Avakirina çanda jiyaneke azad

- Roza METÎNA
414 views

19’ê Tîrmeha 2012’an wekî destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Ev dîrok ji bo gelê Kurd hilweşandina sîwana zilmê û bindestiyê ye. Bi destpêkirina pevçûnên navxweyî yên li Sûriyê, Meclîsa Gel a Kobanê peywira rêveberiyê girt ser xwe û ji hilatina hêviyên mezin re bû çavkanî. Ji bo avakirina jiyaneke nû gelek bedelên mezin hatin dayin. Ji 11 hezarî zêdetir têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû êrîş, astengî û lîstikên qirêj ên hêzên mêtinger ji bo afirandina çanda jiyaneke azad jina Kurd li her qadê rola xwe bi awayekî çalak lîst. Jina Kurd di bin siya serhildaneke dîrokî de, bi vîneke azad destkeftiyên xwe û yên jinên Ereb, Suryanî, Tirkmen û hemû jinên cîhanê parast. Jinên enternasyonalîst jî ji hêza jina Kurd sûd wergirtin û li gel jinên Kurd li eniyeke hevbeş, li dijî şerê mîlîtarîzm, kapîtalîzm û zîhniyeta baviksalarî sekinîn. Li dijî zihniyeta hovane têkoşîna hebûnê hat dayin. Jinên enternasyonalîst ên wekî Hoffman (Avaşin Têkoşin Guneş) û yên din, bi remza xwe ya têkoşînê bal kişandin ser dewlemendiya xweza, dîrok û palpişta şaristaniyê ya axa mezopotamyayê.

Bi pergala hevserokatiyê jin bûn xwedî gotin

Berî Şoreşa Rojava ji aliyê rejîma BAAS’ê ve jin bi her hawê xwe di nava çar dîwaran de asê hatibûn hiştin. Aliyê wan ê nûnertiyê hatibû çewisandin û di qada ravekirinê de dengê jinê hatibû birîn. Ne di nava saziyan de, ne jî di nava civakê de jin xwedî rol bûn. Hinek jinên ku qaşo xwedî rol bûn jî li gor berjewendî û pergala rejîmê tev digeriyan. Lê piştî Şoreşa Rojava şûnde pergela hevserokatiyê hat pêşxistin û bi pergala hevserokatiyê jin hem di nava civakê de hem jî li saziyan bûn xwedî gotin. Bi avakirina saziyên jinan hewildanên pêşîgirtina tundiyê jî hatin xurtkirin. Tevî ku heta niha êrîşên li dijî destkeftiyên jinê û Rojava dewam dikin jî hewildan û xebatên jinên li qadên siyasî, leşkerî, civakî, sazî, hunerê û hwd. dewam dikin. Bi çalakbûyina rola jinê mînak û modeleke ku ji hemû Rojhilata Navîn bibe feyz hat avakirin. Hêzên emperyalîst ên ku ji vê pergalê aciz in bi rêya desthilatdarên li ser her çar parçeyên Kurdistanê hewil didin ku hêz û îradeya gelê Kurd bişkênin û bi van êrîşan gelê Kurd mecbûrî xwe bikin ku tenê ji bo berjewendiyên wan xebat bên kirin.

Xeta jiyaneke wekhev hat parastin

Di çarçoveya pêngava Şoreşa Rojava de jinan di qada Jineolojiyê de jî xebatên hêja kirin. Bi pêşketina hewildana jinê re têgeha Jîneolojiyê ya ku wateya hêza jiyanê radixwe pêş çavan, ji bo derxistina cewhera jinê bû gaveke girîng. Jineolojî ji bo felsefe û ravekirina jiyaneke nû wekî rêbazekê hat hilbijartin. Di şopa vê paradîgmayê de li gelek bajarên Rojava dewreyên perwerdeyê yên Akademiya Jineolojiyê hatin destpêkirin û gelek kes hatin mezûnkirin. Li Zanîngeha Rojava beşa Jineolojiyê hat vekirin û hem asoya kesên perwerde dan, hem jî asoya kesên perwerde dîtin bi vê rêyê berfirehtir bû. Li zanîngeh û akademiyan mijarên wekî; “Rêbaz û heqîqeta ku bi rastiya jinan pêş ketiye”, “Yekemîn şoreşa jinan a dema neolîtîk”, “Derketina bîrdoziya zayendperestiyê”, “Kevneşopiya berxwedana jinê”, “Civaknasiya azadiyê”, “Ceribandinên şoreşê yên jinên cîhanê”, “Netewa Demokratîk”, “Hevjiyana azad”, “Aborî”, “Polîtîka”, “Tendirustî”, “Ekolojî”, “Perwerde”, “Dîrok” û hwd. hatin dîtin. Her wiha li ser mijara “Şoreşa gund û çandiyê” hat sekinandin. Nêzî 12 hezar sal berê bi şoreşa gund û çandiyê nêrîna mirovan, şêwaya jiyanê, pergal û têkiliya di navbera mirovan de guherî. Tê gotin bizava çandiniyê a yekem li heyvika bi bereket a li ser axa Rojhilata Navîn hatiye kirin. Bi rêbazên Jinolojiyê huner, dewlenmendî, afirîneriya jinê ya li Rojhilata Navîn derketin pêş.

Gundê JINWAR

Di heman demê de xaleke girîng a bi pêşketina Şoreşa Rojava pêk hat, avakirina gundê Jinwar e. Ev gund nêzî Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ye û ji aliyê Weqfa Jinên Azad û Jineolojiyê hat avakirin. Bi avakirina JINWAR’ê ya xwedî bingeheke ekolojîk, azadî, parastin û biryardayina jinê bi awayekî zelal hat ber çav an. Ev têgehên ku pêdiviyên jiyanê ne jiyana jinê guhertin û jin bi rêxistin kirin. Bi vî rengî ji bo pirsgirêkên heyî bi eqlê jinê bên çareserkirin û nêrîna jinê pêş bikeve derfetek hat avakirin. Vê jiyanê bala kesên ji derveyî welêt jî kişand û gelek kes çûn serdana gundê JINWAR’ ê.

Jin bûn eynika ragihandina rastiyê

Li dijî çapemeniya yekperest a ku her berjewendiyên desthildatdaran diparêze û ji civakê rastiyê vedişêre, xebatên di qada çapemeniyê jî xwedî mîsyonek giranbiha ye. Jinên Kurd bi Şoreşa Rojava re kevneşopiya çapemeniya azad jî pêş xistin û di qada çapemeniyê de bûn eynika ragihandina rastiyê. Li dijî zimanekî zayendperest û zîhniyeteke baviksalarî jinên Kurd bi pênûs û kameraya xwe di dîrokê de bûn xwediyê serkeftineke mezin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi pergala hevserokatiyê, xebatên Jineolojiyê, avakarina gundê JINWAR’ê, pêşketina di qada çapemeniyê û gelek qadên din de çanda jiyaneke azad hat afirandin. Li ser xeta Şoreşa Rojava çanda jiyaneke azad hat avakirin û jinan cewhera di dilê xwe, wêrekiya xwe, afirîneriya xwe keşif kir. Di nava vê keşfê de nexşerêyeke nû ya azadiya jinê hat xêzkirin. Rê li pirzimanî, pirçandî, wekhevî, feraset, empatiyê fireh bû.