav hev de heliyane. Lê ev tu car nebûye sedema şer û zordestiyê. Cudabûn weke dewlemendî û rengîniya sirûştî dîtine û bi vê kêfxweş bûne. Bêguman em ê nekevin hûrguliyên dîrokê lê, ji bo em roja xwe rast pênase bikin, divê em hertim li dîrokê bizivirin.

Êrîş li dijî hebûnê pêk tên

Ji ber ku îro pergala kapîtalîst herî zêde li ser vê pêwîstiya rêveberiya civakê xwe birêxistin kiriye, bi taybetî di 200 salê dawî de, di bin navê netew-dewletê pergala mêtîngeriyê bi qanûnên hesinî hunandiye û bi vî awayî xwe li ser civakê ferz kiriye. Hemû sazî û dezgehên heyî ji civakê qut kiriye û xistiye bin venêrîna xwe. Dîsa Rêber Apo ji bo vê rewşê mînaka tas û avê dide.  Netew-dewlet di asta herî jor de pêkhateyek li dijî civakêye ku her kêlî keda gel didize û ji bo xwe xurt bike, hin caran bi rêbazên bîrdozî, car caran jî bi zextên fîzîkî gel ditepisîne. Li beramberî cihêrengiya civakê yek rengiyê datîne û tenê bi fikre dewleta serdest hikum dike. Bi vê kiryarê hemû pêkhate, bawerî, ziman û çandên cihê red dike û bi bişaftinê re rû bi rû dihêle. Ji gel re du helbijartinan dihêle; an wê dev ji çanda xwe berdin û di xizmeta netewa serdest de bêrûmet jiyan bike, an jî wê berxwedanê hilbijêre. Ger bêrûmetî hilbijêre wê heta dawî pêşî lê vekin û ji bo berjewendiyên xwe, wê wî/ê li dijî civakê bikarbînin. Dema ku rêya berxwedanê hilbijêre jî wê rastî her cure işkence, birçîbûn, girtin û kuştinê were. Ji ber ku civak ji vê dagikeriyê bêzar bûye û di nava têkoşîn û lêgerîna çareseriyêde ye.

Planên wan ên bişavtinê bi ser neketin

Di navbera sedsala 19 û 20’an de Kurd gelek caran û li heremên cuda rastî qirkirinên fizîkî jî hatine; eşîreta Baban, Ubeydullah Nehrî, Kela Dimdim,  Mîr Bedirxan, Simko Şikakî, Şêx Seyîd, Seyîd Riza, Agirî, Geliyê Zîlan, Komara Mahabad, Mehmûd Berzencî û Dr. Qasimlo tenê çend minakên nivîskîne. Di cewherê xwe de berxwedana wan, berxwedana çandî ye ku bi kuştin, koçberî û talanê re bi dawî bûye. Ji wê deme û şûnde Kurdistan ket bêdengiya mirinê. Hemû dewlemendiyên ser erd û bin erd ji dewletên biyanî re herikîn. Civaka Kurd bê perwerde hate hiştin û dîroka wê hate berovajî kirin. Zimanê Kurdî û peyva Kurdistanê jî hate qedexe kirin.

Her çar dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de kiribûn çar perçe, politîkayên “Ereb kirin” “Fars kirin” û “Tirk kirin” ê meşandin. Civakê di warê çandî de hewil da xwe biparêze; vê jî bi kilamên dengbêjî, bi destan û çîrok an, bi awayek devkî vegot û derbasî nivşên nû kir. Bi taybetî rola dayîkan diyarkerbû ku bi lorikên xwe, hê ji zaroktî de guhê Kurdan bi zimanê kurdî dida nas kirin. Ji ber ku şêwazê jiyanê xwe dispart çandiniyê, Kurd bi giranî li gund û çiyan bi cîh bûbûn. Ev jî derfet dida ku bi tevahî ji çanda xwe dûr nekevin. Lê belê Kurdên ku hatibûn koçber kirin ji zû de Kurdbûna xwe ji bîr kiribûn. Ji ber ku koçberî ji aliyê dewletê ve li ser asasê bişavtin û helandinê hatibû pêkanîn. Bi planên şark islahat û hwd. Kurd berbelavê bajar û welatên biyanî kiribûn, li şûna wan biyanî anîbûn û di bajarên Kurdan de bi cih kiribûn.

Têkoşîna ‘Xwebûn’ ê

Dema ku dîrokê car din zirûf û derfetên têkoşînê da, salên 1960-70’yan bû. Jixwe ji bo zayîna Kurdê azad derfet bi têra xwe pêkhatibûn. Dem dema ji nû de vejînê bû! Rêberê gelê Kurd bi gotina “Kurdistan mêtîngere” dest bi lêgerîna azadiyê kir. Siya ku bi ser Kurd û Kurdistanê de hatibû xwar dida alî, dibû henaseyek ji bo jin û civaka Kurd. Têkoşînek bêhempa û bi berdêlên pir giran re partî, artêş û tevgera jin avakir. Ev pêngava tolhildanê di 40 saliya xwe de li dijî netew-dewletê weke alternatîf, teorî û pratîka netewa demokratik pêşxist. Netewa demokratik demek be jî li bakûr jiyanî bû. Kurdan gelek sazî û dezgehên xwe avakirin û li gorî formula dewlet+demokrasi; bi fireh kirina sinorên xwe, bi hîn zêdetir demokrasiyê dewlet hat sinordar kirin û hat nişandan ku cewherê civaka exlaqî û polîtîk tenê bi xwesertiya demokratîk pêkane.

Niha li rojavayê Kurdistanê pergala heyî xwe li ser hêmanên netewa demokratik avadike. Ji ber ku di Rojhelata Navîn de gelek çand di navhev de jiyan dikin û her çandek xwesertiya xwe heye; ji her çandên xwecihî re rêz tê raberkirin, parastina wê esas tê girtin. Jixwe pêwîstî jî bi pergaleke demokratîk ku karibe gelan li gel hev, di nav aramiyê de bide jiyan kirin, heye. Her gel bi çand, ziman, ol, bawerî û rengê xwe bi dilsozî tevlî vê pergalê dibe. Pê bawer e, hebûn û azadiya xwe tê de dibîne. Li dijî pergala kapîtalîst, pergala modernîteya demokratik weke pergaleke alternatîf pêşdikeve ku îro hemû gelên azadîxwaz dipejirînin û li dora wê kom dibin.

Qirkirin û êrîşek bêsînor!

Bêguman wê hêzên serdest wisa hêsan vê pergala demokratîk nepejirînin û wê bi hemû hêza xwe êrîş bikin. Ya ku îro pêk tê jî ev e. Bi taybetî di salên dawî de dewleta Tirk, şereke qirêj ku salên 90’î derbas dike, dimeşîne. Di bin navê “teror” ê de li ser civakê her cure îşkence, bêkarî, girtin û heqaretê dikin. Qetil kirina jin û zarokan rewa dikin. Di hewldana rizandina çanda resen a civakê ne. Êdî bi êrîşên qirkirina fîzîkî re bisînor namînin,  êrîşê nirx û bîra civakê dikin, berhemên çandî û dîrokî ên Kurd hildiweşînin. Ev jî asta êrîşên bêpergal ên dewletê pêşan dike.

Bûyerên di roja me ya îro de diqewimin xulaseya şerê sed salên dawiyê ye. Pergala netew-dewletê temenê xwe tije kiriye û di ferqa vê rastiyê deye. Ji bo wê jî bi fikra “parastina herî baş” êrîş dike, exlaq li aliyekê, qanûnên xwe jî binpê dike û bi vê dixwaze xwe li ser lingan bigre. Jixwe girtina siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanan, qeyûm avêtina ser şaredariyan, girtina jinên aktivîst, hestiyên şehîdan bi rêya postayê ji malbatên wan re şandin,  êrîşa li ser gorên şehîdan, di bin navê bendavan bin av kirina Heskîf ê, xirab kirina gelek bermahiyên dîrokî, dorpêça li ser Mexmûrê û lîstokên li Zînê Wertê di encama planên tunekirina hafızeya civakî de pêk tên.

Exlaq û azadî di cewherê civakê de veşartîne û civakê birêxistin dike. Ez-ezîtiya kesayeta kapîtalîst terk kirin û taybetmendiyên takekesê sosyalîst jiyanî kirin, girîng e. Ji bo wê jî nûjenkirina çanda civaka berxwedêr hewceyiyeke ku nabe dest jê bê berdan. Ev yek jî bi parastinek her alî a siyasî, aborî û çandî pêkan e. Ger em li dijî hilweşandina bîra civakî bi hêz ranewestin û xwedî li çanda xwe dernekevin, em ê wê demê nekaribin gaveke mezin di rêya parastina civakî de jî bavêjin.